ANALÎZ

Tirkî Bêtir Qezencan Di Pêngava Aştîya Bi Kurdan Re Ji Dest Dibe

Bê guman, Rojhilata Navîn dergûşa şaristanî û olên ezmanî ye. Her kes dizane ku vê herêmê gelek raje (xizmet) ji hemû alîyan ve ji bo mirovahîyê  pêşkêş kirine. Jixwe ve herêm her tim li seranserî dîrokê qada nakokî û şeran bû, destpêkê ev nakokî di navbera şaristanîyên ku li herêmê jîyane de bû û paşê bû mîna nakokîya hêzdarîya her qonaxekê û paşê bû nakokîyên olî, paşê tîreyî û heya weke roja îro hê ev nakokî berdewam in. Bi destpêkirina sedsala 19 de, piştî ku şahinşahîya osmanî gihaşt dawîya temenê xwe, xwestek û xewna mêtingerîyê li ba dewletên Ewrûpî li cîhanê bi giştî û li herêmê bi taybet çalak bû. Ji ber wê jî pilanên mêtingerîyê li gor berjewendîyên teng ên wan dewletan dest pê kirin bêyî ku tu nirxên mirovahî û sincî di ber çavan re werin girtin. Bi vî awayî herêm li ser bingehekê hat parçekirin ku tu girêdana wê bi xaknîgarî, dîrok, belavbûna niştecihî û nijadî re tune ye. Ev parvekirin, bû navoka pirsgirêkan di navbera pêkhateyên herêmê de û bi vî awayî pêşmaya ʺzilamê nexweşʺ (Dewleta Osmanî) hat belavkirin. Ji bo arîşeyên ku bandorên wan niha xuya dibin, ev in: Hevpeymana Lozanê, Sayiks-Bîkot, Soza Bilfor (serkêş û şareyarê birîtanî yê ku soz da cihûyan ku ew mafdar in ku welatekî olî li Filestînê damezirînin. Bi vî awayî amaje kir ku mafê wan li ser bigeheke olî heye. Ev bingeha olî jî xwe dispêre ʺperestgeha Silêmanʺ û Dîwarê ʺGirîkerʺ yê pîroz li ba cihûyan, parçekirina Kurdistanê bi awayekî bêtir ku berê di navbera şahinşahîyên farisî û osmanî de hatibû parvekirin ku beşine jê bi Sûrî û Iraqê ve (dewletên neteweyî li gor parvekirina nûjen) girêdan, êdî awayekî ne fermî qonaxa dewletên neteweyî hat destpêkirin ku Birîtanya weke serpereşta wê yha li cîhan û herêmê ye.

Rojhilata Navîn ji alîyê  bêaramîyê  ve, di cîhanê de li pêş e:

Her kes dizane ku nakokîyên li Rojhilata Navîn, di cîhanê de li pêş in; ew jî ji ber hejmareke sedem, dibe ku sedema herî girîng, piştguhkirina hêzên serdest be, her wiha ji ber ku niştecihên herêmê nizanin bê çi qasî dek (komplo) li dij wan mezin e. piranîya nakokî û şeran bi awayê nakokîyên olî derdikevin pêş; her weke şerê filestînî-israîlî, yan jî bi awayê nakokîya tîreyî; her weke nakokîyên di navbera Siûdî û Îranê de; Siûdîyê dixwaze serwerîya cîhana islamî ya sunî bike û Îran dixwaze cîhana islamî ya şîî bi rê ve bibe; yan jî ev nakokî bi awayê nakokîya neteweyî derdike pêş; ew jî dema ku neteweyek mafê neteweyeke din di jîyana li ser xaka xwe û bi çand, ziman û dîroka xwe desteser dike. Dibe ku îro Rojhilata Navîn rewşeke herî dijwar dijî, çimkî nakokî li dar in û gelên herêmê li çareserîyên guncav nagerin û her tim li benda hêzên derveyî ne ku çareserîyan ji wan re bibînin, lê di heman demê de ew hêzên derveyî bi xwe jî beşek ji wan arîşeyan in û wan li gor perjewendîyên xwe tev didin. Pêşkêşkirina têgeha Rojhilata Navîn a Nû ango Rojhilata Navîn a Mezin, di destpêkê vê sedsalê de ji hêla hêzên ku sîyaset û aborîya cîhanî desteser kirine ve, dide dîyarkirin ku ev sedsala borî gerek were guhertin û li gor berjewendî û guhertinên heyî, parvekirin were guhertin. Ji alîyê  derveyî ve armanc ji van nakokîyan, guhertina rêjîman bû ku piranîya wan di demine nêzîhev û bi awane nêzîhev de gihaştibûn desthilatê (bi rêya tundî, leşker, lêdanên leşkerî). Êdî guhertina bi têkbirina rêjîma Basê ya Iraqê û serokê wê Sedam Hisên (2003) dest pê kir û ezmûn li ser Iraqê hatin pêkanîn da ku sîyaset ji bo rêjîmên din jî were sazkirin û pêkanîn. Lê weke ku şandeyê bilind ê meşandina karûbarê Iraqê piştî têkbirina rêjîma wê (Bol Birêmirê emerîkî) di bîranînên xwe de dibêje: `ʺMe piştî Sedam kesekî destpak ku ferwerîya Iraqê bike, nedîtʺ (jixwe ev li gor nerîna wî û ferwerîya wî ya Rojvayî ye). Her wiha ew dibêje: ʺEm şaş bûn dema ku me sazîyên ferwerîyê hilweşandin, çimkî gerek ew ji bo û di bin rêveberî û çavdêrîya gel de bûnaʺ.

Tişta borî nerîna kêm a li ser gelên herêmê dide dîyarkirin ku ew nikarin xwe bi rê ve bibin. Paşê şoreşên gelan li dij ferwerîyên xwe dest pê kirin. Van şoreşan ji dawîya sala 2010 ve ji bakurê Afrîkayê dest pê kir û paşê bi lez gihaşt Rojhilata Navîn a ku ji ber rewşa jîyanê a nebaş û sîyasetên leşkerî û hêzên dîktator ve berê li ser agir bû.

 

 

Dewletên ku Kurdistan dagir kirine û sîyasetên çewsandinê yên li dij her tiştekî kurdî be:

Em nikarin hevrokirinê di navbera tu beşeke Kurdistanê ya dagirkirî û beşeke din de yan jî di navbera sîyaseta dagirkerekî û yên din de bikin. hema hema tev nêzî hev bûn, çimkî her şîyariyek li parçeyekî Kurdistanê dê bandorê li beşên din jî bike. Lê tevî wê jî şoreşên kurdî ji hev qut nebûn û kurdan dev ji mafên xwe yên niştumanî bernedan. Carinan ev şoreş bi serwerîyeke olî bûn û carinan jî bi serweriyeke cîhangirî bûn. Ev şoreş an bi rêya şerê leşkerî yan jî bi rêya kuştina serkêşên wan dihatin têkbirin.

Li Tirkîyê, bi destpêka salên heftêyî ji sedsala borî, tevgerên xwendekaran ên çepgir ên ku bi hizrên Markisî-Lînînî bandor bûbûn, bi tevgereke cûda ji tevgerên din dest pê kir. Wan tevgeran dest bi têkoşîna şoreşgerî ya birêxistinkirî ya li ser bingeha rêxistin û rêzkarîya şoreşgerane kir. Vê yekê bi têkoşîna şoreşgerî ya çekdar encam da. Ew jî piştî ku ew gihaştin wê bawerîyê ku dewleta Tirk a ku leşker wê bi rê ve dibin, tu caran danûstandin pê re nabe, eger hêz jî pê re nebe. Ji ber wê jî pêngava 15 gulanê di sala 1984 de dest pê kir ku di têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û bidestxistina mafên rewa de, bûyera herî berbiçav bû.

Rêyên çareserkirina doza kurdî li Tirkîyê :

Nexşeya demî û cihî ya çareserkirina doza kurdî li Tirkîyê ku heya astekê zû dest pê kir, li ser tu kesî ne veşartî ye. Di destpêka salên 90 de û piştî kêmî 10 salan ji şerê leşkerî, hinekî ji alîyê sîyasî ve sist bû, ew jî dibe ku serkêş û sîyasetmedarên wê demê, di wê bawerîyê de bûn ku çareserîya leşkerî ne pêkan e û dê tu encaman bi xwe re neyîne. Di encamê de û bi rêya navberên kurd, gotûbêj di navbera her du alîyan de dest pê kir. Lê belê destê veşartî yê ku ferwerîyên peyayî li Tirkîyê bi rê ve dibe, xwedî nerîneke cûda bû ku di encamê de bi mirin an kuştina serokê Tirkîyê Torgot Ozal, hewildana yekem a çareserkirina sîyasî ya doza kurdî dawî lê hat. Piştî wê nêzîkatîya rêveberîya Tirkîyê û neteweperestên tirk ên tundrew ji doza kurdî re, gelekî nebaş bû. Ev nêzîkatî bi girtina rêberê kurd Ebdela Ocelan di sala 1999 de xuya bû. Lê ji ber ku doz doza gelekî yan miletekî ye, bi girtina wî bêtir aloz bû li şûna ku têk biçe. Di destpêka hezarsala nû de, şepêla islama sîyasî li Tirkîyê gihaşt desthilatê. Ev şepêl bi AKP dihat nimandin. Vê şepêlê nikarîbû tu guhertineke berbiçav pêk bîne, nexasim ku Tirkî di wê demê de di rewşeke aborî ya nebaş re derbas dibû û her ku diçû rewşa aborî kambaxtir dibû. Lê ji ber ku tenê li ser vê beşê tekez kir, partîya desthilat (heya astekê) karîbû rewşa aborî baş bike. Dema şoreşên gelan dest pê kirin, Tirkiye hewil da çareserîyan bike berî ku cilik ji bin wê jî were kişandin. Ji ber wê jî piştî zêdeyî bîst salan û bi taybet di Newroza 2013 de, hewildana vebûna li ser doza kurdî bi rêyên aştîyane û bêyî dengê çekan di hundirê Tirkîyê de pêk hat. Lê xuya ye tişta paşê pêk hat ji kesên ku Tirkî bi awayekî teşeyî bi rê ve dibin, mezintir bû. Rêzebûyer û rûdanên ku li pey hev pêk hatin, karîbûn vê pêngavê têk bibin û dîsa hewildanên çareserîyê vegerînin xala destpêkê. Em dikarin qonaxên zêdebûna derzê li gor rêza wan a dîrokî rêz bikin:

  • Isalma radîkal derbasî qada sûrîyê bû û Tirkîyê ev şepêl pejirand û şepêla kurdî ya cîhangirî ya ku bi kurdên li ser sînorê wê tê nimandin, nepejirand.
  • Pabendîya ferwerîya AKP û serokê wê Erdogan ji alîyê îdyolojîk û bawerîyan ve bi tevgera Ixwanan a cîhanî re.
  • Hêzên Hevpeymana Navneteweyî yên dijsakarîyê derbasî Sûrîyê  bûn û li hember tevgerên islamî yên radîkar şer kirinn, êdî hevpeymana bi hêzên kurdî yên xwecihî re çkir û yekemcar têkilîya di navbera wan de çêbû.
  • Lêdana leşkerî a angaştkirî li Tirkîyê hat bikaranîn da ku desthilat bêtir were xurtkirin û li gor wê jî hemû dezgehên dewletê hatin desteserkirin û guhertin di destûrê de hatin çêkirin.
  • Ji bin ebayêa dewletên Rojavayî derket û li şûna wê serpereştîya cîhana islamî û bi taybet ya sunî pêk anî ku ew jî li hember berferehîya Îranî ya şîî li herêmê bû.

Serê rêjîma Tirkîyê çi dixwazî?

Tu cûdahî di navbera rêjîma Tirkîyê û tu rêjîmeke din a dîktaror a ku welatekî bi rê ve dibe de tune ye, êdî xuya ye ku xweşîya desthilatê cihê xwe di dilê wê de girtiye û di hezkirina desthilat û desteserîyê ew gihaştiye lutkeyê û dixwaze desthilat di navbera endamên malbata wî de bimîne. Ev yek bi nakokîyên di navbera endamên malbata erdoganî de di koşka komarî de tê nimandin. Ev yek dewleta osmanî û nakokîya di navbera birayan de di wê serdemê de tîne bîra me ku her yekî yê din dikuşt ji bo ku bigihêje desthilatê (dibe ku di vê dema niha de tenê ev gotin angaşt bin, lê rojên bê dê bêtir wêneyê zelal bikin). Kêşeya sereke ne bi çîna rewşenbîr a civakê re ye, çimkî ev çîn baş rastîya Erdogan dizanin û ew baş dizanin bê ew çawa olê bi kar tîne, da ku berjewendî û armancên xwe yên teng pêk bîne. Ev yek baş di erdheja ku li Tirkî û Sûrîyê çêbû de xuya bû, lê belê pirsgirêka sereke li ba gel bi giştî ye ku ʺsîyaseta kerîʺ li ser wan tê meşandin û didin pey şepêla olî di bin ala islam, Tîre û hwd de.

Di şerê ku niha li Xezayê qewimiye de, rêjîma Tirkîyê hewil dide vî şerî ji bo berjewendîyên xwe heya jê were bi kar bîne; loma ew xwe weke berevan û parêzvanê olê û şêrê sunetê dide dîyarkirin, lê di heman demê de ji tiştê ku Israîlî tînin serê filestînîyan bêtir tîne srerê kurdan di hundirê Tirkîyê û li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê. Ew jî bi behaneyên nerast, her weke parastina ewlehîya xwe ya neteweyî, her wiha pêşniyuara ku filestînîyên Xezayê bibe herêmên ku wî dagir kirine ku gelek mêtingeh berê li wan hatine avakirin. Di bûyerên dawî yên Dêrazorê de jî, em nikarin Tirkîyê dest pak bibînin û dûr bixin ku wê destwerdan di wan bûyeran de nekiriye. Wê bi rêya girûpên xwe yên li Serêkanîyê û rojavayê Firatê destwerdan kiriye. Her wiha em dikarin bi rêya girêdana wan a bawerîyê  (sunî) bi Tirkîyê  re, gotina xwe ya navborî biçesipînin.

Di encamê de, tirk bi giştî gelek derfetên nêzîkatîya bi kurdan re, li ser hesabê rojevên olî û tîreyî winda dikin. Hewildanên dewleta Tirk a dagirker ji bo rûxandina jêrzemîn, cihên aborî û sazîyên sivîlî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, hê berdewam in. Ev êrîş di demekê de hatin ku xelk û pêkhateyên herêmê peymana civakî pesend kirin û jîyana hevbeş pejirandin. Dewleta Tirk dê nikaribe bi rêbazê xwe yê çewsandina mafan û girtina kesên ku azadî û mafên xwe dixwazin, heta hetayê berdewam bike; çimkî roj bi bêjingê nayê veşartin û siyaseta ʺxwebêbihîstîkirinêʺ nayê berdewamkirin. Tecrubeyên borî yên ku di wan de gelek şer û bobelatên leşkerî pêk hatin, tekez dikin ku ji bilî rûniştina li ser maseya gotûbêjan û danîna çareserîyên domdar, tu çareseriyeke din tune ye. Gerek e ferwerîyên tirkî baş serwextî vê yekê bibin. Îcar jidestberirina derfet, dem û pereyan ji Tirkîya ʺgelʺ  berî Tirkîya ʺferwerîyêʺ ziyan e).

زر الذهاب إلى الأعلى