ANALÎZ

Rêjîma Sûrî û şanoya hilbijartina Serokatiyê

Piştî ku Partiya Ba’as di rêya  derbeyeke leşkerî di 8ê Adara 1963an de bû desthilatdar, heya niha hilbijartinên yasayî nehatine encamdan. jixwe hilbijartina serokomar li gorî destûra 1973 an di rêya gelpirsîneke giştî li ser  berbijarê serokatiyê tê kirin ku serokatiya heremê ya Partiya Baas a Ereb a Sosyalîst navê wî pêşniyar dike. Jixwe hemû hibijartinên ku di serdema komara duyem de hetin lidarxistin weke şanoyekê ne û  encamên wê ji her kesî re belîne ku nêzî (%100)in. ji bo hilbijartina serokmar ku ev hilbijartina 8ʹemîn e di serdema komara duyem de ye; 26 meha gulanê hat destnîşankirin. ji bo vê hilbijartinê, bi dehan berbijêran daxwaznameyên xwe pêşkêşî dadgeha destûrî ya bilind li Sûrî kirin, lê di encamê de dadgeha navbûrî 3 tenê pejirandin û bi bihanya ku şert û mercên destûrî û yasayî pêk nehatine, yên din nehatin pêjirandin. Yek ji her sê berbijêran ; Beşar Esed e yê ku di gelpirsîna 6ʹemîn a sala 2000 an de, piştî mirina bavê xwe Hafiz Esed, di rêya guhertina destûrê re  bû serokê Sûriyê û li gorî amarên rêjîmê %94.6 ji dengan bi dest xist û ji wê serdemê ta niha, bi eynî şanoyê serokê Sûriyê ye; tevî ku di sala 2012, di encama fişareke gelirî rêbaza hilbijartina serokmar hat guhertin(ji gelpirsînê bû hilpijartinên piralî ).Weke tê zanîn ku ev hilbijartin digel kirîzek aborî ya wêranker li Sûrîyê, sizayên welatên rojavayî, vîrusa korona û têkçûna aborî ya bilez li Lubnanê ku gelek karsazên Sûrî sermayeya xwe li wir razandibûn, hevdem e. Her wiha ev hilbijatin di demekê de tên ku piraniya gelê Sûrî di bin xeta hejariyê de dijîn û li gorî “Rêxistina Bernameya Xwarinê” ya Cîhanê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî; 12,4 milyon sûrî ji tenebûna xwarinê astengiyan dikişînin. li milekî din jî, dê ev hibijartin werin lidarxistin û nêzî %40 ji xaka Sûriyê derveyî serweriya Rêjîmê ye. ji ber van sedeman her aliyê bi rewş û aloziya Sûriyê têkildar in, van hibijartina red dikin û didin zanîn ku ev hilbijartin ne rewane. Di civîneke Encumena Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî meha borî, Balyoza Amerîkî li Neteweyên Yekbûyî Lînda Tomas Grenfêld got, “Ev hilbijartin dê ne azad û ne dadmend bin. Rejîma Esed dê ti rewabûnê bi dest nexe û  ne li gorî pîvana biryara 2254 e, ya ku dive hilbijartin   di bin banê Neteweyên Yekbûyî de an di bin destûreke nû de were kirin. Her wiha di daxuyaniyeke hevbeş de wezîrên derve yên Emerîka, Fransa, Birîtanya û Îtalya anînin ziman:” Her pêvajoyeke  siyasî ku beşdarîya hemû gelê Sûrî; bi taybetî yên koçberî derveyî  welat bûne, tû encamê nadin û tu têkilî bi rêjîmê re nayê encamdan.

ji aliyê xwe ve jî Rêveberiya Xweser, li ser zimanê Ilham Ehemed  Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk di daxuyaniyeke taybet de  ji bo  ajansa  Levent News, da zanîn ku ev hibijartin di rewşeke ne guncav de tên lidarxistin ku piraniya gelê Sûrî hîn jî koçber dibin û li derveyî welat belav dibin û ew nikarin beşdarî hilbijartinan bibin. Ji ber vê yekê, em nabînin ku ev hilbijartin demokratîk û yasayî ne.

Armanca rejîma Sûrî ya nû der barê hilbijartinên serokatiyê de ku Beşar Esed wê di  26 Gulanê de ji nû ve bibe serok, ne veşartî ye. di van rojan de  tenê xema rejîm ew e ku hilbijartinên wisa amade bike û di wê  baweriyê de  ku ev hilbijartin ji bo nûkirina  rewabûna pergaleke nerewa rêya yekaneye.

bêguman ev hilbijartinên ku wê di vê mehê de were lidarxistin tu guhertinê bi xwe re nayine, ji ber ku rêbaz û hişmendiya rêjîmê nehatiye guhertin, piraniya gelê Sûrî koçber bûne, nêzî %11 ji xaka Sûriyê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye û li wan deverên dagirkirî, gelê herêmê yên resen koçber kirine  û li şûna wan kesine biyanî bi cih kirine .

زر الذهاب إلى الأعلى