ANALÎZ

Parçebûna Rikberiyê û Paşdevekişîna Erdogan Kurd bi kê re ne?

Vê dema dawîn, li Tirkiyeyê û li hember sîyaseta AKPê bi serpereştiya Erdogan, nakokî û nelihevî di navbera partîyên sereke yên Tirkiyeyê çêbûn. Çimkî heta niha jî partiyên rikber xwe negihadine radeya nûnertiyeke rasteqîn ku bikarin rewşa hundirîn di nav de paşdeçûna aboriyê û rewşa debara jiyanê ya xirab bi taybet piştî ku lîreya tirkî tibabeke baş ji nirxê xwe ji dest da, her wiha pirsa kurdî û dawî jî gengeşeyên ku li ser hilbijartinên pêşwext dibin, vehewînin.

jixwe, yê ku rewşa siyasî ya tirkî bişopîne, dê tevlihevîne din jî bibîne ku bandoreke neyînî li rewşa hundirîn dikin. Sedema vê yekê jî ew e ku AKPê di bicihanîna siyasetên xwe de yên ku barê civakê zêde giran dikin rijd e. Siyasetên wekî destwerdan û dagirkirina dewletên derdorê. Li milekî din mana kilîtên aboriyê bi tenê di destên koma sîyasî ya nêzîkî Erdogan û AKPê de ziyaneke mezin gihande aboriyê û bi taybet lîreya tirkî, lewre ev siyaset bû sedem ku qeyraneke darayî û aborî ya mezin rûbide , here wiha vê qeyranê bandoreke mezin li beşên kehrebe, benzîn, av û hemû rajeyên kertên giştî kir,  ku rêjeya bilindbûna bihayê rajeyan gihişte ji 100 ta 120%.

Li gor serokê Partiya Demokratî û Pêşveçûnê, Elî Baba Can, yê ku di hikûmetên Erdogan de heta sala 2016an Wezîrê Aboriyê bû; got ku 60 milyar dolar ji yedekên Diravxaneya Navendî kêm bû, her wiha Baba Can dûr nabîne ku gencîne di demeke nêzîk de têk biçe.

Li kêleka van jî piştî derbeya leşkerî ya gumanbar sala 2016an, rikberî li her cihî hat çewisandin, ji saziyên civaka sivîl heta bi perlamanê û 95% ji navgînên medyaya taybet û medyaya hikûmetê bi temamî hat kontrolkirin.

Di encama van rûdanan de AKPê bireke mezin ji binkeya civakî ya ku alîgira wê bû ji dest da. Lê ji ber ku bernameyeke çakkirinê li nik partiyên rikberiyê nîne, Erdogan zilm û çewisadinê der heqê civaka kurd û tirk de didomîne; tevî ku hin serokên partiyan wekî Partiya Gelan a Demokratîk û Kemal Klîçdar Oxlo serokê Partiya Gel a Komarî û Elî Baba Can serokê Partiya Demokratî û Pêşveçûnê tekez dikin ku divê hilbijartinên pêşwext çêbibin da ku desthilat ji destê Erdogan û partiya wî derkeve.

Hîn jî hêzên rikberê AKPê parçe parçe ne û nikarin sûdê ji kirîzên ku AKPê û Partiya Tevgera Neteweyî ya tund  tev rakirine bigirin; her wiha nikarin çarakê û çakkirinê bi pêş bixin ku di nav de pirsa kurdî û çarekirina wê. Li kêleka vê yekê jî partiyên rikberiyê yek helwest ji siyaseta Erdogan ya derveyî, bi taybet dagirkirina Sûriye û Lîbyayê, nîşan nedaye; hin partî van siyasetan red dikin û partîne din dipejirînin. Lewre ev xal dibine rêgir li pêş derketina nerîneke zelal li hember AKPê.

Li gor van daneyan, rewşa Tirkiyeyê ber bi tariyê ve diçe. Tê pêşbînîkirin heke Erdogan têkeve wî baweriyê ku di hilbijartinên bê de bi ser nakeve, dê hilbijartinên pêşwext berî dawiya vê salê werin sazkirin,  û li milekî din jî; Ji bo ku careke din xwe ji bo posta Serokkomariya Komarê namzed bike, ji ber ku heke hibujartinên pêşwext çênebin; nabe ku serokê Tirkiyeyê sê caran xwe ji bo serokatiyê, namzet bike.

Li gor amarên rapirsînên fermî yên dawîn, Erdogan di hilbijartinên bê de bi ser nakeve. Çimkî li gor rapirsînê, rêjeya alîgirya wî nêzîkî 40%, 33% alîgirên AKPê û 7% alîgirên Tevger Neteweyî (koalisyona desthilat).

Der barê alîgiriya partiyên Hevpeymana Rikberiyê de, li gor rapirsînê tê pêşbînîkirin ku Hevpeymana Rikberiyê tev de 44-46% (Partiya Gel a Komarî 25% – Partiya baş 15% – Partiya Paşerojê 2% – Partiya Demokratî û Pêşveçûnê 4% – Partiya Kêfxweşiyê 1% – Partiya Demokratîk 1%) bi dest bixe. Li hemberî 12% ji bo Partiya Gelan a Demokratîk ya ku piştgiriya kandîdên Rikberiyê li gelek bajaran, her wekî Stenbol û Mêrsinê, di hilbijartinên adara 2019an de kir.

Li gor van amaran û ji ber ku kilîtên hevkêşeyê û guhartina rêya encamên hilbijartinan di destê wê de ye, Partiya Gelan a Demokratîk dîsa bi xurtî vedigere dîmena siyasî ya tirkî.

Piştî hilbijartinên şaredariyan sala 2019an, Partiyên Rikberiyê girîngiya hilbijêrê kurd nas kir û zanîn ku heke bixwazin di hilbijartinên bê de bi ser bikevin, pêdiviya wan bi Partiya Gelan a Demokratîk heye. Lê ji ber pêkhatina siyasî ya koalisyona desthilat, ku ji nijadperist û netewperistên tund pêk tê, dûr e ku Erdogan gaveke wiha biavêj. Çimkî heke Erdogan wiha bike, divê pêşî hin pirsgirêkan çareser bike û siyaseta xwe li hember kurdan biguhêre. Anku pêngavên qirkirina siyasî li dij Partiya Gelan a Demokratîk rawestîne û şarederiyên wê lê vegerîne, her wiha girtiyên siyasî û çalakvanên kurd serbest berde. Heta ev jî bibe, divê netewperist û Ergankon erê bikin.

زر الذهاب إلى الأعلى