Piştî derbasbûna zêdeyî 10 salan di ser alozîya Sûrîyê de, afrandina rewşeke siyasî û ewleh nîşan dide, ew jî piştî guhertina dramatîkî ya helwesta dewleta Tirk ji bo levhatina bi rêjîma Sûrîyê re û neamadebûna Îranê di vê dîmena siyasî ya vê alozîyê de (piştî ku wê lêdanên dijwar xwarin ku kûrahîya rêveberîya wê ji hev xist, tevî ku hewl dide ku xwiya bike ku ew hîna li ser xwe ye), her wiha Rûsîya[1] jî xuya ye roleke wê di vê guhertina Tirkî û neamadebûna Îranî de heye, ew jî ji bo pêkanîna du armancên xuyayî: Bidawîkirina alozîya Sûrîyê li gor berjewendîyên rêjîmê. Bi vî awayî Rûsîya dê enîya rojhilatê Deryaya Spî ya ku tê de şer dike, bi dawî bike, ev jî dê hêzekê di enîya Ukrayînyayê de bidêyê. Armanca Rûsî ya duyem ew e ku dixwaze gencîneyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê desteser bike da ku qezencên aborî bi dest bixe, nexasim ku ew di bin cezayên Rojavayî û şerê Ukrayînyayê maye, her wiha da ku lêçûnên destwerdana xwe di Sûrîyê de qerebû bike. Jixwe hin sûdên wê yên din jî ji vê yekê hene; her weke sînordarkirina hêzdarîya Emerîkî li herêmê bi rêya Tirkî û Îranê yên ku li gel partîya Basê xwedî armanceke hevbeş in ku ew jî têkbirina doza kurdî, ew jî li gor îdyolojiyeke neteweyî û tîreyî.
Li gor wê, mirov dikare tekez bibe ku Bakur û Rojhilatê Sûrîyê rastî şerekî têkel bûye ku di encama îdyolojîya pênc hêzên dijberî hev û armancên wan ên hevbeş de ye. Ev hêz jî astengîyan ji ber alozîyên xwe yên hundirîn dikişînin. Ew hêz ev in: Tirkî, Rûsîya, Îran, Rêjîma Sûrî û Daişê. Ev her pênc hêz dibînin ku Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û HSD sedema êş û azarên wan û binkeftina pirojeyên wan ên îdyolojîk li bakurê Sûrîyê ne. Êdî baş xuya ye ku têkbirîna HSD û binxistina Rêveberîya Xweser bûye armanca van her pênc hêzan. Pê re jî, her pênc hêz hewl didin ku gencîneyên herêmê desteser bikin, Her yek ji van hêzan dixwaze tevaya yan jî behra herî mezin a van gencîneyan desteser bike, da ku jêdereke perepêdanê ya nû ji bo çalakîyên xwe yên li herêmê dabîn bike. Di encamê de ev her du armanc ji sedemên sereke ne ku hiştine HSD derbasî şerekî berevanîyê di sê enîyan de bibe:
- Enîya bakur: Pêngavên leşkerî di vê enîyê de bi berxwedana li hember artêşa dagirkerîya tirk û çeteyên wê yên li kantonên Cizîr, Ferat, Minbic, Reqa û Şehbayê tên nimandin.
- Enîya rojava: Di vê enîyê de berxwedan li hember êrîşên rêjîma Sûrîyê û çeteyên wê li kantonên Dêrazorê û Reqayê tê meşandin. Her wiha li hember pêngavên komploger[2] ên odeyên saloxgerên Rûsî , Îranî û Basî li Qamişlo û Hesekê tê rawistandin.
- Enîya hundirîn: Di vê enîyê de rê li ber êrîşên şaneyên Daişê yên li gundewarên Hesekê, Dêrazorê û Reqayê tê girtin.
Di encamê de, dîmena leşkerî û ewlehî li van her sê enîyan de bi awayekî sereke di navbera alîyên êrîşkar ên xwedî rêbazên cûda de tê dabeşkirin. Ew jî bi Tirkî, Daiş, Rêjîm, Îran û Rûsîya tên nimandin û alîyê berevan jî bi HSD û Rêveberîya Xweser tên nimandin.
Dînamîkên nakokîyê di van her sê enîyan de:
Li gor tiştên navborî êdî dîyar e ku enîyên êrîşker, pêngavên xwe carinan bi awayekî rasterast û carinan bi awayekî nerasterast hevrêz dikin; Ew jî bi rêya ku hêzek ji wan di heman dema êrîşê ji hêla eniyekê ji van her sê enîyan de tektîkekê dimeşîne, Weke mînak; dema Tirkîyê di destpêka sala 2024 de dest bi topbarana dijwar bi ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de kir[3], Daiş êrîşên xwe bi rêya bumbeyan bi ser navend û sazîyên sivîl û leşkerî de zêde kirin û pêngavên xwe yên şer li kampa Holê jî pêk anîn,[4] û di heman demê de çeteyên “hêzên eşîran[5]“ ên girêdayî rêjîmê jî li Dêrazorê dest bi êrîşên xwe kirin. Ji bo nîşaneyên herî dîyar ên li ser hebûna hevrêziyeke yekser, ev yek di pêngavên wêrankirin û xerabkirinê li hember sazîyên sivîl û leşkerî li kantona Dêrazorê di havîna 2023 de xuya kir. Wê hingê daxuyanîyên wezîrên derve yê Tirkî û Sûrîyê ku ji hêla ajansên Rûsî ve hatin weşandin, weke hev bûn; wezîrê Sûrîyê yê derve Fêsel Meqdad ji ajansa Spotnîk[6] a rûsî re angaş kir ku “piştgiriyeke Şamê ji bo êlên ereb li parêzgeha Dêrazorê di şerê wê yê li dij hêzên hevkarên Emerîkayê li rojhilatê Sûrîyê re heye,“ Her wiha kenala Rûsîya Elyewm[7] jî li ser zimanê wezîrê Tirkîyê yê derve Hakan Fîdan wisa veguhest: “Pêwîst e sîyaseta çewsandinê ya YPG (navê HSD li ba tirkan) raweste, nexasim li dij ereban li Sûrîyê.“ Her wiha wî amaje kir ku “YPG ya ku Emerîka pişta wê digire, êrîşî xaka ereban kiriye û ew desteser kiriye.“ Jixwe ev yek ne rast e, çimkî hêzên Meclisa Dêrazorê ya leşkerî û Meclisa Hecînê ya leşkerî yên ku li herêmê hene, piranîya wan ji zaroyên êlên herêmê ne. Ji aliyekî din ve, tevî ku di sala 2019 de hêzên Rûsî misogekerên agirbestê di navbera HSD û hêzên artêşa dagirkerîya tirk (li Girêspî û Serêkanîyê) li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ne, lê ew tu tiştî nake da ku êrîşên dewleta Tirk bi ser herêmê de rawestîne, jixwe helwesta wê ya nerênî xuya kir dema ku Tirkî bi awayekî berfereh û bê sûc û sedem binesazîyên herêmê û avahîyên wê yên xizmetguzarîyê topbaran kirin. Êdî xuya ye madem Rûsya gencîneyên herêmê desteser nake, rola di xerabkirina Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de heye. Heman tişt ji bo Îranê jî derbasdar e. Ya ku vê yekê tekez dike ew e ku Rûsîya hewl dide ku rêjîmên Tirkî û Sûrî li hev bîne; her wiha tadarîyên nijadperestên tirk li koçberên Sûrî yên li parêzgehên başûrê û rojavayê Tirkîyê. Li gor daxuyanîyên fermî yên Tirkî û xwepêşandanên li dij helwesta Tirkî ya li ser alozîya Sûrî, xuya ye armanc ji van hewldan û zîyangihandinan ew e ku Erdogan ji sozên xwe yên ku dane Rikberîya Sûrî bireve û hêdî hêdî xwe jê xelas bike.
Li ser asta siyasî jî, Rêveberîya Xweser û MSD ji beşdarîya di hemû civîn û gotûbêjên girêdayî çareserîya alozîya Sûrîyê li Asetana, Sûtçî û Moskovayê hat qedexekirin. Her wiha ew ji bo beşdarbûna di civînên Komîteya Destûrê li Cinêvê jî nehat vexwendin. Îcar, alîyên êrîşkar (weke piştgiriyekê ji şerê xwe yê sêenî re) dorpêçiyeke siyasî li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê sepand. Vê jî hişt ku heya astekê qutbûyîneke Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji xaknîgarîya din a Sûrîyê ya siyasî çêbe.
Ji aliyekî din ve, nakokiyeke neyekser di navbera van hêzên êrîşkar bi xwe de jî heye; artêşa Tirk hê pişta êrîşên li dij ferwerîya Şamê digire ku ev êrîş ji hêla komên girêdayî wê ve pêk tên. Heya niha hê xalên wê yê leşkerî li gundewarên başûr ên Idlibê, bedekê di navbera Cebhetûnusra û cîhadîstên Qoqazî de (dijminên Moskova û Şamê) pêk tînin. Ne tenê wisa lê belê ev herêm bûye jêdereke ku ji wê firokeyên bêmirov êrîşî baregeha Himêmîmê (mezintirîn baregeha Rûsî li Sûrîyê) dikin û êrîşa bobelat a bi ser şahîya derçûna xwendekarên Zankoya Şer li Humsê di 5. 10. 2023 de, bû sedema kuştina 80 kesî ku di nav wan de sivîl jî hebûn û bi dehan birîndar jî bûn. Ji aliyekî din ve hê endamên Daişê li herêmên ku Tirkî ew dagir kirine de, çalak in. Di meha hezÎrana borî de, Daiş hejmareke êrîş di hundirê Rûsîyayê û li dij rêjîma Sûrîyê û milîsên wê yên şîî li Badiye pêk anîn. Jixwe Heleba ku hêzên alîgirên Îranê wê desteser dikin, Tirkî dixwaze wê dagir bike, çimkî Edrogan wê beşeke girîng a Peymana Niştimanî (Mîsaqî Milî) dibîne. Şîîyên Îranê jî weke navendeke şîî dibînin berî ku Selcûqî û piştre Osmanî desteser bikin.[8] Ji aliyekî din ve qîma Rûsîya nayê ku hevalbendekî Natoyê nêzî baregehên wê yên stratejîk li berava Sûrîyê hebe. Jixwe şerê wê yê li Ukraynayê ji ber vê sedemê bû. Ji ber wê jî mirov nikare piştrast bibe ku levkirineke stratejîk di navbera van alîyên êrîşkar de hebe. Lê belê ew weke levkirinên tektîkî ne ku armanca wan ew e ku dijminan li hev bixin, ew jî li ser bigeha dijminatîya wan ji HSD û Rêveberîya Xweser re ku şer li ser vê bingehê tê birêvebirin.
Îcar, mirov dînamîkên şer di her sê enîyan de wisa pênase bike: “Hejmareke tektîkên xwedî alîyên leşkerî, ewlehî, siyasî û aborî ne ku bi rêya armancgirtin û kuştina navdarên leşkerî, bobekirina avahîyên pêwîst ji bo jîyana niştecihan, wêrankirina sazîyên xizmetguzarîyê yên Rêveberîya Xweser û handankirina civakên xwecihî li dij Rêveberîyê ye, ew tev bi rêya koma Ixwanan, Basî, Daişî û hin alîyên ENKS. Her wiha bi rêya derbaskirina şaneyên ku bi awayekî saloxgerî birêxistinkirî ne di nav sazîyên xizmetguzarî de, da ku ev sazî bi karê xwe li hember gel û civakê ranebin, jixwe piştgirîya van tektîkan tê kirin bi rêya reşkirin û handaneke ragihandinî li dij Rêveberîya Xweser û HSD, ew jî bi armanca gurkirina fesadîyan di navbera pêkhateyên herêmê de û handankirina civakên xwecihî li dij sazîyên Rêveberîya Xweser, her wiha ji bo qutkirina herêmê ji sîyasetên girêdayî çareserîya Sûrîyê, weke gotûbêj û hevdîtinên Asîtana, Soçî û civînên komîteya destûrî.
Li hember wê, alîyê berevan, dizane alozîyên ku alîyên êrîşkar çêdikin, bi rê ve bibe û çareser bike û stratejiyeke wê ya berevanîyê heye ku hê dikare xwe li hember hosteyî û derfetên alîyên êrîşkar bigire. Ev jî dide dîyarkirin ku Rêveberîya Xweser û HSD dikarin danûstandinê bi gef, astengî û êrîşên wan ên cûr bi cûr bikin. Dema mirov hêza ku alîyê berevan xwe dispêrîyê dahûrîneb, mirov dê bibîne ku ew xwe dispêre diplomasîya civakî û leşkerî (hevkarîya bi Hevpeymana Navneteweyî û belevokên levkirinê yên ku di sala 2019 de bi hêzên Rûsî re hatin nivîsîn). Êdî bi rêya diplomasîya civakî hevgirtina xwe ya hundirîn diparêze û hewldanên “hilweşandina kelehê ji hundir ve“ pûç û vala derdixîne û bi rêya diplomasîya leşkerî li hember êrîşên derve radiweste. Ya ku vê stratejîya berevanîyê xurt dike jî, nakokîya di navbera alîyên êrîşkar û alîyê Rojavayî de ya ku di bin kirasê Hevpeymana Navneteweyî ya şerê li dij sawkarîyê de li herêmê ye. Her wiha nerînên ramanî û siyasî yên “neteweya demokratîk“ ku HSD xwe dispêre wan, ne berovajî nirxên mirovî û sincî yên zagona navneteweyî, zagonên mirovî yên navneteweyî û rêkeftinên mafên mirovan in ku ew tu metirsîyê li ser dewletên demokratîk pêk nayînin û tu gefan li çanda civakên xwecihî naxwin. Ev jî rê li ber bêdengîya navneteweyî ya li hember êrîşeke giştî bi ser herêmê de ji hêla rêjîmên Tirkî yan Rûsî yan jî Îranî digire.
Dema em dibînin ku derfetên leşkerî, aborî, siyasî û saloxgerî yên alîyên êrîşkar li gor karînên alîyê berevan gelekî mezin in, ev pirs dikeve bala mirov: Gelo çima heya niha van alîyên êrîşkar ev mijar bi dawî nekiriye? Bê guman hejmarek karîger li pey vê yekê hene, têkilîya wan bi rewşa ciyosiyasî ya Rojhilata Navîn re heye. Tevî ku nakokî û levkirin di navbera hêzên bibandor di alozîya Sûrîyê de hene û tevî ku alîyên êrîşkar tev rewşa siyasî û civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê napejirînin jî, lê mirov nikare pêşbîn bike ku dîmenê pêngavên leşkerî di her sê enîyan de dê di yek astê de bimînin; ew jî ji ber ku biragmatî têkilîya di navbera dewletan de kontor dike.[9] Ev yek di guhertina helwesta rêjîma Tirkî ya li hember rêjîma Sûrî de xuya ye. Heta HSD jî berî niha ragihand ku ew amade ye gotûbêjê bi her alî re bike da ku rageşîyê kêm bike.[10] Ev jî tê wateya ku dibe rêjîmên desthilatê berê xwe bidin hevsengiyekê di navbera îdyolojî û berjewendîyên xwe yên diravî de, ew jî da ku jevketineke îdyolojîk di pergalên wê de ji ber fişara berjewendîyên aborî, siyasî û leşkerî pêk neyê. Li gor wê jî mirov dikare amajeyê bi karîger û sedemên rastbînî yên bidawînekirina şer di her sê enîyan de bike. Ew jî ev in:
- Ji ber ku ew nikarin her sê enîyan li dij HSD bikin yek:
Alîyên êrîşkar nikarîbûn heya niha êrîşeke qutbir, mezin û eşkere li dij Bakur û Rojhilatê Sûrîyê pêk bînin. Sedema vê yekî jî nepeydbûna bawerîyê û nikarîbûna bawerîyê di navbera xwe de ava bikin ku li gor rêyeke ku tev bipejirênin, ew jî ji ber nakokîya di navbera îdyolojîyên wan de ye. Her alîyek xwedî pirojeya xwe ya taybet û alozîyên xwe yên aborî ye. Her alîyek naxwaze bi bin bikeve yan jî sûdekê bigihîne alîyê din. Dawî jî wê hêz û biragmatî têkilîyên di navbera kontrol bikin.
- Binkeftina wan di tunekirin û sînordarkirina diplomasîya civakî û leşkerî ya alîyê berevan de:
Piranîya şerên taybet û bangeşeyên îdyolojîk ên tundrew û gef û kiryarên xerabkirinê yên ku wan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê pêk anîn, tu encam di gurkirina civakên xwecihî li dij HSD û Rêveberîya Xweser de, bi dest nexistin. Li gor nerîna tevahî kesên ku hevdîtin bi wan re hat çêkirin (welatî, rewşenbîr, sîyasetmedar û şervan ji hemû pêkhateyên herêmê), Rêveberîya Xweser û HSD ji bo ewlehîya wan a mirovî bijarteya herî baş e. Ew baş dizanin ku rêgezên niştumanî li ba rêjîmê tune bûne û wê tu tişt di hişmendîya xwe ya ewlehî ya çewsîner de neguhertiye. Ya ku vê tekez dike, bûyerên Derayê ne ku ji dema levhatin bi komên xwecihî di sala 2018 de hatiye pêkanîn, heta niha hê şerê reşkujîyan berdewam e. Her wiha li Siwêdayê jî ji deh mehan ve xwepêşandanên gelêrî berdewam in. Her wiha danûstandina nesincî ya ku welatî li ser bendên ferwerîyê dibînin; ev ji bilî bi hezarên qurbanî, windayî û koçberkirî li ser destên rêjîmê. Ev tev tekez dikin ku hê rêjîmê hişmendîya xwe neguhertiye.
Ji bo rêjîma Tirkî jî, ezmûna bawerîya pê re li herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dîyar e. Ew koçberkirina bi darê zorê li ser welatîyan de pêk tîne, guhertina demografîk bi rêya avakirina penagehan pêk tîne; bi taybet li Efrînê[11] û bi hezaran koçberên Sûrî bi zorê birin van herêmên dagirkirî. Ev ji binpêkirinên berdewan ên ku komên girêdayî wê dikin ku Tirkî wan weke çeteyan bi kar tîne[12]. Her wiha zîyan ji hêla tundrewên tirk li dij Sûrîyên ku niha li Tirkî koçber in, tên kirin. Ev ji bilî sîyaseta tirkkirinê ya ku li dij wan tê bikaranîn.
Ji bo Îranê, îdyolojî û pirojeya wê ya siyasî rastî nepejirandineke mezin ji hêla civakên xwecihî yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê tên (ji çi hêla sune, yan cîhangir an jî demokratîk an jî neteweperestan ve be). Îranê Sûrîyê kiriye weke eniyeke şer ji bo nakokîyên xwe yên herêmî li ser hesabê êş û azarê Sûrîyan.
Ji bo Rûsîya, ew di nerîna piranîya Sûrîyan de jêdera berdewamîya alozîyê ye û ew hevparê rêjîma Sûrî di piranîya komkujîyên wê de ye.
Ji bo Daiş, ew bû dijminekî hevbeş ji bo civakên xwecihî û semboleke pîsatîyê ku ev civak rastî hatiye. Wê cihê xwe bi awayekî nerênî di bîrdanka civakî ya herêmê de girt.
Civakên herêmê, her çiqasî rexneyên wan li ser sazîyên Rêveberîya Xweser hene jî, ew baş dizanin ku alîyên êrîşkar berpirsên rewşa jîyanê ya zêhmet e (çi ji alîyê dabara jîyanê ve û çi jî ji alîyê xizmetguzarîyê ve) li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê.
Ji aliyekî din ve, Hevpeymana Navneteweyî zêdeyî carekê ragihand ku ew ê piştgirîya xwe ya ji bo HSD di çarçoveya şerê li dij Daişê de bidomîne û ew fişraên Tirkî[13] li ser rawestandina têkilî û piştgirîya xwe ji bo HSD, nepejirîne. Heya niha Rêveberîya Xweser û MSD çalakîyên xwe yên diplomatîk li gelek welatên ku fişarên Tirkî nepejirandin, dimeşîne.
- Alîeke ji van êrîşkaran werkî li cem tune ye ku şerekî kilasîkî bi tena xwe li dij Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bike û wê desteser bike:
Binemayên derbasbûna di şerekî kilasîkî de li ba HSD tune ne, her wiha di bawerîya leşkerî ya alîyên êrîşkar de tu sînorekî sincî tune ye ku rê li ber wan bigire û nehêle ew êrîşî herêmê bikin û bajaran bi ser serê xwedîyên wê de hilweşînin, jixwe ya ku vê yekê tekez dike, bûyerên sosret ên ku li rojhilatê Ukraynayê hatin kirin, topbarandina bi kîmawî ya bi ser Dûma û Xanşêxûn de, topbarandina bi bermîlên teqîner û bobeyên germahîyê û binpêkirinên ku li van herêman pêk hatin; Heleb, Idlib, Hema, Humis, gundewarên Şamê, Dera, Dêrazorê, Efrîn, Serêkanîyê, Mûsil, Reqa û hwd. Lê tevî wê jî madem herêm qada leşkerî ya stratejîk ji bo hêzên Hevpeymana Navneteweyî li gel HSD û Asayîşan e, wêrekî li ba alîyên êrîşkar tune ye ku bi tena xwe êrîşî herêmê bikin. Ev jî me digihîne encamekê ku alîyên êrîşkar dizanin ku karîn li ba wan tune ye ku stratejîya tevlîhevîya afrîner a navenda Rojavayî a taybet bi Rojhilata Navîn (xerabkirin û ji nû ve avakirina rewşa cyosiyasî ) sînrodar bikin an jî rawestînin. Carinan hevrikîya stratejîk an jî nakokîya îdyolojîk a di navbera alîyên êrîşkar de ji xeta xwe derdikeve û dibe mîna alavekê di xizmeta vê stratejîya Rojavayî ya guhertina rewşa cyosiyasî de. Êdî ev tişt tên dîtin dema ku miirov bi çavekî dahûrandî li alozîyên ku Sûrî, Iraq, Tirkî, Libnan, Israîl, Filestîn û Îranê wan dijîn, binihêre ku pê re pirojeyên vekirina rêyên bazirganîyê tên bipêşxistin û tewereyên leşkerî û guhertinên xaknîgarî yên siyasî pêk tên..
Dema mirov li piranîya lêkolînên navendên lêkolînan ên Rojavayî yên ku Bakur û Rojhilatê Sûrîyê girtine dest, binihêre; mirov dê bibîne ku HSD bûye hêzeke bibandor di rewşa herêmî de û gihaştiye astekê ku karibe bibe hêmanek di terazoya siyasî û ewlehî ya herêmî de. Gelek dewletên erebî û yên ewrûpî û hêzên demokratîk û gelê kurd naxwazin Tirkî yan Îran, yan Rûsîya yan jî Daiş Bakur û Rojhilatê Sûrîyê desteser bike. Ev jî tê wê wateyê ku HSD ber bi wê yekê ve diçe ku ew ê bibe lîstikvanekî herêmî ku êdî nema tu kes dikare wî bi hesanî ji dîmenê siyasî, ewlehî û leşkerî yê herêmê derxe. Dibe ku ev yek ji wan sedeman be ku heya niha şer di her sê enîyan de bi dawî nebûye.
Têkildarî mijarê, alîyên êrîşkar li gel hevalê wan ê Çînî, heya niha nikarîbûn stratejiyeke xwedî bawerî ji bo navenda Rojhilarî darêjin da ku karibin herêmên giring li rojhilatê Deryaya Spî desteser bikin. Xuya ye ev yek niha ne pêkan e. Dewleta Tirk heya niha xwe ji encamên têkçûna dewleta Osmanî rizgar nekiye û wê nikarîbû alozîyên xwe yên hundirîn çareser bike, aborîya xwe ya niştumanî ji aborîya şer rizgar bike û weke dewleteke bêkirîz bijî. Jixwe rewşa Rûsîya, Îran, rêjîma Sûrîyê û Daişt ji ya wê ne baştir e.
- Ji ber ku HSD ne xwedî wê hêza mezin e ku karibe serkeftina di şerê li hember van herê sê enîyan de bixe para xwe, her wiha piştgirîya pirojeyên navenda Rojavayî negirt, ew jî li bo ku hêzdarîya XWE ya leşkerî di her sê enîyan de xurttir bikira da ku têkbirinên mezintir di her sê enîyan de pêk bianîya,.[14] Di heman demê de ew nikare bawerîyê bi yekî ji alîyên enîyên êrîşkar çêke, çimkî nakokîyên îdyolokîk û minarên cyosiyasî yên herîmî di navbera wan de hene; weke mînak, heya niha bangên Rêveberîya Xweser û MSD yên gotûbêjê ne ji hêla rêjîma Sûrîyê û ne jî ya Tirkîyê ve nehatine pejirandin.
Rêgehên nakokîyê di her sê enîyan de:
Ji ber ku yek ji alîyên van her sê enîyan nikarîbû vê nakokîyê li gor xwe bi dawî bike, alozîyên Rojhilata Navîn hê berdewam in û dewletên herêmî dosyeya Sûrî bi ewlehîya xwe ya neteweyî ve girê didin…Xuya ye tu nîşaneyên aştîyê di dema bê ya nêzîk de xuya nakin. Li gor wê jî xuya ye xeta nakokîyê di van enîyan de dê di navbera rageşîya leşkerî li eniyekê û kêmbûna rageşîyê li eniyeke din de here û were. Ew jî da ku dînamîkên nakokîyê di rewşa “hevsengîya nehedarîyê“ de bimînin heya ku reşine awarte ji bo aliyekî ji alîyên şer peyda bibe ku karibe bi rêya wê destkeftiyeke leşkerî û siyasî di eniyekê de pêk bîne. Bi awayekî giştî, mirov dikare amajeyê bi sê rêgehên nakokîyê di dema bê ya nêzîk de li ser van her sê enîyan bike:
- Rêgeha xweragirtina enîyên şer heya astekê:
Dê şer û pêngavsên komploger di çarçoveyeke girtî de berdewam bimînin, êdî dê rewşa cyosiyasî ya herêmê bi vê rewşê re bigunce, ew jî eger guhertinên binyatî di terazoya şer de pêk neyên û hêzên bibandor di van enîya de hevsengîya di navbera êrîş û berevanîyê de biparêzin (çimkî ew naxwazin helwesta xwe bi yek carê di dema niha de qut û bir bikin),.
- Rêgeha rageşîyê:
Emerîka hêzkeke bibandor di vê rê gehê de ye; ew jî bi rêya rawestandina wê ya bihêz û yekser li kêleka alîyekî yan jî bi rêya vekişîna wê ji herêmê.
- Rêgeha hêdî hêdî çûna ber bi çareserîyê ve:
Dibe ku ev yek pêk were dema rêjîma Tirkî yan jî ya Sûrî sîyaseta xwe ya biragmatîk di ser bawerîya xwe ya siyasî ya tundrew re bigire. Di encamê de, dema sînorê îdyolojîk ji bo levhatina bi HSD re tune be, ev tê wê wateyê ku ew ê rewşa siyasî û leşkerî ya li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bipejirînin û dê pê re weke sabareke xwedî fermiyetê bijîn ku ew jî li gor rêkeftinekê be ku tê de hemû alîyên beşdar sûdê wergirin. Ev yek jî jêdereke pêşbînîkirî ya aştîyê ji bo van enîyan dê pêk bîne. Jixwe berê jî HSD zêdeyî carekê daye zanîn ku ew amade ye gotûbêjê bi rêjîmên Tirkî û Sûrîyê re bike da ku bigihêjin aştîyê, nexasim ku Emerîka jî ne li dij vê yekê ye.[15] Ji alîyekî din ve, dibe ku ev rêgeh pêk were dema alîyek ji anîyekê ji van her sê enîyan, ji ber aloziyeke hundirîn a metirsîdar li ba wî vekişe yan jî dema ew alî dev ji ramana desteserkirina Bakur û Rojhilatê Sûrîyê berde.
Bi giştî, xuya ye rêgehên şer tevlîhev in û her sê enî rehendên nakokî û şerê ku li rojhilatê Ewrûpa, rojhilatê Derîyaya Spî, bakurê Afrîka, Kendav û Qoqazê diqewimin, pêk tînin. Her guhertineke di van nakokî û şeran de, dê bandorê li van enîyan bike. Ji bo HSD xuya ye ew ê di stratejîyên xwe yên berevanîyê de berdewam be. Pêwîstîya vê stratejîyê bi piştgirî û pêşxistinê heye. Ji ber wê jî ji Rêveberîya Xweser û MSD û Tev-Demê û hevalên wan tê xwestin ku pişta vê stratejîyê bigirin da ku diplomasîya xwe ya xweparastinê bi pêş bixin. Ew jî bi rêya çêkirina têkilîyên diplomasîyk bi civakên cîhanê re bi rêya diplomatsîya çandî, diplomatsîya zanîngeh û akademîyan, navendên lêkolînan, diplomasîya şaredarîyan, diplomasîya civaka sivîl, diplomasîya jîngehê, diplomasîya gelêrî ya şoreşgerî û hwd. Her wiha gerek e kar were kirin da ku sînorê ku alîyên êrîşkar di navbera civakên Sûrî yên di bin desteserîya wan de û civakên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de were şikandin. Ev diplomasî dê bibin mîna alavekê ku fişarê li perlemanên dewletan bike û bihêle ber bi civakên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ve werin û bêtir pişta HSD bigirin, da ku di encamê de serkeftina ku li enîya Kobanê (2015) û enîya Dêrazorê (2023) pêk hatin, di eniyekê yan zêdetir ji van her sê enîyan de pêk were.
[1] Di qayîlkirina rêjîma tikrî de ku ew xwe bi awayekî eşkere li ser asta siyasî nêzî rêjîma sûrî bike, Rûsiya bi roleke girîng lîst. Jixwe berî wê pêwendî bi awayekî nehênî bi rêya hêzên saloxgerî dihatin kirin. Nexasim piştî kongira Şengihayî ya dawî ku tê de serokê rûsî bi yê tirkî re diyalog kir ji bo têkiliyên Enqere bi Şamê re baş bikin. Di vê derbarê de berdevka desteya derveyîn a rûsî “Mariya Zaxarova“ got: “Ji bo pêkanîna çareseriyeke giştî li Sûriyê û pêkanîna ewlehiya herêmî, vegerandina têkiliyan di navbera Sûriyê û Tikriyê de xwedî cihekî gelekî girîng e. “ her wiha wisa berdewam kir: “Em rijd in ku li gor Asetanayê têkiliyên xwe bi hevkarên xwe yên tirk re bidomînin.
Ji bo agahiyên zêdetir:
https://www.aa.com.tr/ar/الدول-العربية/موسكو-تطبيع-العلاقات-بين-تركيا-وسوريا-مهم-لتعزيز-الأمن-الإقليمي/3273729
der barê neamdebûna îranî jî ew di daxuyanî û serdanên taybet ên xeta danûstandinên Enqere-Mosko- Şamê de baş diyar bûn û Iraq jî weke navbeynkarekî derket holê. Ya ku vê yekê tekez dike, daxuyaniyên Erdogan ji bo rojnamegeran bûn dema ku ew ji kongira NATO vegeriya. Wî wisa got: “pêwîst e Amerîka û Îran bi van pêşketinên erênî kêfxweş bin ku armanc ji wan bidawîkirina her astengiyekê ye.“ wî di vê gotina xwe de amaje bi levhatina bi rêjîma sûrî re dikir.
Lînk:
https://www.mc-doualiya.com/الشرق-الأوسط/20240713-أردوغان-يكرر-رغبته-لقاء-الأسد-ويعتبر-أن-تركيا-المستفيد-الأكبر-من-السلام-
[2] Lêkoler Şadî Ebdilwehab (serokê Yekîneya Pêşbînkirina Aliyên Ewlekariyê) pênaseyekê der barê pêngavên komploger de pêşkêş dike û dibêje ku ew: “Bernameyeke ku çend pêngavên saloxgerî dihewîne û hevrêzî di navbera wan de tê çêkirin. Ev pêngav li ser demeke dirêj (pirê caran) tên birêvebirin da ku bandor li kesên armancgirtî were kirin da ku ew tiştekî bikin an jî tiştekî nekin an jî bandorê li nerîna giştî bikin. Lînk:
https://futureuae.com/media/covertaction_09f53217-6a67-459e-bb59-3b96ef6a90e2.pdf
[3] ji bo naskirina qebareya zirara ku ji ber topbaranê encam da, li Hibe Zeyadîn (Topbaran tirkî wêrankirinê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê belav kir) binihêr: https://www.hrw.org/ar/news/2024/02/09/turkiyes-strikes-wreak-havoc-northeast-syria
[4] ji bo naskirina encama şerê ku Daişê di nîva pêşîn a sala 2024an de pêk anîn, hûn dikarin li rapora Navenda Ragihandinê ya Daişê binihêrin. https://sdf-press.com/?p=42544
[5] Kenala Cezîra a qeterî ya herî zêde propogendayê ji bo van çeteyan çêdike. Bi topbaran Tirkiyê û êrîşên Daişê re, Cezîr TV rêzeraporin belav kirin ku di wan de ev çete li dijî HSDê gur dikirin. Yek ji wan raporan jî ev e:
https://www.aljazeera.net/news/2024/1/2/تجدد-الاشتباكات-بين-العشائر-العربية
[6] https://sarabic.ae/20230906/المقداد-لـسبوتنيك-أهالي-المنطقة-الشرقية-يكتبون-نهاية-الاحتلال-الأمريكي-الداعم-لقسد-وتركيا-1080762554.html
[7] https://arabic.rt.com/world/1492738-وزير-الخارجية-التركي-النزاعات-في-شرقي-سوريا-هي-البداية-فقط/
[8] Ji bo xwendina hin pirtûkan di vê der barê de, hûn dikarin li vê lînkê bixin: https://imamhussain.org/arabic/32364
[9] https://rcssegypt.com/17331
https://www.alaraby.co.uk/opinion/عن-براغماتية-الأتراك
[10] https://npasyria.com/186657/
[11] ji bo agahiyên zêdetir hûn dikarin li vê lînkê vegerin: https://vdc-nsy.com/archives/65707
[12] Riwangeha Sûrî ya Mafê Mirovan. Nîcir cihekî nû ye ku çekdarên sûrî yên hevkarên Enqere piştî Lîbiya û Azerbîcanê berê xwe didinê. Lînk: https://www.syriahr.com/النيجر-وجهة-جديدة-لمـ-ـقاتـ-ـلين-سوريين/714258/
[13] https://aawsat.com/العالم-العربي/المشرق-العربي/4730656-تركيا-غاضبة-من-المناورات-بين-القوات-الأميركية-و«قسد»
[14] di dîdareke bi Peymangeha Waşinton a siyasetên Rojhilata Nêzîk, Mezlûm Ebdê wisa got: “Em naxwazin herêma me beşek ji nakokiyên herêmî û ne jî nakokiyên amerîkî-îranî be. Me ev yek ji wan re got. Lînk: https://www.washingtoninstitute.org/ar/policy-analysis/rhlt-shmal-shrq-swrya-hwar-khas-m-qayd-qwat-swrya-aldymqratyt-aljnral-mzlwm-bdy
[15] el- Hedes, Hevdîtineke taybet bi fermandarê HSDê Mezlûm Ebdê. wşanger: Malpera el-Erebiye el-Hedes, dîroka weşanê: 28. 12. 2023. Lînk:
Egîn Mişmiş, Mezlûm Ebdê, behsa pêşeroja HSDê û danûstandinên bişert û merc bi Tirkiyeyê re dike, weşanger: Ajansa Nors Pirês. Dîroka weşanê: 14. 4. 2023. Lînk: https://npasyria.com/148804/