ANALÎZ

JI HER PÊŞKETINAN RE XWEAMADEKIRIN

 

Ji ber zengînîya xwe (çi sererd û çi binerd be), Rojhilata Navîn bi giştî û bi taybet Kurdistan, di nava hevrakêşandina hêzên serdest de her dem  bûye qada şer û rûbirûbûnê. Ji şerê cîhanê yê yekem (1914 -1918) ve pilanek ji Rojhilata Navîn re hatiye dayîn ku di xizmeta berjewendîyên wan hêzan de be. Kurdistan kirine çar perçe, dewleteke tirkan hatiye avakirin , cîhana ereban kirine 22 dewletok û di nava çavê wan de jî  Israîl ava kirine. Ji hingê ve û ta roja îro Rojhilata Navîn ji nava kirîzan dernektiye û ne jî karîbû derkeve; ew jî ji ber ku berjewendîyên wan hêzan vî tiştî napejirînin. Girêdayî kurdistanê;  her dem Kurdistan bi gelê xwe, çanda xwe, zimanê xwe, şoreşên xwe û hebûna xwe  hatiye çewisandin û rastî qirkirinan hatiye; weke ku ne heye û ne jî welatê gelekî resen di Rojhilata Navîn de ye, dewletên ku Kurdistan di navbera wan de hatiye parvekirin jî di wê rehetîyê de bûn ku êdî çi li hember gelê Kurdistanê bikin, dikarin bikin. Heger em bala xwe bidin gotinên ku di serê gelê kurd de hatine çandin, em ê tê bighêjin bê çendîn bi tena xwe li beramber qirkirin û tunekirinê maye, mînaka herî berbiçav jî ʺji kurdan re ji pê vî çîya yan dost tune neʺ. Bê guman ev gotin ne ji xweber hatiye, lê belê ji ber dîrokeke dirêj ji komkujî, çewisandin, binketin û bêdengîya cîhanê, li hember daxwazên wî heye, ta ku bê hêvî bûye. Di rastî yê de ne ku kurd bêxwedî ne ta ku hatine paşguhkirin, lê belê ji ber ku di sazîkirina hêzên serdest de ji Rojhilata Navîn re pêwistîya  wan bi paşguhkirina doza  gelê kurd hebû. Hêzên serdest baş dizanin ku di kesayeta gelê kurd de, çi gelê bindest dê vê neheqîyê nepejirînin û li ber xwe bidin. Her wiha dizanin jî ku dewletên li ser hesabê kurdan ava kirine jî dê kurdan nepejirînin û ne jî doza wan çareser bikin, çimkî netewperest in û çîna serdest di van dewletan de çîna berjewendîxwaz û diktator in û ew jî di xizmeta berjewendîyên van hêzan de ne. Piştî derbasbûna bi sedê salan di ser vê şanoya navdewletî de, bê guman pêwistî bi sazkirineke nû ji Rojhilata Navîn re heye, çimkî rewşa berê nema dikare berjewendîyên hêzên serdest biparêze an jî di wê asta bilind de sûda zêde bigrin, çimkî pergala heyî di Rojhilata Navîn de ketiye nava kirîzeke mezin ku girêdayî kirîza mezin ya ku ev hêz bi xwe jîya n dikin, lewra di her du pergalan de guhertin pêwist e, jixwe guhertinê dest pê kiriye.

Gelo çima şer dane meşandin? Çawa şer bi rê ve dibin?

Pilana şer û cihê Rojhilata Navîn di nav de çi ye?

Kurdistan di nava van guhertinan de li ku derê ye?

Veguhertina di Pergala Cîhanê de:

Di 1991 de Yekîtîya Sovyêtê hilwişîya  û ew hirçê li hember Emerîka û welatên Rojavayî ji ber ku ji hev diket û bi xwe mijûl bibû, Emerîka  weke hêz û dewleta tekane di serkêşîya cîhanê de dîya r bibû. Ji 1991 û ta despêka sala 2000 de Rûsîya weke nûner an jî pêmagirê sovyêtê, hewildanên ku vegere hêzeke sereke di cîhanê de daye pêş û gihiştiye asta ku li hember Emerîka karibe bibêje ez jî heme, her wiha Çîn jî weke dewleteke asyayî û sereke di milê aborî de dest bixwebelavkirin û berfirihkirinê kiribû. Di gelek deverên cîhanê de li hember desthilatdarîya Emerîka nerazîbûn û bergirî derketine, her wiha di Rojhilata Navîn de jî Îran piştî serkeftina şoreşa Îranî (1979) ku şêweyê pergala şahinşahîyê wergerandiye pergala islama şîî, durişma belavkirina şoreşê nîşan dabû û bi derketina ji nava şerê bi Iraqê rve (1980 -1988) û şûn e bi dehan alîgir û komên çekdar di nava Rojhilata Navîn de çandibûn; her weke Hizbûlaha Libnanê ku sala 1982 hatibû avakirin, her wiha çend partîyên wiha li Iraq û hin dewletên erebî mîna Behrênê çêkirine, anku xwefirehkirina Îranê di Rojhilata Navîn de û bi taybet di Iraq, Sûrîyê û Libnanê de armanceke sereke bû; ji bilî vêxistina tevlihevîyan di Kendava Îranî (Erebî) de. Ji bo bidestxistina piştgirîya misilmanan Emerîka Israîl dijmin ragihandiye û behsa rêzgarkirina Qudsê jî kiriye. Ji ber van sedeman ku metirsîya  destdayîna li ser aborîya cîhanê an jî lawazkirina yekdestîya Emerîka û Natoyê,  şerê cîhanê yê sêyem ketiye dewrê de ku rêzdar Ocelan di sala 1999 de dîlkirina xwe ji hêla Emerîka, Nato û Israîlê ve weke despêka vî şerî ragihandiye. Di çi xetimandinên ku di pergala cîhanî de çêbûne de her dem  şer dest pê kirine, weke şerê cîhanê yê yekem û duyem, her wiha di sedsala 21 de jî xetimandin çêbûye, lewra Emerîka  û Natoyê pêwistîya  xwe  bi şerekî nû dîtine ku ew jî şerê cîhanê yê sêyem e, ew jî bi armanca sazkirina pergala cîhanê ji nû ve û di nava vê pergalê de bê guman Rojhilata Navîn jî bingeh e.

Birêveçûna şerê cîhanê yê sêyem:

Şerê cîhanê yê sêyem ê ku em bi nav dikin, bi fermî  ragihandina wê nehatiye kirin, lê belê em di nav de jîyan dikin û pêngav bi pêngav bi rê ve diçe. Li gorî rêzdar Ebdela Ocelan ku di nava gelê kurd de bi gelamperî weke serokê gelê kurd tê binavkirin, komploya navneteweyî li hember xwe di 1999 de weke despêka şerê cîhanê yê sêyem bi nav dike:  “Hêzên komploger PKK li hemberî Projeya Mezin a Rojhilata Navîn weke astengî didîtin. Lewma li hember PKK û Rêberê wê êrîş dan destpêkirin. Senaryoya dagirkirina Iraqê yekser bi teslîmgirtina min ve girêdayî bû. Dagirkerî bi operasyona li dijî min hatibû destpêkirin. Ev destpêka şerê cîhanê yê sêyem bû.” Bê guman dema Emerîka, Nato, Israîl û çend dewletên din li hember rêzdar Ocelan komployeke wiha didin meşandin, wê ne komployeke ji asayî û ne jî tenê ji bo razîkirina dewleteke Nato be (Tirkîyê) be, lê wê armana wê derbas bike û girêdayî armancine mezintir bin ku li ser asta berjewendîyên Emerîka û Natoyê be, ew jî weke me anîbû ziman amadekirina ji şerê cîhanê yê sêyem re bû ku di pey wê komployê re dagerkirina Efxanistan di 2001 de û Iraq di 2003 de ketibû meriyetê weke pêngava yekemîn a şerê cîhanê yê sêyem.

Bi destpêkirina serhildanên di cîhana Erebî de ku bi navê Buhara Ereban hatibû binavkirin re di 2010 -2011 de pêngava duyem a şerê cîhanê yê sêyem bi rê ve çûye, ku bayê jihevxistina dewletên li pey Lozana 1923 hatine sazkirin, pêl bi pêl li Rojhilata Navîn belav bibû ku di nav de rêxistina Daişê li Iraq û Sûrîyê bibû mijara liv û tevgera Emerîka û Natoyê di deverê de, her wiha li Afrîkayê jî şer û pevçûn gur bibûn.

Di 2021 de Emerîka ji Efxanistan vekişîya û ev yek weke têkçûna Emerîka li hember tevgera Talban ketibû rojevê, lê belê ew bi xwe despêkirina pêngava sêyem ya şerê cîhanê yê sêyem bû ku li pey xwevekişandina Emerîka re bi salekê êrîşa Rûsîya li ser Ukrayînyayê di 2022 de  dest pê kiribû. Heger çendîn hatibe ragihandin ku Rûsîya êrîşî Ukrayînyayê kiribe jî  lê belê di texmîna mezin de Rûsîya  ber bi şer ve hatibû kişandin, anku ew neçarî beşdarbûnê kirine.

Di 2023 de jinişkave tevgera Hemasê ya ku desthilatdarîyê li herêma Xezaya Filestînê dike, êrîşeke mezin ji Xezayê li hember Israîlê pêk aniye ku di pey re Israîlê şerekî dijwar li hember Hemasê daye meşandin û çendîn Îran nexwestiye ku rasterast beşdarî şer bibe jî lê belê êrîşa Israîlê li ser konsolxana Îranî li Şamê di nîsan 2024 de tengavkirineke mezin bû ji Iranê re û ew neçar kiriye ku xwe bi xwe bersiva wê êrîşê bide. Êrîşa Hemasê û bersiva Israîlê û kişandina Îranê di nava şer de pêngava çarem a şerê cîhanê yê sêyem e.

Bi kurtasî: Weke me dîyar kiribû ku bi fermî şerê cîhanê yê sêyem ranegihandine û bêyî ku em hest bikin ku cîhan bi giştî di nava şer de ye, em di nav de jîyan dikin û ev jî ji taybetmendîyên vî şerî ne:

  • Li deveran şer vêdixin, bi rêve dibin û bêyî ku çareser bikin, di nava tevlihevîyê de dihêlin û li devirine din vêdixin anku qadên şer diguherînin.
  • Geh leşgerî didin pêş û geh diblomasî û bangeşeya nexwestina kûrkirina kirîzan dîyar dikin, mîna ku pirsgirêk xwecihî bin an di nava du dewletan an jî alîyan de bin.
  • Şerekî parvekirin û beramberîya pirojeyên aborî di nava sernavên mîna şerê terorê, ewlehîya neteweyî û mirovî de didin meşandin.

Pilana şer û cihê Rojhilata Navîn di nav de:

Metirsîya  Emerîka ya piştî ketina Sovyêtê ji tevgera Çînê bû ku weke hêzeke aborî ya mezin dibû û şax û rehên xwe di cîhanê de belav dikirin, lewra ji alîyê Emerîka ve weke dewleteke hevalbend ya pêkan Rûsyayê dihate dîtin. Jixwe  Di 2005 de wezîra karê derve ya Emerîka  Kondalîza Rayis  dîyar kiribû ku Rûsîya hevkareke stiratejîk e û di  2010 de li Lîşbona Ispanîyayê, Nato Rûsîya weke hevkareke stratejîk ragihandiye, lê belê hewildanên Rûsîya ku vegere hêzeke sereke û dagerkirina wê ji gerava Qirmê re di 2014 de, nêrîna li Rûsya hatiye guhertin û ji rêza hevalbendên pêkan ketiye rêza metirsîya herî pêkan li ser ewlehîya Natoyê, lewra di nava şerê cîhanê yê sêyem de ku armanca sereke rêgirtina li ber tevgerên Çînê û sazkirina Rojhilata Navîn bû, Rûsîya  jî xistiye nava armancên xwe de. Bi êrîşkirina Rûsîya li ser Ukrayînyayê di 2022 de, Natoyê di civîna xwe ya li Ispanîya di heman salê de,  ew weke metirsîya  herî sereke  li ser Natoyê  eşkere bi nav kiriye û sedema sereke ev bû:  ʺTevgerkirina Rûsîya ya leşkerî û hewildanên vegerandina hêz û rola xwe ya di serdema sovyetan de, her wiha xewnên emperetorîyê li ba serokê wê Filadîmîr Potîn.“  lewra lawazkirin û bêbandorkirina Rûsîya di avakirina pergala cîhanê ya nû de, pêwistiyeke Emerîka û Natoyê bû û girîngtir hatiye dîtin ji rûbirûbûna bi Çînê re, bêyî ku Çînê jî paşguh bikin.

Rûsîya hate kişandin an jî neçarkirin ku li hember Ukrayînyayê têkeve şer, lê heye ku Rûsîya neketibû wê ferqê de ku dê di axa Ukrayînyayê de şer bi Emerîka  û Nato re bike, anku her ku şer di Ukrayînyayê de dirêj dike, rehên Rûsîya  di deverên din de lawaz dibin û bandora wê di Rojhilata Navîn de jî bi paş de gavan diavêje, lewra di dema ku Rûsîya  di nava çirava Ukrayînyayê de dimîne, li Rojhilata Navîn pêngava şer a çaremî dane pêş. Çawa ku Rûsîya  kişandin şerê neçarî bi Ukrayînyayê re, li Rojhilata Navîn jî  Îran kişandine ku bi Israîlê re rasterast naçar bibe û têkeve nava şer. Çawa ku şerê li Ukrayînyayê weke şerê nakokîya di navbera du dewletan de bi nav kirin û xwestin wiha rojev bikin, çûna Rojhilata Navîn ber bi şerekî vekirî di navbera Israîl û Îranê de weke şerê nakokîyên du dewletan bi nav dikin û xwe di her du enîyan de jî weke nehezkerê şer û daxwazkerê aştîyê bi nav dike; ev jî di demekê de ku ew bi xwe şerê cîhanê yê sêyem berdewam dikin. Lewra şerê di Ukrayînyayê de şerê lawazkirin û mijûlkirina Rûsîyayê ye, lê navenda sereke ya şer li Rojhilata Navîn e û li ser encamên di Rojhilata Navîn de şêweyê sazkirina Rojhilata Navîn û pergala cîhanê dê dîyar bibe, bêyî ku em jibîr bikin ku encamên di Rojhilata Navîn de jî girêdayî encamên şerê di Ukrayînyayê de ne, hem cîhan û hem jî Rojhilata Navîn ji nû ve têne sazkirin.

 Kurd û Kurdistan di nava pêşveçûnên şerê cîhanê yê sêyem de:

Şerê cîhanê yê sêyem bi rê ve diçe. Di nava vî şerî de dîyar bûye ku hêzên serdest pisgirêkên di Rojhilata Navîn de (di serî de doza kurdî û ya filestînî) bi zanebûn û bi pilan di nava 100 salên borî de bê çareserî hiştine û pergalên di Rojhilata Navîn de jî ne bê pilan û armanc bi cî kirine. Lê dem hatiye ku ew pergal werin guhertin û pergaline nû ava bibin, her weha her du doz jî (kurdî û felestînî) bi awayekî ji awayan çareser bibin, lewra di pêngava yekem a şer de herêma Başûrê Kurdistanê weke herêmeke fedral hatibû ragihandin. Di pêngava duyem de herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji nav zikê kirîza sûrîyê derhatiye. Aniha em di nava pêngava çarem ya şerê cîhanê de ne ku ber bi şikandina Îranê ve diçe û heger wiha bibe, dê were wateya avabûna herêma Rojhilatê Kurdistanê. Her wiha di nava vî şerî de Tirkîya ku ji her dewletên dagerkerên Kurdistanê bêtir ketiye liv û tevgera li dijî doza kurdî, bixwaze nexwaze temenê dagerkerîya xwe ji Kurdistanê re tijî kiriye û çendîn hewildanan bike ku rewşa Bakurê Kurdistanê wiha di nava mandelkirinê de bihêle an jî bixwaze Tirkîyê bimîne di nava sîyaseta yekal, yekziman û yeknetewe, dê bi ser nekeve. Çimkî bayê guhertina ku şerê cîhanê yê sêyem bi xwe re tîne, bayê avakirina rojhilateke nûye. Heye ne li gora xwestekên kurdan bin lê dê ne bêyî naskirina wan be jî, her wiha heye ku sînorên dewletan nekevin lê şêweyê dewletan dê weke xwe nemînin. Tirkî, Îran, Iraq û Sûrî jî baş dizanin ku guhertin tên, lewra ew ê jî hemî derfet, karîn û hewildanan bikin da ku van guhertinan di çarçûveya berjewendîyên xwe, ne berjewendîyên gelan de pêk bînin, her wiha rewşa şerê cîhanê yê sêyem berdewam bikin û di nava hevsengîyên cûda cûda de heta ku karibin qirkirin û wêrankirinê bi ser gel, tevger û deskeftîyên kurdan de bînin (di serî de Tirkî), lewra  pêwist e  were zanîn ku guhertin, deskeftî û bidestxistina mafan di nava van rewşan de ji xweber ve nayên û di hebûna van netewe-dewletên (bi taybet Tirkî) ku sîyaseta  faşizmê  li hember kurdan didin meşandin de, xwe amadekirina  gel û tevgera kurdî di her milî de (leşkerî, sîyasî, civakî, aborî  û diblomasî)  û xwendina baş pêşketinên di cîhan û deverê de, giringiyeke pir pêwist e. Di nava vî şereî de girêdayî  kurdan, Tirkî bi rola herî xerab radibe. Ew li hember gelê kurd xwedî hin pirojeyên qirkirinê ye. Ew rojhilateke nû  bêyî kurdan hêvî dike û çeka ku bi kar tîne jî  piralî ye (hem sîyasî, leşkerî, aborî û diblomasî ye û hem jî ya herî metersîdar çeka bikaranîna kurd li hember kurd e), lewra xebatên tevgerên kurdîê û helwesta wan li hember van metirsîyan, berpirsîyarîyeke dîrokî ye û berjewendîyên partîyan derbas dike. Ev yek girêdayî hebûn û nebûna kurdan ne û dîrok dê hesab ji çi alîyê ku bê berpirsîyarî tev bigere, dê bixwaze.

Encam :

  • Geşedan û pêşketinên di Rojhilata Navîn de çêdibin (çi leşkerî, sîyasî, diblomasî bin) ew girêdayî birêveçûna şerê cîhanê yê sêyem in.
  • Hebûn û nebûna dostanîya bi gel û civakan re ji derveyî her buhaneyan, girêdayî berjewendîyên hêzên serdestî ne, ger bixwazin dost in û ger nexwazin jî ne dost in.
  • Rojhilata Navîn, navenda şerê cîhanê yê sêyem e û ber bi jinûvesazkirinan ve diçe.
  • Kurd ne bê par in lê hewildanên bêparkirina wan ji alîyê hêzên herêmî û navneteweyî ve (di serî de Tirkî) têne kirin.
  • Çeka herî xerab a ku Tirkî wê dixe meriyetê, çeka şerê kurdan bi kurdan re ye. Rêgirtina li ber vê metirsîyê berpirsîyarîya gelê kurd û tevaya tevgerên sîyasî ye.
  • Şerê cîhanê yê sêyem berdewam e û di asteke li pêş de ye û ber bi encaman ve diçe.
  • Encamên şerê Israîlê bi Hemasê re, kişandina Îranê ber bi şer ve ye. Jixwe derbasbûna Îranê ya rasterast di şer de, dê were wateya bidawîhatina pêngava çarem a şerê cîhanê yê sêyem û dîyarbûna nexşerîya çareserîyê di Rojhilata Navîn de.
زر الذهاب إلى الأعلى