ANALÎZ

Helbijartinên Tirkîyê û Kurd di navbera cihgirîyê û guhêrbarê de

Em li hêvîya helbijartinên Tirkîyê ne, ku kêmî du mehan jê re maye wê dest pê bibe, ya ku wê di 14ê meha gulanê de û di bin çavrêyeke herêmî û navdewletî de ew helbijartin wê bi rê ve biçin, ya ku hişdarîyê bi guhertinên hundirîn yên Tirkîyê û herêmîyê dide, û dibe ku hişdarîyê bi guhertinên navdewletî bide, ew jî ji ber lîstika siyaseta Tirkîyê ya di gelek doseyan de xwe vekêşan, helgêrandin û dudilî xwe diyar kir, nemaze ya pêwend bi doseya Sûrîyê, Kendavê û Erebî re. Di doseya Sûrîyê de piştî dagîrkirina xaka Sûrîyê li bakur li Idlibê, Efrînê, Girê Spî û Serê Kanîyê, û berdewambûna wê di topbarankirina sînorên Rêveberîya Xweser bi topên giran, firokeyên bê pîlot, û reşkujî û tîrorkirina sivîlan li Qamişlo, Eyîn Îsa û Kobanê û guhêrîna helwesta Tirkîyê ya ji bo nêzîkahîya bi rêjîma Sûrîyê re, û hewl û lêgera Erdogan ya bêhedan ji bo hevdîtina Beşar El – Esed ew jî bi çavdêrî û zexta Rûsîya û dibe ku Îranî be bi rêya peymanên ( Astana û Sûtşîyê), û her ku dema helbijartinên Tirkîyê nêzîk dibe, Erdogan dikeve taya serê xwe çawa dê jimara dengên hevalbendên xwe bilind bike, nemaze ku ew li beramberî hindek hevrik yên li ser maseya şeşalî rûbirû tê, û li pêşîya tevan jî Partîya Komarî û serkirdeyê wê Kilîşdar Oxlo ku di gel pênc partîyan di pirojeyekê ji bo Tirkîya nû amadekirine, û vegerîna pergala Parlemanî û derkirina guherînin destûrî û yasayî nû û kişandina belgeya penahberên Sûrîyê li Tirkîyê ku heta nuha hejmara wan gehîştîye sê milyon û nîv kesî, û çareserkirina kêşeyên aborî û jîyarî ya hevwelatîyên Tirkîyê, û çareserkirina kêşeya daketina Lîreya Tirkî beramberî Dolarê Emerîkî û jinavbirina kêşeya pirbûna bazarsarîyê, û serederîya di gel sindoqa diravî ya navdewletî bi baldarî, her weku Kilîşdar Oxlo ragehand ku heger rikberîya maseya şeşalî bi serkeve, dê her karûbar di gel her pênc partîyên din bi şêwrê be, û dê nûner û wezîr jî ji wan bin, û hemû karûbarên ku Erdogan xerab kirine dê serast û çaksaz bike, dê ne weke Erdogan be yê ku hate teqezkirin ku ber bi diktatorîyê ve diçe û di gel xizm û kesûkarên xwe û bi rêheval û alîgirên xwe ve ber bi zefkirina destheladarîyê ve diçin, Erdogan bi xwe biryarên dadgeha destûrî û dadwerîyê tev bi dest digire û dişêlîne. Her wesa Erdogan dest bi ser artêşê û hemû geh û dezgehên dewletê radigire, bi piranî tevî kesayetên akademî û mamostayên zanîngehan û şarevanîyan û parlementoyê, ev ya ku em bi nav dikin ya qayim di siyaseta Tirkîyê de, û rewşa ku Tirîya Erdogan  û Partîya Dad û Geşepêdanê ya nuha tê de dijî, serbarê wan hewldanên Erdogan ji bo çakkirin û sazkirina peywendîyên xwe yên Erebî û Kendavî. Erdogan karîbû têkilîyên xwe bi Misrê, dewleta Îmaratê ya hevgirtî û li pey kuştina rojnamevanê Si’ûdî El – Xaşiqçî bi şahnişînîya Erebî ya Si’ûdî re vegerîne, her wesa Erdogan hewl da ku dengê çînên hejar û gelêrî bi rêya zêdekirin û bilindkirina mûçeyan bidestxîne, ew jî bihewldana ku asta jîyarîyê baş bike, û dilxweşkirina penahberên Sûrîyê bi avakirina bajar û komelgehan li ser hesabê niştecihên wê yên resen ew jî bi alîkarîya Qeterî û piştevanîya dewletên Kendavê bi giştî bi rêya derbiderkirina wan bi darê zorê, lê belê ya gengaz û guhêrbar di siyaseta Tirkîyê de ev car dibe barê maseya şeşalî ya amaje û pêxweşî û bi Beşar El – Esed re kir û ku heger biserkeve dê hêza xwe ji hemû xaka Sûrîyê vekişîne û ji ber ku Tirkîyê xwedî cîgehekî cugrafî û cîyosiyasî ye, dê hemû têkilîyên Tirkîyê yên derveyî bi Natoyê re çaksaz bike, û her wesa jî bi dewletên Yekîtîya Ewropî û bi Emerîka re jî û dê tevlîbûna Siwêdê û Finlindayê ji bo Natoyê bipejirîne.

Û Emerîka ji alîyê xwe ve bi bêdengî çavdêrîya rewşê dike, û ji bo helwesta xwe dê di kêlîyeke guncav de helbijêre û ragehîne, û her hal derbarê Yekîtîya Ewropî jî. Lê ji bo helwesta Rûsîya xuya dibe ku li gel serkevtina Erdogan û Partîya Dad û Geşepêdanê ye ew jî bi behaneya rêkevtinên girêdayî ji hêla leşkerî ve û girêbesta firotina mûşekên Rûsî (S400) û girêbestên kirrîna genimê Ukrayînî û xeta borîyên petrolê ya (Nurd Strîm) û ji bilî van, lê helwesta Çînî weke xwe her dem bêdeng e, û her dem bi helwesta Rûsî re lihevkirî ye û ew jî di helbijartinên Tirkîyê de alîgirê serkevtina Erdogan e, û tenê helwesta Kurdan li wê navê dimîne ya ku ji siyaseta Erdogan û Partîya Dad û Geşepêdanê ku kirasê Islamî li ber xwekirî ye, azar û jan dîtine, ku desthelata Tirîyê rê li ber çalakîyên Partîya Gelan ya demoqratîk asteng kiriye û her wesa jî Selahedîn Demirtaş dûrkirî ye û di girtîgehê de hiştîye. Bi nêzîkbûna dema helbijartinên Tirkîyê re qedexekirina li ser Partîya Gelan hate rakirin û hemû mafên wê yên destûrî li Partîya Gelan hate vegerandin. Ew jî ji bo ku hevrikîya Tirkîyê karta Kurdan di helbijartinên bê de hem ji alîyê rikberîyê û hem jî ji alîyê maseya şeşalî berhem negire, û ya tekez ku Partîya Gelan di lîska helbijartinên Tirkîyê de têdigehîje, û ezmûneke wê ya dûr û dirêj heye. Dê bi berbijêrekî bi serê xwe bikeve helbijartinan, û ew baş têdigehîje ku berbijêrê wê bisernakeve, lê belê ev beşdarî ji bo bidestxistina hindek mafên neteweyî û demoqratîk ji Kurd, Ereb û Elewîyan û ji bilî wan, rê li ber gotûbêjan bi her du alîyan re vedike, lê helwesta Erdogan ji Rêveberîya Xweser qayim û naskirî ye, lê heger Erdogan biserkeve dibe ku hindek guherînên biçûk çê bibin. Lê heger rikberî û maseya şeşalî  biserkevin û xwe ji hemû xaka Sûrîyê vekişîne dibe ku kartêkirineke erênî li rewşa Rêveberîya Xweser bike, hema bi kêmanî dê ji gef û êrîşên Tirkîyê xilas bibe, û dê tecrîda li ser birêz Ebidullah Ocelan sivik bibe, ev jî dê bikeve nava gotûbêjên Partîya Gelan bi her du alîyên Tirkî ku li ser kursîya serokatîyê ketine hevrikîyê de, Sibeh tê û dê her tişt diyar bibe.

زر الذهاب إلى الأعلى