ANALÎZ

Nakokiyên navxweyî di navbera çeteyan de

Nakokiyên navxweyî di navbera çeteyan de

Di demeke ku Tirkiye dest ji hewildanên xwe yên dagirkirina hin deverên din ên xaka Sûriyeyê bernade û nîşan dide ku ew ê dest bi operasyonine nû li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike, bajarên bakurê Sûriyeyê yên weke Efrîn, Marih û Bab ên ku ji hêla Tirkiyeyê dagirkirî ne, dest bi hejmarek xwepêşandan û nerazîbûn kirine. Sedema van nerazîbûn û xwepêşandanan rewşa aborî ya nebaş, belavbûna gendelî û şer di navbera komên çete de li ser hêzdarî û cudahiyên eydiyolojîk e.  Her wiha sedema nakokiyan, xwestekên wan ên madî ne ku dixwazin bi rêya dergehên qaçaxiyê bi dest bixin.

Çeteyên artêşa niştumanî yên ku girêdayî hikûmeta demkî ya girêdayî Îtîlafa ixwanî ne, herêmên Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û gundewarên Helebê yên rojhilat desteser dikin. ji aliyekî din ve desteya Tehrîrulşam a ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye û hikûmeta Inqazê (beşa Tehrîrulşam a siyasî) bajarê Idlib û gundewarên wê û beşekî ji gundewarên Helebê yên rojava û gundewarên Laziqiyê yên bakur desteser dike. Di navbera van her du aliyan de şerên bi çek çêdibin. Ev yek jî bandoreke neyînî li jiyana sivîlan li herêmên di bin desteseriya wan de dike. Şerê dawî jî di navbera wan de ew şer bû ku di navbera Ehrarulşam û Cebehelşamiye de qewimî. Her wiha desteya Tehrîrulşam (Cebhetulnusre) li kêleka Ehrarulşam beşdarî vî şerî bû û karîbûn zêdeyî 15 gund û bajarokên girêdayî gundewarên Efrînê yên başûr  desteser bikin. Eger hin komên girêdayî artêşa niştumanî ev herêm radestî Tehrîrulşam nekira,  dê wê nikariya bi vê lezê bi pêş ve here. Ev jî tê wê wateyê ku tevahî dengeyên desteseriyê li bakurê Sûriyeyê dê werin guhertin. Ev tişt di demekê de pêk tên ku Tiriye xwe bêdeng dike. Li gorî şîroveyan sedema bêdengiya Tirkiye ew e ku ew dixwaze van nakokiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û koma herî bihêz hilbijêre da ku di êrîşên xwe yên ku tên pêşbînîkirin de bi kar bîne.

Gefên tirkî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di demekê de tên ku rêjîma Erdogan rastî fişarên siyasî û aborî yên hundirîn tên, nemaze bi nêzîkbûna dema hilbijratinên serokatî  û perlemanî li Tirkiyeyê. Dosyeya koçberan yek ji pirsgirêkên herî mezin e yên ku ev rêjîm rastî tê. Rêjîma Erdogan hewil dide vê yekê bi kar bîne da ku pejirandina gelêrî bi dest bixe û karibe rêkarên destûrî û zagonî li gorî xwe û ji bo mayîna partiya wî li ser hukm bi dest bixe.

Ji ber vê yekê jî ew hewil dide hemû helwestan bi kar bîne da ku şewqa kesk bi dest bixe  û dest bi êrîşên nû li herêmê bike. ji ber wê jî destpêkê hewil da rewşa şerê rûsî-ukraynî bigire û dawî jî hewil da xwesteka Siwêd û Finlanda ya beşdariya di NATOyê de bi kar bîne û bi rêya wê tawîzan ji welatên rojavayî wergire da ku projeya xwe ya ku navê wê kiriye herêma biewleh berdewam bike. lê di rastiyê de ev proje berî her tiştî pêkhateyên herêmê, HSDê û projeya Rêveberiya Xwesere armanc digire. her wiha armanca wî ew e ku projeya xwe ya dagirkeriyê bi cih bîne û malbatên çeteyên Daiş di kûrahiya 30km de li herêmên dagirkirî bi cih bike.

Ev jî tê wê wateyê ku Tirkiye dê herêmekê damezirîne ku di bin hêzdariya wê de be û kesên girêdayî wê tê de bi cih bin. Ew jî piştî ku niştecihên wê yên resen jê werin qewitandin. Dewleta Tirk bi rêya vê yekê dixwaze rewşeke nû li herêmên ku çeteyên wî yên terorîst ji sala 2018an ve dagir kirine, bisepîne. Rêxistinên mafî, nerazîbûna xwe li hemberî vê projeyê nîşan da û gelek çavdêran ew weke projeya herî metirsîdar a ku dixwaze Sûriyeyê parçe bike û guhertinên demografîk tê de pêk bîne û şerekî navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de biafirîne, dibînin.

Ev yek di demekê de tê ku tevahî ku hemû dane, derewên angaştên tirkî yên avakirina herêmeke biewleh diyar dikin. ji ber ku eger em li tecrubeya tirkî ya bajarên dagirkirî binihêrin, em ê bibînin bê çiqasî niştecihên herêmê di rewşeke neewleh û nehedariya aborî de û di rewşeke nerazîbûnê de dijîn. Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di salên borî de, nimûneyeke diyar e li ser  binpêkirina wan a ji tevahî nirxên mirovî û sincî û rêgezên zagona navneteweyî û rêkeftina NY re ye.

Di navbera gefên dewleta Tirk û levkirinên navneteweyî û herêmî de, bakurê Sûriyeyê ku bi hênceta “herêma biewleh” hatiye dagirkirin, di nav agirê şerê komên tundrew ên girêdayî Tiriyeyê de dişewite û di rewşeke tevlîheviya ewlehî û leşkerî de, ev herêma ku bi komên tundrew yên girêdayî Tirkiyeyê dagirtî ye dijî. Her yek ji van komên tundrew jî bi nerînên xwe yên cuda, dixwaze hêzdariya xwe û jêderên xwe yên darayî li ser hesabê komên din ferz bike. Ev yek di demekê de pêk tê ku rewşa mirovî, xizmetguzarî û debara jiyanê pir xerab e û rola civaka navneteweyî ya peydakirina çareseriyekê ji bo Sûriyeyê winda ye. Wisa dixuye ku rewşa tevlîhev a bakurê Sûriyeyê di bin sîwana dagirkeriya Tirkiyeyê de dê heya demeke dirêj dom bike.

زر الذهاب إلى الأعلى