ANALÎZ

Aloziya okraynî û rewşa  sûrî

Di çarçoveya sînorê asîmanî yê ku Mosko wê girêdayî ewlehiya  xwe ya neteweyî dibîne de, aloziya okraynî beşekî sereke ji dîmenê siyasî yê cîhanî pêk tîne. Waşinton bi awayekî bi vê dosyeyê re dide û distîne ku ew navbeynkar e di babeta hewildana wê ya dorpêçkirina Rûsiya Çînê de. Ji aliyekî din ve piştî ku piraniya dewletên Ewropaya rojhilat tev li NATOyê bûn, Mosko bi rêya vê aloziyê hewil dide mîrata sovyetî vegerîne.  Îcar çawa encamên rûbirûmana hêzên ku têkelî kirîza Okraynayê bûne, bandorê li rewşa Sûriyeyê bikin?

Malpera “Monîtor” a amerîkî , vê dawiyê raporek weşand û tê de tekez kir ku Kermilîn di wê hêviyê de ye ku baregeha Himêmîm kelema Rûsiya ya pêşerojê di noqa NATO de be. Tişa ku li Sûriyeyê rû da, ji aliyê berferehkirin û nûjenkirina balafirgeha Himêmîm a leşkerî li bakur û rojavayê Sûriyeyê û piştgiriya navneda lojistîkî ya deryavana rûsî li Tertûsê bi keşteyan, girêdayî rageşiyên li Okraynayê ne. Mosko hêzên xwe li ser sînorê okraynî belav dike û vê belavkirinê bi çalakiyeke deryayî ya rûsî li bakurê Etlentî û Deryaya Spî xurt dike. Armanc ji vê yekê ew e ku  nakokî li Okraynayê pêk neyên û amaje ji bo Amerîkayê were hinartin ku Rûsiya dikare nakokiyê veguhêze Sûriyeyê.

Tevgerên leşkerî yên asîmanî yên rûsî li gel hêzên hikûmeta Sûriyeyê, li hemberî xeta agirbestê di ser Çiyayên Colanê re, peyamên nixumanî bo Israîl dişîne. Li gorî Tilebîb, sedema van tevgerên rûsî, armancên rûsî di rûbereke hêzdariyê li bendera Laziqiyê û peyamek bo Israîl e da ku destwerdanê li ba Waşintonê bikin û fişarê li amerîkiyan di dosyeya Okraynayê de bikin. Her wiha Rûsiya hewil dide ku şeş keşteyên ku gihaştine bendera Tertûsê, jli hemberî berferehbûna NATO li ser sînorê wê yê li Ewropayê bi kar bîne. Ji bo pêkanîna vê yekê jî, Rûsiya dixwaze gefeke leşkerî li ser baskê başûr ê NATOyê di Deryaya Spî (berava Sûriyeyê) de damezirîne; ku endamên NATOyê (Tirkiye, Yûnan û Îtalya) li beşa rojhilat a Deryaya Spî bi cih bûne.

Ji ber girêdana Sûriye bi aloziya Okraynanê (ji aliyê wekheviya lîstikvanan ve), eger êrîşeke rûsî bi ser Okraynayê de pêk were, dibe ku Tirkiye endama binkeftî ya NATOyê be; çimkî ew têkiliyan bi her du aliyan re çêdike. Eger êrîşeke rûsî bi ser Okraynayê de pêk were, Tirkiye dê li hemberî bijarteyeke zehmet be. Piştgiriya Tirkiye ji Rûsiyayê re, dê nakokiyên wê bi NATO re zêdetir bie; bi taybet ji ber ku berê, dema Tirkiye S300 ji Rûsiyayê kirî, bandor li Têkiliyên wê yên bi NATO re hat û rastî gelek rexneyan ji endamên NATO û Amerîkayê ve hat.  lê eger Tirkiye birêvebirina şerê li dijî Rûsiya hilbijart an jî hat neçarkirin ku wî şerî bi rê ve bibe, wê hingê Tirikiye dê gelek destkeftiyên ku bi Rûsiyayê re  li Sûriyeyê bi dest xistibûn, ji dest bide. Ev jî bilî encamên aborî yên ku dê helwesta serokê rêjîma Tirkiyeyê li hemberî rikberên wî lawaz bikin û dibe ku bibin sedema binkeftina wî di hilbijaratinên serokatiyê yên 2023yan de.

“Girtina dar ji nîvî ve”, ev e siyaseta ku Erdogan li hemberî Rûsiya û Okraynayê dimeşîne, lê dibe ku bibe sedema binkeftina wî ji hemû aliyan ve. Vê jî hişt Erdogan weke navbeynkrê ku bi dilê Rûsiyayê ye, di navbera Kêêf û Mosko de be da ku şer rawestîne. Sedema ku hişt Erdogan berê xwe bide vê yekê, tirsa wî ji Rûsiyayê ku, çimkî Tirkiye drawnên êrîşker ji cûreyê Bîrqidar TB2 bo Okrayna şandin. Armancgirtina balafirên rûsî li bakurê rojavayê Sûriyeyê ji cihekî nêzî navenda artêşa dagirkeriya Tirk, peyamek e bo Enqera. Ew peyam dibêje Mosko dê dudilî nebe di livandina eniya sûrî li dijî Tirkiye, eger Tirkiye xwe dûrî şerê Okraynayê neke (eger rûda).

Li hemberî zêdebûna rageşiyê di navbera Rûsiya Okraynayê, xebatên deplomasî ji bo dûrxistina “bijarteya şer”, zêde dibin. Rûsiya ya ku nihta xwe ya êrîşkirina bi ser Okraynayê de mandele dike, di heman demê de dide diyarkirin ku ew ê dev ji pêkanîna rêkeftina “Mînsek” ji bo çareserkirina kirîzê bernede; ku ev kirîz ji bihara 2014an ve li başûrê Okraynayê ranewestiyaye.

زر الذهاب إلى الأعلى