ANALÎZ

Dergehê Til Koçer û pilanên Rûsî

Bêguman berdewamiya qeyranê û gendeliya berbelav di nav hemû movikên  dewletê de, hişt ku rêjîma Sûriyê rastî fişarên aborî yên mezin were,  û ji bo derketina ji vê qeyranê, Rûsiya bi her rêk û  awayî hewil dide ku  rêjîmê ji vê qeyranê rizgar bike, berztirîn rê jî : kontirolkirina  dergehên sînorî ku karibe alîkariyên navneteweyî  di rêya van dergehan derbasî herêmên di bin kontirola rêjêmê bikin, Ji ber vê yekê, dê Rûsiya bê dudilî mafê vîto di Encûmena Ewlekariyê de li dijî her pirojeyekî ku armanca wê vekirina dergehên sînorî yên derveyî kontrola rêjîmê bikar bîne, ku armanc jê neçarkirina civaka navneteweyî ye ku pêwendiyan bi rêjîmê re bikin , beramberî gihandina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî bo zirardîtên qeyranê.

Piraniya dergehên sînorî li derveyî kontrola rêjîmê ne, ji bilî dergehê Nesîb bi Urdinê û pênc dergehên Lubnanê re, ku liv û tevgerek bazirganiyê  ya sivik lê heye .

Derbarê dergehên bakurê Sûriyê yên di bin kontirola grûpên cîhadî de ne, ew dergeha “Bab el-Hawa” ye, ku ji bo gihandina alîkariyên Netewên Yekgirtî bo Sûriyê piştî rêkeftina Rûsya û Amerîka; di Tîrmeha 2021 de hatibû destnîşankirin.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê jî çend dergeh li  herêmên Rêveberiya Xweser hene. Li ser torên civakî agahî hatin belavkirin ku têgihîştinek derbarê vekirina deriyê Til Koçer di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmê de bi serpereştiya rûsî heye. Tê gotin ku ji bo vekirina dergehê Til koçer dê ala rêjîmê were bilindkirin, ango radestkirina dergehê ji rêjîmê re, li hember derbaskirina kelûpelan bo herêmên Rêveberiya Xweser. Ev propagendeya ku ji aliyê Rûsyayê ve tê kirin di demekê de tên  ku  herêmên Rêveberiya Xweser ji hemû aliyan ve rastî dorpêçeke aborî tê, mebest jê birçîkirina herêmê, encamdana qeyranên aborî ji bo ku hundir li dijî rêveberiya xwe gur bike, tevliheviyekê derxe hole, Projeya Rêvebiriya Xweser têk bibe û  Rêveberiya Xweser neçar bike ku dergehê Til Koçer radestî rêjîmê bike û herêmê ji qeyranê derxîne. Di heman çarçoveyê de, Rûsyayê pirojbiryara ku ji aliyê Îrlanda û Norwêcê ku hatibû pêşkêşkirin red kir, ku her du endamên nedaîmî yên Encumena Ewlekariyê ne yên perpirsyarê dosya mirovî ya Sûriyê di sala borî de, dixwestin çarçoveya mekanîzma alîkariyên sînorî bo Sûriyê berfereh bikin û deriyê sînorî yê Til Koçer bi Iraqê re vekin. Digel vê yekê pêşniyara ku “MSD” di civînên xwe yên bi Rûsan re li Moskoyê sala borî ji bo vekirina dergehê Tel Kocerê wekê rêkeftinekê li ser petrol û çavkaniyên binerd li bakur û rojhilatê Sûriyê pêşkêş kir, lê her du alî negihiştin tu encamê, ji ber ku berjewendiyên wan alîyan, “Rûsya û rejîmê” di ser hemû xalên mirovîre ne. Loma ji  civaka navneteweyî tê xwestin ku fişarê li Rûsya bikin da ku dergehê Til Koçer veke, yan jî  bê biryara Encumena Ewekariyê, alîkariyên mirovî bi alîkariya Amerîka û Yekîtiya Ewropa derbasî herêmê bibin.

Jixwe Rûsya armancên wê eşkerene ku dixwaze rêjîmê zindî bike û wê vegerîne herêmên Rêveberiya Xweser û dergehên sînorî radest wê bike. Nihajî Rûsya ji bo fişarê li Rêveberiya Xweser bike û daku tawîzan bide, her derfetê  bikar tîne, bi taybetî rewşa aborî û hişksaliya ku herêm rastî wê tê,  girtina hemû dergehên sînorî û destwerdan û toparana rojane ji hêla dewleta Tik ve . lê Rêveberiya Xweser  ta niha tu tawîz ku bandodrê li rewşa herêmê bike ne dane.

Lê tawîz hebin an nebin, ne Rûsiya û ne jî rijêm niyet û daxwaza  wan nîne ku xizmeta gelên herêmê bikin, tenê armanca wan xizmeta berjewendiyên xwe dikin û talankirina samanên herêmê, parastina berjewendî û ajandayên wan û bidawîkirina her pirojeyekî demokratîk li herêmê ye.

 

زر الذهاب إلى الأعلى