ANALÎZ

ROJHILATA NAVÎN YA NÛ JI SERERASTKIRINA  PEYMANA LOZANÊ DEST PÊ DIBE

 

Di Rojhilata Navîn de du pirsgirêkên sereke hene ku çareserkirina wan girêdayî  sîyaseta navneteweyî ye bêtirî ku girêdayî sîyasetên dewletên herêmî û tevgerên tê de, ew jî pirsgirêka gelê kurd û Kurdistanê û ya din jî pirsgirêka gelê Filestîn û Israîlê ye.  Di cîhana erebî de dîyar kirine ku pirsgirêka Filestînê û çareserkirina wê, bingeha dawîanîna li kirîzên Rojhilata Navîn de ne, her wiha di asta navneteweyî de jî  ev dîyarde berbiçav e ku çi dema şereke an jî pêşketineke di navbera Israîl  û Filestînîyan de rû didin, demildest de Rojhilata Navîn tînin ziman, mîna ku Filestîn an jî  Israîl Rojhilata Navîn e! Lê belê mijara herî ku naxwazin rastîya wê dîyar bikin û bêjin ku pirseke navendî ya Rojhilta Navîn e û naxwazin perdeya veşartinê ji ser rakin; pirsgirêka kurdî ye, lewra eger em bala xwe bidin geşedanên di Rojhilata Navîn ku dibin navê buhara ereban de – ku rêzdar ocelan berîya wê bi demeke dirêj  navê  (buhara gelan )lê kiribû – ji 2011  û şûn ve, em ê bibînin ku 3 dewletên sereke yên herî destwerdanê di tevgerên di welatên ereban de kiribûn Tirkîyê,  Îran  û li paş perdeya bêdengîyê jî Israîl  bûn, birîveçûna van tevgeran bi rêya saloxgerîyên xwe, yekîneyên bi wan ve girêdayî û artêşa xwe ve bi rê ve birine, Tirkî û Îranê weke du dewletên xwedî pirojeyên xwefirehkirinê, bûyer û geşedanên di Rojhilata Navîn de bi kar anîne û xwe berdane nava dewletên bihara erebî û herêmî (Sûrî, Lîbîya, Yemen, Tûnis, Iraq, Misir û hwd), Îranê weke nûnerê cîhana şîî û Tirkîyê jî weke nûnerê cîhana sunî xwe bi nav kirine, lê belê Israîlê bi hişîyarî û hesab nêzîkatî li buhara ereban kiriye, him dîtiye ku heger demokrasî di Rojhilata Navîn de bi serkeve, dê di berjewendîyên wê de be, ji ber ku demokrasî dê ne dijberî hev bin û him jî ji biserketin û derketina tevgerên islamî yên tundrew bi tirs bû, di têrmeha 2015 de  di, malpera SWI swissinfo de hatibû weşandin ku pilankerên Israîlî şoreşa di Misrê de metirsîyeke stratîjîk dibînin, ew jî ji ber ku metirsîya li ser peymana Kamp Dîvêdê û hevbeşîya stratîjîk ya Misrê bi Israîlê re ya ku rêjîma Husnî Mûbarek pêk anî bû,  jixwe van pilankeran dewleta Ibrî ajotibû ku fişarê li ser artîşa Misrî pêk bîne ku bendan li ber veguhestina desthilatdarîyê ji Ixwanan re deynin. Ev her sê dewlet rastrast têkildarî doza Kurdî û Felestînê ne û çi guhertinên ku di Rojhilata Navîn de bibin, bê guman wê wan têkildar bibin, lewra her yek ji van dewletan hewil dide ku ne ew mijara guhertinan be ku bi çi şêweyî be basa dozên di hundirên wan de nebin, an jî  ew bi xwe û li gorî xwe wan dozan çareser bikin.

Çima  Rojhilata Navîn Ya Nû?

Bê guman bi geşbûn û belavbûna hevrakêşandin, pevçûn û tevlihevîyên di Rojhilata Navîn de, her kesî destnîşan dikir ku Rojhilata Navîn ya nû ava dibe û her kesî jî xwe ji van guhertinan re amade dikir, li gorî rojev û pirojeyên xwe tevdigerîyan, çimkî  xwendina Îran, Tirkî, Israîl, cîhana erebî û tevgerên sîyasî ji pirojeya Rojhilata Navîn ya nû re ji hev cûda bûn, anku Îran, Tirkî, Israîl û alîyên din jî weke xwe;  Rojhilata Navîn ya nû dixwazinç. Gelo têgeha Rojhilata Navîn ya nû  ji ku ve hatiye? Ma Rojhilata Navîn ya berê çawa bû? Çima guhertina Rojhilata Navîn, metirsî ji Tirkî, Îran û Israîlê çêdike, anku jî derdê wan çi ye?

Di sala 1914 de ji ber ku dewletên semayedar ketibûn pêşbirka parvekirin û desteserkirina li ser mewdan û bazarên cîhanê, bi buhaneya ku Firans Ferdînand kurê qeralê Nimsa li ser destê xwendevanekî Sirbî hatibû kuştin, ketibûn nava şerekî wêranker ku bi navê şerê cîhanê yê yekem hatibû binavkirin. ji encam vî şerî yên di Rojhilata Navîn de, nexşeyên nû hatin danîn û li gorî berjewendîyên dewletên bi serketî mîna (Frensa, Birîtanîya, Îtalîya) hin dewlet perçe bûn û hin dewletên nû ava bûn, her wiha hin gel jî bûn qurbanî û ji parvekirina xaka Rojhilata Navîn bê par mane. Êdî di şer de ji laşê imperetorîya Osmanî ya têkçûyî, dewletine nû ava bûn û piranîya gelên di jêr desthilatdarîya wê de jê veqetîyan û di nava dan û stendin û çendîn peymanan de mîna (Qahîre, Sêvir, Sanrîmo,Enqere ) ku di encamê de bi morkirina peymana Lozanê re bi pergal bûne, Kurdistan di nava çar dewletan de hatibû parvekirin û ji Lozanê û şûn ve pirsgirêka kurdî bûye kuçnêra herî dijwar di Rojhilata Navîn de û di serî de di nava Tirkî, Îran, Iraq û Sûrîyê de. Her wiha hewildanên avakirina dewleta Israîlê jî ji 1891 de hatiye kirin û di 1937 de birîtanîya doza parvekirina Filestînê kiriye ku  %33 xaka Israîlê be, ta di 1948 de bi fermî dewleta Israîlê hatiye ragihandin, êdî ji hingê ve em dikarin bêjin ku bi fermî pirsgirêka filistînê ketiye rojevê de. Jixw parvekirinên di Rojhilata Navîn de bûn sedemên dehan şer, şoreş, komkujî, qirkin, wêrankerî, koçberkirin, guhertinên demografî û wendakirina aramî û aştîyê. Rêjîmên ku desthilatdarîyê li ser dewletên ku ji nûve avabûyî, ne rêjîmên ku ji nava gel hatibûn û ne jî  ji bona gelan tevgerîyane, rasterast weke karmendan li cem parvekerên Rojhilata Navîn hatibûn erkdarkirin. Tu pirsgirêk çareser nekirine û ne jî cihê çareserkirinê bûn, çimkî pergala ku hatibû dayîn, pergaleke ji hêla dewletên serdest ve ji xizmeta xwe re hatibû danîn. Bi ketina Yekîtîya Sovyetê re(1991), Emerîka  ji bo sepandina desthilatdarîya xwe weke yekalî li ser cîhanê, kontrolkirina Çînê û Rûsîya jê re pir giringbû, lewra ji bo ku li himber van  her du dewletan tev bigere û desthilatdarîya xwe misoger bike, pêwistbû ku  serwerîya xwe li ser Orasîyayê pêkbîne, êdî ji bo pêkanîna vê armancê jî, pêkanîna Rojhilata Navîn ya mezin ( an jî ya nû ) pir pêwist e ku di encamê de Emerîka  serwerîya xwe li ser pêk bîne û hemû çavkanîyên petrol û wizeyê (enerjî) di bin kontrola xwe de bi cî bike, lewra di 2004 de ji alîyê serokê Emerîka Corc Debilyû Boş ve pirojeya Rojhilata Navîn ya mezin hatiye dîyarkirin ku nîşanî  dewletên pîşesaz (Koma Heyştan) hatiye kirin, ta ku bi Emerîka re di vê pirojeyê de hevbend bin. Rojhilata Navîn ya avabûyî, li pey peymana Lozana 1923 (weke me dîyar kiribû), di nava qeyranan de şer û pevçûnên neteweyî, nijadî, tîreyî (mezhebî) de jîyan kiriye ku bûye devereke ji derhatina komik, rêxistin û tevgerên sawkar (terorî) û tundrew li gel tevgerên şoreşger û mafxwestina mafên gelan mîna gelê kurd, Filestînî û kêmnetewan, her wiha koçberkirin ku bi vê koçberkirinê re jî ev alozî û pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de derbasî Ewrûpa û dewletên Nato yê dibin û teyisandin li aramî, aborî û ewlehîya cîhanê jî dibe, lewra ji bo pêkanîna Rojhilata Navîn ya nû ku bibe bingeh ji bidestxistina serwerîya Emerîka li ser Orasîyayê, pêwist e çareserkirina pirsgirêkên aborî, jîyanî û netweyî di Rojhilata Navîn de û di serî de doza kurdî û filestînî.

Israîl, Îranç û Tirkîye û Rojhilata Navîn Ya Nû

Ji bo helwişandina avahîyeke mezin, bê guman helwişandin rasterast nabe, di despêkê de cihên herî lawaz têne xistin û di pey re cihên ku lawazîyê jîyan dike ta bighêje bingeha avahîyê ku li şûna wê avahîyeke nû ava bibe, her wiha pergaleke di Rojhilata Navîn de ku 100 sal in jîyan dike ne genhgaz e demildest were herifandin û li şûna wê pergaleke nû  ava bibe, lewra guhertin hewcedarî pêngavan e ku dibe demeke dirêj  bixwe; bi kêmanî ji 30 ta 50 salan jî  derbasdar e. Heger em bala xwe bidinê li Yemen,  Sûrî, Sûdan, Lîbîya, Iraq, Libnan, Israîl, Kurdistan û di nava şer, pevçûn û nakokîyan de ne, bê guman gurbûn û bilindbûna asta van nakokî û şeran ji  2003 de, ne ji xweber ve ne, bi taybet ji 2011 de ku hemwext pir şer û pevçûn derhatine, di heman demê de hêzên Emerîkî, Rûsî, Tirkî, Îran, Israîl, Hevpeymana Navneteweyî ya li himber Daişê, di tevgerê de ne, gelo çi dibe? Bê guman her alîyek bi hevbeşên xwe re, şêweyê Rojhilata Navîn ya nû li gorî xwe dixwazin saz bikin ku her alîyek Rojhilata Navîn ya nû bi şêweyekî dibîne. Di Rojhilata Navîn de sê goşeya Israîl, Îran, Tirkî weke sê dewletên ne ji cîhana erebî di nava nakoî, lihevkirin, bazarên veşartî de, piroje û pilanên mezin digerînin, him hevbeş in û him jî bi nakok û dijber in.

Heger em li nêrîna Israîlê binerin, ji 1947 ve, bi damezirandina dewleta Israêlê re, hevrakêşandin di navbera Cihû û Filestînîyan de ranewestîyaye, gelek şer û pevçûn rû dane û carcaran şer sînorê Israîl û Filestînê jî derbas kiriye, heger ferwerîyên erebî yên li derdora Israîlê; çi bi eşkere be û çi jî veşartî be, ne li dij Israîlê ne, lê belê civaka van dewletan bi taybet ji ber girêdana olî ve Israîl ne pejirandine, ferwerîyên wan jî ji ber metirsîya ji van civakan nikarin Israîlê bipejirînin, bê guman di nava rewşeke wiha û ne aram de, Israîl  dê her dem di nearamî û pêşketinê de be, lewra Rojhilata Navîn ya nû li gel Israîlê ew e ku van dîwaran bişkîne, bi fermî bi ferwerîyên dewletên erebî re û di milê aborî û çandî de di nava civakên wan de xwe bide pejrandin, lewra peymanên ku ji 1979 de bi Misrê re, ta peymanên bi Îmarat û Behrê re û di nav de jî bi Urdin û hewildanên ku peyman bi Siûdîyê re jî li darkevin, di vê çarçoveyê de ne, bi kurtasî Rojhilata Navîn ya nû li gel Israîlê, rakirina nakokîyan bi cîhana erebî re û tunekirina doza felestînî, serkêşîya aborî ji Rojhilata Navîn re ye.Gelo Israîl  wê çawa van armancan pêk bîne? Di bin navê ku Israîl tekane dewleta demokrasîk di Rojhilata Navîn de ye û ewlehîya Israîlê ewlehîya cîhana demokrasîk û aştîya deverê ye, her wiha hebûna wê misogerîya parastina berjewendîyên Rojavayî di Rojhilata Navîn de ye, Birîtanîya  di serî de û Emerîka û Nato  rewabûna parastin û bihêzkirina Israîlê, pêwistiyeke stratîjîk dest nîşan kirineç. Bê guman pêwist e ku mînakên berevajî Israîlê di deverê de, destnîşan bikin ku dijberê vê demokrasîyê jî hebin, ta ku angaştên (idîay) xwe rewa bikin, lewra di serî de Îran weke metirsîya mezin; ne tenê li ser Israîlê, lê belê li ser Kendava Îranî (Erebî) û Rojhilata Navîn hatiye destnîşankirin ku di bin navê metirsîya ji Îranê de, bi dehan baregeh û balefirxaneyên Emerîka û Nato yê di Rojhilata Navîn de belav bûne, êdî li ber çavan û di bangşeyan de ji bo parastina Kendavê û dostên herêmî ne, lê di rastîyê de parastina Israîl û pêkanîna pirojeyên stratîjîk yên Emerîka  û Nato  ne. Ji encama dîyarkirina Îranê weke metirsiyeke mezin li ser Rojhilata Navîn, pirojeyên lihevhatina bi Israîlê re; mîna lihevhatinên Ibrahîmî, paşdeketina doza Filestînî, pêşketina pirojeyên aborî; mîna xeta bazerganî ya ji Hindistanê ta Israîlê û gurbûna şerê di navbera tevgera Hemasê û Israîlê ji 7 cotmehê de, heger Israîl bi xwe ne li dûv be jî û şer vênexistibe, lê belê di pêkanîna armancên Israîlê de ye.Çimkî ji ber xwe ve bûyer di Rojhilata Navîn de rû nadin, şerê Hemasê di demekê de hat ku geşedanên di bin navê buhara erebî de ji 2011 û bi derhatina Dayişê re û piştî 12 salan,  gihiştiye asta ku civak, dewlet û tevgerên di Rojhilata Navîn de ji hevketin, belavbûn û kirîzên aborî jîyan dikin û hevsengî û belavbûna hêzê hatine guhertin, ma gelo ev geşedan û pêşketinên borî ne amadekirî bûn ji guhertina Rojhilata Navîn re ku ewlehîya Israîl di nav de xala sereke ye. Bê guman ev nayê wateya ku bi tenê ji alîyê  Birîtanîya ve an jî  Emerîka ve berjewendîyên Israîlê têne birêvebirin, lê belê Israîl jî  xwedî sîyasetên taybet in, lewra di dema ku Emerîka basa vekişîna ji Rojhilata Navîn dikir, Israîlê tunekirina Hemas kiriye armanc,  êdî bê guman tunekirina Hemasê wê Hizbûîlah û Îranê neçarî destwerdanê bike, lewra me dît ku Emerîka ji bo rêgirtina li ber firehîya şer, bi hêzeke mezin a bejayî, deryayî û ezmanî, vegerîyaye Rojhilata Navîn.

Her wiha di Rojhilata Navîn de yek ji dewletên di desthilatdarîya li ser deverê de xwedî dîrokeke dirêj e Îran e, Îran  piştî helweşîna şahinşahîya Rida Behlewî ya hevalbendê Emerîka li ser destê şoreşa gelê Îranî di 1979 de û rêjîmeke islmaî (şîî) hate li ser desthilatdarîyê;  rewşa Îranê tev hatibû guhertin, bi taybet ku Xumeynî (yekem rêvebirê Îranê piştî Behlewî) durişmeya belavkirina şoreşê hildabû û behsaa rizgarîya Filestîn û têkbirina Israîl û Emerîka kirbû, bihatina rêjîma islamî re, di navbera Îran û Iraqê de şerekî  ku heyşt salan berdewam kiriye rû dabû, di pey şerê heyşt salan û di encamê de, Îran  bûye metirsiyeke ji cîhana erebî re an jî ji alîyê danerên stratîjîya Rojavayî (Emerîka) wiha hatibû xwestin. Pir guman hene ku  navenda biryarên sîyasî ya Nato  û Emerîka  Xumeynî anîne ser serdestîyê ta ku pirojeyên nû di Rojhilata Navîn de bidin pêş; bi taybet ku dever di navbera cîhana şîî û sunî de xistine nava kirîzan. Ji bo ku Îran  parastina xwe bike û desthilatdarîya xwe berdewam bike, di Rojhilata Navîn de xwedî piroje ye û di bin navê şîîtîyê de xwe berfirh dike, Rojhilata Navîn ya nû li ba Îran, rojhilata desthilatdarîya Îranê li ser tevahîya xaka xwe ya heyî ye; bêyî ku doza kurdî û neteweyên din yên di nava sînorê wê çareser bike û xwefirehkirina ber bi Iraq, Sûrî, Lubnan (kevana şîî) ye, lê gelo ji derveyî dewletên serdest mîna Emerîka, pirojeyên Îran, Israîl û Tirkîyê ma li hev dikin? Li himber hev gef û pertekan didin, lê belê her yek ji wan jî him pirojeyên xwe bi rêve dibin û him jî hewil didin ku astengên mezin ji hev re tuine bikin, jixwe ev jî bi xwe re pir pirsan bi afrîne, li ser çi li hev dikin û li ser çi bi nakokin ?

Jixwe di derbarê nêrîna dewleta duyem di Nato  de, li Rojhilata navîn ya nû de, Tirkîye di 1923 de hatiye avakirin û di nava sînorê xwe de bi piştgirîya karîgerên peymana Lozanê û Nato yê li ser lingan maye, gelên di nava xwe de napejirîne; bi taybet gelê kurd û doza Kurdistanê, her dem paresvanîya berjewendîyên Emerîka û Nato yê kiriye ku li gor wan tevgerîyaye, di nava pirojeya Rojhilata Navîn ya nû ya ku weke Emerîka  dîyar dikir de ku pêşxistina aborî, demokrasî û mafê mirovan, wê misogerîya wê be, di bin navê islama nerm de, Tirkî hatibû erkdarkirin ku  zemîna Rojhilata Navîn ya nû amade bike, lewra di demeke kin de rêjîma Tirkîyê (AKP) dikarîbû cîhana erebî û islamî ya sunî li dora xwe kom bike, êdî bi derketina buhara erebî re, Tirkîyê xwe berda gelek deveran mîna Lîbîya, Sûrî û Iraq, her wiha nakokî di derîyaya Spî de derxist, bi Yûnanistanê re ketiye beramberîyê  de û hwd. Bê guman bêyî Nato yê Tirkî nikare van tevgeran tevdî bike, em guh nedin tiştên ku li ser ragihandinan an jî çi tê gotin, em bi çavan û li ser zemînê çi dibînin, çi dibe? Tirkî beşeke ji avakirina Rojhilata Navîn ya nû ye û wiha tevgerîyaye, zemînê ji pirojeyê re amade dike, bi destwerdana xwe ya di nava bûyeran de, dever tev de xistiye nava bobelat û qeyranan de, civak ji hev xistine, tundî belav kiriye û rasterast piştgirîya sawkarîyê kiriye. Lê ta niha jî me nedîye ku Natoyê an Emerîka, Tirkî weke metirsîyekê destnîşan kiriye ,lê belê her basa Îranê dikin? Êdî Nakokîyên ku Tirkîyê bi Nato û Emerîka re jîyan dike, li ser ragihandinê ne, ew jî tevî ku her du alî beşek in ji avakirina pirojeya Rojhilata Navîn ya nû, çimkî bêyî Natoyê Tirkî jîyan nake, lê belê sîyasetên Tirkîyê yên taybet jî hene, pirojeyên wê hene û Rojhilata Navîn ya nû weke xwe dixwaze û wekî wê jî Rojhilata Navîn ya nû pêkanîna ʺmîsaqa milîʺ ye û tunekirina doza kurdî ye, jixwe ne tenê li Bakur, lê belê li tevahîya perçeyên Kurdistanê ku di vê xalê de bi Îran re hevbeş e, lê belê bi Emerîka û Natoyê re ne hevbeş e.

Derbaskirina Lozanê Ye An Jî Dûbarekirin e?

Heger em nêrîn û têgihiştina her sê dewletên serke di Rojhilata Navîn de (Israîl, Îran û Tirkî) ji pirojeya Rojhilata Navîn ya nû re bînin ber hev, dîyar e ku her sê jî basa Rojhilata Navîn ya nû dikin, lê belê bi şêweyekî  cûda cûda, xala hevbeş di navbera wan de têkbirina doza gelan e, firehkirina desthilatdarîya xwe û birêvebirina aborîya Rojhilata Navîn e, her wiha di nava stratîjîyên Emerîkî, Rûsî û Çînê de li gor ku karibin  pirojeyên xwe yên taybet pêk bînin tev digerin, lewra carcaran, wa xuya dibe ku Israîl ji Emerîka, Îran ji Rûsan û Tirkî ji Emerîka, ne bawer in û ji hevsengîyên xwe dûr dikevin! Bi dûbare ev pêşketin di ragihandin û şêweyê de dîyar dibin, lê belê di rastîyê de pêgeha resen ya her sê alîyan jî dîyar in, lê belê ji ber ku cîhan di rewşeke wiha de derbas dibe ku şerê avakirina pergala nû (şerê cîhanê ye sêyem), têye meşandin û nezelalî di sîyasetên dewletên serdest de heye, ev ne zelalî teyisandina xwe li sîyasetên dewletên herêmî jî dike ku em dibînin hevalên Emerîka ber bi Rûsan de dirin, dijmin dijminan razî dikin, dost ji dostan bê bawer dibin û di hin doseyan de carcaran dijminên hev dibin dost û bi hev re tevdigerin, mîna hevsengîya heyî di navbera Tirkî û Îranê de li himber Xweserîya Demokrasîk û baregehên Emerîkî di deverê de, lewra pirojeya Rojhilata Navîn ya nû ku di 2004 de serokê Emerîka Corc Debilyo Boş bas kiribû  û di 2006 de nivîsara (Sînorên Xwînê) ya Ralif Pîterz ku cineralekî Emerîkîbû, belav kiribû, piroje ji nû ve Rojhilata Navîn saz dike, lê belê li gor van her sê dewletên navborî, Rojhilata Navîn ya nû nûkirina lozanê û berdewamîya dagerkerîyê ye, bi taybet Tirkî ku ji despêkirina serdema desthilatdarîya AKP de, her dem basa ʺMîsaqa milîʺ, welatê şîn û osmanîya nû kirine. Her wiha Îran rasterast pirojeyên Emerîkî nepejirandine û kevana şîî daye pêş, her du dewlet jî di metirsîya perçekirin û jihevbelavbûn a dewletên xwe de ne, hingê jî hemû tevgerên Tirkî, Îran di Rojhilata Navîn de; bi taybet piştî buhara erebî di 2011 de, di vê çarçoveyê de ne, Lozaneke nû ku dagerkerîya wan berdewam bike, doza gelan çareser nekein û xwe di deverê de fireh bikin, bi vî şêwazî xwestekên wan ne pejirandina doza kurdî û çareserkirina kirîzane û her du dewlet jî aramîya Rojhilata Navîn di çareserkirina doza felestînî de, radigihînin û di rastîyê de vê dozê bi kar tîne; mîna ku Israîl di tengavîyan de li himber Tirkî û Îranê basa doza kurdî dike, lê ne bi rijd in bi qasî  ku bikaranînê dikin .

 Pêwîst e ku Peymana Lozanê Were Derbaskirin

Di Rojhilata Navîn de doza Felestînê weke ku cîhana erebî û dewletên mîna Îran û Tirkîyê, dozeke bingehîn dibînin û li ser bazaran dikin, her wiha kirîz û nexweşîyên deverê, pê ve girêdidin; ne di cihde ye, her wiha çareserkirina vê dozê jî wê aramî û aştîyê neyne deverê û kirîzên di Rojhilata Navîn de, ne girêdayî dozekê ne, ew girêdayî bingeha şaş ya ku li ser wê Rojhilata Navîn li pey şerê cîhanê yê yekem de hatibû  nexşekirine, girêdayî peymana Lozanê ya 1923 ne ku di 2023 de 100 sal rojhilateke navîn di nava qirkirin, kirîz, nearamî, birçîbûn, şer û pevçûnan de hiştiye, di nava rêjîmên nijadperest û diktator de, pergala cîhanî  berjewendîyên xwe li ser hesabê gelan meşandine ku di roja îro de jî bi dehan rêxistinên sawkar di nava Rojhilata Navîn de belav dibin û civakan wêran dikin. Pêwîstîya pergala cîhanî bi sererastkirina Rojihilata Navîn heye, ji ber ku rewşa heyî nema berjewendîyên wan pêk tîne ku ew danîye ber rabûna bi pingavên guhertinê,  ji  dîlkirina Rêzdar Ocelan di 1999 de, dagerkirina Emerîka ji Efxanistan re di 2001 de, helweşandina rêjîma Sedam Huseyn di 2003 de,  buhara erebî di 2011, derhatina Daişê û rêxistinên sawkar di deverê de mîna Ixwanûlmuslimîn û hewildana guhertina rêjîmên heyî ta gurbûna şerê li Xezayê ji 7 cotmeha 2023 û metirsîya ku dever tev de têkeve nava qeyranê de; çavdêr hemû dîyar dikin ku pirojeya Rojhilata Navîn ya nû têye birêvebirin, lê belê tu çareserî ne anîne û şêweyê vê pirojeyê ne zelal e, lê çi dibe bela bibe bêyî derbaskirina Lozanê û çareserkirina dozên di Rojhilata Navîn de û di serî de doza kurd, ne genhgaz e tu piroje aramîyê  bînin Rojhilata Navîn. Li  gorî  Nivîskarê Elman Peter Schaber, demokrasîkbûna Rojhilata Navîn a rêzdar Abdela Ocalan pêşbînî kiriye wê dawî li şerê etnîk û olî di Rojhilata Navîn de bîne.  Lê gelo Demokrasîkirina Rojhilata Navîn di pirojeyên Emerîka de hene? An jî di pirojeyên çi alî de heye? Êdî heger em dizanin demokrasîya ku Emerîka û dewletên heyî bi tenê kiraseke bangeşe û ji ragihandinê re ye, mîna Tirkîyê ku her pesnê demokrasîya xwe dide, lê di rastîyê de pergaleke olîgarşîk dimeşîne; hingê jî çareserîyên demokrasîk di nava Rojhilata Navîn de pir zor e, ji ber ne di berjewendîyên wan de ye, lewra pêkanîna pirojeya Rojhilata Navîn ya nû, dibe ku bi yek ji van şêweyan bi pergal bibe:

  • Derbaskirina peymana Lozanê û serrastkirina şaştîyên dîrokî di di serî de li ser gelê kurd û hemû kêşeyên Rojhilata Navîn, guhertina nexşeyên heyî weke ku di (nexşeya Sînorên Xwînê de hatibû).
  • Parastina sînorên heyî di nava dewletan de û pêşxistina pergalên nenavendî. (Fedralîkirina dewletên ku kêşeyên netewe û kêmjimar jîyan dikn).
  • Ji nû ve sazkirina pergalên heyî bi buhaneya sawkarîyê û pêşxistina demokrasîyeke bisînor.

 

Weke Encam

Di Rojhilata Navîn de pir piroje li himber hev in, hin pirojeyên navneteweyî ne û hin jî yên herêmî ne, xwendina her aliyekî ji çareserkirina kêşeyên di Rojhilata Navîn de, ji hev cûda ne û asta hêzbûn, derfet û şêweyê pergala cîhanî, wê çarenûsa pirojeyan dîyar bike, li gor geşedanên heyî,  Rojhilata Navîn weke xwe namîne û di nava hewildanên guhertinan de ye. Ev guhertin di xizmeta Emerîka  û hevbendîyên wê de ye, ji nû ve birêxistinkirina Rojhilata Navîn weke Emerîka bingeh e, ew jî ji bo dorpêçkirina Çîn û Rûsyayê, lê  belê ev guhertin bi çi şêweyî ye? Cihê kurdan di nav de çi ye? Bê guman pir zelal nebûye, lê bêyî derbaskirina Lozanê û sererastkirina şaştîyên dîrokî û naskirina gelê kurd û mafê wî, çi guhertin bibin dê aramîyê neyne Rojhilata Navîn.

زر الذهاب إلى الأعلى