Rapor

Diyardeya Xwekuştinê Li Kobanê … Sedem û Çare

Diyardeya xwekuştinê ji diyardeyên civakî û derûnî ya herî metirsîdar e ku lewazîyeke kûr di avaniya civakî û derûnîya kesetî, diteyîsîne, jixwe ew ne tenê kirineke kesetî an biryareke demkurt e, lê ew bixwe encama komkirinên aloz yên êş, şerên hundir û fişarên derve ne ku carinan mirov nikare xwe li ber wan bigire.

Pênaseya xwekuştinê ew e ku kesek bi mebest jiyana xwe bi dawî bike, ew jî bi piranî encama hestê bêşare, bêhêvîman û hestkirina ku tu bijarde an derfetên ji êşê derkeve nemane. Êdî tevî ku ev diyarde wek kevinbûna mirovahîyê kevin e, lê rewişên metirsîdar û aloz di civakên cîhanî de encam dide ku hewil didin çareyan ji vê diyardeyê bibînin.

Di dema dawî de û di bin rewşên şer û koçberîyê de, li bajarên Kobanê û gundên li derdora wê, rewşên xwekuştinê pirtir bûne, ew jî piştî kêmbûna bernameyên piştgirîya derûnî û civakî, ev yek jî dihêle ku jin xeleka lawaz a li hemberî komkirina berpirsyarî û fişaran bimîne, ew jî tevî ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê destkeftîyên berbiçav ên di gelek waran de bi dest xistine, lê astengîyên civakî, aborî û çandî hîn jî li pêşîya avakirina jiyaneke hevseng û aram ji gelek jinan re, kelem in.

Êdî ji bo ronîkirina vê diyardeyê, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ev rapor amade kir, ew jî bi rêya peywendî û hevdîtinên bi desteyên ku bi karûbarên jin têkildar in, ji bo rewşên xwekuştinê bişopîne û sedem û mebestan bi awayekî kûrtir têbigihêje ku ji bo belavkirina vê diyardeyê sînordar bibe; pêşniyarên kirdarî bibîne. Me ev rapor li ser hevdîrinên yekser ên bi berpirsyar, çalakvan, şêwirmendên civakî amade kiriye, tevî dîtinên malbatên xwekuştîyan û agahîyên ji navendên piştgirîya derûnî, ew jî ji bo hizreke firetir a rewşa heyî çêbibe.

Armanca me ji vê raporê ew e ku qaseya êşa veşartî a ku jin jiyan dikin ronî bikin û alîyên têkildar gur bikin ku bi hev re kar bikin ku çareyên hevtekûz sax bikin ku pişta xwe dide xweparastin û piştgirîya derûnî, civakî û aborî, ji ber ku rêlibergirtina xwekuştinê ne tenê piştî ku pêk were çare bibe, lê ew bi afrandina jîngeheke aram û dadmend e ku sedmên wê tune bike û piştgitîyê bide kesên ku bi qelsbûn û bêhêvî hes dikin ku bibin kesine çalak ku karibin li hemberî jiyanê xwe bigirin ne ku jê birevin.

Êdî ji bo li ser vê diyardeyê ji nêz ve wer rawestandin, me peywendî bi birêz ʺHiweyda Mihemedeʺ cîgira Desteya Jin a Kantona Cizîrê, re çêkir, ew jî ji bo naskirina sedemên xwekuştina jin û li ser çareyên ku hewil didin ji bo vê diyardeyê sînordar bikin bipirsin. Birêz ʺHiweyda Mihemedeʺ dibêje: Gelek sedemên diyardeya xwekuştinê hene, wek: Rewşa aborî ya aloz a herêmê ku fişarên derûnî li ser mirovan peyda dike, ew jî ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker ku aramî li herêmê nehiştiye; bi taybet li bajarê Kobanê, ev yekê jî bû sedema koçberî, pirsgirêk aloztir bibin û neguncavbûn peyda bibe, êdî ev bûn ku hin jin hizirîn ku jiyana xwe bi dawî bikin ku dema xwe li hember rewşeke aloz dîtin xwe kuştin, êdî tevî ku destkeftîyên jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê pirtir bûne û gelek maf û azadî bi dest xistine, lê fişara civakî gurtir dibe, ew jî ji ber kombûna pirsgirên civakî, wek (hejarî – berdan – şûkirina temenbiçûkan – jevketina malbatî).

ʺHiweydaʺ diyar kir ku nexweşîyên derûnî, weke (dilzarî, dilgiranî, bêhêvî û hwd ên ku berdekeke nerênî li hember xwe rû dide, ew jî hizra xwekuştin û bidawîkirina jiyanê encam didjn), ew jî pêwîst dike ku hevgirtin û hevkarî di nav hemû jinan de hebe û piştgirî û alîkarî di van rewşan de werin pêşkêşkirin, ew jî tevî amoj were kirin ku rêya rast ji bo çareya pirsgirêkê were bijartin.

Li gor şopandinê, ma dît ku ji destpêka vê salê rewşên xwekuştinê pirtir bûne ku piranîya wan li gundên Kobanê çêdibin û qurbanî ji jinên ku temenên wan di navbera (15 – 24) de bûn, jixwe ji bo naskirina sedeman; me peywendî bi kesên têkildar re kir, ʺCîhan Derwîşʺ hevseroka Desteya Jin a Kantona Feratê got: Sedema sereke ya vê diyardeyê hişmendîya civakê ye, wek kevneşopî, astengîyên li ser jin û şûkirina temenpiçûkan, jixwe wek hûn dibênin ku di dema dawî de herêma me bi êrîşên dewleta tirk a dagirker bandor bû jî, her wiha şerê taybet li ser civakê roleke xurt lîst ku li ser hişê kur û keçan ên temenbiçûk ên ku nizanin bê çi beramberî xwe di jiyanê de bibînin; bandor kir, êdî pirsgirêk gurtir bûn ku hişt rewşên xwekuştinê li Kobanê pirtir bibin, ew jî ji wan werê ku xwekuştin çareyek e.

ʺCîhanʺ amaje bi xebatên Desteya Jin li ser van rewşan kir ku alîyên ku li ser rewşên xwekuştinê û tûndîya li hember jin balkêş in, hene, wek Kongiyeya Star, Mala Parastina Jin û Desteya Jin, her wiha Komîteya Dengê Jin a ku van rewşan ji bo sedemên pirsgirêkên civakî yên ku sedemên xwekuştinê ne, dişopînin, ev deste van pirsgirêkan lêkolîn dikin û kar dikin ku bernameyên amojgarîyê saz bikin, ew jî bi rêya amadekirina gotarên li gor pêwîstî û êşên civakê ku li encûmen û komînên gund û bajaran werin dan.

ʺCîhanʺ diyar kir ku navendên piştgirîya derûnî; kesên dixwazin xwe bikujin, perwerde dike û rûniştinên amojgarîyê ji şêwirmendên derûnî amade dikin. Her wiha ʺDerwîşʺ serjimarîya Desteya Jin a van rewşan ji destpêka vê salê diyar kir ku rewşên xwekuştinê gihiştin (6) rewşan, lê rewşên hewildana xwekuştinê, gihişte 2 rewşan.

Şopînerê rewşên xwekuştinê (A) dibêje: Têlegerek ji nexweşxana Emel ji me re hat ku termeke kesekî li nexweşxaneyê ye, êdî em yekser çûn cihê navborî, dema em gihan me termê jinekê ku temenê wê nêzî 25 sala ye dît ku jiyana xwe ji dest dabû, êdî piştî venerîna wê ji hêla bijîşkê yasayî, diyar bû ku bi rêya werîs (xeniqandin) miriye ku nîşane li dora qirikê xuya bûn, êdî piştî lêpisîn bi hemû endamên malbatê re hatin kirin, diyar bû ku nakokîyên berê yên xwekuştîyê bi hevjînê wê re hebûn ku ev nakokî berî salekê ji ber rewşa aborî pirtir bûn, ew jî ji ber ku hevjînê wê li ser pêdivîyên malê xwemsar bû ku wam (deyîn) li ser wan kom bûn, êdî ji ber reftarên hevjînê wê bi rêya xeniqandinê xwe kuşt, piştre bi hevjînê wê re lêpirsîn çêbû, ji ber ku ew sedema serke bû ku hevjîna wî xwe kuşt, êdî hat şandin dadwerîyê.

Ev bûyer ji rêzexwekuştinên ku li bajarê Kobanê di vê salê de rû dan e, ew jî navên hin jinên ku xwe kuştine:

(Nalîn Hemo Bekê 23 sal, Kobanê – gundê Boban)

(Doza Mihemed Elî 23 sal, Kobanê – gundê Şikfta Rojava).

Bûyera dawî ya ku li ser malperên peywendîya civakî hate belavkirin, xwekuştina keçeke ji gundê Mişko ya gundewarê Kobanê bû, ew jî wek nivîskar û nûçegihan Zîlan Hemo tê pênasekirin ku di rewşên nezelal de miriye, jixwe malbatê sedemên xwekuştinê diyar nekir, êdî alîyên ewlekarîyê li ser vê rewşê lêpirsînek vekir.

Ahîn Mihemed şêwirmendeke civakî ya navenda piştgirîya derûnî ya Kobanê ye, li se sedemên xwekuştinê, wilo got: Hin pirsgirêkên civakî hene wek: xinixtîya hevjiyanî, alozîya rewşa aborî û neberpirsyarîya zilam ji malbata xwe re, êdî jin radihêje hemû bar û fişaran û ji hemû alîyan ve li ser kom dibin ku digihêje astekê ku nema ji tişkî re bersivê dide ta ku tenê xwekuştinê wek çareya dawî li pêşiya xwe dibîne.

Ahîn Osman li ser rola mala jinê li Kobanê axivî, got ku mala jinê bûyerên xwekujîyê dişopîne, herwiha behsa rola wê -mala jinê – di van bûyeran de kir, got ku ji bo şopandina bûyera hatî, pisporeke civakî bi wan re diçe, çi hewldana xwekuştinê be yan jî tundîya li ser jinê be ya jî hin pirsgirêkên civakî yên din be jî.

Li ser karê di navenda wan de Osman got: Em bi rêya komînan rûniştinên hişyarkirinê li dar dixin, lê ew kesên ku tê xwestin amade bibin tev li wan rûniştinan nabin; lewra bûyerên xwekuştinê zêde dibin.

Ji bo rêgirtina li pêş vê diyardeyê, alîyên ku me têkilî bi wan re kir komek çareserî pêşniyar kirin; jixwe Huweyda Mihemed amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e di navbera deste, sazî û rêxistinên sivîl de hemahengî û hevkarî hebe; ew jî bi rêya hinek amadekarîyên parastinê ji bo rêgirtina li pêş van bûyeran, mîna: rêgirtina li pêş bidestxistina alavên xwekuştinê yên mîna çekan û ji bilî wan, bihêzkirina têkilîyên malbatî, şopandina zarokan, bihêzkirina têkilî û hevtêgihiştina bi danûstandina berdewan li gel wan, bilindkirina asta têgihiştinê bi rêya perwerdeyên têgihiştinê li herêm û kampan, perwerdekirina li ser bingehên ku li ser hevrêzgirtinê ava dibe, çareserkirina pirsgirêkan bi alîkarîya kesê guncaw, û eger pêwîst bike seredana navendên pispor (derûnî û tendrustî).

Wek hewldanekê ji bo rêgirtina li pêş vê diyardeyê, Desteya Jinê bi hemahengî li gel navendên piştgirîya derûnî pêngaveke têgihiştinê dest pê kir, di wê pêngavê de rapirsî û broşor hatin belavkirin, û ji bo bilindkirina asta têgihiştinê jî seredana mal û komînan hete kirin.

Huweyda tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e nerazîbûna erênî hebe û ji bo ji çarçoveya fişarê derkeve pêwîst e jin çareserîyên berdêl bibînin, bêyî ku berê xwe bidin xwekuştinê. Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku bi awayekî ku pirsgirêkên wê di çarçoveya malbatê de veşartî nemînin pêwîst e piştgirîya jinê were kirin; ew jî ji bo ku rê li pêş wê newe girtin û wek bijardeyeke dawîn berê xwe nede xwekuştin.

Li gor tişta di vê raporê de hatî belgekirin û nîşandan, diyar dibe ku diyardeya xwekuştina jinan li Kobanê ne bûyerên tekane ne yan jî kêlîyên lawazbûnê ne, lê belê ew diyarde wek encameke tekez ya rêzekobûnên derûnî, civakî û aborî ne, yên ku nehatine çareserkirin. Herwiha diyar bû ku di van civakan de jin rastî astengîyên duqat tên, ku ji tundîya malbatî dest pê dike û bi tunebûna toreyên piştgirî û çavdîrîyê bi dawî dibe; di navbera van û wan de hestên lawazî, bêhêvî û dûrketina ji jiyanê derdikevin pêş û bi hêz dibin.

Ji ber ku xwekuştin encama civakeke aloz e ku dikare were guhertin, û ne qedereke bêçare ye; lewra berpirsî dikeve ser milê her kesî ku ji bo peydakirina piştgirîya derûnî, civakî û aborî ji bo jinan bi awayekî hevbeş kar bikin, û çanda danûstandin û hevtêgihiştinê li şûna tundî û paşguhkirinê bi hêz bikin.

Jixwe parastina jinan ne xweşîyeke civakî ye, lê belê pêwîstîyeke exlaqî û civakî ye, ew bi xwe jî gava yekem ji bo avakirina civakeke saxlem û hevgirtî ye. Lewra; em tekezîyê li ser pêwîstîya hewldanên têgihiştin, peydakirina pêşdarîya derûnî û tekezkirina pêşxistina rêbazên ku jiyaneke bi rûmet û bi ewlehî ji bo jinan biafirînin, dikin; ew jî berî ku jin neçar bibe wê biryara xemgîn hilbijêre ku dawîyê li jiyana xwe bîne, ji bo ku di şerê xwe ji bo jiyanê de dengê jinê bilind bimîne, da ku bi têgihiştin, berpirsiyartî û karê hevbeş sînorên bêdengî û bêhêvîtîyê werin şkandin.

زر الذهاب إلى الأعلى