Dosya

Li Tirkîyê Şerê Desthilatdarîyê an Jî Lêdana Erdogan

Ahmed Pelda

Bûyera ku bi girtina Serokê bajarê mezin yê Istenbolê Ekrem Îmamoglo û gelek şaredar û rayedarên navçeyan pêk hat, lêdaneke sîyasî ye. Her çiqasî hêzên sîyasî yen desthilatdarîyê vê wek bûyereke hiqûqî nîşan bidin jî, di rastîya xwe de lêdaneke bi destê hiquqê hatiye pilankirî tê meşandin. Erdogan ji bo serwerîya  xwe bênavber bimeşîne, metirsîyên li dij xwe ji holê rake û heya bigre derfetên dîktatorîyê bixe destê xwe, êrîşî dijberên xwe dike. Vê jî bi rîya dozvekirina der barê dijberên xwe re dimeşîne û hêza polîsan ya zordarîyê bi kar tîne. Ev navgîn berê jî li hember komên leşkerî yên wek balyoz, ergenekon û koma Gulen bi kar anî. Her wiha  bi behaneya doza KCK, heman navgîna hiqûq û polîsan li hember sîyasetmedarên Kurd jî hat bikaranîn.

Mekanîzma û Cûreyê lêdanan

Lewma divê mekanîzmeya lêdanan ku bi awayekî rêkûpêk birêz Ocalan anîbû ziman, ji nêz ve bê analîzkirin.

Belê li Tirkîyê mekanîzmaya lêdanan dixebite. Hema hema her 10 salan carê lêdanên leşkerî, zagonî an jî sîxurî çêdibin:

– Leşker an rasterast dest didin li ser pergalê, an hişyarîyê didin ferwerî û rêveberîyê ku êdî nikarin karûbarê xwe bimeşînîn û dev ji erk û xebatê ber didin.

– Carînan jî ferwerî bi rîya  hiquqê li hember dijberên xwe astengîyan çêdikin. Sazîyên medenî, Partîyên sîyasî û sazgehên cîvakî bi rîya  zagonê li ser daxwaza dozgeran bi êrîş û zordestîya polîsan re rû bi rû dimînîn. Di encamê de sazî tên desteserkirin, rêveber, endam, serwerên wan tên girtin.

– Ji bilî vê hêzên saloxgerî, leşkerî, bîrokratî û mafyayî jî bi awayekî veşarî êrişî hev dikin, reşkujîyan (suîqest) pêk tînîn. Bûyerên tehdît û kuştinan çêdibin. Her çiqasî bûyer ji hêla zagonî ve wek bûyereke krîmînal a ku di navbera kesan de pêk hatiye bê destnîşan kirî jî, di pişt perteyê de sîyaseta Tirkîyê tê dîzaynkirin.

Di encama hemû lêdanan de gelek caran hêza sermayedaran jî vediguhere. Ji hêlekê ve mal û mewdanên hinekan tên desteserkirin, ji hêlekê ve hinek zengîn dibin. Ev Bûyer di nav cîvakê de sermaye û saman dest diguherîne wek bûyereke derveyî sîyasetê tê xuyanê, lêbelê ji nîvê mijara sîyasetê ye bandora wê li Tirkîyê zêde çêdibe, ji be ku hêzên ku piştî lêdanê derdikevin meydanê, sîyasetê jî ji nû ve dîzayn dikin. Rayedar û berpirsîyaran destnîşan dikin. Ew jî bi rîya  partî û hilbijartinan di qadê de dest xebatan dikin.

Lêdanên sereke li Tirkîyê

Heyanî dawîya şerê cîhanê yê dûyem, Mistefa Kemal û Îsmet Înonu pergala dîktatorî avakirin û dewlet bi vî awayî rêve birin. Her dûyan jî li hember Kurdan êriş û qirên mezin pêk anîn. Di hilbijartina yekem a gelemperî de, gel ew desterêkirin û desthilatdarî ji wan girt. Lê ferwerîa Menderes jî ne cûda  bû. Jixwe Tirkî bû endama Nato û pergala lêdanan jî bi destê CIA û Pentagon hate rêxistin. Van hêzên kontrgerîlla çêkirin û bi rîya pergala taybet dewlet rêvebirin. Lêdana 27 Gulanê, bîrnameya 12 Adarê, gelek caran ragihandina rewşa awarte nimûneyên sereke ne.

Lê lêdana 12 îlonê ya bi destê Kenan Evren û leşkeran pêk hat, binesazîya Tirkîyê ji binî ve guherand. Bi taybetî li hember Kurdan şerên giran pêk hatin. Pergala OHAL, anku herêma awarte, avakirina ya jendermeyan -Jîtem li Kurdistanê û çêkirina komên tîmên taybet, hemû aborî û sîyaseta aborî jî kir leşker.

Piştî lêdana 12 Îlonê ya 1980, kuştina Ozal û desteserkirina rêveberîya hêzên şerê taybet ku bi destê Çîller-Axar û Gureş pêk hatê çêbû jî, ldaneke din bû. Ji 4 hezarî zêdetir gundên Kurdan hatin şewitandin û valakirin, ji 17 hezarî zêdetir Kurd wek kirar windakirin û kuştin. Gelê Kurd hate sirgunkirin, kuştin û qetilkirin.

Vê wextê hêzên mafyayî yên nijadperest jî hatin xurtkirin. Van jî gel, karsaz, sîyasetmedar bi rîya  gexwarin û zordestîyê bi bacê girêdan, gef li wan xwarin. Dîsa bi hevkarîya  leşker û sîyesatmedaran bazirganîya çekan, hişbir kirin. Sermaye û samanên wan zêde bûn. Niha wek karsaz fişaran diavêjin.

28 Sîbata 1997 de li hember Erbakan hişyariyeke weke lêldanê pêk hat û neçar ma ku dev ji sîyasetê berde. Erbakan cara yekem bûbû serokwezîr. Ji Rêber Ocalan re jî name şandibû û dixwest ku rêyên aştîyane biceribîne. Lêbelê ji sîyasetê hate durxistin, partîya wî jî hat parçekirin ku Erdogan û hevalbendê wî Erbakan dev jê berdan.

Qasî 5 salan şûn ve, Rêveberîya  Ecewît bi lêdanekê re rû bi rû ma. Dihate payîn ku piştî komploya li hember Ocalan, divê dewleta Tirkîyê jî hin gavên demokratî biavîtana ku pirsgireka Kûrd bê çareserkirin. Lê Ecewît giran ma, Kemalîst û leşkerên dijber jî giranî dan û pêvajo ji binî ve xitimandin. Bi rîya Serokkomar xebatên wî hatin asêkirin, qeyrana aborî ya mezin pêk hat û neçar ma dest ji kar vekşîne.

Lêdan û şerên desthilatdarîyê di Dema Erdogan de

Bi her awayî rîya Erdogan hate vekirin. Bi destekarîya Emerîka û Yekitîya Ewrûpayê, Erdogan hêza xwe komî ser hev kir. Li hember leşkeran û bîrokratên Kemalîst di sala 2007- 2008 de, dest bi pêngavan kir. Ergenekon û Balyoz lêdanên herî navdar in. Eşkere bû ku wan jî pilankirye ku Erdogan bi rîya lêdanê ji desthilatdarîyê dûr bixin. Di van şerê wan ya desthilatdarîyê de, gelek leşker, bîrokrat û polîs jî bi navê qezaya tirafîkê, xwekuştinê û reşkujîyê hatin kuştin. Vê demê Erdogan û Gulen hevkarê hev bûn û bê navber pênkav pêk hanîn. Gelek kes girtin û bi salan doz li hember wan meşandin. Lê li milekî din jî bi hev re gotûbêj kirin, ew jî piştî ku serdesdîya Erdogan pejirandin û Erdogan jî şert û mercên wan qebûl kirin.

Vê carê jî bi alîkarîya wan Erdogan dest bi lêdaneke din kir. Anku Erdogan bi alikarîya  Ergenekoncîyên Kemalîst, him êrîşî Kurdan kir û bi taybetî li bajaran komkujî pêk anî. Piştre jî qayim danî li ser şaredarîyan.

Piştre jî berê xwe da koma Gulen, daku di navbera wan de şerê serwerî û desthilatdarîyê gur bibe. Erdogan li hember Gulen ne tenê bû, li gel Ergenekoncîyên, Kemalîst destekarîya  partîya MHP û nijadperestan jî girt. Êdî hêsan bû ku li hember hevalbendê xwe yê berê koma Fetullah re şer bike. Lê Komê jî bêdeng nema. Wan jî pilan dikir ku Erdogan ji kar dûr bixin û bibin hikumdarê pergalê.

Her du hêzan şerê xwe gur kirin û lêdanên mezin li hember hev çêkirin. Erdogan ser ket û zîyanên mezin da wan. Piştî vê destê xwe sivik kir û êrîşî Hêzên Kurdan yên berxwedêr jî kir. Dagirkerîya  Efrîn, Serêkanî û Girêsipî nimûneyên eşkere ne. Li vir nema bi taybetî li Başurê Kurdistanê, herêma parastinê ya Medyayê êrîşî Tevgera Azadîyê kir.

Aborîya  Şer û Qeyrana cîvakî

Dewleta Tirk di bin serwerîya  Erdogan de, bi her awayî leşkertî bû. Êdî hemû pilan û pirojeyên dewletê yên aborî, sîyasî û cîvakî li gor pêwîstîya şer hatin sazkirin. Ji bilî sazûmanîya leşkerîya  Tirkîyê, hêzên nîvleşker, çeteyên girêdayî xwe li Surî, Iraq û deverên cîhanê jî ava kir. Her wiha hevkarîya  saloxgerîyê, leşkerî, aborî bi rêxistinên wek Daiş û HTŞ re meşand. Bi taybetî çeteyên girêdayî xwe ji bilî Kurdan, şand gelek deverên cîhanê yên din û şer derxistin. Di şerê Azerbaycan û Ermenîstanê de, li Lîbyayê, li Sûdanê û gelek deveran, an rasterast an jî bi pişt perdê ve beşdarî şer bûn.

Lê nayê wê wateyê ku Erdogan û hêzên girêdayî wî di her qadê de serketin. Bi taybetî berxwedana li Rojava ya cîvakî, sîyasî û leşkerî, berxwedana li Başûr ya bi pêşengîya Tevgera Azadî zîyanên giran dane dewleta Tirkîyê. Berî her tiştî vîna hêzên berxwedêr neşikest. Pêvajoya şer dirêj bû. Hevpeymanên leşkerî, cîvakî, sîyasî û aborî bi Kurdan re çêbûn. Berevajî vê, barê aborî ya Tirkîyê girantir bû, ew jî ji ber ji hêza xwe ya aborî zêdetir gav avîtin. Peydakirina lojîstîka xwarinê, destxistina çekan, mehaneya leşker û çeteyan ji hêla xerçkirina aborî ve zêde bû. Aborîya  giştî ya welêt nikarîbû vî barê giran ragire. Ji her hêlê ve jî xitimî û kete nav qeyraneke kûr û bênavber. Dewsa destekarî û handana pîşesazî, cotkarî, bazirganî û xizmetguzarî, para butçeyê ya mezin ji bo hêzên şer û hewcedarîyên wan hate terxankirin.

Gel di bin serwerîya  Erdogan de ji qeyranên cîhêreng re rû bi rû ma. Niha ji ber neçarî û xizanîyê di nav rewşeke xeter a kûr da ye. Êdî xebata kesekî ji bo debara malbatekî têrê nake. Bi taybet mehaneya karker û karkenaran kêm bû. Her wiha hejmara bêkar, betal û ewareyan jî zêde dibe. Cîvat her diçe li hember rêveberîya  Erdogan nerazîbûna xwe eşkere dike. Lê belê ji ber zordestî û pergala dîktatorî, nikarin rasterast serî hildin. Jixwe ev çanda gelê Tirkîyê jî lawaz û qels e. Lêbelê di hilbijartinan de bertekên gel rengê xwe dide der. Beramberî hemû êrîş, astengî û xapandinan, cîvata Kurd, parlamenter û şaredarîyên xwe hildijibart. Dîsa cîvata demokrat, kemalîst û çepgir jî destekarî dan birbijarên CHP. Li vir ne giring bû ku CHP qezenc bike, armanca cîvakê ew bû ku hilbijartinan ji Erdogan bidin windakirin. Lê Erdogan bi sîyaseta xwe ya dekûdolaban, hêz û partîyên rikberîyê berî hev dan. Nakokî û nebaşîyên di navbera wan de gur dikir, êdî ji ber perçebûnê rikberîyê nikaribû serkeve.

Lawazî û bêhelwestbûna rikberîyê

Bihaneyeke girîng jî, nêzîktîya sîyaset û cîvata Tirkîyê ya li hember Kurdan e. Nijadperestî û dijberîya  Kurdan bûye pergaleke bingehîn. Hemû partî û partîya Erdogan li hember Kurdan hest û sîyaseta nijadperestîyê gur dikin. Lewma kes nikare bi eşkereyî bi kurdan re lihevkirin û hevpeyman çêke. Lêbelê bêyî Kurdan jî, tu hêz nikare ser bikeve û bibe serwer.

Mixabin rikberîya Tirkîyê, nediwêre bi Kurdan re tev bigere, ne dikare ji bo pirs û tengasîyên mezin yên Tirkîyê biryarên bingehîn bide. Her wiha  baş tê zanîn ku xîret û jîrekîya rikberîyê jî nîn e. Di kar û xebatên xwe de lawaz û tiral in. Di encama vê de, liv û tegereke wêrek û xwedî helwest li meydanan nayê xuyan.

Ev hêz dixwazin ji bo berjewendîyên xwebi kurdan re têkildar bibin û tenê sûdê bi dest bixin. Bi vê mebestê li pişt perdê û veşartî, hin danûstendin pêk anîn. Helbet encamên vê jî ne li gor daxwazî û hewcedarîyan bû. Lewma ne bi temamî rikberî digîhîşte armanca xwe, ne jî rikberîya kurd û demokratan digihîşet armancê.

Rikberîya kurdan ji bo Tirkîyê, xwedan piroje û perspektîfên bingehîn e. Lê ev piroje û pêşnîyar bi êrişên çaralî re rû bi rû dimînin.

Wek pilan armanc dike ku bi rîya  lihevkirin û hevpeymanîyan, rîya  sîyaseta Tirkîyê ber bi demokrasîyê ve çerx bike. Di demajoya hilbijartina serokomarîyê an jî şaredarîyê de, hevkarîyên jîr û serwext pêk anî. Bi awayekî jî enîya kurdî bi ser ket. Lê ne CHP û hevpeymanên partîyên Tirk, ne jî hêza serwer, nêzikatîya kurdan spas kirin.

Beramberî hemû kêmasîyan, pirojeya bi navê ʺhevpeymanîya li bajranʺ ku li Stenbol û bajarên rojavayê Tirkîyê pêk hatin, encamên hêja yên serkeftî bi dest xistin. Vê jî cara yekem Tirs bi Erdogan re mezin kir, ji ber ku cara yekem di hilbijartinan de binket. Wekî nimûnenaya Wanê ku desteserîya zordest ya li Wanê jî bi berxwedana gel hêza wî bi bin xist.

Hewildana Erdogan Ya Nû û Lêdana Li Hember Rikberîyê

Erdogan dewsa ku li xwe vegere û sîyaseta xwe sererast bike anku bi pirsgirekên gel yên aborî, cîvakî û sîyasî re çareserîyan peyda bike, kîn û dijminatîya xwe gur kir û giranî da êrişên li hember partî û sîyasetên dijber.

Pêşî êrîşî kurdan kir, li ser gelek bajaran qeyyim da rûniştandin, beramberî berxwedan û bertekan êrişî vînan kir û dîsa li dij pirojeya ʺhevpeymanîya li bajaranʺ, dest êrişi kir. Di destpêkê de şaredarîya Esenler ya navçeya Stenbolê kir armanc û desteser kir, rikberîya sîyasî û CHP li hember vê êrişê bertekên ber bi çav nîşan nedan, li gor wan ew kurd in û tiştek nake. Lê hêdî hêdî kembera dora navtenga wan hate şidandin û şaredarê Stenbolê û gelek şaredarên navçeyan tevî karmendên xwe hatin girtin.

Berhewakirina Serîhildana gel

Bertekên gel li hember kiryarên Erdogan, gelekî mezin bû, derdê wan ne tenê lêdana li hember bûyera Şaredarê Stenbolê bû û derfeta nîşandana dijberîya  Erdogan çêbûbû, êdî zarok û dayîk û bav anku hemû malbat, ciwan, kal û pîr her kes derket meydanan. Rêveberîya  Erdogan şermezar kirin. Heke rîya wan vekiribûya, derfet hebûn ku wek bihara Ereban serhildanên girseyî pêk bên.

Lêbelê kodên CHP yên dîrokî û nijadî derketin holê. CHP xwe xwedîyê dewletê dibîne, destûr nade ku dewlet veguhere. Her wiha sîyaseta Erdogan ya şer jî bi mebesta yekitîya welêt diparêzin. Lewma sîyasetmedarên nijadperest yên wek Mansûr Yavaş, Muharrem Înc,e derxistin li ser dîkê ku pesindayîna nijadperestîya Tirkan kirin. Di encama vê de, cîvata kurd dil nekir ku bi van re bimeşe. Ev bû sedem ku rikberîya cîvakî perçe be. Dîsa serokê CHP û hevalbendên wî dewsa pergala Erdogan ji bînî ve rexne bikin û bangewazîya çareserîya pirsgirekên bingehîn yên sîyasî aborî û cîvakî bikin, berevajî tevgerîyan û hêza gel bi pirsgirekên rojane re vala derxistin.

Gelên li Tirkîyê êdî bi destê Erdogan tên hincirandin û pelçiqandin, bi destê CHP tên tevizandin û bêdengkirin.

Zîyana Aborî ya Lêdana Erdogan

Girtina Ekrem Îmamoglo û şaredarên navçeyan ji hêla aborî ve, zîyanên mezin dan û wilo tê xuyakirin ku wê hê jî zîyanê bide, êdî ji ber ku giringîya Stenbolê wekî navenda aborî, fînansî û bazirganî him li nav welêt him jî di asta navneteweyî de bi bandor e.

Wek nimûne:

  • Jixwe perê Tirkîyê her diçe li hember pereyên cîhanê, lawaz dibe û dihele. Piştî vê lez pê hat, nirxê pereyê Tirkîyê xerabtir bû, dolarek bi 40 hezar lîreya Tirkîyê derbastir bû. Anku piştî girtinê, lîreya Tirkî li hember dolar û ewroyê, ket asta herî nizm a dîrokî.
  • Borsayê jî di heman demê de hevtêkilî nîşan da, bi taybet karsazên derveyî welêt, bi lezgînî ji bazarê vekişîyan, sedema vê yekê jî bêbawerîya rêveberîya Erdogan e. Lewma gelek sazîyên fînansî yên navneteweyî û bazirganan, dest bi firotina lîreyê kirin û parên xwe yên borsayê jî firotin. Borsaya Stenbolê (BIST 100) di nav çend rojan de, %15-20 daket ku ev yek ji bo aborîya welêt gaveke cidî ya paşveketinê bû.
  • Stenbol bi xwe %40 hilberîna navxweyî ya giştî (GDP) a Tirkîyê dinimîne. Girtina Îmam oglo bû sebeb ku gelek sermayedar karûbarên xwe bidin sekinandin. Bi taybet sermayedarên biyanî ketin nav hizran, yên nîyetkiribûn hizra xwe guherandin û vekişîyan û yên xwedî kar jî ji ber metirsî û bêaramîya aborî karê xwe dan sekinandin. Bi taybet ên di beşên teknolocî, avahîsazî û wizeyê de, pirojeyên xwe rawestandin an jî kêm kirin. Raporên aborî destnîşan dikin ku di çend heftîyên piştî girtinê de, ketina sermayeya biyanî bi rêjeyeke berbiçav kêm bû û ê yekê fişar li ser yedeka pereyên biyanî; anku mêjera pereyên biyanî yên Banka Navendî ya Tirkîyê zêde kir.
  • Beşa geştyarîyê jî zîyan dît, jixwe Stenbol yek ji navendên herî girîng ên geştyarîyê yên cîhanê ye, girtina şaredarê vî bajarî, şermezarkirinên li pey wê, êrişên polîsan bi taybet li herêmên wekî Taksîm û Beşîktaşê ku wargeha geştyarîyê ye, ewlehî xiste nav metirsîyê. Êdî Tirkiye û Stenbol wek warê alozîyan tê dîtin. Lewma gelek cîgirtina otêlan di meha Adar û Nîsanê de bi rêjeya % 30-40 kêm bûn, vê yekê bandoreke rasterast li ser dahata geştyarîyê kir û zîyaneke mezin da aborî.
  • Wek tê zanîn, CHP biryara boykotkirina hin kargehên nêzî AKPê ragihand, gelê şermezar dikin van boykot dikin. Ji bilî vê danûstendinên rojane û pilansazîya karbidestan jî ser û bin bû. Sîyaseta şêlû metirsîyan dide. Karbidest û karsazên piçûk, bi taybet yên li navendên bajaran, ji ber girtina dikanan û kêmkirina kiryaran ziyanên mezin dîtin. Her wiha zêdebûna lêçûnên ewlehîyê û karanîna hêzên polîs û leşkerî ji bo tepisandina şermezarkeran, budceya dewletê jî di rewşeke tirsnak de hişt.
  • Wek tê zanîn berî girtina Îmam oglo, aborîya Tirkîyê jixwe di kirîzê de bû. Rêjeya werimînê di destpêka 2025 de li dora % 70-80 bû. Mêjera aware, bêkarî û deynên bilind ya takekesan jî zêde bûbû. Piştî rêveberî û ferwerîyê berê xwe dan bûyerên Stenbolê, lêgerîna çareserîya derdê van pirsgirekan jî hat tunekirin. Her wiha wezareta aborî bi kedeke mezin hin têkilîyên navneteweyî dabûn rûniştandin û pere deyn dikir. Ev pergal jî serûbin bû. Niha divê her tişt ji nû ve bê pilankirin ku ne hêsa ye.

Ji bilî pirsgirekên aborî û civakê, Tirkiye li Surî û Iraqê jî hêzên xwe yên leşkerî zêde dike. Dixwaze hin baregehên nû ava bike. Erdogan gihîştîye wê bawerîyê ku pirsgirekên navxweyî nikare bi rêya  aramî û xebatên civakî û aborî çareser bike, lewma dixwaze şer li gelek deveran gur bike. Civatê jî li ber bayê şer û nijadperestîyê li dora xwe kom dike, ew li bendê ye ku şerê derveyî welêt û alozîyên navxweyî bike sebeb ku rewşa awarte ragihîne. Hêzên leşkerî, asayîşî û yên nîvleşkerî di nav bajaran de bicîh bike. Zordarîyê li ser rikberîyê xurt bike û pergala hilbijartinan jî ji holê rake. Heke ji vê hêlê ve encamekî dest bixe, wê li gor rewşa nû bi hêzên navneteweyî re danûstandinên stratîcî, leşkerî û aborî saz bike.

Lê ev ne hêsa ye. Her gav pilan bi ser nakevin. Li gelek deverên cîhanê zordarî bi ser neketiye. Serîhildanên gelan carekê dest pê bike, her diçe gur dibe. Her çiqasî CHP û partîyên rikberîyê van bidin sekinandin jî, kela gel rabûye ku natemire, wê rêya xwe bibîne û bertekên xwe, şermezarîyên xwe berdewamke.

زر الذهاب إلى الأعلى