ANALÎZ

Tevgerên Leşkerî Li Sûrîyê û Bicihbûna Emerîkî Ya Leşkerî Ya Nû

Ebas Şêxmûs

Ebas Şêxmûs

Piştî ketina rêjîmê, hêzên leşkerî yên xwecihî û biyanî hê li qada Sûrîyê ne û her yek ji wan xwedî armanc û piroje ye. Tevî ku guhertinên siyasî û leşkerî çêbûn û wan gelek guhertin di rewşa siyasî û leşkerî de yên ku di dema rêjîma rûxayî de berbelav bûn, pêk anîn jî, lê hêza ku hê Sûrî ji alîyê siyasî û leşkerî ve desteser kirîye, Emerîka ye. Hin dewletên herêmî û navneteweyî, tevgerên Emerîkî li Sûrîyê dişopînin (ji ber ku Emerîka ew hêz e ku li hember çavberdanên wan radiweste) da ku rojevên xwe li herêmên Rêveberîyê bi taybet û tevahî Sûrîyê bi giştî pêk bînin. Dema ku ev hêz dibihîzin ku Emerîka tevgerên leşkerî dike; her wek guhertina cihên xwe yan kêmkirina hêzên xwe û yan jî xwevekişîna ji hin herêman, yekser daxuyanîyên dijberî herêmê didin û gefan dixwin ku ew ê destwerdana leşkerî bikin; ev tev bi bihaneya parastina ewlekarîya xwe ya neteweyî li hember her kesê dixwaze destwerdanê di yekîtîya xaka Sûrîyê de bike yan jî pergala navendî biguhere. Ji bo ku ev alî destwerdana xwe rewa bikin, dibêjin ku ew amade ne ku alîkarîyê bi rêjîma sûrî re bi awayekî demkî ji alîyê leşkerî ve bikin da ku li hember van gefan rawestin.

Piştî têkbirina Daişê û bidawîbûna rola îranî li Sûrîyê û ketina rêjîma Esed, gelo ev yek sedemek e ku Emerîka ji alîyê leşkerî ve xwe ji Sûrîyê vekişîne yan jî ev tevgerên wê yên dawî tevgerine tektîkî ne ku bi rewşa nû ya Sûrî û herêmê re hemaheng in yan jî sedemine stratîcî ji bo van tevgeran hene?

Emerîka ji alîyê rewabûna hebûna wê ya leşkerî li Sûrîyê ve, tu kêşeyeke wê li Sûrîyê tune ye da ku hêzên xwe ji Sûrîyê vekişîne (wek ku hin dewletên herêmî û navneteweyî li bendê ne). Madem Hevpeymana Navneteweyî girêdayî wê ye û di bin serwerîya wê de dixebite, ev yek mîna erêkirineke navneteweyî ye da ku hebûna leşkerî ya Emerîkî li Sûrîyê bidome. Lê pêşeroja hebûna leşkerî ya Emerîkî bi awayekî giştî ne zelal e û mirov dikare vê yekê bi çenda karîgerên hundir û derve ve girê bide; her wek pêşketinên leşkerî û siyasî li Sûrîyê piştî ketina rêjîma Esed a rûxayî, helwestên herêmî û navneteweyî û mebestên wan di Sûrîyê de û tiştên girîng û stratîcî ên Emerîkî li Sûrîyê û herêmê.

Piştî ketina rêjîma Esed û sazkirina artêşa sûrî ya nû ku di hundirê xwe de gelek şervanên biyanî dihewîne (ew ji hêla rêjîma nû ve hatin welatîkirin) û gelek hêzên xwecihî tev li vê artêşê nebûn (ew jî ji ber gelek sedemên girêdayî rojevên herêmî yan jî girêdayî avahîsazîya artêşa sûrî ya nû û rola wê di pirsgirêka şêweyê desthilatê li Sûrîyê), êdî nexşeya leşkerî li Sûrîyê aloz bûye.

Pergala sûrî ya nû

Piştî ketina rêjîma Esed û desteserkirina desthilatê ji hêla HTŞ ve, desthilateke veguhêz bi serwerîya Ehmed Elşeri hat damezirandin, lê Emerîka bi rêya şandeya xwe ya mayînde li NY, şandeya sûrî li Newyorkê agahdar kir (bi rêya peyameke fermî) ku rewşa xwe ya zagonî ji şandeyeke domdar a dewleteke endama NY biguhere û bike şandeyeke ku desthilateke ji hêla Waşintonê ve danpênedayî dinimîne. Ev biyar pêşketineke siyasî û diplomasî ya pir girîng e, çimkî ew helwesta herî dijwar li hember desthilata sûrî ya demkî ye. Lê wê hin kesayet di desthilata sûrî ya demkî de ji vê biryarê başqekirin ku ew Sûrîyê di hin civînên navneteweyî de binimînin. Her wiha Israîl jî heya niha danpêdan bi vê desthilatê nekirîye û wê wek sawkarî dibîne. Ji alîyekî din ve şerê vê desthilatê yê li dijî pêkhateyên gelê sûrî û girtina rê li pêşberî wan da ku nûnertîya xwe di desthilata nû ya sûrî de bikin û yan jî beşdarî avakirina pêşeroja Sûrîyê bibin (tevî bangên navneteweyî yên ku doza parastina wan û mafên wan dikin), dihêle Sûrî ne hedar be û ber bi nepenîyê ve biçe.

 Dibe ku desthilata nû tu metirsîyê li ser Emerîka û Israîlê pêk neyîne, lê hebûna endamine tundrew yên nesûrî  di cihên leşkerî yên girîng de û islama radîkal ya ku li Sûrîyê zemîneke baş ji bo xwe dît û derketina hin xwepêşandanan (her çi qasî hindik û biçûk bin jî) ku doza cîhadê dikin, ev tev nîşaneyên zêdebûna hizra islamî yê radîkal in, ev jî mîna karîgereke gefxwarinê li hember Emerîka û Israîl pêk tîne.

Ev jî tê wê wateyê ku hin piroje yên leşkerî yên nû dê hebin ku li gor rewşa siyasî û leşkerî ya sûrî bin, nemaze hêzên leşkerî yên xwecihî û derve.

Hêzên leşkerî yên xwecihî:

Artêşa sûrî ya nû ku ji hêla desthilata sûrî ya nû ve hat damezirandin. Ew dixwaze desteserîya xwe li ser tevahîya xaka Sûrîyê bisepîne. Endamên biyanî yên ku nasnameyên sûrî ji bo wan ji hêla rêjîma nû ve hatine dan, di nav vê artêşê de hene. Jixwe buhaneya dana nasnameyê ji bo wan û bicihkirina wan di nav artêşa sûrî de ew e ku wan şerê rêjîma rûxayî kirîye. Hin komên di bin sîwana wê de bi pêkanîna komkujîyan li ser pêkhateya elewî li Beravê, tewanbarkirî ne. Ev jî çend pirsan der barê qasîya niştimanperwerîya vê artêşê de derdixe pêş û dihêle tirs li ba Emerîka û Israîlê çêbe. Her wiha ev artêş tu sazîne din ên leşkerî (her çiqaî ew sazî bixwazin tev li artêşa sûrî ya nû bibin lê li gor nerîneke nû ya der barê avahîsazîya artêşa sûrî de) ji derveyî vîna xwe naxwaze.

Ji bo “Artêşa Niştimanî ya Sûrî“ (çeteyên Tirkîyê), piranîya komên wê naxwazin tevlî artêşa sûrî ya nû bibin; ew jî ji ber hin sedeman, dibe ku girêdayî belavkirina behran be. Beşek ji wan tevlî artêşa sûrî ya nû bûn, lê tev li gor rojevên tirkî tev digerin. Ew mîna destê tirkî yên leşkerî ne ku hemû pilanên wê li Sûrîyê pêk tînin; çi li bakurê Sûrîyê yê dagirkirî be çi jî şerê li dijî HSD be û çi jî di hundirê artêşa sûrî ya nû de be.

جيش سوريا الحرة والذي تم تشكيله من قبل التحالف الدولي في منطقة التنف والذي بات يتمدد في البادية السورية وصولاً إلى الضمير في شمال شرق دمشق لنشر الأمن والنظام سواء في تدمر والضمير بعد سقوط النظام البائد.

Artêşa Sûrîya Azad ku di herêma Tenefê de ji hêla Hepeymana Navneteweyî hate çêkirin ku di çaolistana sûrî belav dibe ta Dimêrê li bakurê rojhilatê Şamê, ew jî ji bo piştî ketina rêjîma rûxyayî ewlehî û rêkûpêkkirinê li Tedmur û Dimêrê, bisepîne.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD): Mezintirîn hêza leşkerî li Sûrîyê ye û ya herî birêxistin û cihê bawerîyê di şerê sawkariyê de û hevkara Hevpeymana Navneteweyî li dijî Daişê ye û ew hêza leşkerî ya li herêmên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ye. Ew xwedî nerîneke leşkerî ye ku li gor rewşa sûrî ya heyî re (avakirina avahîsazîyeke nû ji bo artêşa sûrî). Vê yekê ew kirîye dijmina Tirkîyê ya ku naxwaze tu guhertin di şêweyê artêşa sûrî ya nû de çêbe.

Her wiha hin komên leşkerî yên nû jî hene, her wek ʺMeclisa Siwêda ya Leşkerî û Tevgera Mêrên Rûmetêʺ ku li Siwêdayê tên sazkirin, lê ew li ser şêweyê pergala li Sûrîyê yan jî erkên wê wek hêzeke nêzserbixwe yan jî di bin sîwana artêşa sûrî ya nû de, ne xwedî nerîneke zelal in.

Tevî ku pêngavên leşkerî di navbera HSD û çeteyên Tirkîyê de li Bendava Rojava (Tişrîn) bi taybet û li Sûrîyê bi giştî hema hema rawestîyane, lê madem ew kom ne xwedî nerîneke niştimanî ya yekbûyî ji bo bidawîkirina alozîya sûrî û avakirina Sûrîyeke nû ne û hê li gor berjewendîyên derve dixebitin, dibe ku nakokî û şerekî hundirîn dest pê bikin.

Hebûna leşkerî ya biyanî li Sûrîyê:

Hin hêzên derve yên bibandor li Sûrîyê hene (hêzên rûsî, hêzên tirkî û hêzên Emerîkî li gel hêzên Hevpeymanê), jicwe ketina rêjîma Esed bandor li hevsengîya hêzê kir, piştî ku hêzên rûsî herêm desteser kiribû, niha ew tenê di çarçoveya baregehên xwe yên leşkerî de (Himêmîm, Tertûs û balafirxaneya Qamişlo) sînordar maye.

Tevgerên leşkerî li Sûrîyê li gor stratîcîya her dewletekê û li gor guhertinên siyasî û leşkerî yên ku li Sûrîyê bi taybet û li Rojhilatê Navîn bi giştî çêdibin, pêk tên.

Hêzên rûsî bi roleke mezin di hiştina rêjîma Esed de lîst û ew lîstikvanekî sereke di aozîya sûrî de bû, lê piştî ketina Esed tevgera rûsî li Sûrîyê kêm bû û tenê di baregehên xwe yên leşkerî de sînordar ma; ew jî ji ber ku kar nema bi rêkeftinên di navbera wê û rêjîma Esed de ji hêla desthilata nû ya li Şamê tê kirin. Lê tevî wê jî Rûsiya hewil dide ku cihê xwe li Sûrîyê vegerîne, loma rewşa herêma Beravê bi kar tîne; ew jî bi rêya zêdekirina tevgera xwe û xwebelavkirina li wê deverê, her wiha levkirinên leşkerî yên veşartî di navbera wê û Emerîkayê de jî li ser Beravê hene.

Ji bo Tirkî ku hevalbenda Emerîkayê ye, metirsîya wê ji ya Îran û piroje ya wê ya şîî li Sûrîyê, ne kêmtir e, lê belê ew ji hin alîyan de jê zêdetir e, çimkî ew xwedî pirojeyeke osamî ya xwedî kirasekî ixwanî ye û pilanên wê yên dijminane li hember pêkhateyên sûrî û herêmên Rêveberîya Xweser û HSD hene.  Tevî ku pirojeya wê ya ixwanî li bakurê Sûrîyê ya dagirkirî hinekî sînordar bûye jî, lê piştî ketina rêjîmê û desteserkirina HTŞ li ser Şamê, xwestekên wê di tevahî xaka Sûrîyê de vejîn bûn. Êdî Sûrî di çavên wê de bûye qadeke vekirî ji bo xwestek û çavberdanên wê (mîna ku Sûrî wîlayeteke tirkî be). Ev jî metirsîyê li ser Israîlê çêdike, nemaze ku têkilîyên Tirkîyê yên xurt bi islama radîkal re hene. Hewildana avakirina baregeheke leşkerî di kûrahîya Sûrîyê de (Tedmur), nîşaneyeke zelal a mebestên Tirkîyê di Sûrîyê de ye. Lêdanên israîlî  bi ser deverên ku şandeya leşkerî ya tirkî ji bo li wan deveran baregehên tirkî ava bike, serdan kir, nîşaneya tirsa Israîl ji berferehbûna tirkî li Sûrîyê ye, êdî nahêle ku Tirkî û tu alîyên din (her çiqasî hevalbenda wê be jî), gefan li ewlekarîya neteweyî bixwe. Ji ber wê jî Tirkî hewil dide ku hebûna xwe bêtir li bakurê Sûrîyê yê dagirkirî biçesipîne û xwe berferehtir bike. Dewleta dagirker a Tirk destê xwe danî ser balafirxaneya Minix a leşkerî û ji bo armancên siyasî û aborî dixwaze xwe di berava Sûrîyê de berfereh bike. Ne tenê ew dixwaze baregeheke xwe di kûrahîya Sûrîyê de ava bike, lê belê dixwaze pergala S400 derbasî Sûrîyê bike. Ev jî tê wê wateyê ku qedexeya firandinê dê li ser herêmên bakurê Sûrîyê pêk were û ev dever ji Sûrîyê dê werin veqetandin û tev li xaka Tirkîyê bibin (eger derfet bikeve destê wê); anku Tirkî li ser parçekirina Sûrîyê dixebite.

Ji bo tevgera leşkerî ya israîlî, wê dikarî rewşên siyasî û leşkerî li Sûrîyê bi kar bîne û hin herêmên sînorî, gundewarên Quneytire û Cebelişêx desteser kirin, buhaneya wê jî parastina ewlekarîya xwe ya neteweyî ji komên radîkal e. Xuya ye ku mana wê li başûrê rojavayê Sûrîyê dê demdirêj be. Ew ji nêz ve tevgerên leşkerî yên rêjîma sûrî ya nû dişopîne û nahêle hêzdarîya îranî li Sûrîyê vegere. Dawî jî Israîl rastî jî ji berferehbûna tirkî ya osmanî di Sûrîyê de ditirse, çimkî ev yek gefan li ewlekarîya wê ya neteweyî dixwe.

Ji ber wê jî qada sûrî mîna qadeke şer û nakokîyê ya nerasterast di navbera hêzên leşkerî yên li Sûrîyê de dimîne; sedema vê yekê jî dijberiya xwestek û armancan e, nexasim di navbera rola israîlî ya nû û çavberdanên tirkî di Sûrîyê de. Dibe ku ev yek jî bihêle ku herêmên hêzdarîyê li Sûrîyê werin belavkirin yan jî xetên sor di navbera wan hêzan de werin diyarkirin da ku rageşî kêm bibe û şerê leşkerî di navbera wan de rûnede; bi taybet di navbera hevalbendên Emerîkayê de (Tirkî û Israîl)

Hebûna leşkerî ya Emerîkî li Sûrîyê:

Hebûna leşkerî ya Emerîkî li Sûrîyê ku ji sala 2014 ve dest pê kirîye (piştî derketina Daişê û berferehbûna wê di Sûrî û Iraqê de) û heya roja îro didome. Lê carinan hin tevger û vekişînên beşkî (2019) pêk dihatin; ew jî girêdayî du tewereyan bû:

Tewereya yekem: Têkbirina rêxistina Daişê û girtina rê li ber vegera wê. Li vir Emerîka bi hevkarên xwe yên HSD re girêdayî ye ku wê wek hêzeke bejayî ya xwedî karînên mezin ku dikare li hember sawkarê raweste, dibîne. HSD xwe di şerên li dijî Daişê û têkbirina wê bi rêya hevrêzîya mezin a bi Hevpeymana Navneteweyî re, wek alîyekî bihêz çesipand. Ev peywir û ev hevrêzî ji bo têkbirina Daiş û paşmayên wê yên ku li Sûrîyê mane (nexasim piştî desteserkirina HTŞ ji Şamê re), hê didome.

Tewereya duyem: Ew jî girêdayî berferehbûna îranî li Sûrîyê û girêdayî ewlekarîya neteweyî ya israîlî ye. Tevî lêdanên israîlî bi ser deverên leşkerî û embarên çekan ên îranî li Sûrîyê jî, lê berferehbûna îranî li Sûrîyê di serdema rêjîma Esed a rûxayî de, gefeke mezin bi ser baregehên Emerîkî li rojhilatê Feratê û ewlekarîya neteweyî ya israîlî de dianî.

Ketina rêjîma Esed û bidawîbûna hêzdarîya îranî li Sûrîyê û derketina Sûrîyê ji çarçoveya hevalbendîya îranî, bidawîbûna dewletên “berxwedanê“ û sînordarkirina hebûna leşkerî ya rûsî li Sûrîyê, hişt ku hevkêşene nû li qada Sûrîyê derkevin ku li gor wê guhertinên nû pêk werin, ew jî girêdayî rêjîma nû û paşxaneya wê ya isalmî ya radîkal û şervanên biyanî û xwestekên tirkî yên desteserkirina Sûrîyê û ewlekarîya neteweyî ya israîlî û rola wê ya nû li herêmê ne.

Tevî ku Daiş ji alîyê xaknîgarî ve hat têkbirin jî, lê şaneyên wê hê li herêmê çalak in ku di encamê de ew hê metirsîyeke rastîn pêk tîne û derfeta vegera wê di vê rewşa tunebûna hêzkeke leşkerî ya hevgirtî li Sûrîyê ku şerê rêxistinên sawkar bike, pêkan e (ji bilî HSD ku li herêmên xwe dixebite û hin pêngavên hevbeş di kûrahîya Sûrîyê de). Sedema nepejirandina dewletên Hevpeymanê ji daxwaza artêşa nû ya li Sûrîyê re ku ew tevlî Hevpeymana Navneteweyî bibe da ku şerê Daişê bike, ew bû ku bawerîya Hevpeymanê bi vê artêşê nayê, nexasim piştî beşdarbûna şervanên biyanî di nav refê wê de û bidestxistina wan ji nasnameyên sûrî re. Îran jî her çiqasî hebûna wê ya rastîn li Sûrîyê bi dawî bûye jî, lê karîn û şiyana wê heye ku careke din bi rêya êlên girêdayî xwe yan jî bingeha şîî ya li Sûrîyê vegere. Ji ber wê jî metirsî hê li Sûrîyê lidar e û nabe tenê ji ber bidawîbûna pêngavên leşkerî, Sûrî were piştguhkirin.

Ji bo tevgerên leşkerî yên hêzên Emerîkî ku dewletên herêmî û cîhanê wan ji nêz ve dişopînin, her wiha xwesteka Emerîkî ya kêmkirina hejmara hêzên xwe li herêmê û kêmkirina hebûna xwe li gundewarên rojhilatê Dêrazorê yan jî vekişîna wê ji Sûrîyê li gor biryara Kongirêsa Emerîkî ya ku dibêje gerek e hêzên Emerîkî di havîna 2026 de ji Sûrîyê vekişin…dibe ku li gor pêşveçûnên leşkerî li Sûrîyê ev tişt asa û xwezayî be û dibe ku ew girêdayî siyaseta Trump a derve be ku dixwaze lêçûnan kêm bike û aştîyê bi darê zorê bisepîne. Li ser vê bingehê mirov dikare tevgerên Emerîkî li ser tevgerên tektîkî û stratîcî dabeş bike:

Tevgerên tektîkî: Dibe ku ev tevger wek xwe ji nû ve bicihkirin û kêmkirina hêzên Emerîkî be; nemaze piştî hema hema rawestîna tevahî pêngavên leşkerî li Bendava Rojava û avakirina baregeheke Emerîkî nêzî Bendavê (dibe ku ev baregeh ji bo şopandina rawestandina pêngavên leşkerî di navbera HSD û çeteyên Tirkîyê de be) yan jî dibe ku ev tevger girêdayî kêmkirina rêjeya pêngavên leşkerî li tevahî Sûrîyê bin. Hebûna leşkerî ya Emerîkî hevsengîyeke leşkerî li Sûrîyê pêk anî, çimkî ev herêm mîna xeta parastinê ji bo Israîlê li hember hemû hewildanên gefxwarina li dijî ewlekarîya wê ya neteweyî ne. Yan jî dibe ku ev tevger ji bo girtina rê li hember çêbûna şer di navbera hêzên hevalbend de bin, nemaze piştî hewildana tirkî ku ew baregeheke leşkerî di kûrahîya Sûrîyê de ava bike û nakokîya ku di navbera Tirkî û Israîlê de ji ber wê rûda.

Tevgerên stratîcî: Ew girêdayî siyaseta Trump a derve û kêmkirina lêçûnan û sepandina aştîyê bi darê zorê ne, her wiha girêdayî metirsîya çînî ye ku êdî cihê Emerîkî yê cîhanî dixe metirsîyê. Dibe ku ev yek bihêle ku Trump hêzên xwe li Rojhilatê Navîn bi giştî kêm bike û li ser herêma Zeryaya Aram û dewletên başûrê Asyayê (hevalbend û hevalkarên Emerîkayê) tekez bike. Dibe ku ew dosyeya Rojhilatê Navîn di dergehê Sûrîyê de radestî Israîlê bike. Emerîka hewil dide bêtir derfetê bide Israîl da ku dosyeya Sûrîyê wergire, nemaze piştî rola israîlî di herêmê de ya piştî heftê cotmehê. Tevgerên leşkerî yên Emerîkî li gor hêza israîlî ya li Sûrîyê ne. Her wiha stratîcîya Israîl jî ew e ku bibe hêza herêmî ya yekem li Rojhilatê Navîn. Nitinyaho gelek caran li ser vê yekê tekez kirîye: “Min gelek caran gotîye ku em ê rûyê Rojhilatê Navîn biguherin û jixwe niha li ser vê yekê em dixebitin.“ Îcar dibe ku hêzek li Rojhilatê Navîn hebe ku karibe berjewendîyên Emerîkî yên stratîcî li herêmê biparêze û jixwe Israîl nûnera Emerîkayê li herêmê ye. Dibe ku rola israîlî zêdetir bibe piştî levhatina ereban pê re. Ne dûr e ku hevpeymaneke erebî-israîlî-Emerîkî li herêmê çêbe, ev yek jî dê xwestekên xweberferehkirinê yên hin dewletên herêmî sînordar bike.

Mirov nikare rola siyasî û leşkerî ya Emerîkî li Sûrîyê paşguh bike; çi ji alîyê kêmkirina pêngavên leşkerî li Sûrîyê be çi jî di pêkanîna kelemekê li hember pilanên tirkî yên xweberferehkirinê di Sûrîyê de be. Lê hebûna Emerîkî ya leşkerî berî her tiştî ji bo parastina stratîcîyên wê li herêmê û parastina ewlekarîya israîlî ye. Amku, ji bo van her du mebestan hin tevgerên wê yên leşkerî yên valakirina hin baregehan an jî avakirina hin baregehên nû yan jî kêmkirina hêzên xwe pêk tên. Îcar mijara mayîna wê (çi guhertina cihên xwe yên leşkerî be, çi kêmkirina hêzên xwe yên leşerkî be û çi jî vekişîna wê ji Sûrîyê be) girêdayî stratîcîya wê ya li Rojhilatê Navîn e û stratîcîya wê ya girtina rê li hember metirsîya çînî ye û stratîcîya wê ya dana rolekê ji bo Israîlê di Sûrîyê de ye.

Ji ber wê jî dibe ku siyaseta Emerîkî ya pêkanîna aştîyê bi darê zorê derfeteke mezintir bide hevlbend û hevalkarên wê da ku bi wan erkan rabin ku berê di stûyê Emerîkayê de bûn. Di heman demê de ev hevalbend dê di bin parastina wê de bin û ew ê dev ji wan bernede (ji nû ve avakirina bawerî di navbera wê û hevalbend û hevkarên wê de). Jixwe berî niha ev yek pêk hat, dema ku Trump hewil da hêzên xwe ji Sûrîyê vekişîne û dev ji HSD berde, di encamê de HSD bi awayekî nedadmend li hember artêşa tirkî ma û herêmên Girêspî û Serêkanîyê ji dest dan, lê paşê Trump ji biryara xwe vegerîya û got ku ew beşekî ji hêzên xwe li Sûrîyê bihêle. Her wiha wê berî niha xwe ji Evxanistanê jî vekişand û dev ji hevalbenda xwe berda û li Ukraynayê jî ev yek pêk hat. Van rûdanan hişt ku bawerî di navbera Emerîka û hevalbendên wê de kêm bibe. Ji ber wê jî şaşîtîyên ku berî niha pêk hatin û bandor li cihê Emerîkayê di nav hevalbendên wê de kir û xizmeta dijminên wê kir, dibe ku careke din dubare nebin. Dibe ku Emerîka di serdema Trump de wan biparêze û bi hêz bike da ku bi erk û peywirên ku ji wan tên xwestin rabin (di nav de HSD da ku wek hêzekê rê li ber derketina Daişê bigire). Ji ber wê jî kêmkirina Emerîka ji hêzên xwe re li Sûrîyê yan jî vekişîna hêzên xwe bi giştî, dê tu guhertinê nexe hekêşîyê de, çimkî ew di hevrêzî û piştgirîyeke yekser de bi Hevpeymana Navneteweyî re be û dê rê li ber gefên tirkî bigire. Dibe ku aştî bi serpereştîya Emerîkî di navbera HSD û Tirkîyê de pêk were. Tevî van tiştan jî, hebûna hêzên Emerîkî li Sûrîyê mijareke aloz û nezelal e û mirov di çarçoveya siyaseta Trump a derve de, nikare pêşeroja van hêzan pêşbîn bike. Lê bi her awayî hin xalên stratîcî û tektîkî ji bo mana hêzên wê li rojhilatê Feratê û herêma Tenefê li Sûrîyê hene; her wek şerê li dijî sawkarîyê, girtina rê li hember vegera Daişê, girtina rê li hember vegerîna hêzdarîya îranî piştî ketina rêjîmê, parastina Israîl, piştgirîya Israîl û parastina hevalbendên xwe li herêmê.

زر الذهاب إلى الأعلى