Gotar li gor nerîna nivîskar e
Ji dema destpêkirina alozîyê li Sûrîyê (2011), Îran bi roleke sereke di piştgirîya rêjîma Beşar Elesed de lîst, vê yekê jî derfet dayê ku hêzdarîya xwe ya leşkerî, aborî û siyasî li Sûrîyê xurt bike. Ji ber sizayên aborî û rêzeêrîşên israîlî bi ser baregehên wê yên leşkerî li Sûrîyê de û ji ber fişarên diplomasî ên navnetewyî, hêzdarîya îranî rastî fişaran hat. Di heman demê de Tirkî dest bi xurtkirina hebûna xwe li Sûrîyê kir; ew jî bi rêya destwerdana leşkerî ya rasterast, vê jî hişt ku Tirkî bibe alîyekî sereke di dîmenê sûrî de. Lê îro pirsa girîng ev e: Gelo Tirkî dikare şûna Îranê li Sûrîyê bigire û eger ev yek pêk were, gelo encamên wê yên pêşbînîkirî li ser pêşeroja Sûrîyê çi ne?
Hêzdarîya tirkî… ji piştgirîya rikberîyê ber bi bicihbûna leşkerî ve:
Ji destpêka alozîya sûrî, Tirkîyê siyasteke meşand ku bi rêya wê pişta komên çekdar ên ku dijberî rêjîma sûrî bûn, digirt ku wisa ji xwe re digot ku ketina rêjîma Esed dê rêjîmeke hevalbenda wê biafirîne, lê piştî ku rewş aloz bû û rêjîma Esed li ser desthilatê ma, siyaseta tirkî hewil da ku xwe bi rewşa heyî re biguncîne, loma hewil da hebûna xwe ya leşkerî Ii bakurê Sûrîyê xurt bike. Behaneyên wê jî parastina ewlekarîya xwe ya neteweyî ji gefên kurdî bû (YPG) ku wê wek beşekê ji PKK dibîne.
Di salên borî de çend pêngavên leşkerî yên tirkî li Sûrîyê pêk hatin. Bi rêya wan êrîşan hin xakên Sûrîyê dagir kir; her wek pêngava bi navê ʺMertala Feratê (2016), ʺŞaxê Zeytûnêʺ (2018) û ʺKanîya Aştîyêʺ (2019). Di van pêngavan de ne tenê kurd hatin armancgirtin, lê belê hêzdarîya komên çekdar ên girêdayî Enqere xurt kir, vê jî hişt ku ferweriyeke tirkî ya ne fermî li herêmên desteserkirî çêbe. Bo nimûne, lîreya tirkî derbasî wan herêman bû û hat bikaranîn, dibistan û sazîyên xizmetguzarîyê yên girêdayî rêjîma tirkî hatin avakirin. Hinan dît ku ev yek mîna siyaseta tirikkirinê ye ku dixwaze herêmê li ser demeke dirêj di bin hêzdarîya xwe de bihêle.
Hevsengîyek di navbera hêzdarîya îranî û tirkî de:
Tevî ku Tirkî û Îran li ser hêzdarîya di Sûrîyê de di rikberîyê de ne, lê rêbaza her yekê ji wan ji ya din di van xalên li jêr de ji hev cûda ye:
- Rêbaza îdyolocî: Îran dixwaze îdyolocîya xwe ya şîî belav bike; ew jî bi rêya piştgirîya milîsên girêdayî xwe, lê Tirkî komên sinî wek alav ji bo hêzdarîya xwe bi kar tîne.
- Hebûna leşkerî: Îran xwe dispêre milîsên mîna Hizbûlah, Pasvanên Şoreşa Îranî, lê Tirkî xwe dispêre artêşa tirkî ya rasterast û komên çekdar ên hevalbendên wê.
- Desteserîya ferwerî: Îran dixwaze hevalbendên xwe di sazîyên dewletê de bi cih bike, lê Tirkî hewil dide ku sabarên (statû) ferwerî yên xwecihî ava bike ku ji alîyê aborî û siyasî ve girêdayî wê bin.
Metirsîyên hebûna hêzdarîya tirkî li Sûrîyê:
- Sînordarkirina serwerîya sûrî: Enqere venaşêre ku ew dixwaze bakurê Sûrîyê desteser bike. Wê dest bi pêkanîna siyasetekê kirîye ku dixwaze li ser demeke dirêj herêmê dagir bike; ew jî bi rêya bicihkirina penaberên sûrî li wan herêman an jî bi rêya bandora çandî û aborî.
- Şerkirina bi kurdan re: Dijberîya kurdî-tirkî mîna kelemeke sereke li pêşberî aramîya pêşerojê li Sûrîyê ye. Tirkî dibîne ku hêzên kurdî mîna gefekê li ser ewlekarîya wê ya neteweyî ne, lê di rastîyê de ev hêz dixwazin mafên xwe yên siyasî, rêveberî û çandî bi dest bixin.
- Pêşbazîya bi hêzên navneteweyî re: Destwerdana tirkî wê yekser datîne li hember hêzine din, her wek Rûsya, Îran û Emerîka, nexasim jî Israîl. Ev jî bidestxistina levkirineke siyasî ya giştî zehmet dike.
- Bijarteya ku Tirkî xwe berfereh bike: Tirs heye ku Tirkî di pêşeroja nêz de naxwaze xwe ji Sûrîyê vekişîne, lê belê hewil dide ku hêzdarîya xwe ya herêmî berferehtir bike; ew jî di çarçoveya siyaseta tirkî ya berferehkirinê ya demdirêj.
Doza kurdî kilîta hedarîya herêmî ye:
Yek ji dozên ku dibe kelem li pêşberî alozîya sûrî, doza kurdî ye ku ew ya herî aloz û bibandor li ser pêşeroja Sûrî û tevahî herêmê ye. Kurd ku beşeke mezin a niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ne, bi roleke girîng di şerê li dijî Daişê de lîstin û piştgirîya navneteweyî bi dest xistin, nemaze ji Emerîkayê. Lê tevî wê jî rewşa wan a zagonî û siyasî di hundirê Sûrîyê de hê ne zelal e. Ew rastî nepejirandinê ji hêla sûrî û Tirkîyê ve tên.
Tirkî ku her hebûneke sabareke kurdî wek gefekê ji bo ewlekarîya xwe dibîne, bi çend pêngavên leşkerî rabû da ku rê nede kurdan ku sabareke xwe ya serbixwe li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ava bikin. Ew her tim hewil dide ku pirojeya neteweya demokratî a ku her desthilateke zordar diçewisîne, têk bibe, lê belê vê siyasetê bêtir rewş aloz kir.
Peydanekirina çareserîyekê ji bo doza kurdî ne tenê metirsîyê li ser Sûrîyê pêk tîne, lê belê herêmê tevî jî. Berdewamîya alozîya kurdî-tirkî dê van tiştan bi xwe re bîne:
- Rageşiyeke domdar li bakurê Sûrîyê, ev jî dê xebatên ji nû ve avakirinê dereng bihêle.
- Derfetên pêkanîna levkirineke siyasî ya giştî ji bo alozîya sûrî sînordar dike.
- Gurkirina hin nakokî û şerên nû ku dê ber bi Îran, Iraq û Tirkîyê ve jî biçin (ku kurd li wan deveran hene û dê doza mafên xwe bikin).
Li gel doza kurdî, doza filestînî jî li ser siyasetên hêzên herêmî (di nav de Tirkî) karîgereke bibandor e. Tevî ku Enqere xwe wek berevanê bihêz ê di ber mafên filestînî de dide nîşandan, lê destwerdanên wê di Sûrîyê de alîkarî da ku parvekirin bêtir di cîhana islamî de çêbe. Vê jî helwesta islamî û erebî ya hevgirtî li hember doza filestînî lawaz kir.
Ji alîyekî din ve berdewamîya nakokîyên herêmî di navbera Tirkî, Îran, Siûdî û Misrê de, derfetên avakirina enîyeke yekgirtî li hember gefên derve lawaz kirîye û rewşên Sûrî û Filestînê aloztir dike.
Tirkî ne berdêla Îranê ye lê belê pêşbazkereke nû ye:
Di demekê de ku hêzdarîya îranî bi awayekî berbiçav lawaz bûye (ji ber fişarên derve), Tirkî hewil dide ku valahîyê bi rêbazekî cûda û rojevine taybet bi wê, dagire. Tevî ku ji hin dibînin ku metirsîya hêzdarîya tirkî ji ya îranî kêmtir e, lê di rastîyê de her yek ji wan xwedî pirojeyeke taybet e ku gefan li pêşeroja Sûrîyê dixwe.
Pêwîstîya Sûrî îro ne bi destwerdanên herêmî heye, lê belê bi vegerandina serwerîya xwe ku ji bo pirsgiêkên aloz, çareserîyên dadmend bibîne; di serê wan de jî doza kurdî, êdî bêyî dîtina çareserîyeke dadmend û giştî ji bo doza kurdî, dê bakurê Sûrîyê her di rageşîyê de bimîne, ev jî aramîya demdirêj peyda nake.
Ji ber wê gerek e çareserkirina doza kurdî beşekî sereke ya her levkirinekê di Sûrîyê de be, ne tenê ji bo misogerkirina mafên kurdan, lê belê ji bo misogerkirina yekîtîya xaka Sûrîyê û parastina wê ji jevketin û destwerdanên derve.