ANALÎZ

HEVRIKÎ Û PÊŞBAZÎYA NAVNETEWEYÎ Û HERÊMÎ LI ROJHILATA NAVÎN

Hevrikîyên navneteweyî û herêmî yên ku aniha li cîhanê berbelav bûne, êdî bûne cihê bêzarîyê. Tenê mezaxtina şiyanên mirovî û suriştî ne û bandorê li her du alîyan dikin. Li gor wê jî, pevçûnên leşkerî yên rûbirû kirêttirîn hevrikî ne; ew jî ji ber wêranîya rasterast a ji alîyê diravî û lojistî ve, her wiha bandorên wê yên wêranker li ser rewşa derûnîya mirovî jî. Bê guman ev hevrikî ne tiştekî ku ji nû ve derketine ne; lê belê ji kûrahîya dîrokê ve û ta roja me ya îro hene. Dibe ku berdewamîya wê bi berdewamîya jiyanê re ya heta hetayê re, lidar be. Rojhilata Navîn a niha, navenda van hevrikîyan e û ji berê ve jî navenda piranîya hevrikîyên cîhanî bû; çi ku ev dever navenda belavbûna jiyana mirovî û wargeha olên kevnar, yekxwedayî û ezmanî… û hwd e. Lê belê; pirsa ku derdikeve holê ev e: Gelo ev hevrikî beşek ji xûla jiyana suriştî ya mirovan û mirovahîyê ye, yan jî dikarin wan rawestînin û sînor û çarçoveyin guncav jê re deyinin?

Hevrikîya Israîlî-Filestînî Weke Hevrikîyeke Bingehîn A Li Deverê Ye:

Hevrikîya Israîlî-Filestînî weke berztirîn hevrikîyên herêmî û navneteweyî ya di sedsala borî de tê dîtin; ew jî ji ber girîngîya wê ya dîrokî, olî, îdolojî û neteweyî. Ew weke hevrikîyeke dîrokî di navbera ola cihûtîyê û ola islamê ji alîyekî ve û ji alîyê din ve weke hevrikîya di navbera neteweya erebî û cîhana rojavayî de, tê dîtin. Ji ber ku ereb wiha li xwe dinêrin ku ew xwedîyên pêt an jî nameya Islamê ji bo cîhanê ne, bi tevî ku bêtirî sih dewletên islamî yên ne erebî xwedî giranîyeke jeosiyaî û stratejî di qadên navneteweyî de, hene. Hinek ji van dewletan jî, weke dewletên xwedî aborîyên pêşbaz in û di qada navneteweyî de xwedî hêzeke leşkerî ya ne hêsan in.

Di plangerîya hevrikîyê ya ku ji bêtirî sedsalekê ve lidar e, her demê yên binkeftî ereb bûn; weke netewe ne weke ol, çi ku gelek dewletên islamî hene ku têkilîyên wan ên diplomasî, aborî û suriştî yên baş bi Israîlê re, weke dewleteke baş û ji alîyê qada navneteweyî ve danpêdankirî, hene. Ev babet dewletên erebî yên lîberal, di demeke zû de lê hay bûn, di destpêka wan de jî Komara Misirê ya Erebî, piştre jî Mîrnişînîya Urdunî ya Haşimî û niha jî hinek dewletên kendavê ku hinekan ji wan bi awayekî rasterast pê re têkilî danîne û hinekan jî bi awayekî veşartî ku dê di rojên pêş de, gava mercên xweyîtî û babetî guncav bibin, eşkere bikin. Bi hebûna hêzê re, her demê alîyê lawaz gav bi şûn de diavêt û ev babet di rewşa jihevketî û lawazîyê ya ku aniha tê jiyîn de, rewşeke suriştî ye. Ev rewş ji kongira cihûtî ya li bajarê Pazilê yê Swîsreyê sala 1897an dest pê dibe ku tê de nîyeta cihûyên cîhanê ya avakirina dewleteke taybet ji bo xwe, hat ragihandin, piştre derbasî Soza Bilfor, wezîrê karê derveyîn ê Mîrnişînîya Yekbûyî ya Brîtanyayê sala 1917an ku dê wî welatî bidin cihûyan, her wiha redkirina filestînîyan ji niyeta dewletên rojavayî re ku Filestîn weke welatekî cihûyan re hilbihartiye sala 1936an, heyanî digihêje sala 1948an ku bi awayekî fermî ev dewlet hat ragihandin û piştî wê Cenga Pûşberê sala 1967an û peymanên ku di encama wan de agirbest û danîna têkilîyên rasterast di navbera alîyên îmzekirî de derketine û heyanî digihêje sala 2002yan û destpêkirina destpêşxerîya erebî ya bi serkêşîya Erebistana Siûdî ku di encamê de gihişt divêtîya hebûna Israîlê û danpêdanê pê weke dewleteke jêneger û li beramberî wê jî dewleteke filestînî ku tê de hemû maf û erkên navneteweyî hebin; ku ev yek ji alîyê Israîlê be bi lidarketin Buhara Erebî re ku piştî dehsalekê ji sedsala heyî dest pê bû, hat derbaskirin.

Projeyên Navneteweyî Û Herêmî Li Rojhilata Navîn:

Gelek proje hene ku cîhan daye ber xwe da ku hêza cîhanê xurt bike û serwerî û desthilatên xwe li ser dewletên lawaz bisepînin û rengekî peyrewîya siyasî û aborî li ser van dewletan çêbikin û wan di nava vê tewereyê yan ya din de, bi cih bikin. Nemaze piştî xurtbûna hêza Rojhilata Navîn li beramberî ya dewletên rojavayî ku piştî Cenga Cîhanî Ya Duyem û hilweşîna Yekîtîya Soviyetê, bi temamî xurt bûbû. Piştî ku sosyalîzmê li Rûsyayê xwe gihand ser textê desthilatê û komunîstê aborî li Çînê xurt kir; êdî cîhan bû bi tewereyên nû re dijî û li gor wê her yek li gor berjewendîyên xwe bi vê yan a din re, cih digire. Girîngtirîn ev projeyên siyasî, olî û aborî, weke mînak, ev in:

Projeyên Navneteweyî:

  • Projeya destpêşxerîya kemberê yan jî rêyê, yan jî rêya Hevrîşmê ya çînî ku Çîn weke hêzeke cîhanî guh dideyê.
  • Projeya Beharatê ya hindî; ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û tewereya hevalbenda wê, guh dideyê.
  • Projeya rêya bakur-başûr ku Rûsya weke girêdana di navbera wê û rojhilatê de guh dideyê.

Projeyên herêmî:

  • Hilala Şîî: Komara islamî ya îranî nimandina wê dike. Bi rêya wê vegerandina firazwerîyên farisî, bi rêya belavkirina ola islamî ya şîî li ser bingeha berfirehbûna erdnîgarî ku bi rêya baskên xwe yên li herêmê, dike aramnc. Ev şaxên wê jî bi Hizbullaha Libnanî, Tevgera Hûsîyan li Yemenê û komikên şîî yên li jêr sîwana Heşid El-Şeibî li Iraqê, têne nimandin. Li kêleka van baskan jî hevbendîyên wê bi tevgera Hemasê ya ixwanî sinnî ku her du hevdijmin in, an ku Israîl, hene. Her wiha rêjîma sûrî ya têkçûyî ku nûnertîya tevgera elewîyan ên li ser şîayê têne nasîn, dikir. Girîngtirîn projeyên wê jî; projeya xetên trênê yên îranî bû ku dixwest bi rêya wê toreke jiyangîr di navbera hevalbendên xwe yên li herêmê de çêbike; ku bendera Xumeynî li Tehranê bi bajarên iraqî yên şîî ve girê dide, piştre bi rêya bajarê Bokemalê derbasî xaka Sûrîyê dibe û şaxî rêyên bazirganî dibe ku bi bajarê Humsê û bendera Laziqîyê ve tê girêdan. Her wiha rêyeke din wê bi Şamê û piştre bi Beyrûtê ve ve girê dide; ku ew rêyeke bawermendî ye û bi rêya wê di warê biçekkirin û lojistîkê de, tişta bi navê Tewereya Berxwedanê, an ku Hizbullah, destek dike. Bi her halî û weke diyar dibe, ji ber ku li dijî projeyên rojavayî ye û ji ber serhişkîya serekên ferwerîyê yên Tehranê, ev proje ber bi tunebûnê ve diçe. Ev yek pir bi zelalî di daxuyanîyên Koşka Spî de diyar dibe ku eşkere kir divê Tehran çekên nûklerî bi dest nexe, çi bi rêya gotûbêjê be yan jî bi rêyeke din; an ku bi zelalî amaje bi bikaranîna hêzê gava were xwestin dike. Jixwe alav û teknîkên cengî yên li herêmê û yên ku nû hatine şandin, ne ji valatîyekê hatine. Her wiha em dikarin bi rêya rawestandina destekdayîna hûsîyan û daxuyanîyên serekên Heşid EL-Şeibî ku dibêjin gengaz e çekên xwe radestî hêzên ewlekarîyê yên welêt û alîyên berpisiyarên ewlekarîyê bikin, bigihêjin encama sertewandina Tehranê ji vê yekê re.
  • Mîsaqa Milî: Nûnertîya wê komara Tirkî ya nû dike ku hîn jî xwe weke mîratgira şeriî ya xilafeta osmanî dibîne û her hewl dide di raman û xeyalên serokê wê yê niha de, firazwerîyên xwe vegerîne. Bi vê yekê dixwaze projeyeke geşedanê ji bendera Faw a iraqî li ser Şet El-Ereb ber bi bajarên iraqî yên sereke û bajarên kurdî yên li başûr û bakurê Kurdistanê ve da ku bigihêje Ewropayê, pêk bîne. Ji vê yekê bêtir; xewna osmanî ya kevn-nû ya ji bo serwerîya li ser her du bajarên dîrokî û aborî, an ku Heleba sûrî û Mûsila iraqî, lê tê zêdekirin. Ji van hemûyan jî bêtir; xewna nêrgizî ya takekesî ya serokê tirkî yê niha, jê dûr naçe ku serkêşiya cîhana islamî ya sinnî bike. Bi vê yekê bi Erebistana Siûdî ku hembêzgeha cihên pîroz e û Komara Misirê ya Erebî jî ku lê El-Ezher weke girîngtirîn cihên cîhana islamî ye û navenda sereke ya Komkara Erebî hene, pêşbazîyeke mezin dike. Bi her halî; di van hemû xwestekan de ku pê dixwaze di pêşbazîya herêmî de bimîne û razîbûna dewletên rojavayî bi dest bixe, dewletoka Qeterê jê re weke piştevaneke diravî ya binegîn e.
  • Korîdora Dawûd: Hîn jî dewleta israîlî di rewşa berfirehbûna erdnîgarî ya domdar de, ji destpêka avabûna wê ve ye. Vê yekê; yan bi rêya hêzên, yan projeyan an jî bi rêya peymanan bi derdorê re, bi cih tîne. Bi her halî; armanca wê ya stratejîk a domdar ewlekarîya wê ya neteweyî ye, bi tevî ku tu danasîneke tekûz û zelal jê re tune ye. Lê belê der barê vekişîna wê ji xakên ku tê de berfireh bûye de; yan divê bi rêya hêzê, yan fişareke navneteweyî yan jî bi rêya peymanên aştîyê be. Lê ji ber ku hêza dijber hema hema tune ye û ji ber ku terazûya navneteweyî di qadên navneteweyî de her demê li alîyê wê ye, nemaze yên cîbicîkar, weke Encumena Ewlekarîyê; êdî çareya tekane bijardeya dawîyê ye. Nemaze piştî peymana Birahîmî ya dawîyê bi Imaratê û Behreynê re û bi vekirina rêyê li pêşîya projeya Beharatê ya hindî û bi destekdayîn û pîrozkirina amerîkî re.

Sûrî Di Navbera Hembêza Erebî Û Projeyên Hevsengîyên Herêmî De:

Piştî 8ê berfanbara sala borî, an ku piştî hilweşîna rêjîma Beisê ya sûrî (mîna Beisa iraqî) ya bi serkêşîya Beşa El-Esed, gelê sûrî hêvîya xêrê ji welat û gel re kir ku dê rewşên aborî û civakî baş bibin û koçber -bi taybetî yên li welatên derdor- vegerin malên xwe û tişta mayî ji nû ve ava bikin û li gor tê xwestin bi ser hev de bînin. Lê belê destwerdana tirkî ya bêserî di mijarên rêveberî de û xweberdana saloxgêrîya tirkî (MIT) di nava karûbarên welêt de, dibe ku hiştibe Israîl wiha bihizre ku lihevkirinin veşartî yan jî zîvirandineke herêmî yan navneteweyî li ser hesabê wê û hesabê ewlekarîya wê ya neteweyî hebin, nemaze piştî ku têkçûna ewlekarî ya ku 7ê cotmeha 2023yan çêbû; lewre berê xwe da tunekirina hemû çek û alavên cengî yên artêşa sûrî û wêrankirina wan bi temamî. Her wiha derbasbûna bejayî ya li ser zinarên çiyayê El-Şêx ku bi vê yekê re nameyeke zelal pêşkêş dike ku dê şaştîya dîrokî, an ku radestkirina Iraqê li ser sifreyeke zêrîn ji Îranê re, bi rêya radestkirina Sûrîyê li ser sifreyeke zêrîn ji Tirkîya nû û bi hişmendîya osmanîya kevn re, dubare bibe. Ew jî piştî xilasbûna ji tewereya îranî û hevalbend û baskên wê yên li herêmê ku bi awayekî nîvtemamî neynûkên wê hatine birîn. Bi vê yekê hewl dide ku nehêle Sûrîya bi şêweyê wê yê erebî yê asê û ne jî bi şêweyê wê yê islama tundrew ku wê weke rûyê din ê heman diravê dibîne, nepejirîne. Ev yek bi awayekî zelal û eşkere di gelek helwest û rawestgehên siyasetmedarên israîlî de ku tê de nerazîbûna xwe ji bo hebûna hêzeke wiha li ser sînorê wê yê rojhilat eşkere kirine, diyar dibe. Her wiha endamên vê hêzê weke “Gurên bi teşeyê xezalan” bi nav kirin.

Rewşa sûrî ya niha, bi xwegihandin an jî gihandina vê hêza radîkal li ser desthilatê re ku derbeyeke giran ji rikberîya zanistdar û ixwanî bû, berîya ku ji rêjîma têkçûyî re be, di nava çend xelekên vala de digere. Çi ku rikberî û bi tevî ku gelek derfetên zêrîn jî bi dest ketin, lê belê nedikarî bibe deng an jî vedenga şoreşa azadî û rûmetê ya ku kolana sûrî banga wê dikir. Di encamê de; Cebhet El-Nusra yan jî Cebhet Fetih El-Şam ku piştre bû Heyet Tehrîr El-Şam û herî dawîyê bû Odeya Oerasyonên Hevbeş, li sernaserî sê çar salên dawîyê, di pêjgeha rojavayî de, alternatîva herî guncav bû. Bi taybet piştî dûrxistina hêzên serwer ên bakur û rojhilatê welêt, an ku bi baskê xwe yê siyasî Meclisa Sûrîya Demokrat û baskê xwe yê leşkerî Hêzên Sûrîya Demokrat; ku ew jî weke lihevhatineke navneteweyî li ser hestyarîya van hêzan ji hinek hêzên herêmî re û di destpêka wan de Tirkî ku hevalbenda stratejîk di NATOyê de ye, bû. Li bermaberî wê jî; diyar e ku Tirkî di destwerdana xwe ya erdnîgarî û rêveberî di karûbarên sûrî de, zêdegavî kirine. Di encamê de; ev zîvirandina tirkî weke şantajeke rasterast ji hinek hêzên herêmî re yên xwedî projeyên taybet, hat raberkirin. Ev yek di bizav û lêdanên israîlî yên dawîyê de ku li dijî baregehên leşkerî û stratejîk ên sûrî pêk anîn, diyar dibe.

Bi her halî û li gor şopandinan û bi tevî lezbûna bûyerên siyasî û bîrokratî yên li Şamê ku bi rêya serdanên mekûkî yên ku ji alîyê rêveberîya serwer li girîngtirîn welatên herêmî û yên di nexşekirina siberoja sûrî de çalak in, lê belê hêzên rojavayî û bi tevî hebûna hinek nîşaneyên erênî li ser ferwerên nû yên Şamê, hîn jî bi danûstanina xwe ya yekser bi wan re, baldar in. Ev yek bi rêya nerakirina sizayên rojavayî û cemidandina dewletên alîkarîdar bo alîkarîyên dawîyê di kongira salane ya taybet bi Sûrîyê ku digihêje nêzî 2.5 milyar euro weke qaseyeke pereyan ji bo rêxsitinên navneteweyî yên guh didin geşedana aborî û mirovî de, diyar dibe. Bi vê yekê nameyeke zelal ji van alîyan dide ferwerên Şamê da ku ber û arasetaya xwe destnîşan bikin; an hembêza erebî yan projeya tirkî.

زر الذهاب إلى الأعلى