ANALÎZ

Tirkiyê û Sawkariya Avê (Bendava Feratê)

Ji 27 Çileya vê sale ve, dewleta Tirk a dagirker ku nêzî % 80 ji ava Çemê Ferêt desteser kir,  ew jî piştî ku Enqerê çavkaniyên avê kontrol kirin û pirojeyên xwe li peravên Dîcle û Ferêt çêkirin, da ku Serweriya xwe li ser herêmên sînor ên cîran bisepîne; nemaze li Sûriyeyê û Iraqrê ku avê weke çekek şer li dijî gelên wan welatan bi kar bîne, ev kiryar dihêle jiyana mirovî, jîngehî û aborî rastî gefên rasteqîne werin; bi taybetî piştî ku asta ava  Çemê Ferêt daket % 20.

Şerê Avê Li Dijî Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Dewleta Tirk şerekî teybet li ser herêmên bakurê Sûriyeyê bi kar tîne, ew jî şerê avê ye; nemaze bikaranîna siyaseta tîkirin û kontrolkirin û guhertina rêkên cokên Çemên Dîcle û Ferêt ku weke amûreke şer a herî dijwar bi kar tîne. Tirkiyê mêjerên mezin ên avê di bendavên ku çêkiribû de kom kir; nemaze Bendava Elîso ya ku bû sedema kêmbûna avê ya ku ber bi Sûriyeyê ve diherike. Bi vî awayî ava çêm bi rengekî berbiçav kêm bû û gihîşt asta zuwabûnê.

Ji encamên avakirina Bendava Elîso, asta Çemê Dîcle ku di nav erdên Sûriyeyê re derbas dibe; kêm bû û vê kêmbûnê bandoreke nerênî li ser herêmên çandiniyê yên li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku bi ava Çemê Dîcleyê tên avdan kir.

Her wiha lîstina bi rêjeya ava Çemê Ferêt îsal, hişt ku di rojê de bilindbûna avê ji 2-3 cm dakeve heya 4 cm. Rojane beşeke ji vê avê di çêkirina kehrebeyê de dihat xerçkirin û bêtirî 1 cm di avdanê de dihat bikaranîn, ango nêzî %80; çimkî herêm ji aliyê aborî ve xwe dispêre çandiniyê. Xerçkirina rojane digihêje nêzî 5 cm. Eger rewş wisa bimîne, dê rojane rêjeya daketina avê di mehekê de bigihêje 1.5 m; ango rêjeya gola Ferêt dê bigihêje 300 m, êdî ev rêje jî di çêkirina kehrebeyê de pir zehmet e.

Ev yek jî dê encamine rasteqîn pêk bîne û dê metirsiyeke rasteqîn li ser aboriya civakî û ewlekariya tîmarî ya nişteihên herêmê pêk bîne. Ji ber wê jî û di encama kêmbûna rêjeya ava Ferêt heya nêzî çarîkeke rêjeya wê ya berê de; herêm dê ber bi bobelateke mirovî û jîngehî ya nêz ve diçe.

Nîşaneyên wê metirsiyê dest pê kirin, hin ji wan nîşaneyan ev in: seetên çêkirina wizeya kehrebeyê li hemû herêman kêm bû; nemaze li herêma Feratê. Di encamê de seetên dana kehrebeyê ji bo bajarên Minbic û Kobanê, Dêra Zorê û Hesekê kêm bûn. Sedema kêmbûnê jî rawestîna torbînîn çêkirina kehrebeyê li ser bendavên Tişrîn li gundewarê Helebê û bendava Feratê li gundewarên Reqayê.

Êdî ji ber tunebûna çareserîyan, seroka nivîsgeha enerjîyê ya di nava Rêveberîya Xweser de Ahîn Suwêd wiha tewanbar kir: “Kêmkirina ava ku bi rêya Çemê Ferêt tê ya beriya mehekê ve, hiştiye ku rêjeya avê li her sê bendavên li ser çêm kêm bibe, vê yekê bandoreke nerînî li çêkirina kehrebeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye ku ew bi xwe binpêkirineke der bare yasaya mirovî de ye û sûckariyeke şer e, êdî tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşberî rewşeke xerab a nexweşiyê ye”.

Para Sûriyeyê Ya Avê Daketiye Çariyekê

Daketina rêjeya avê bandor ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, lê belê tevahiya Sûriyeyê pê bandor bûye. Bêhtirî sêyekeke ji herêmên Sûriyeyê xwe disipêre rêjeya Çemên Ferêt û Dicleyê; da ku kehrebeyê ji herêmê re peyda bike. Bendava Feratê di seetekê de nêzî 800 mega watt ji wizeya kehrebeyê derdixe, lê belê di dema dawî de daketiye çariyekê di Sûriyeyê de.

Li gorî vê jî dewleta Tirk hevpeymana ku ji bo dabeşkirina ava Çemê Ferêt ya di sala 1987’an de di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de hatibû mor kirin, bin pê kiriye; çi ku li gorî vê hevpeymanê Sûriyeyê soz ji alîyê Tirkiyeyê standin ku di salê de rêjeyeke ku bêhtirî 500 m3 ji avê werbigire, ango bi qasî %42. Li gorî vê yekê para Sûriyeyê ji ava Çemê Ferêt 6.627 milyar m3 e. Ji bo misogerkirina mafê Sûriyeyê ji wergirtina avê, ev hevpeyman di Neteweyên Yekbûyî de hat tomarkirin.

Lê belê para avê ya di dema girtina Enqere ji ava Ferêt re, ji 500 vegeriyaye 200 m3, ev yek zagonên ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de li hev hatibû kirin, bin pê dike

Mijar Li Iraqê Hema Hema Weke Ya Li Sûriyeyê Ye

Ji ber ku Enqere rêbaza xwe ya kontrolkirina Çemên Dîcle û Ferêt berdewam dike; bi taybet bi rêya “Bendava Elîsoyê” ya ku ji 2006`an ve Tirkîyeyê dest bi avakirina wê kiriye, êdî jîyana bi milyonan kesên Sûrî û Iraqê dixe bin mertirsîyê.

Çimkî “Bendava Elîsoyê” ya ku nîvê qaseya ava ku ber bi erdê Îraqê ve diherike depo dike, zîyan gihande dahatên aborî û xwarinê li deverên “Mûsil, Silîmanîyê, Bexda, Emara û deverên Besrayê li başûr”. Dibe ku Çemê Ferêt bibe çemekî biçûk, her wiha li gor raporên ragihandinê; dever li ber mertisîya çolîbûn û hişkbûnê ye.

Cîyosîyasî û karzanê avê Ebdela el-Ehmed berpirsyariya vê yekê dixe stuyê Tirkîyeyê û piştrast dike ku “Tirkîye avê weke amûreke şer li dij Sûriyeyê û Iraqê bi kar tîne û ev gav zagona navneteweyî bin pê dike. el-Ehmed tekez dike ku li gor rêkeftinên navneteweyî, divê pêdiviya dewletên derdorê yên ku Dicle û Ferat di wan re derbas dibe ji avê di ber çavan re were derbaskirin û di vê rewşê de nabe ku Tirkiye kiryareke wiha bike ku zîyanê pê bigihîne Sûriye û Iraqê”.

Li gor wezîrê dahatên avê yê Iraqê Mihdî el-Hemedanî, di vê salê de ji ber bendavên Tirkîyeyê, Iraqê nêzî %50  ji dahatên avê yên Iraqê nagihêjê. Bi vê gavê Enqereyê rêkeftina ku bi Iraqê re girêdabû ya der barê gihandina avê ji herêmê re bin pê kiriye, ji ber ku her du dewletan di sala 1989`an de rêkeftinek ji bo belavkirina avê mor kir, li gor wê rêkeftinê para Iraqê 9.106 milyar m3 e, ango nêzî %58  ava Feratê.

زر الذهاب إلى الأعلى