Piştî bêtirî nîv sedsalê ji desthilatdarîyeke tijî diktatorî, tunekirina azadîyan, paşguhkirina pêkhateyên sûrî, sûc û girtinan, nemaze di salên alozîya Sûrîyê de, rêjîma El-Esed li ser destê Heyet Tehrîr El-Şam bi serkêşîya serekê wê Ebû Mihemed El-Colanî, hilweşiya. Bi tevî wê jî, der barê hêza Heyetê de ku dikare rêjîmê têk bibe yan jî ev yek li jêr parastina amerîkî ya piştî guncavkirina mercên leşkerî û siyasî ji bo pêvajoya tunekirina rêjîma El-Esed û rêdayîna Heyet Tehrîr El-Şam ku Şamê bixe bin destê xwe, gelek pirsnîşan hebûn. Piştî wê jî Ehmed El-Şeri (ku nasnavê wî yê berê Ebû Mihemed El-Colanî bû) li gor erêkirina serekên Heyet Tehrîr El-Şam û komikên leşkerî yên jêr ala Heyetê, serokatîya Sûrîyê ya demkî bi dest xist.
Gelo serokê Sûrîyê yê demkî ew hêza wî heye ku keştîya welêt ber bi Sûrîyeke demokrat û pirreng ve bibe, yan jî dê berê welêt bide alozîyeke nû li ser bingeha rêxistinên tundrew û belavkirina ramanên wê, her wiha pêkanîna komkujîyin bêtir ve bibe? Gelo siyaseta Amerîka û Israîlê der barê Sûrîyê di vê pêvajoyê de çawa ye?
Em nikarin fişarên dewletên herêmî “Tirkî, Israîl, dewletên erebî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û pê re jî Yekîtîya Ewropî” yên li ser Ehmed El-Şeri, paşguh bikin. Li kêleka vê yekê, hîn Heyet Tehrîr El-Şam di lîsta terorê de ye û sizayên li ser Sûrîyê berdewam im; ev hemû jî li pêşîya El-Şeri û ferwerîya wî rûbirûbûyînin mezin in û li pêşîya avakirina Sûrîyeke nûjen jî asteng in. Ev nayê wateya ku ev bibin behaneyên ji bo vê helwestê. Siyaseta ku El-Şeri da meşandin ne li gorî xwestekên gelê Sûrîyê bû ku welêt ber bi Sûrîyeke demokrat ve, ne ber bi tuneleke tarî ve bibe.
Siyaseta Yekreng
Ji gava ku derbasî koşka komarî bûye, daxuyanîyên El-Şeri bi karên wî re li hev nakin; weke ku daxuyanîyên wî ji bo derve, ne ji bo hundir bin, da ku rûyê xwe spî bike. Siyaseta ku El-Şeri daye meşandin, ji hinek alîyan ve ne kêmî siyaseta ku rêjîma rêkçûyî dida meşandin e. Nemaze siyaseta wî ya têkildarî babeta serwerîyê ku bi rêya komîteya ji rengekî tenê “ji kulmoza wî” da ku amadekarîya kongreya niştimanî ya sûrî bike, dayî meşandin. Hevdîtin û dîdarên ku vê komîteyê bi kesayetan re pêk anîne, bi piranî kesên alîgir bûn. Li gor wê jî partî, kom, hêz û kesayetên niştimanperwer ên ku nûnertîya pêkhateyên Sûrîyê dikin û bawerîyê bi pergala demokrat a pirreng tînin, hatin dûrxistin. Vê yekê hişt ku çarenivîsa kongreyê binkeftî be û berîya ku were lidarxistin, rastî gelek rexneyan ji alîyê gelê sûrî yê azad ve hat. Der barê artêşa sûrî ya nû de jî, bi tevî daxuyanîyên El-Şeri yên fesixkirina hemû komikên çekdar û tevlîbûna wan di nav artêşa sûrî ya nû de; lê belê ev daxuyanî tu bersiv ji çeteyên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê yê dagirkirî negirt. Ew komikên ku daxuyand ku xwe fesix kirine û tev li nava artêşa sûrîrî ya nû bûne jî, tu guhartin di wan de çênebûye û weke komeke bi serekên xwe ve girêdayî mane, fermanên wan pêk tînin û ajendeyên derve bi cih tînin. Jixwe makezagona ku komîteyeke mîna komîteya amadekirina kongreya sûrî daniye, ji alîyê komîteyê ve li gor pîvana Heyetê yan jî pergala nû hatiye danîn û parêzbendîyek daye serok ku tenê li cem padîşahên serdemên navîn hebû. Li gor wê jî piranîya gelê sûrî ev makezagon red kir.
Gelo kongreyeke wiha çawa dikare siberoja Sûrîya nû diyar bike? Artêşeke wiha çawa dikare Sûrîyê bi xak û gelê wê ve biparêze? Ev artêş ne kêmî artêşa rêjîmê ye ku qaşo erka wê parastina gelê sûrî bû, lê di rastîya xwe de ji bo bergirîya rêjîmê bû û ji bo pêkanîna komkujîyan di mafê çi kesên rikberî wê bin, de bû. Heman mijar li cem komikên li jêr ala artêşa sûrî ya nû jî heye. Gelo makezagoneke ku kopîyek ji makezagona Beisê ye, çawa dikare Sûrîyê ber bi pergaleke demokrat û pirreng ve bibe?
Nexwe; tişta ku li Sûrîyê pêk tê, madem bi vê hişmendîya tundrew a ku çavê xwe ji ber pirrengîya civakî, çandî, nijadî û olî ya ku gelê sûrî pê tê nasîn, digire; tu hêvîya xêrê tê de tune ye.
Destwerdanên Derveyîn Di Sûrîyê De
Piştî hilweşîna rêjîma El-Esed, dewletan bi ser Sûrîyê de diranên xwe tûj kirin û hemû jî hewl didin para şêr ji kêka sûrî bi dest bixin, nemaze dewleta trik a ku bi Heyet Tehrîr El-Şam re (ku niha pergala sûrî ye) xwedî têkilîyên xurt e. Lewre Tirkî hewl dide ku desthilatên xwe dirêjî hemû movikên dewletê bike û baregehin leşkerî li rojava û di nava Sûrîyê de (Palmîra) bide avakirin. Vê yekê hişt ku hevrikîyeke nerasterast di navbera wê û Israîlê ya ku ew jî hewl dide serwerîya xwe li ser biryara siyasî ya Şamê bisepîne û li başûrê Sûrîyê bimîne, de derkeve. Israîl rê nade artêşa sûrî ya nû ku derbasî başûrê Sûrîyê bibe û -weke diyar dike- piştevanîya pêkhateya durzî li Suweydayê dike. Lewre desthilatdarîya pergala nû dê li başûrê Sûrîyê kêm an jî tune be. Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê jî -bi awayekî nerasterast- dixwaze rengê ferwerîyê li Sûrîyê veguherîne pergaleke nenavendî yan jî federalî; ku ew bi xwe daxwazeke serke ya Rêveberîya Xweser û gelê kurd e; yê ku li ser destê rêjîma navendî ya ku di pêkanîna dadmendî, azadî û wekhevîyê li Sûrîyê de binkeftina xwe diyar kir, gelek azar dîtine.
Siyaseta ku Ehmed El-Şeri û kulmoza derdora wî dide meşandin, girêdayî ajendeyên derve ye. El-Şeri û komikên xwe yên leşkerî nikarin peyrewîya xwe ya bi wan dewletan re tune bikin, nemaze dewleta tirk a dagirker, weke ku girêdayî wan dewletan bin. Ev rêbaz, heman rêbaza ku rêjîma têkçûyî bi rêya girêdana bi Îranê û tewereya wê ya şîî ve û dûrketina ji tewereya erebî, dida meşandin e; ku bû sedem di warê aborî û siyasî de lawaz bibe û alozîyek li welêt da çêkirin ku heyanî çardeh salan dirêj kir û encama wê jî hilweşîna rêjîmê û revîna serekê rêjîmê ber bi Rûsyayê ve bû.
Em nikarin mandele bikin ku pergala nû rastî fişarên derveyîn ên mezin tê. Lê belê jê tê xwestin ku hêza xwe ji derdora xwe ya erebî û gelê sûrî, ne ji Tirkîyê bigire. Her wiha divê pirrengîya nijadî, olî û çandî ya ku gelê sûrî pê tê nasîn, bide ber çavan û ji rêjîma têkçûyî û çarenivîsa wê sûdê wergire.
El-Şeri û pergala xwe bi rêya vê siyaseta ku didin meşandin, berê Sûrîyê nade peravek ewle; êdî her gaveke ku Ehmed El-Şeri ji çaxa hatina li ser desthilatdarîyê avêtiye, ne li gor nêrînên gelê sûrî yê ku azar ji rêjîmeke stemkar û tawanên wê û koçberkirina milyonan ji gelê sûrî ber bi derve dîtine, ye. Lê belê, ev siyaset weke berdewamîya siyaseta rêjîma têkçûyî ye.
Siyaseta Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê Der Barê Pergala Nû De
Hiştina Ehmed El-Şeri û Heyet Tehrîr El-şam ji alîyê Amerîkayê ve di lîsta terorê de, dibe ku ji ber hinek mebestên têkildarî siyaseta Amerîkayê li Sûrîyê be. Hitşina wan di lîsta terorê de, tê wateya ku di çi kêlîyê de dikarin bibin armanca Amerîka yan jî Israîlê, an ku çi bizaveke ne di ximzeta Amerîka yan Israîlê de be, yan eger em bêtir bi wate bikin; eger ji rêgeha ku jê re hatiye danîn derkeve, dê rastî bersivdayîna ji alîyê Amerîka yan Israîlê were. An ku; ev pergal bi awayekî yekser an neyekser li gor planeke ku jê re hatiye nexşekirin, dimeşe. Bi tevî hemû komkujîyên ku artêşa sûrî ya nû, bi taybetî “Hemzat û Emşat” û hinek komikên din di mafê pêkhateya elewî de, pêk anîn; tu şermezarkirineke navneteweyî jê re çênebû. Weke ku Amerîka çavên xwe li ber kirarên ku pergala nû dide meşandin girtibin, rê dabe wê ku bêtir komkujîyan pêk bîne û siyaseta yekreng bide meşandin; ev hemû jî ji bo ku xwe bigihîne armancên xwe bêyî ku tu fişarekê bike, çi li ser hêzên xwecihî “nava Sûrîyê” û çi jî dewletên herêmî, da ku pergala nû li Sûrîyê bi rengê wê bide pejirandin. An ku; eger di vê demê de xetin sor der barê pergalê de hebin jî, dê hemû veguherin xetên kes û bi erêkiirna hemû alî û hêzên herêmî yên rikberî rêjîma kevn, pêk were.
Nexwe; wêneyê dawî yê siberoja Sûrîyê hîn jî ne zelal e û madem destwerdanên derveyîn tê de hene û siyaseta yekrengî berdewam e, tu pêşbînî nikarin werin dayîn. Lê tişta berçav aniha, hilweşîna rêjîma têkçûyî û nekarîna bermahîyên wê ku rewşa sûrî biguherînin e. Her wiha projeya Rêveberîya Xweser “Neteweya Demokrat” û Hêzên Sûrîya Demokrat, tîrêja di nava tarîyê de ya ber bi nenavendîyeke demokrat û pirreng a ku tê de mafên hemû pêkhate, nijad û olan tê parastin in.