ANALÎZ

Doza Kurdî…Çareserîyên Pêşkêşkirî û Pêkan

Bê guman piştî 5 mijdara 2024 siyasetên cîhanî bi giştî hatin guhertin. Li vir jî mebesta me ew e ku ev cara duyem e ku Trump dibe serwerê Emerîkayê, êdî cîhan tev xwe û siyaseta xwe li gor kêfa Koşka Spî ya xwedî bandoreke yekser an jî neyekser li ser siyaseta tevahî cîhanê ye, sererast dike. Bi vî awayî bûyeran bi bilez da pey hev, nexasim li Rojhilatê Navîn; her wek encamên şerê 7 cotmeha 2023 li Xezayê di navbera Israîl û tevgera Hemasê de û berferehbûna vî şerî bi awayekî yekser ber bi başûrê Libnanê û Sûrîyê ve û ber bi Yemen û Iraqê ve bi awayekî neyekser (heta niha). Jixwe kuştina rêveberên rêza yekem û duyem ên alîgira Îranê, xwedî bandorekê li siyaserên derveyîn yên dewletên herêmê bi giştî bû. Êdî di çend rojan de terazûya dewletan hat guhertin û tişt tev li hev bûn û terazûya hêzê di navbera tektîk û stratîcîyê de, tev li hev bû. Ketina rêjîma Bas di 8. 12 a sala borî de, encama qurbandana hin hevalbendan bû da ku navend were parastin. Ev yek bi jidestdana Îranê ji hevalbendên xwe yên stratîcî ên herî girîng di qadê de, diya bû.

Bikaranîna hêzeke dijwar di Rojhilatê Navîn de:

Piştî şerê tîrmeha 2006 li başûrê Libnanê di navbera Israîl û Hizbulahê de, Israîl û di pey re hêzên Rojavayî û Emerîka têgihiştin ku tektîka rûbirûbûna rasterast li ser xaka alîyê din, dibe ku tektîkeke şaş be û ziyanên mezin (bi taybet ziyanên mirovî) bi xwe re bîne. Ji ber wê jî wan dît ku eger careke din rûbirûbûneke rasterast çêbû, ew ê hewil bidin ku pergala xwe ya berevanî û êrîşê bi pêş bixin û xwe bispêrin teknelocîya nûjen, di encamê de hevsengîyek an jî serkeftinek were bidestxistin. Jixwe rastî jî bi rêya êrîşa tevgera Hemasê ya bi ser xaka Israîlê de û bi rêya derbaskirina pergala wê ya berevanîyê ya herî bihêz li herêmê, ev yek hat diyarkirin. Di encamê de bersiva Israîlê jî gelekî tund û nepêşbînîkirî bû, wê tundîya dijwar li hember leşker û sivîlan bi kar anî (li gor raporên navneteweyî yên têkildar), di encamê de Xeza %80 ji binesazîya xwe di hemû waran de ji dest da, jixwe merîka xwedî roleke sereke di van bûyerên borî de bû ku wê piştgirîya locistîk, leşkerî û siyasî pêşkêşî hevalbenda xwe ya yekem li herêmê dikir.

Rojhilatê Navîn di çavên bagerê de:

Ji her kesî re belî ye ku Rojhilatê Navîn ji ber girîngîya wê ya cyosiyasî û xaknîgarî, bi giştî bûye tewereya rêveberîya siyastên cîhanê, çimkî ew bûye wek xeleka girêdanê di navbera cîhana rojhilatî û rojavayî de, her wiha rê û pirojeyên rêyên nû li ser xaknîgarîya wê bi cih dikin. Em dikarin girîngtirên rêyên wê diyar bikin (çi yên di rajeyê (xizmet) de bin an jî di pilansazîyên pêşerojê de ne):

  • Kenala Siwêsê a misrî, wek girîngtirîn rêya çêkirî ye ku gelek dem û diravan li ser bazirganîyê qezenc dike.
  • Rêya kemerê û rêya çînî: Ew hejmareke rêyên nû ne ku berê bi navê “rêya hevrîşmê ya çînî“ dihat nasîn.
  • Pirojeya rêya biharatên hindî: Ew yek ji mezintirîn û girîngtirîn rê ye ku di komkara Bîst dewletan de di sala 2023 de hatîye pesendkirin.
  • Pirojeya rêya geşepêdanê: Ew bendra Faw a li ser çemê Şetûlereb bi Tirkî û paşê Ewropayê ve girê dide.
  • Pirojeya xeta tirênê ya îranî: Ew bendera Xumeynî bi Iraq, Sûrî û heta beravên deryaya Spî ve girê dide.
  • Pirojeya rêya bakur-başûr: Ew Rûsya bi Asyaya navîn, Îran û paşê rojhilatê ve girê dide.
  • Pirojeya kolana kenala israîlî: Bi navê kenala Bingoryon tê nasîn û ew rastinhevî Kenala Siwêsê ye.
  • Pirojeya “Rêya Dawûd“ a israîlî.
  • Pirojeya xeta gaza erebî bi rêya Sûrîya ber bi Ewrûpayê ve.

Ev tiştên borî li gel tiştên ku di odeyên tarî yên Rojavayî yên veşartî de ku  dixwazin siyasetên cîhanî desteser bikin, girîngtirîn xal in ku dihêlin ev herêm bibe herêmeke herî girîng a cîhanê; jixwe ev ji bilî xêr û bêrên wê û dewlemendîyên wê yên binerd.

Gelo cihê kurdan di van qas bûyeran de li ku derê ye?

Di şerê Cîhanê yê Yekem de  û piştî wê, hêzên cîhanî (di serê wan de Birîtanya û Fransa) cîhan li gor berjewendî, hêzdarî û xêr û bêrên aborî li xwe parve kirin bêyî ku guh bidin tiştên sincî, belavbûna niştecihî, civakî û dîrokî. Li gor wê û piştî rêkeftina di navbera Birîtanya û Fransayê de ku bi navê nûnerên van her du dewletan hat nasîn (Saykis-Pîko) û piştî ku Brîtanya soz da Cihûyên cîhanê (soza Bilfor) ku ew ê dewleteke olî xwedî xaknîgarîyeke xwezayî ji bo cihûyan ava bike (paşê navê wê dewletê bû Israîl), hin neteweyên din bi hesanî ji xaknîgarîya cîhanê dihatin jêbirin an jî ew li gor berjewendîyên navneteweyî, bi hin dewletên din vedibûn. Yek ji girîngtirîn netewe û nijadên ku rastî vê yekê hatin, miletê kurd bû ku li ser çar dewletên neteweyî hatin parvekirin ku ew dewlet di encama hilweşîna dewleta osmanî de hatin holê. Ji ber ku di wê demê de diplomasîya kurdî di çarçoveya oldar û axayan de bû, ew kes di çarçoveya sînorê xwe yê xaknîgarî û li gor berjewendîyên xwe yên kesayetî (li ser hesabê kurdên din), tev digerîyan bêyî ku guh bidin çarenûsa gelê kurd û mafên wî yên neteweyî û dîrokî; ev yek yan bi zanebûn pêk dihat (di hin rewşên hindik de) yan jî bê zanebûn (di gelek rewşên din de). Piştî bidawîbûna şerê cîhanê bi pênc salan, ev tişt tev bi awayekî zelal hatin diyarkirin. Di van pênc salan de sererastkirin û parçekirin hat çespandin û di encamê de di sala 1923 de li bajarê Lozanê yê Siwêsrî, rêkeftina Lozanê hat lidarxistin û ev babet tê de hatin çespandin. Ev rêkeftin bû sedema sedsaleke temam a binpêkirin û çewsandinê li ser gelê kurd ê ku li ser xaka xwe dijî.

Doza kurdî…çareserîyên pêşkêşkirî û pêkan:

Gelê kurd û tevgerên wî yên azadîyê, tu caran ne hezkerên xwînê bûn, lê di vê sedsala borî de bi awayekî bizanebûn ev gel û doza wî hat piştguhkirin, êdî tevî wê jî her tim kurd ji bo berevanîya di ber doza xwe ya dadmend de amade bûn. Ji ber wê jî û tevî hemû rêbazên çewsandin û tirsandinê, şoreşên kurdî tu caran ranewestîyan (carinan aştîyane û siyasî bûn û carinan din tund bûn; ew jî li gor rewşên qonaxan).

Li Tirkîyê Tevgera Rizgarîya Kurdistanê ku ji hêla PKK ve tê birêvebirin, xaleke girîng di dîroka kurd, Tirkîyê û tevahî herêmê de ye. Ev tevger û bi rêya dîroka xwe ya têkoşer a ku nêzî 50 salî dom kirîye, di qonaxên girîn û guhertinên tektîkî re, derbas dibe da ku li gor rewş û qonaxa heyî be. Banga birêz Ocelan ku di 27 meha reşemîyê de hat xwendin, gaveke ji neh gavên borî ye ku di van 30 salên borî de hatine avêtin, gava yekem di sala 1992 de bû, lê ji ber ku alîyê din pêşwazîya van gavan ji dil nedikir, hemû gav bi bin ketin. Dema mirov banga birêz Ocelan a dawî bixwîne, dê bibîne ku ew ji destpêşxerî û gavên borî ne cûda ye, lê ji ber hebûna van qas analîzvan û sîxurên siyasetê û hebûna van qas malperên civakî yên ku bi awayekî nerênî (pirê caran) dixebitin, hewil tên kirin ku vê bangê di çarçoveyeke teng de sînordar bikin ew bidawîkirina doza kurdî ji bo azadîya kesatîya xwe, ew jî piştî ku nêzê 25 salî di rewşin dûrî mirovahîyê jiyan kir, êdî li hember wê jî em dibînin ku tişta li Feratê diqewime (nexasim li Pira Qereqozaqê û Bendava Rojava ʺTiştînêʺ) ku ji hêla komên girêdayî Tirkîyê ve pêk tê, tenê hewildanek e da ku doz were biçûkkirin û zîvirandin, di encamê de çav ji ser bûyerên ku li qadên sereke li herêmên Berevanîya Rewa pêk tên (Zagros, Zap, Metîna…), were niqandin. Di vê rewşa ku tevlîhevî li tevahî Rojhilatê Navîn û cîhanê berbelav e, armanca sereke ew e ku li çareserîyên pêkan were lêgerînkirin, lê pê re ev xalên li jêr di ber çavan re tên girtin ku ew xal nezelal in û derfetên çareserîyên guncav ji bo hemû kêşeyan kêm û sînordar dikin. Mirov dikare wan xalan bi kurtasî wisa pêşkêş bike:

  • Stratîcîyeke zelal a çareserîyê li ba hêzên mezin li Rojhilatê Navîn tune ye yan jî ew stratîcî li gor berjewendîyên wan ên aborî û siyasî ne, ne li gor berjewendîyên gel û dewletên herêmê ne.
  • Kesayeteke nezelal mîna kesayeta serokê Emerîka Trump di desthilatê de û sepandina wî ji siyasetên xwe yên kêfdar re li ser hemû tewereyên navneteweyî û afirandina wî ji rageşîyan bi cîranên wî û parzemîna Ewropayê re.
  • Dewletên herêmî, di serê wan de Tirkî û Îran ku di odeyên reş ên Rojavayî de, bûne armanceke parçekirinê; çi parçekirina xaknîgarî yan civakî be û çi jî bi rêya sînordarkirina rola wan a sereke di nivîsîna siyasetên herêmê de.
  • Destberdana rûsî ji hin herêmên girîng li Rojhilatê Navîn ku wê berê xwe da Ewrûpa û Afrîkayê û ji nû ve li stratîcî û hevalbendên xwe dinihêre. Ew êdî li şûna hevalbendên xwe yên lawaz ên ku ji dest dan, li hevaline bihêz digere û dixwaze şerê bi Ukraynayê re rawestîne ku hêza wê ya leşkerî, aborî, siyasî û diplomasî û têkilîyên wê yên navneteweyî jî, ji hev xistin.
  • Vekişîna hêzên emerîkî ya beşkî ji Sûrîyê di 2019 de û vekişîna hêzên wê bi yek carê di 2020 de ji Efxanistanê, mîna ketina kesayeta asayîşê bû ku cîhan kontrol dikir. Vê jî hişt ji nû ve li hemû tiştên navborî were nihêrtin.
  • Şer û nakokîya israîlî-filestînî û nepeydakirina çareserîyeke navberî a baş û piştguhkirina vê dozê heta ku kêşeyên wê kom bûn û perçekirina civakî li ser xaknîgarîya hevbeş zêde bû; ev tev sedemeke sereke ya alozbûna vê kêşeyê bi vî awayî bû.
  • Hebûna Îranê wek hêzeke islamî ya radîkal li hember welatên Rojavayî ku berê ew ji islama sinî ya tundrew (Qaide û şaxên wê yên mîna Daiş, Boko Heram û hwd), bêzar bûn.

Bê guman û li gor ezmûna dîrokî pêwîst e çareserîyên mayînde ji bo dozên mezin werin dîtin; ew jî bi rêya rêkeftin û peymanên navneteweyî yan jî yên dualî yên xwecihî di navbera alîyên nakokdar de. Eger komên ku şer dikin nizanibin çima şer dikin, naxwe şer û nakokî tenê ji bo şer û nakokîyê ne armancek e, helbet çareserîyên ku rijandina xwînê radiwestînin û her kesî razî dikin, ew çareserî û destpêşxerîyên herî baş in, êdî pêwîst e ji bo van çareserîyan, gelên herêmê û raya giştî berpirsyar bin û fişarê li alîyên têkildar bikin da ku çareserîyên guncav peyda bikin û êdî nema zêde dem û derfetan ji dest xwe bibin.

زر الذهاب إلى الأعلى