ANALÎZ

Dirzî di nav rewş û dîmenê Sûrîyê de

Rêjeya Dirzîyan nêzî %3 ji niştecihên Sûrîyê ye. Ew li başûrê Sûrîyê berbelav in, nexasim li parêzgeha Siwêdayê û hin gundewarên Şamê (Ceremana û Eşrefîyet Sehnaya). Her wiha ew li Libnan û li Colana ku di bin destê Israîlê de ye jî berbelav in.

Siwêda weke parêzgehên din neket nav alozîya sûrî lê belê hema hema bêalî me û nexwest bibe alîgirê alîyekî ji alîyên alozîya sûrîyê (rêjîm, hêzên dijber û artêşa azad) lê tevî wê jî ew rastî êrîşên terorîstên Daişê hat, nemaze di bûyerên 2018 de ku di encama wan bûyeran de bi dehan jin, mêr û zarok bûne qurban. Her wiha pêvajoyên revandinê û rageşîyên ewlekarîyê di navbera girûpên leşkerî li Siwêdayê û hêzên rêjîma rûxiyayî de çêdibûn.

Hin ji girûpên herî girîng ên leşkerî li Siwêdayê ku di destpêka alozîya Sûrîyê de hatin damezirandin ev in: Tevgera “ Rical El-Kerama“. Ew tevger li ser destê şêx Wehîd Belhûs hat avakirin lê ew di sala 2015 de di siwateyeke bumbekirî de hat kuştin, paşê her du kurên wî Fehed û Leys bûn serwerê tevgerê. Her wiha tevgera “Liwa el-Cebel“ li ser destê Mihric el-Ceremanî hat avakirin lê ew jî di 2024 de hat kuştin. Piştî ketina rêjîma Esed (8. 12. 2024) Meclisa Siwêda ya Leşkerî hat avakirin. Ew bi serwerîya efser Tariq Şûfî  ye.

Dirzî û rêjîma sûrî ya nû:

Piştî ketina rêjîma Esed û desteserkirina HTŞê bi serwerîya Ebû Mihemedê Colanî “ serokê Sûrîyê yê demkî Ehmed el-Şeri“ li ser Şamê û piştî  ku serwerî bi dest xist û hikûmeta veguhêz hat avakirin, rageşî kete têkilîyên di navbera hikûmeta veguhêz û parêzgeha Siwêdayê, nemaze piştî komkujîyên Beravê yên ku hin komên girêdayî artêşa sûrî ya nû pêk anîne, nemaze “Hemzat û Emşat“. Piştî komkujîyên Beravê, hin şerên dijwar di navbera artêşa sûrî ya nû û alîyên dirzî de li herêmên ku piranîya wan Dirzî ne li Şamê û gundewarên wê (Ceramana û Sehnaya) çêbûn û ev şer ranewestîyan. Her wiha êdî Siwêda bû armanc ji bo êrîşên komên çekdar ên nenaskirî. Ji alîyekî din ve Ehmed el-Şeri xwest ku desteserîya xwe heya Siwêda fereh bike û çekan ji wan bistîne û tenê di destê artêşa sûrî ya nû de bihêle. Lê belê tîreya Dirzî weke tîre û pêkhateyên din ên sûrî  destûra sûrî û şêweyê desthilata veguhêz û sîstema desthilatê ya yekreng napejirîne. Her wiha ew çekên xwe danayne. Tu kêşe li cem nîne ku çekan bi rêxistin bike lê danayne. Ew dixwaze ev çek di hundirê sînorê rêveberîya parêzgehê de bimîne û di heman demê de girêdayî dewletê be lê bêyî ku ji dest wan were derxistin.

Rêjîma sûrî ya nû ne tenê diyalokeke niştumanî ya ku tê de rewşa sûrî û şêweyê desthilatê were gotûbêjkirin red dike, lê belê li ser navendîbûn û desteserkirina tevahî xaka Sûrîyê (ji bilî bakurê Sûrîyê yê dagirkirî ku di bin desteserîya çeteyên Trikîyê û artêşa tirkî de ye) li gor rênimayên derveyîn û herêmî, rijd e. her wiha ew pesendkirina mafên pêkhateyên sûrî di destûreke yekgirtî de ku cihêrengîya çandî û nijadî li Sûrîyê dinimîne, napejirîne.

Tevî ku levkirineke navdewletî ji bo parastina kêmîneyan (pêkhateyan) li Sûrîyê û parastina mafên wan di destûra sûrî de heye, lê ev yek dijberî ejindeyên hin alîyên herêmî ye u xwedî bandoreke mezin li ser rêjîma sûrî ya nû ne. Ji ber wê jî; eger biryara siyasî girêdayî ejindeyên herêmî be, dibe ku şerekî tîreyî rû bide. Ketina rêjîma Esed hêzdarîya îranî li Sûrîyê bi dawî kir û girêdana Şamê bi Tehranê re tune kir, lê hêzdarîya tirkî ya metirsîdartir li şûna wê cih girt. Komkujîyên li dijî pêkhateyên sûrî di vê dema kurt de pêk hatin, berî wan wisa komkujî çênebûne. hîna komkujîyek bi dawî nebûye, yeke din dest pê dike mîna ku hemahengîyeke îdyolojîk di navbera rêjîma sûrî ya nû û îdyolojîya tirkî de heye. Ev îdyolojî her tim pêkhate û nijadên ku doza mafên xwe yên siyasî, çandî û aborî dikin û doza rêjîmeke demokratîk li Sûrîyê dikin, diçewisîne û tune dike.

Yek ji sedemên komkujîyên ku der heqê Elewîyan de li Beravê pêk tên, tunebûna rêveberîyeke xweser û leşkerî ye  ku mafên Elewîyan bi rêya wê ji encamên alozîya sûrî û kîna wan koman li hember wan, werin parastin. Ji alîyekî din ve hin ejindeyên herêmî hene ku çeteyên xwe ji bo pêkanîna komkujîyan li dijî pêkhateyên gelê sûrî bi kar tîne da ku ejindeyên xwe li Sûrîyê pêk bîne. Ev tişta navborî ne tenê li ser Elewîyan, lê belê li ser Dirzîyan jî derbasdar e, çimkî her çiqasî hêzeke leşkerî hebe jî lê nerîneke zelal û yekgirtî der barê pêşeroja Sûrîyê û avahîsazîya artêşa sûrî ya nû de tune ye. Ji alîyekî din ve nakokî di navbera koma Rical El-Kerame û Lîwa el-Cebel ji alîyekî ve û Meclisa leşkerî li Siwêdayê ji alîyekî din ve, heye. Her wiha nerîneke wan a zelal der barê pêşeroja herêmên wan de tune ye. Vê tevî bandor li rewşa ewlekarî ya Dirzîyan kir.

Rijdbûna Ehmed El-Şeri li ser desteserkirina Siwêdayê bi rêya hêzê li şûna diyalogê (tevî ku tu nihteke Dirzîyan a cihêbûnê yan jî çêkirina hêzeke leşkerî ji derveyî artêşa sûrî ya nû tune ye jî) dibe ku hin dergehên nû ji bo dewletên herêmî veke ku bi rêya wan ejindeyên xwe li Sûrîyê bi cih bînin.

Israîl û Dirzî:

Hin nerehetî der barê rêjîma sûrî ya nû de li ba Israîlê hene. Heya niha wê danpêdan bi rêjîma nû nekirîye, ne jî bi serokê demkî Ehmed el-Şeri û her tim wî bi terorê tewanbar dike. Her wiha wê gef li artêşa nû xwarin ku her hêzeke leşkerî derbasî başûrê Sûrîyê bibe, dê were topbarandin (Qinêtire, Dera û Siwêda). Ew dibîne ku ew komine terorîst in û nabe derbasî başûrî Sûrîyê bibin.

Rageşîya têkilîyan û êrîşên leşkerî yên ku li herêmê pêk tên (kî van bûyeran bike bila ew be) û dîmenê giştî tekez dikin ku nakokî û şer di navbera artêşa sûrî ya nû û Dirzîyan de heye. Dibe ku yek ji sedemên vî şerî diyarbûna nerîna Dirzîyan li Siwêda be ku ew pergaleke nenavendî yan jî fedralî dixwazin. Ev yek jî bi ejindeyên israîlî li başûrê Sûrîyê re digunce û Israîl vê yekê bi kar tîne û doza parastina Dirzîyan dike. Tevî ku şêx û fermandarên leşkerî yên Dirzîyan tu têkilîyeke bi Israîlê re mandele dikin jî lê li li gor ku ji daxuyanîyên israîlî xuya ye, têkilî di navbera wan de heye.

Dibe ku Israîl dixwaze herêmeke cihê ava bike da ku tu gef li ewlekarîya wê ya neteweyî neyê kirin û nehêle kom an jî rêxistinên terorîst li başûrê Sûrîyê bi cih bibin; çimkî hebûna wan kom û rêxistinan tê wateya hebûna hêzdarîya tirkî li başûr. Her çiqasî Tirkî hevkara Israîlê di NATO de be, lê berferehbûna hêzdarîya tirkî li Sûrîyê êdî Israîlê bêzar dike; çimkî têkilîyên Tirkîyê yên xurt bi komên terorîst re hene ji ber wê jî hebûna wan girûpan metirsîyê li ser ewlekarîya neteweyî ya israîlî pêk tîne, nemaze ku Israîl karîbû milîsên îranî ji Sûrîyê der bike, nexasim ji başûrê Sûrîyê çimkî başûr ji bo wê xwedî girîngîyeke stratejîk a mezin e. daxuyanîyên Israîlê der barê başûrê Sûrîyê de, nexasim der barê parastina Dirzîyan de, dikeve çarçoveya parastina ewlekarîya israîlî ya neteweyî li hember kom û rêxistinên terorîst û li hember berferehbûna hêzdarîya tirkî.

Siyaseta ku Ehmed El-Şeri û artêşa wî dimeşînin û fişarên ewlekarî û leşkerî yên mezin li ser Dirzîyan (çi li Siwêda çi li deverên din ên ku Dirzî li wan gelek in) û nepejirandina vê rêjîma nû ji diyalokekê re ku Sûrîyê ber bi ewlehîyê ve bibe, dibe ku bihêle Dirzî doza parastinê ji alîyekî derveyîn bikin da ku xwe ji komkujîyan di pêşeroja nêz de biparêzin, nemaze ku tu destûreke yekbûyî tune ye ku bi rêya wê hemû pêkhate û mafên wan werin parastin û tu despilînên ewlekarîyê tune ne ku li gor wan sûcdarên van komkujîyan werin darizandin. Erikdarîyên nû yên ku Şeri dike (her wekî erikdarkirina çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra, fermandarê koma bi navê Ehrar el-Şerqîye, li ser firqeya 86 a ku berpirsa parêzgehên Dêra Zorê, Reqa û Hesekê ye herwiha erikdarkirina çeteyê bi navê Mihemed Casim ku bi navê Ebû Emşa tê nasîn û berê serokê koma Silêman Şah bû li ser firqeya 25 li parêzgeha Hemayê) li gel erikdarîne din ji bo gelek kesên ne sûrî di cihên bilind de ku ew kes xwedî dîrokeke tije terorîst in, hişt ku ev artêş bibe artêşeke cihê nebawerîyê û bibe cihê metirsîyê li ser pêkhate û gelê sûrî bi giştî berî ku bibe metirsî li ser dewletên herêmî jî. Dibe ku ev jî bihêle pêkhateyên din ên Sûrîyê meclisên xwe yên leşkerî avabikin da ku xwe ji komkujîyan biparêzin (mîna komkujîyên ku li Beravê li dijî Elewîyan pêk hatin).

Rêkeftinên ku di navbera Dirzî û artêşa sûrî ya nû de ji bo aramkirina rewşa leşkerî û ewlekarî di navbera her du alîyan de hatin muhirkirin, dê tu encamên mayînde bi xwe re neyînin. Ew tenê hin rêkeftinên demkî ne ku bi çêbûna binpêkirineke ewlekarî re dê werin pûçkirin. Eger rêjîma nû vê hişmendîya xwe bidomîne (erikdarkirina kesayetên terorîst ku ne ji alîyê hundirîn ve û ne jî derveyîn ve nayên pejirandin, meşandina siyaseta yekreng û mandelekirina mafên pêkhateyên sûrî û hwd) kirîza sûrî dê aloztir bibe û dê ev yek xizmeta şerê tîreyî (navxweyî) bike û dê bihêle ku Sûrîyê bibe welatekî wisa ku metirsîyê li ser welatên derdorê û aştî û ewlekarîya niştumanî pêk bîne. Dibe ku ev yek bihêle hin pêkhateyên sûrî doza parastina derveyîn bikin û bibînin ku çek alava parastina wan û hebûna wan e û radestkirina çekan û hiştina wan tenê di destê artêşa sûrî ya nû de ku bawerîya gelê sûrî êdî nema pê tê, dê bibe mîna xwekuştinê, nemaze di van rewşên siyasî û leşkerî yên ku piştî ketina rêjîmê Sûrîyê di wan re derbas dibe. Berdevkê fermî yê tevgera “Rical El-kerama“ Ebû Fexir di rojnameya “El-Şeriq el-Ewset“ de li ser vê yekê tekez kir û wisa got: “Babeta radestkirina çekan, girêdayî Desteya Berevanîyê ye û heya niha ev mijar ji hêla her kesî ve nehatîye pesendkirin. Çekên me metirsîyê li ser tu alîyî çênakin û me zordestî li tu kesî nekirîye, ev çek tenê ji bo parastina erd û namûsa me hene.“ Radestkirina çekan tê wateya xwekuştinê. Ev jî dide diyarkirin ku metirsî heye ku komkujî li ser Dirzîyan pêk werin.

Ji ber wê jî rewşên ewlekarî û leşkerî li Sûrîyê girêdayî siyaseta Ehmed El-Şeri û qasîya bandorbûna wî bi hêzên herêmî û çawanîya çareserkirina alozîya hundirîn (yan leşkerî yan bi rêya diyalogê) ve ne. her wiha girêdayî qasîya pejirandina wî ji cihêrengîya çandî, nijadî û olî di Sûrîyê de û qasîya karîna wî ya dûrxistina Sûrîyê ji şerê tîreyî û dîtina hemahengî û hevsengîyekê di navbera siyaseta xwe ya hundirîn û daxwazên civaka navdewletî yên girêdayî parastina pêkhateyên herêmê ye. Divê ew van tiştan pêk bîne dûrî ejindeyên herêmî yên ku dixwazin biryara siyasî desteser bikin û rênimayên xwe li ser Şamê bisepînin çimkî ev yek dê tevlîhevîyeke siyasî û leşkerî li Sûrîyê, pêk bîne.

زر الذهاب إلى الأعلى