ANALÎZ

KOMKUJÎYÊN PERAVA SÛRÎ Û EŞKEREKIRINA RÛYÊ RASTÎ

Li herêma Peravê ya sûrî operasyonên leşkerî ji alîyê Rêveberîya Operasyonên Leşkerî û çeteyên ser bi Tirkîyê ve, pêk tên. Li gor ku ew dibêjin, armanca van operasyonan bermahîyên rêjîma têkçûyî ye, lê belê di encama vê operasyonê de bi hezaran qurbanîyên sivîl çêbûne ku bi awayên pir hovane hatine kuştin.

Piştî serdestîya Heyet Tehrîr El-Şam li ser desthilatdarîya Şamê, êdî gelek dosyayên tevlihev ku ji ber alozîya Sûrîyê di seranaserî çardeh salan de derxistine, girtin dest. Ev dosya; eger ne bi gotûbêjeke niştimanî û jinûverêzkirina mala sûrî ya hundirîn be, dê neyên çareserkirin. Lê belê; rêbaza ku Ehmed El-Şeri di çareserkirina van dosyayan de da meşandin, aloztir û tevlihevtir kirin. Nemaze gava ferwerîya xwe “Ferwerîya Xilasîyê” ji Idlibê veguhast Şamê, fermandarên xwe yên leşkerî kirin parêzgarên bajarên sûrî, bingehin şaş ji bo avakirina artêşa sûrî ya nû danîn, kongreyeke niştimanî tenê ji rengekî li dar xist û nikarîbû girêdana xwe ya bi derve ve bibire. Êdî; bûyerên li Peravê yekemîn ezmûna wî, weke serokê demkî yê Komara Erebî Ya Sûrî ya Nû, bû.

Tişta ku li Peravê pêk tê, girêdayî şaştîyên hundirîn û ajendeyên derveyîn e. Ev herêm rûyê Sûriyayê yê li pêşberî cîhana derveyîn e. Tê de baregeha Himêmîm û baregeha Tertûsê ya deryayî ya rûsî hene. Her wiha piranîya niştecihên wê ji pêkhateya elewî ne. Naxwe; sedemên ku hiştine ev yek pêk were, çi ne? Rewş li wir ber bi ku ve diçe?

Sedemên hundirîn:

Bê guman li herêma Peravê hinek bermahîyên rêjîma têkçûyî hene, çi ku ew wargeha rêjîma têkçûyî bû. Lê belê tişta ku li herêma Peravê pêk tê û komkujîyên di mafê pêkhateya eleweî de pêk hatine, em nikarin wan bi hinek bermahîyên rêjîmê ve girê bidin, lê belê têkildarî siyaseta hundirîn a ku Ehmed El-Şeri di ferwerwerîya xwe li ser welêt piştî hilweşîna rêjîma Esed de daye meşandin e. Vê siyasetê bi hemû pîvanên xwe ve, binkeftina xwe tekez kir. Êdî; ne hêza El-Şeri heye ku komikên çekdar “Fermandar û endam” kontrol bike yan jî wan li ser van komkujî û binpêkirinên ku komikên çekdar li dijî pêkhateya elewî pêk anîne, siza bike. Berztirîn şaştîyên -eger derbirîna me rast be- ku El-Şeri di siyaseta xwe ya hundiîn de pêk anîne, wiha ne:

  1. Sazkirina artêşa sûrî ya nû: Li şûna ku artêşeke niştimanî ava bike, El-Şeri tevaya komikên ku xwedî dîrokeke tijî kuştin, şêlandin û revandinê, an ku El-Hemzat, El-Emşat û Ehrar El-Şerqîyê û li kelêka wan jî komikên islamî yên tundrew, dane hev û ew kirin motika artêşa sûrî ya nû. Her wiha van komikan angaşt kir ku wan xwe di nava artêşa sûrî ya nû de fesix kiriye, lê belê weke xwe mane û tu desthilateke leşkerî li ser wan tune ye. Ji vê bêtir; ev komik hîn li pey fermandarên xwe dimeşin. Êdî; ev komik girêdayî ajendeyên derveyîn in ku metirsîyeke mezin li Sûrî û aştîya sivîl a wê ye. Tiştên ku çêdibin û komkujîyên ku li Peravê pêk ahtine, weke kuştin, revandin û şêlandinê, bi navê artêşa sûrî ya nû pêk tên. Di encamê de; siyaseta Ehmed El-Şeri ya sazkirina vê artêşê wî dixe nava xeleka tawanbarîyê. Her wiha tu cudahî di navbera vê artêşê û artêşa rêjîma têkçûyî de tune ye, çi ku her du jî têkildarî kesin diyarkirî ne û li şûna mertala parastina gelê sûrî bin; wan dikujin.
  2. Kongreya gotûbêja niştimanî: Bi yek rengî derket pêş, endamên komîteya ku bi lidarxistina wê hatibû erkdarkirin jî, li ser wan pirsnîşan hene û ji alîyê kolana sûrî ve nayên pejirandin. Her wiha dûrxistina alî, partî, hêz û kesayetên niştimanî ji kongreya gotûbêja niştimanî, kolana sûrî danî pêşberî gelek pirsnîşanên der barê armanca kongreyê û niyetên pergala nû de. Vê yekê li cem kolana sûrî “pêkhate, partî û hêzên niştimanî” rengekî bêhêvîtîyê da avakirin, her wiha rengekî nebawerîyê bi pergala nû çêkir.
  3. Rewşa herêmên sûrî ya piştî alozîya Sûriyayê di ber çavan re derbas nekir. Ji bilî herêmên Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrîyê û hêzên wê yên leşkerî “Hêzên Sûrîya Demokrat” û heyanî rêjeyekê Suweyda jî, tevaya herêmên din girêdayî rêjîmê bûn. Bi hilweşîna rêjîmê re, meydan vala bû û tu hêzeke ku ewlekarîyê li wan herêman peyda bike, eger li jêr sîwana pergala nû be jî, êdî nema. Wiha dihat xwestin ku pergala nû, yekîneyin ewlekarîyê ji xelkên wan herêman bide avakirin da ku ewlekarî û aramîyê li wan biparêze, an ku weke gava yekem li gor encamên ku ji ber alozîya Sûrîyê derketine, nemaze dijberîyên nijadperestî; ne ku hinek alîyên bi ajendeyên derve ve girêdayî yan jî komikin tundrew ku dîroka wan xwînî ye, li dijî hin pêkhateyan xwedî kîn in û li gor ajendeyên derve dixebitin, bînin û li wan deveran bi cih bikin. Ev yek ji sedeman bû ku hişt Suweyda mecliseke leşkerî ji xwe re bide avakirin da ku ewlekarî û aramîya Suwydayê û gundewarên wê biparêze; an na, dê çarenivîsa wê jî weke ya Perava sûrî ba.
  4. Hilweşîna bilez a rêjîma têkçûyî rê neda pêkhateya elewî ku rêveberîyeke xwe ya taybet ava bike, çi siyasî yan jî leşkerî be, da ku li dijî çi binpêkirineke di mafê xelkên wan de li ser destê komikên ku li dijî vê pêkhateyê xwedî kîn in, raweste.

Ji bilî van jî gelek pêkarên din hene ku welat gihand vê astê ji kuştin, şêlandin û derxistina alozîyan. Siyaseta hundirîn a ku Ehmed El-Şeri da meşandin, ne di asta welatekî de bû ku çardeh salan alozî tê de heye û gelek encamên nerênî jê derketin; ku pêdivîya wan bi siyaseteke taybet heye da bikare tevaya pêkhateyên sûrî, hêz, partî û kesayetên niştimanperwer beşdarî rêvebirina welêt bike; ne ku ferwerîya Idlibê bîne û bihêle tevaya welêt bi rê ve bibe û pêkolîyê li ser pergala navendî bike.

Sedemên derveyîn:

Bê guman Sûrî parçeyek ji nexşeya (Rojhilata Navîn a Nû) ku ji alîyê pergala cîhanî ve tê nexşekirin e. Dewletên Rojhilata Navîn weke Tirkî û Îran hewl didin ku kaxezin hêzdar bi destê xwe bixin da ku di siberojê de rêjîmên xwe ji hiwleşînê rizgar bikin. Lewre; her dewletek ji wan di nava vê nezelalîya dîmenê li Rojhilata Navîn de û hevdemî berzbûna Israîl weke dewleteke tewereyî xwedî ajendeyin taybet û ji alîyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve bi xurtî tê destekkirin, hewl dide ku kaxezên xwe ji nû ve sererast bike. Li kêleka vê yekê jî, Rûsya hewl dide ku hebûna xwe li Sûrîyê biparêze. Ev hemû li pêşberî El-Şeri dibin rûbirûbûyînên mezin ku ew bi xwe jî xwedî têkilîyin xurt bi Tirkîyê re ye. Êdî ji berteka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Israîlê ditirse. Lewre karîna wî ji bo çêkirina hevsengîyekê di navbera van hêzan de, dê Sûrî ji alozîyin din rizgar bike.

Ajendeyên navneteweyî û herêmî yên li Sûrîyê:

Rûsya:

Di dosyaya Sûrîyê de, Rûsya weke dewleteke binkeftî piştî hilweşîna hevalbendê xwe El-Esed, tê dîtin. Hewl dide ku Sûrî weke hevalbendeke dîrokî bihêle û baregehên xwe yên leşkerî “baregeha Himêmîm û baregeha Tertûsê ya deryayî û li kêleka wê baregeha Qamişlo” biparêze. Lê belê -weke dixuye- hîn jî bi tewereya Astanayê “Tirkî û Îran” ve girêdayî ye û berê xwe dide pergala nû ya Şamê. Lê ji alîyekî din ve jî li Sûrîyê, bi Tirkî û Îranê re hevrêzîyê dike. Serdana mekûkî ya wezîrê wê yê derveyîn bo Îran û Enqereyê, ji bo nexşekirina siyaseteke nû li Sûrîyê bû. Ew dixwaze ku bi van dewletan re, Sûrî weke dewleteke hevalbend biparêze, eger ne tevaya erdnîgarîya Sûrîyê be jî, lê belê Sûrîya sûdmend jê re girîng e. Herêma Peravê -li gor stratejîya Rûsyayê ya ji bo Sûrîyê- parçeyekî sereke ji Sûrîya sûdmend e. Her wiha dibe ku hewl bide komkujîyên ku li Peravê ku di mafê pêkhateya elewî de pêk hatine û hatina gelek endamên pêkhateya elewî ber bi baregeha rûsî ve, da ku li wê derê xwe ji komikên artêşa Sûrî ya nû biparêzin, ji bo sepandina hebûna xwe li Peravê, keysbaz bike.

Îran:

Li kêleka Rûsyayê, Îran jî di dosyaya Sûrîyê de dewleteke binkeftî ye, an ku binkeftîya herî mezin e. Ew hewl dide mîna şîîyên li Libnanê û hûsîyên li Yemenê, pêkhateya elewî jî li Perava sûrî bikişîne bi alîyê xwe ve. Wê hewl da ku xwe bigihîne pergala nû ya li Şamê, lê tu sûd negirt. Bûyerên Peravê -eger destê Îranê tê de nebe jî- hişt ku Îran hêdî hêdî xwe bi alîyê pergalê ve bibe. dibe ku siyaseta xwe bi rêya destekdayîna pêkhateya elewî li Peravê biguherîne, nemaze ku Perava sûrî bi Libnanê re hevsînor e. Di encamê de; gengazîya têkilîyê di navbera Hizbullah û pêkhateya elewî de heye.

Tirkî:

Xwe weke serkeftîyê herî mezin di dosyaya Sûrîyê de dibîne, ew jî li gor têkilîya wê ya xurt bi Heyet Tehrîr El-Şam re û kontrolkirina wê li ser çete komikên islamî yên tundrew. Lewre; hewl dide ku desthilatên xwe li bakurê Sûrî firehtir bike da ku Perava sûrî jî bigire nava xwe, çi ku çavnebarîyên wê yên aborî li Perava sûrî ya ku bi gazê dewlemend e hene, her wiha rêya bazirganîyê ya ku ber bi Ewropayê ve bi rêya benderên sûrî derbas dibe, bibire yan jî qedexe bike. Êdî derxistina alozîyan, dibe ku bikeve xizmeta planên wê yên li Sûrîyê û herêmê, ew jî bi rêya hevbendîya herêmî “tirkî, sûrî, iraqî û urdunî” ku bi behaneya -li gor wê- çareserkirina alozîya Sûrîyê û lêdana terorê pêk hatiye. Vê hemûyî ji bo bidestxistina dosyaya şerê li dijî terorê ji destê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û betalkirina hevkarîya di navbera Hevpeymanîya Civakî û Hêzên Sûrîya Demokrat, pêk tîne, da ku derbeyekê li Rêveberîya Xweser û projeya Neteweya Demokrat ku kevirê bingehîn ê ber bi Sûriyeke demokrat û pirreng ve dibe, bixe.

Têkilîya Ehmed El-Şeri bi dewleta tirk a dagirker ve û kontrolkirina Tirkîyê ji komikên çekdar li Sûrîyê re ku li gor ajendeyên wê dixebitin, astengîyeke sereke li pêşîya damezirandina pergaleke demokrat e. Êdî dûrxistina Sûrîyê ji çavnebdarî û ajendeyên tirkî, dê gaveke mezin a ber bi dîtina çareserîyan ji gelek dosyayên asteng û Sûrîyeke nû ve be.

Israîl:

Piştî 7ê cotmehê rola israîlî ya rasterast di herêma Rojhilata Navîn de derket pêş. Her wiha bicihbûna dewletan -ji bilî Rûsyayê- li Sûrîyê ji ewlekarîya wê ya neteweyî re gefek e. Lewre; em hevriyeke “israîlî-tirkî-îranî” li Sûrîyê dibînin. Daxuyanîyên israîlî yên ji bo parastina durzîyan li başurê Sûrîyê, beşek ji ewlekarîya wê ya neteweyî ne. Her wiha Perava sûrî jî xwedî girîngîyeke aborî mezin ji Israîlê re di siberojeke nêzîk de ye, ew jî bi rêya tevlêkirina Sûrî di nava “Komcivîna Rojhilatê Deryaya Navîn” a ji bo veguhastina gazê ber bi Ewropayê ve û nehiştina Tirkiyê ku tu peymanên nexşekirina sînorên deryayî bi pergala nû re çêneke. Ev jî li kêleka desthilatên tirkî yên mezin li ser komikên islamî yên tundrew li Sûrîyê ku bi dest xwe re gefeke mezin li ser Israîl û ewlekarîya wê ya neteweyî ye.

Ev jî li kêleka berjewendîyên amerîkî û dewletên rojavayî yên li Sûrîyê ku weke dergeha veguhastina enerjîyê ber bi Ewropayê ve ye. Her wiha gengazîya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku projeya xwe ya aborî li herêma Kendava Erebî berfireh bike heyanî ku Sûrî jî di nava xwe de bihewîne, heye.

Xwegirtin an jî nekarîna El-Şeri ku ji bin kirasê tirkî derkeve, her wiha nekarîna wî ji bo pêkanîna hevsengîyeke navneteweyî li Sûrîyê, wî datîne pêşberî alozîyin nû. Yek ji sedemên sereke yên alozîya Sûrîyê ew bû ku rêjîma El-Esed a têkçûyî nikarîbû hevsengîyeke navneteweyî pêk bîne yan jî Sûrî dûr bixe, her wiha li şûna projeya dewletên rojavayî-qeterî ya veguhastina gazê, berê xwe da projeya îranî.

Bûyerên li Peravê çêbûn û encamên wê, an ku qirkirina pêkhateya elewî, lawazî û jihevketina pergala nû raber kir. Her wiha da diyarkirin ku nikare komikên leşkerî yên wiha dibêjin ku xwe fesix kirine û tev li artêşa sûrî bûne, lê dirastîyê de berevajî wê dixuye, kontrol bike. Her wiha daxuyanîyên -çi yên serokê demkî Ehmed El-Şeri yan yên berpirsan- hatin dayîn jî, ne bi qasî barê berpirsiyarîyê bûn ku weke ferwerî berjewendîyên gelê sûrî û tevna sûrî biparêze. Êdî hevrûkirina komkujîyên ku li Peravê di mafê pêkhateya elewî de pêk tên bi komkujîyên rêjîma Esed a têkçûyî re, her wiha angaştên wan ku ev tişta li Peravê rûda, an ku kuştin, revandin û şelandin, kirarên kesane ne; têne wateya guhartina rastîyan. Lewre; ev daxuyanî dûrî rastîyê ne û tu têkilîya wê pê re tune ye, an ku siyaseta  pergala nû dide meşandin mîna siyaseta rêjîma têkçûyî ye û komkujîyên ku di mafê pêkhateya elewî de pêk hatin maska li ser rûyê wê rakir. Berdewambûna El-Şeri û ferwerîya wî li ser vê rêbazê, dê berê Sûrî bide tundîyeke nijadî “sinî-şîî’ û ne dûr e jî ku ev ferwerî bibe sersebeba şerekî nijadî yê kurdî-erebî û heyanî durzî-sinî jî. Di encamê de; madem ev ferwerî bi vê rêbazê tev digere, dê sûrî bixe nava gerînokeke şerên nijadî. Lê belê der barê rûniştina Encumena Ewlekarîyê ya ku dê ji bo Sûrîyê were lidarxistin, ne dûr e ku tev bi yek destî, komkujîyên di mafê pêkhateya elewî de pêk hatine şermezar bikin û yên destê wan tê de heye, siza bikin.

زر الذهاب إلى الأعلى