ANALÎZ

?Piştî sed salî ji Lozanê, çi heye

Piştî destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem di sala 1914an zayînî de, pêlên nakokiyan di navbera welatên hevpeyman û welatên tewereyê de dest pê kirin. Welatên rojavayî zû dest bi belavkirina kekê di nav xwe de kirin; ji ber ku ew misoger bûn ku wan şer qezenc kiriye, û em li vir bi taybet behsa hêzên navendî yên Keyaniya (mîrnişîn) Yekbûyî û Fransayê dikin, ku van her du hêzan bi taybetî dest bi dabeşkirina par û xenîmetên şer di navbera xwe de li ser bingeheke erdnîgarî kirin; bêyî ku guh bidin aliyên exlaqî û mirovahî yên komên mirovî, etnîkî û îdeolojîk, an jî rêzê li taybetîya kom û civakan bigirin. Peymana Saykes-Pîkoyê ya sala 1916an piştî zayînê hîmê yekem e ji bo parçekirina deverên parçebûyî û avakirina netew-dewletê bi şêweyê xwe yê îroyîn li tevahiya herêmê.

Di vê peymanê de li tevahiya herêmê herî zêde bandor li gelê kurd bûye; ku tê de Kurdistan ji aliyê erdnîgarî ve bû çar-pênc parçe, eger em erdnîgariya kurdî ya ku di pratîkê de heta sînorên Ermenîstan û Rûsyayê dirêj dibe, lê zêde bikin. Ji bilî perçebûna wan bi temamî di nav çend neteweyên cuda de, lê piştî bidawîhatina şer bi şêweyê xwe yê rastî û fermî di sala 1918an de, welatên rojavayî an ku wek hevalbendên serkeftî dihatin naskirin, dest bi dabeşkirina rastîn a erdnîgarî û erdan kirin. Ji ber vê yekê mîrateya “mirovê nexweş” (dewleta Osmanî ya wêranbûyî) ji bo hemûyan, beşê sûdmend bû; ji ber ku ji hêla erdnîgarî, cîhê xwe yê jeopolîtîk û dewlemendiya xwe ya xwezayî û mirovî ve wekî dewlemendtirîn dever tê dîtin. Bi rastî jî dabeşkirin li ser bingehê berê yê ku di teorîyê de di nav xwe de li hev kiribûn, pêk hat.

Rûniştin, peyman û konferans di navbera serkeftiyan de bi Konferansa Aştiyê ya li Parîsê 1919an dest pê kir û paşê jî Peymana Sîverê di 10ê Tebaxa 1920an de, ku Sîver jî ji bo dewleta Osmanî û dîroka wê mîna “guleya kuştinê “bû. Helbet wê demê Osmaniyên nû ji vê peymanê ne razîbûn, lê bandora hêza serkfetî û tehliya şikestinê hebû. Piştre çend peyman jî hatin îmzekirin, wek Peymana Moskoyê bi Yekîtiya Sovyetê re, Peymana Enqereyê ya bi Fransayê re, Peymana Elksender û Pawlos bi Ermeniyan re, peymana Qers û Mudanya bi Keyaniya Yekbûyî re, jixwe dibe ku Peymana Lozanê ya di 24ê Tîrmeha 1923yan de encama van hemûyan be. Peymana Lozanê ya ku ji 143 xal an bendan pêk dihat, ji ber nebûna nûnerekî kurdan, bi taybetî jî ji bo bidestxistina azadiya neteweyî û parastina taybetiya gelê kurd wek gelên din ên herêmê, derbeyek giran bû ji gelê kurd re. Nûnerên kurdan di vê peymanê de nebûn û behsa wan jî di bendên peymanê de nehat kirin; tevî ku navê wan eşkere di Peymana Sîvrê de di xalên wê 62-63-64 de hatîye behs kirin ku divê mafê wan hebe ku di demek diyarkirî de biryara çarenûsa xwe bidin û taybetîya xwe jî biparêzin.

Çima kurd li Lozanê hatin paşguhkirin?

Ji lêkoler û kesên ku bi dîroka herêmê re eleqedar in, ne veşartî ye ku kurd di nav qurbaniyên sereke yên Peymana Lozanê de ne, wek ku me berê jî gotibû û dibe ku paşguhkirina wan ji ber çend sedeman be. Em dikarin li jêr behsa hin sedeman bikin:

Sedemên navxweyî yan jî xweser yên girêdayî kurdan:

– Nebûna hêzeke leşkerî ya kurdî ji bo kurdan bi xwe ku daxwaza mafên xwe yên netewî û niştimanî bike.

– Nebûna yekîneyeke taybet ji bo Kurdan an jî hebûna nûneratiyeke wan a siyasî, sivîl û dîplomatîk a bihêz.

– Parçebûn di yekitiya biryara kurdan de û bêbawerî û lawazbûna di kesayeta kurd de.

– Hin kesayetiyên kurd, di nav wan de axa, beg, mixtar û mela, serdestên biryara kurdan bûn, ku berjewendîyên xwe yên teng û şexsî li ser berjewendîyên neteweyî û bilind ên kurdan tercîh dikirin.

Sedemên derveyî yên girêdayî hêzên serkeftî û têkçûyî:

Bê guman ji bo welatên rojavayî yên mezin û serkeftîyên şerê cîhanê, mafên mirovan, azadî, demokrasî, an jî sloganên din ên balkêş dê ne girîng bin, bi qasî ku xema aliyê aborî, çawaniya komkirina lêçûnên xwe, vegerandina ziyanên madî û dûrketina ji qeyranan giring in. Ji ber vê yekê jî dibe ku çêkirina qeyranên navxweyî û peydakirina rewşa xizanî, hewcedarî û belengaziyê ji bo wan guncaw be wek beşekê ji çareserîyê ku nezaniyê di nav civakan de belav bikin û bi vî awayî wan bixin çîn û komên ku dê piştre ji wan re bibin derece û ast û wan bikin dewlet û gelên ku dikevin bin navê dewletên cîhana sêyem an jî welatên paşketî û ji ber vê yekê wendakirina neteweya kurd û belavkirina wê di nav netewe û erdnîgariyên din de ji bo wan nabe pirsgirêkeke mezin.

Gelo kurd an pirsa kurd an jî Kurdistan ji holê rakirin?

Bi bersiveke kurt em dikarin bibêjin “na”. Çima na û çawa na?  Plannameya dem û cih ya şoreşên kurdan ji Lozanê heta îro bersivê didin. Bi dehan şoreş û serhildanên kurdan li seranserê erdnîgariya Kurdistanê bersiva eşkere û zelal bû ji bo rewşa dabeşkirina erdnîgariya Kurdistanê. Kurd wek neteweya herî mezin li ser rûyê erdê tên dîtin ku bê çarçoveyeke sîyasî yan erdnîgarî ne yan jî em dikarin bibêjin “bê dewlet” in li gorî termînolojiya hiqûqî ya navneteweyî. Lê tevî vê yekê jî, gelê kurd ji gelên resen tê dîtin ku mîrasa xwe ya dîrokî anku ziman, kevneşopî, çand (cil û berg û xwarin) û folklora lîrîk û hunerî parastiye. Çanda stranbêjîyê ya kurdî mîrateya devkî ya herî pêbawer e ku bi nifşan ve hatiye ragihandin û gelek dîroknas û lêkoler di dirêjahiya dîrokê de xwe dispêrin wê wekî belge, rastî û delîlên koka gelê kurd.

Gelo tişta ku îro diqewime dişibe duh?

Bê guman em dikarin îro û duh bidin ber hev û ne tiştekî veşartî ye ku di van sed salên borî de komployên li dijî gelê kurd ranewestiyan. Şoreşên Kurd her ku gurtir dibûn û ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî berfireh dibûn, hêz û fişara desthilatdar û rejîmên dagîrkerên Kurdistanê li ser wan zêdetir dibû.  Belgeya herî mezin ew rûdan in ku îro li rojavayê Kurdistanê diqewimin, her çend kilîta çareseriya kirîza Sûriyê di destê kurdan de ye, lê bi hemû rê û rêbazan rûbirûyî zordestiya leşkerî û hizrî tên. Tevî pêşniyaza nerm û hevseng, hewandina hemû pêkhateyan û dîtina çareyan ji hemû pirsgirêkên heyî re, bi pêşniyara projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a di bin sîwana neteweya demokratîk de, ku ji aliyê piraniya pêkhateyên bakurê rojhilatê Sûriyê ve weke çareseriya herî guncaw û herî baş ji aloziyê re hatiye qebûlkirin, lê hişkbûna paytexta biryargirtinê (Şam) ji hêlekê ve, û dijminatiya rêjîma desthilatdar li Tirkiyê ji vê pirojeyê re dihêle ku ew were rawestandin; tevî ku nêrîna siyasî û leşkerî di navbera rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de sed û heştê dereceyî di warê dîtinên ji bo çareseriya paşerojê li Sûriyê ji hev dûr in. Her wiha ezmûna başûrê Kurdistanê jî ku di referanduma dawî de ji sedî 90 daxwaza serxwebûna herêmê dikir, lê welatên cîranên herêmê rê li ber encamên wê girtin û danpêdan pê nekirin, di milê aborî de jî li herêmê teng kirin ku ji wê paşde vekişe.

Halê hazir çi ji kurdan tê xwestin? em çawa dikarin Lozanê derbas bikin?

Îro ji kurdan û hemû pêkhateyên herêmê ji netew, ol û kêmhejmarên din tê xwestin ku destên xwe bidin hev, ji ber ku paşeroja herêmê bi destên ji derve ji nû ve tê xêzkirin, bêyî ku pêwîstiyên pêkvejiyanê di ber çavan re derbas bikin. Wek mînakeke biçûk, peymanên Astana bi bîst rûniştinên wê ve, ku bi pirojeyên dabeşkirina leşkerî di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona çekdar de dest pê kir û berev dabeşkirina erdnîgarî, rûniştinên demkî yên ji bo asayîkirinê, vegera têkiliyan, lêdana projeyên niştimanî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, xêzkirina nexşeyan, nav û peyvên nû ji bo belavkirinê çû. Îro ji her demê bêhtir ji gelê Kurd bi giştî û bi taybetî ji bijara siyasî tê xwestin ku:

– Parastina destkeftên kurdan yên îroyîn bêyî cudahiya erdnîgarî û bîrdozî û dîtina wan di serî de wek destkeftiyên kurdan.

– Tevgera siyasî divê atmosfereke guncaw çêbike û bê şert û merc vegere ser pirojeya Konferansa Netewî ya Kurdistanê û ewlwhiya netewî ya kurdan di ser her titşî re bigire.

– Yekkirina nêrîn û gotara kurdî di civînên navneteweyî de, ku di serî de li ser mafên gelê kurd bin.

– Zexta li ser civaka navneteweyî ji bo ku rêveberiya Kurd li ser erdê nas bike û rewatiya navneteweyî bide wê.

– Xebata ji bo betalkirina Peymana Lozanê di forumên navneteweyî de û afirandina alternatîveke guncaw ji bo parastina mafên gelan ên biryara çarenûsê û rêzgirtina nirxên mirovahiyê.

Tiştên berê divê bên guhertin da ku li ser me neyê nivîsandin ku kurd bê îrade û rêveberî bûn. Divê qurbaniyên mezin ku dayikên me bi kezeba xwe ji bo welatekî azad û kesayetiya kurd a bihêz û avakirî dane, bi encamên berçav berhem bînin. Divê kesayetiya Kurd ji wê kesayetiya têkçûyî ya ku bi xwe ne bawer e rizgar bibe, tenê bi vî awayî kurd dikarin dîrokê ji bo xwe binivîsin ne ji bo yên din weke her car. Tenê bi vî awayî qencîya xwîna pak a li ser vê axa giranbiha hatîye rijandin tê vegerandin.

زر الذهاب إلى الأعلى