ANALÎZ

Bûyerên Dawî Yên Minbicê: Di Navbera Ravekirin û Rastkirinê De

Elî Elcasêm/Minbicê

 

Tevgera gel ya ku di demên dawî de li Minbicê rû da û tevlîheviya ku di encama wê de derkete holê, her wiha pêşkêşkirina daxwazên gel ên rewa, ji dema rizgarkirina Minbicê ji çetyên sawkar ên Daişê ve weke bûyereke awarte kete rojevê,  bê guman dê ev bûyer di gelek waran de wilo bi hêsanî derbas nabe û em dûr naçin dema ku em bêjin ku ev tevgera gel gelek peyamên cihreng; çi di civakê de û çi jî li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav kir.

Peyama yekem: Girtina valahiyê

Kesên ku kirîza Sûriyê ji destpêka wê ve di Adara 2011`an de dişopîne, dê gelek nîşaneyan bibînin ku her du aliyên aloziya Sûriyê hewl dane ku mijara êl an Mezhebîtiyê weke kaxezên fişarê li ser aliyê din bikar bînin. Ferweriya Şamê hewl da ku êlan; nemaze yên Ereb ber bi xwe ve bikşîne, ew jî ji tirsa ku çeteyên Hevgirtina (Îtîlaf) ji wan sûd werbigrin û li dijî wê derkevin, an jî berevajî ku ferweriya şamê wan li dijî Hevgirtnê bi kar bîne; jixwe yek car caran qewimî, lê piraniya êlên Sûriyê têgihêştin ku her du alî di şerê di navber wan de welat wêran kirin, êdî  ev cewherê daxwazên êlan di jiyaneke aram û ewle de pêk nayne; ew jî di heman dema ku rewşa aborî ya dijwar ew bêzar kirin. Êdî êl têgihiştin qaseya ziyana ku her du aliyên şer bi şerê xwe yê bêserûber, ziyan gihandin mirov, kevir û daran, êdî ev şer bû weke goka berfê her diçe mezin dibe û her kesî dide ber xwe, lewre wan zanî ku ew neçar in bi pirojeya Neteweya Demokratîk a ku weke aliyê sêyem diyar bû bisekinin, ev yek xuya bû pianiya xwestên gel ew bû ku şer were rawestandina, dest bi hedîtinan were kirin û lihevkirineke siyasîwere pejrandin.

Bê guman ewlehî û aramiya ku bajarê Minbicê di pênc salên ji rizgarkirinê ve dîtiye, êlan di vê çarçoveyê de roleke mezin lîstiye, ew jî bi riya tevlîbûna kurên wan di nava hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di 15`ê Tebaxa 2016`an de beşdarî pêngava serkeftinê bûn. Her wiha tevlî damezrandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ku ji derdorên herêmî yên pêkhateyên cihêreng derket holê bûn, êdî wan bi hev re di pêşxistina pêvajoya avakirin, pêşketin û geşedanê de xebitîn.

Bûyerên dawî yên li Minbicê û ev tevlîheviya mezin ku di encamê de qurbanî û birîndarên sivîl çêbûn nediqewimîn, heke derzeke civakî di navbera Rêveberiya Xweseri ya Demokratîk û hevahengiya gelerî a êlan de tuneba, êdî bi riya ecinde û jehrên aliyên dijber derbasî nava civakê bû, ji ber ku ew alî dizanin heke pirojeya Neteweya Demokratîk berdewam bike, dê hebûna wan têkeve metirsiyê, ew jî bi awayeke ku hemû serkêşan; di nav de rejimên serdest jî, tune bike.

Ji vê rastiya ku me li jor daye xuyakirin, diyar dibe ku ev derz vekirî bimîne dê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di metirsî de rûbirû bimîne; nemaze ew aliyên dijber ên komploger, êdî li benda derfetên destwerdan û xirabkirina rewşa aramî û ewlehiyê ne, da ku peyama mezhebî û êlîtî xurt bikin, êdî ger ev yek jî berfireh bibe dê rêgirtina li ber dê dijwar be. Ev mijar tê wateya ku divê Rêvebiriya Xweser hin gavên berbiçav bavêje, ew jî ev in:

1- Lidarxistina konferanseke berfireh ji bo hemû êlên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew jî bi armanca xurtkirina helwesta tevlîbûna di nav beşên civakê yên cur bi cur de.

2- Çêkirina hevpeymaneke niştimanî weke xebatnameyekê, ew jî bi amadebûna hemû şêxên êlên herêmên Rêveberiya Xweser ku bibe weke sozekê ji aliyê wan ve ku herêmên bakur û Rojhilatê Sûriye ji her metirsiyên li ser hevgirtina civakê, parastina ewlehî û aramiyê  misoger bikin.

Peyama duyem: Ketina ber bi jor ve

Tiştê balkêş ew e ku di bûyerên dawî yên li Minbicê de, gelek daxwazên rewa ji Rêvebiriya Xweser hatin xwestin, her weha di van demên dawî de kirîzên cur bi cur derketin holê, mîna rewşa xizmegûzeriya civakî, ew jî weke kêmbûna sotemenî û çîmento û başkirina nan. Her çendî gelek şaşîtî û kêmasî di der barê van mijaran de hebin jî, lê peyama handanê ya li ser malperên civakî, gihîşt asta herî jor û li gorî şopîneran kesên ku li derveyî Manbicê dimînin ev mijar bi karanîn û sûd jê wergirtin.

Pêkan bû ku ev daxwazên gel ên rewa bi riya gotûbêjê bihatana çareserkirin an li kolanan bi rê û rêbazên pêşketî bihatana diyar kirin, weke xwepêşandanên ku li Ewrûpa çêdibin; mîna razana li kolanê an jî nivisîna dirûşmên ku dixwazin bigihîninrayedaran li ser gumlikan; bêyî ku tu tevlîhavî û qerebalixê an jî bighêje qonaxa destdirêjiya li ser mewdanên giştî an taybet, ew jî  weke ku di destpêka şoreşa Sûriyê de qewimî.

Rêberiyeke rastîn a xwepêşandanên gel yên vê dawiyê li Minbicê tune bû ku karibe giliyên xwepêşandêran li ser nebaşbûna rajeya civakî an jî weke tê gotin daxwazên di mijara erka xweparastinê de bi awayeke baş vebêje. Di çarçoveya rêzebûyeran de, hin ciwanên ku dar û kevir hilgirtibûn derketin qada giştî ya li navenda Minbicê, xwestin ku pêngava erka xweparastinê raweste, her wiha di gel wê de jî destdirêjî li ser hin mewdanên giştî û nêzî 70 kamîreyên li deverên cûda yên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Minbicê hat kirin, şikandina hin deriyên firoşgehan, destdirêjî û kêmkirin li endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî hate kirin.

Rêveberiya Xweser li Minbicê bi riya rêzecivînên bi rûspî û şêxên êlan re li Minbicê karîbû bûyerên vê dawiyê derbas bike, hin encamên van civînan derketin, di serî de rawestandina pêngava erka xweparastinê, şopandina rewşa birîndaran li nexweşxaneyên taybet da ku baş bibincû dana perboyan ji malbatên şehîdan bi riya dana berdêla xwînê, tevî wilo jî em dikarin çend mijarên giring diyar bikin; weke:

1- Sedema sereke ya xwepêşandanên gel re pêngava erka xweparastinê bû ku ji aliyê gel ve bertekeke neyînî li hember wê deket, êdî ev yek nediqewimî heke civakê girîngiya xweparastinê di berevaniya destkeftiyên Rêveberiya Xweser û mewdanên giştî û taybet de zanîba, ev kêmasî ji qelsiya xebata akademiyan di zelalkirina wateya xweparastinê de, da ku gel wê bi dilxwazî ​​​​bipejirîne.

2- Rêveberiya Xweser dest bi xebata xwe ya rajeyê civakî yên weke sotemenî, çîmento û nan kiribû, lê belê di heman demê de xebatên rajeyê ne di asta  kêrhayina aborî de ne ku weke çareyên lezgînin ku piştî demeke kin dê careke din ev kêmasî dûbare biba. Mebesta me ji kêrhatina aborî ew lêkolîna pêdiviyên her herêmekê ji rajeyên cur bi cur û peydakirina wan bi pirojeyên li ser bingeha pergala koperetîvan ku Rêveberiya Xweser hemû zemînan peyda dike, da ku pêşî li kêmasiyan bigre, ew jî li şûna çareserkirina demkî, her wiha çalakkirina hilberînê; weke sazkirina kargeheke gazê ya duyem ku hemû pêdiviyên herêmên hundirîn peyda bike û sazkirina kargeheke ji bo çêkirina hevîrtirşê da ku pêdiviyên firinan peyda bike û anîna ji Tirkiyê sînordar bike, ew jî ji dêvla ku gerîna li çareyeke ne guncav.

3- Nûkirina navendên lêkolînên civakî yên girêdayî Encûmena Zagonsaz a Giştî ku li gorî rewşa heyî zagonan lêkolîn û ronî bike, ev dê bibe alîkar ku zagon rastir be û ji şaşitiyê dûr be ku bibû sedem gelek nerazîbûn li hember Rêvebir Xweser derkeve, weke biryara bilindkirina bihayê sotemeniyê û herî dawî jî pêngava erka xweparastinê ku di encama xwepêşandanên gel li Minbicê de rawestiya.

زر الذهاب إلى الأعلى