ANALÎZ

 Armancên û Encam “Şerê Amerîka û Îranê” çi ne?.

Rojhilata Navîn ji ber  erdnîgarîya xwe ya stratejîk û dewletmendîya xwe, ji sedên salan tûşî êrîşên talanker û metinkeran tê. Di serdema nû de, bi taybet di sedsala 20`an de, ev herêm di rêya gelek peymanan re li hev dabeş kirin. Piştî vekişîna xwe ya leşkerî ji herêmê, da ku hebûn û destwerana xwe rewa bikin û kengî bixwazin têkevin herêmê, gelek pirsgirêk û nakokî  li şûna xwe hiştin û herêmên germ û nakokdar li herêmê peyda kirin. Ne tenê wilo, ji bo herêm timî di nava rikberî, hevrikî û metirsiyê de bimîne  dewleta Îsraîlê damezrandin. Êdî hevrikî û nakokî di navbera vê dewleta navbûrî û dewletên herêmê de bi giştî heta naverasta salên heştêyî berdewam kir. Piştî serkeftina şoreşa gelêrî ya îranê, dewletên serdest û xwedî hêz ji bo vîna gelan bişikînin û dewleta Îsraîlê biparîzin, bereyeke din a şer, hevrikî û nakokiyan anîn holê. Ji bo pêkanîna van armancan,  herêm di destê Îranê de  berdan. Bi mebesta belavkirina şoreşa islamî,  Îran destwerdana çendîn dewletên herêmê bû, bi taybetî Îraq. welatên serdest Îraqê li ser sifrîyeke zêr radesî Îranê kirin. Piştî hilweşandina rêjîma Sedam Husên, bi xurtî derbasî  Îraqê bû. Li vî welatî di rêya pêkhateya şîe dest danî ser hemû dezgeh û saziyên dewletê, artêşeke bi navê “Heşda şabî”  ava kir ku di nava xwe de 67 rêxistinên çekdar dihewîne, her wiha Îranê gelek kesaytine ku li gel wan hatine xwedîkirin û biryarên xwe yekser ji şêwermendê Îranî Elî Xameneyî werdigirin, ji bo ku Îraqê bi rêve bibin; dan pêş, mîna Nûrî el-Malikî, Heyder Ebadî, Hadî el-Amirî û Ebû Mihdî el-Muhendis. Di rêya van kesayetan û milîsan re Îraq tev de kontirol kir, ta gihihişt astekê Îranê bû dewleta tekane û faktora herî xurt li ser qada Îraqê ya ku Îraqê bi rêve dide. Di encamê de Îraqê rastî gendelî û wêrankirinê hat, gelê îraqê li hember van kiryaran, bi taybetî kiryarên Heşda Şabî û destwerdanên Îranê serî hilda, daketin kolanan û deza çareserîyeke siyasî û aborî kirin û duriûim li dijî hebûn û destwerdana Îranê di karûbarên Îraqê, avêtin. Van xwepêşandanan demeke dirêj berdweam kir, ji zexta kolana Îraqê rewşa hemû partî û milîsên bi ser Îranê ve xist metirsîyê û hişt ku  Serokwezîr Adil Ebdulmehdî îstîfaya xwe bide. Di van xwepêşnadan de bi sedan ji gelê îraqê jiyana xwe ji dest dan, bi dehan çalakvan hatin kuştin. Xwepêşandanên gelêrî li îran, Îraq û pê re ya Lubnanê herêm ber bi guhertinekê de ajot û hebûna îranê li herêmê bi giştî bû armanc. Bê guman  şoreşên gelêrî û guhertina rewşa heyî bi kêmanî di roja îroyî de, ne li gor armanc û daxwazên  Îran û Amerîkayê ne. ji bo guhertin û vîna gelan bişkînin, herduyan bi hev re hevrikî û rakîşaneke şanoyî xistin rojeva herêmê. Amerîka  di êrîşeke asmanî de bingehên milîsên bi ser îranê ve li îraq û sûriyê li Qaim û Bûkemalê bumbebaran kir, bi dehan ji wan çekdaran hetin guştin. Piştî wê bûyerê, li bexdayê wan milîsan êrîşî balyozxaneya Amerîkayê kirin, di encamê de beşek ji balyozxaneyê şewitî. Şanoya wan ji vê bûyerê wêdetir çû, di 3-1-2020`an Amerîka Fermandarê Supaya Quds a Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şabî Ebû Mehdî Muhendis li paytexta Îraqê Bexdayê kuştin. Ne tenê  wilo, şano û senaryoya wan di 8-1-2020 de berdewam kir, Îranê qaşo tolhildana kuştina Qasim Sulêymanî bi êrîşa mûşekî dest pê kir, du bingehên Amerîkayê li nav axa Îraqê kir armac, bê ku tu ziyanê canî û madî hebin.

Em dikarin bêjin ku armanc û mebest ji vê senaryoyê ji bo pêkanîna van xalan ne :

-Rawestandin û paşxistina serhildanên Îran, Îraq û Lubnanê.

-Berdewamkirina  tevliheviya afrîner, di nav de gurkirina şerê mezhebî(Sunî-Şîe).

-Paşxistina vekşîna hezên Amerîkî ji herêmê.

– Neçaekirina desthilata Îranê ku careke din vegere ser maseya danûstandinan.

-Nameyeke ji bo herêmê û bi taybetî dewletên kendavê ku ew di bin gefên îranê de ne .

-paşguhkirina dadkirina Trump ji hêla Kongrêsê ji bo ji kar xistinê, her wiha ev senaryo ji bo bo Trump di hilbijartinên serokatiya amerîka ya îsal de bangeşeyeke.

زر الذهاب إلى الأعلى