ANALÎZ

Êrîşa terorîst ya li dijî Navenda Çanda Kurdî li Parîsê, gelo ji nişkê ve pêk hat, an jî tiştine veşartî li pey hene?

Êrîşa terorîst ya li dijî Navenda Çanda Kurdî li Parîsê, gelo ji nişkê ve pêk hat, an jî tiştine veşartî li pey hene?

Êrîşa li dijî Navenda “Ehmed Kaya” ya Çanda Kurdî li navçeya dehem li Parîsê di roja înê/ bîst û sêyê berfanbarê (kanûna yekem) de, ku zilamekî Fransî yê şêst û neh salî pêk anî bû, bû rojeva cîhanê bi giştî. Her wiha bû babeta alavên ragihandinê û soşal medyayê. Ev êrîşa han ya terorîst kesine hilbijartî armanc girtin.

Ev êrîşa han revenda kurd li Fransayê hêrs û aciz kir, û vê yekê hêla ku kurdên li Parîsê derkevin xwepêşadanan li cihê êrîşê, da ku wê şermezar bikin. Dibe ku hêrs û acizîyê hêlabe ku xwepêşander hin bertekan nîşan bidin, wekî pêxistina agir, şikandin û hwd. Loma polîsên Fransî neçar bûn xwepêşanderan ji hev belav bikin.

Gelo ji ber çi zilamekî heftê salî bi vê êrîşê rabû?

Piştî lêpirsîna detpêkê bi kesê cinayetkar re di cih de li xwe mukir hat ku wî ji ber sedemên “nijadperistî” û ji ber ku hîletê wî ji biyanîyan diçe, ev kar kiriye. Wezîrê hundir yê Fransayê (Gerald Darmanan) da zanîn: “Heta niha li gor lêpirsînê, xuya dibe ku kesê cinayetkar bi tena serê xwe tevgeriyaye û êrîşî bîyaniyan kiriye”

Damezrînerê partiya “La France insoumise” ya çepgirê radîkal “Can Lûk Mîlanşon” ku li kongireya çapemenî amade bû, got ku “bawerîya wî bi nişkavîtiyê (sudfeyê) nayê, gava ku mijar girêdayî kuştina kurdan be li Parîsê” nemaze piştî ku berî deh salan sê çalakvanên jin yên kurd li navçeya dehem li Parîsê hatin kuştin, ku Encumena Demokratîk ya Kurd tekez kir ku destê istixbarta tirkî (MÎT) tê de hebû.

Desthilatên Fransî ragihandin  ku cinayetkar şêst û neh salî ye û berî çend rojan ji zindanê derketiye; piştî ku sala bihûrî êrîşî kampeke koçberan kiribû.

Gelo kî li pey vî karî ye?

Encumena Demokratîk ya Kurd li Fransayê nerazîbûna xwe li hember daxuyanîyên desthilatên Fransî nîşan da û got ku “çênabe” ku navê “êrîşa terorîst” li wê êrîşê newê kirin.

“Ecît Polat” berdevkê Encumenê da zanîn ku “çênabe rengê terorê li êrîşê newê kirin, û çênabe bi tenê wiha were danasîn ku çalakvanekî rastgir yê radîkal hat û êrîşî navenda me kir.”

Polat berdewam kir û got: “Rewşa sîyasî li Tirkiyeyê derbarê tevgera kurdî, me ber bi wê yekê ve dehf dide ku em bawer bikin ku ev êrîş kuştineke sîyasî ye.”

Axiftina fermî ya fransî hewil dide tawanê ji Tirkiyeyê dûr bixe û êrîşê weke karekî takekesî û nijadperistî ku tu alî yan kom li pey nînin, nîşan bide.

Heke em êrîşê ji hêlên cuda cuda ve binirxînin (cih, dem, qurbanî), dibe ku em bigihin hin encaman, ku bi axiftina fermî ya Fransî re li hev nakin. Yekem: Cih, heman cih e ku berî nêzî deh salan êrîşî wî kiribûn û wê demê zilamekî Tirk hate tewanbarkirin, lê berî dadgehkirinê û sala 2016an ew mir, lewra gelek pirsnîşan li dor wê bûyerê çêbûn. Duyem: Dem, êrîşa ku berî deh salan pêk hat di meha Çile/ 2016an de bû, anku heman meha ku êrîşa dawî tê de pêk hat.

Sêyem: Qurbanî, eger em qurbaniyên êrîşa yekem bi her sê qurbaniyên êrîşa dawîn re bidin ber hev, jixweber dê gomanek li dor aliyê ku sûdê ji êrîşê digire di serê me de ava bibe. Çimkî di dehê Çile (kanûna duyem) de sala 2013an sê çalakvanên kurd li navçeya dehem li Parîsê hatin kuştin, “Sakîna Casiz, Fîdan Doxan û Leyla Siwîlmiz”, her sê jî li dij dewleta tirk û siyasetên wê bûn. Di êrîşa dawîn de jî di nav qurbaniyan de rikberên dewleta tirk û sîyasetên wê yên li hember kurdan hene. Ku “Mîr Perwer” stranbêj û hunermendê kurd û koçberê sîyasî “ji ber hunera wî, Tirkiyê pey wî dikeve”, kesê duyem “Ebdilrehman Kîzîl” e, hemwleatîyekî kurd e, her roj seredana navendê dikir. Qurbaniya sêyem, li gor agahîyên ku rojnameya (Lomond) ya Fransî ji jêderên kurdî li Parîsê wergirtine, “çalakvaneke kurd e, navê wê “Îmîn Kara” ye, seroka Tevgera Jinên Kurd li Fransayê bû”. Her wiha “Kara” di heyama şerê rizgarkirina Reqayê de ji rêxistina “Daişê” di havîna 2017de di refên pêşîn de bû, û piştre çûye Fransayê û destûra xwecihbûna siyasî xwestiye, lê deshilatên koçberîyê daxwaza wê red kirine.

Heke xweşik li daneyên êrîşê bê ponijandin, şopîner dê bibîne ku aliyê ku sûdê ji êrîşê digire, dewleta Tirk û Mîta Tirk e, ku şerê kurdan li her deverê dikin.

Karvedanên navdewletî:

Gelek karvedanên navdewletî û xwecihî li hember êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurdî li Parîsê derketin, ku êrîş şermezar kirin û doza parastina revenda kurd û komeleyên wê li Fransayê kirin.

Serokê Fransayê “Îmanwêl Makron” – bi tiwîtekê li ser Twitterê – êrîşa kirêt (li gor gotina wî) ya ku kurd li navenda Parîsê armanc girtin, şermezar kir, her wiha dilsojiya xwe bi qurbaniyan re û bi kesên ku ji bo jîyanê tekoşînê dikin, dîyar kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilinkin” -bi twîtekê li ser Twitterê- sersaxî ji malbatên qurbanîyan re kir û got:

“Ez sersaxîyê jimalbatên qurbaniyên êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurdî li Parîsê re dixwazin. Ez bi endamên revenda kurd û gelê Fransayê re di vê roja xemgîn de dilsoj im.”

Şêwirmendê Almanyayê “Olafişolts” dilsojîya xwe bi qurbanîyên êrîşê re dîyar kir; ew êrîşa (kirêt) li gor gotina wî.

Seroka Şaredarîya Parîsê “An Hîdalgo” got: “Armancgirtina civaka kurd, armancgirtina gelê Parîsê tevî ye”. Her weha “Hîdalgo” di twîtekê de nivîsî: “Kurd li kû derê bin, divê bikaribin bi rengekî aştiyane û ewle bijîn, Parîs li alîyê wan disekine di vê rewşa tarî de.”

Kî li pey tevlihevîya di xwepêşandanan de ye?

Di xwepêşandanan de karên xirab çêbûn û hin kesan ziyan gihandin derûdorê û mal û milkê giştî û taybet, û agir li kolanan pêxistin. Di despêkê de mirov dibêje qey xwepêşander bi van karan radibin. Bi rastî jî û li pêş çavên bîner û şopînerên kenalên ragihandinê ev çêbû.

Lê gelo çi li paş perdeyê çêbû? Kê ew karên xirab dikirin?

Xwepêşander pir aciz bûn, lê xuya dibe ku hin alîyan keysa xwe ji hêrsa xwenpêanderan anîye, û xwestine bi rêya hin kesên veşartî di nav xwepêşanderan de berê xwepêşandanên aştîyane ber bi aliyekî din ve bibin. Wan aliyan kir ku xortên xwîngerm karên xirab bikin û camên markêtan û kevalên ragihandinê bişkiînin, her wiha otombîlên li kolanan bişkînin û bişewitînin -ku dibe ku hin ji wan otombîlan yên xwepêşanderên kurd bi xwe bin- lê van karan bala hin xwepêşanderên kurd kêşa û xwepêşnaderan tê derxist ku xwepêşandan ber bi rêyeke din ve diçin, û dibe ku ev rê bandoreke neyînî li nav û dengê xwepêşanderên kurd bike, her wiha bandorê li peywendiya xweş ya di navbera kurdan û dewleta Fransayê de bike, lewra wan ew kesên ku xirabî kirin bi dûr xistin û bi rêya ragihandinê dane zanîn ku karên xirab ne yên wan e, û kesên ku ev kar kirine ne nûnerê wan e, her wiha doza valakirina cihê xwepêşandanê kirin.

Revenda kurd li Fransayê roja duşemê 26.12.2022 meşeke aram ji bo qurbaniyên êrîşa terorîst li dar xist. Meş li jêr dirûşmeya “Bi şoreşa jinê em ê tol xwe hilînin” bû, û xwepêşanderan rahişte wêneyên qurbaniyan û alavên muzîkê. Loma rihetîyek li cem desthilatên Fransî peyda bû, ku zêdeyî carekê da xuyakirin ku kurd nizanin xirabiyan bikin. Her wiha seroka şaredarîya navçeya dehem ya Parîsê “Elksndra Kurdbar” tev li meşê bûbû.

Dawî … helwesta Tirkîyeyê

Dixuye ku xwepêşandanên revenda kurd û daxuyaniyên berpirsên wê li Fransayê, Tirkiyê tengav kir û li Tirkiyeyê xweş nehatin, lewra wê şande pey balyozê Fransî li Enqereyê, da ku acizbûna xwe ji ber tawanên ku di xwepêşandanan de arasteyî wê bûn, bîne zimên. Ajansa “Frans Press” li gor hin çavkaniyên dublomasî da zanîn ku Tirkiyeyê roja duşemê şande pey balyozê Fransî. Çavkanîyê eşkere kir: “Me nerazîbûna xwe li hember propogandaya reş eşkere kir, ew propegendeya ku navendên (PKK)ê li dij welatê me daye destpêkirin, her wiha ji ber ku hikûmeta Fransî û hin sîyasetmedar bûne alav di vê propogandayê de.

Bê guman helwesta Tirkî ya lezok û ne hevseng, careke din piştrast dike ku Tirkiye ne dûrî tawanê ye, û dibe ku ew bi xwe be ya ku ev kar kiriye. Her wiha dibe ku tawan vê carê duqat be, carekê êrîşa li dij Navenda Çanda Kurd li Parîsê, û cara duyem di karên xirab yên ku di xwepêşandanên revenda kurd de pêk hatin; da ku nav û dengê xwepêşaderên kurd reş bike û têkilîyên xweş yên di navbera kurdan û sazîyên Fransî de xirab bike.

زر الذهاب إلى الأعلى