ANALÎZ

HEVKÊŞEYA ALOZ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎYÊ

DI NAVBERA RAGEŞÎYA TIRKÎ Û XWESTEK Û HÊVÎYÊN RÊVEBERÎYA XWESER DE

Bi zêdebûna operasyonên leşkerî yên tirkî li dij binezasîya jiyangîr a herêma bakur û rojhilatê Sûrîyê, herêm derbasî qonaxeke nû ya alozîya siyasî û leşkerî dibe. Ev yek di demekê de pêk hat ku hin alîyên tirkî xwesteka xwe ya vegerandina danûstandinên aştîyê bi PKKê re anîbû ziman.

Di nava vî dîmenî de, Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûrîyê weke xaleke levketinê di navbera berjewendîyên herêmî û navneteweyî de derdikeve pêş.  Ev yek jî pirsekê tîne ziman ka gelo di bin fişarên Enqere, helwestên rêjîma Şamê û rola Amerîkayê de pêşeroja Rêveberîyê çawa ye?

Rêveberîya Xweser projeyeke siyasî ya kêmpeyda û nimûneyeke nû ya desthilata nenavendî li bakur û rojhilatê Sûrîyê dinimîne. Lê hebûna wê li herêmekê ku tije berjewendîyên dijberî hev e (berjewendîyên tirkî, sûrî, amerîkî, rûsî û îranî) û li gel alozîyên xwecihî, dihêle pirseke jidil derkeve holê ku ew jî gelo ev proje dê bidome û ka pêşeroja wê çawa ye?

Pêşeroja Rêveberîya Xweser faktoreke sereke ye ji bo pêşeroja çareserîya siyasî li Sûrîyê. Tevî fişarên leşkerî û aborî jî lê Rêveberîya xweser rijd e ku destkeftîyên xwe biparêze. Ew dibîne ku hewldanên şkandina vê projeyê bêwate ne û dê rastî berxwedaneke dijwar werin.

Tevî ku Rojava di hundirê alozîya herêmî de ye, Rêveberîya Xweser bingeheke sereke ya hevsengîyên nakokîya sûrî dinimîne. Li gor wê jî Enqere bi behaneya ku ew gef e li ser ewlekarîya wê ya neteweyî, hewl dide wê lawaz bike. Di heman demê de Amerîka weke hevpeymanekê li dijî DAIŞê, pişta wê digire.

Enqere hewl dide ku rê li ber hebûna tu projeyeke demokrasî ku li ser sînorê wê yê başûr hebe, digire. Ew dibîne ku serkeftina vê nimûneyê dê kurdên di hundirê Tirkîyê de jî han bide ku doza heman nimûneyê bikin da ku doza kurdî li bakurê Kurdistanê çareser bikin. Ji ber wê jî Tirkî operasyonên domdar li bakur û rojhilatê Sûrîyê pêk tîne, da ku Rêveberîya Xweser ji alîyê siyasî û leşkerî ve lawaz bike. Jixwe di demeke ku daxuyanîyên dijminane li Tirkîyê li dijî hebûna kurdî zêde dibin, bijarteyên berferehbûna van operasyonan zêdetir dibin.

Tevgerên tirkî yên dawî (di nav de derbeyên hewayî yên ku avahîyên aborî li Rojava armanc digirin) û tevî hebûna hin gotinan ku rêyên pêwendîyê bi rêber Ocelan re dê vebin, lê tevgerên dawî yên Tirkîyê, rêbazeke dualî didin diyarkirin; hem diyalogê hem jî fişara leşkerî dihewînin.

Xuya ye Enqere rijd e ku bibinxistina Rêveberîya Xweser mercekî sereke ji bo pêşketina danûstandinên wê yên angaştkirî be. Mezlûm Ebdî (fermandarê HSD) di gotina xwe ya ji bo Monîtorê de, ev yek tekez kir lê di heman demê de tekez kir ku hewldanên bibinxistina Rêveberîya Xweser dê neçin serî û çarenûsa doza kurdî dê ne ji hêla Enqereyê ve were diyarkirin lê belê dê li Şamê were gotûbêjkirin.

Eger em li helwestên navnteweyî binihêrin, em ê bibînin ku Amerîka bi rêya piştgirtina HSDê li dijî DAIŞê, bûye hevpeymaneke sereke bi Rêveberîya Xweser re. Lê tevî wê jî helwesta amerîkî li hember Rêveberîyê ne zelal e; ji alîyekî ve ew dixwaze hêzdarîya xwe li hember hêzdarîya rûsî û îranî li herêmê bihêle û ji alîyekî din ve jî naxwaze bibe dijminê Tirkiye (hevalbenda wê ya NATO). Ji ber vê helwesta amerîkî Rêveberîya Xweser rewşeke ne aram li hember gefên tirkî jiyan dike.

Di heman demê de bêhîvîtî li ba pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrîyê ji ber helwesta hevkarên wan ên rojavayî çêbûye, çimkî ew tu fişarê li ser Tirkîyê pêk nayînin da ku operasyonên xwe rawestîne.

Li hember wê jî, Rûsya helwesteke dudilî nîşan dide û rêjîm rêbazê xwe yê paşguhîyê li hember êrîşên tirkî dide diyarkirin.

Di vê çarçoveyê de daxuyanîyên Mezlûm Ebdî didin diyarkirin ku qeyrana aborî ji ber dorpêç û cezayên li ser Rojava ne û ew dide nîşandan ku ev yek dê DAIŞ careke din xurt bike û bihêle DAIŞ ciwanên bêkar bi ser xwe de bikişîne. Ji ber wê jî berdewamîya êrîşên tirkî dê ne tenê Rêveberîya Xweser bixe metirsîyê lê belê xebatên Hevpeyana Navneteweyî yên şerê li dijî terorê jî, pûç dike.

Der barê bijarteya levhatina bi rêjîmê re, tê amajekirin ku pêşeroja têkilîyên bi Şamê re, girêdayî helwesta Enqere li hember kurdan e. Madem Tirkiye xebatên xwe bi rêjîmê re li dijî Rêveberîya Xweser bi kar tîne, pêşketina danûstandinan der barê alozîya Sûrîyê de dê neçin serî.  Lê tevî wê jî çi çareserîyeke siyasî ya serkeftî li Tiriyeyê der barê doza kurdî de, dibe ku rê li ber levkirineke siyasî ya berferehtir li Sûrîyê veke. Ferwerîya Sûrîyê tu projeyeke serxwebûna ji bilî desthilata navendî napejirîne. Tevî ku Rêveberîya Xweser amadebûna xwe ya ji bo diyalogê nîşan da jî lê Şam rijd e ku tevaya xaka Sûrîyê vegerîne bin serwerîya xwe. Lê di demekê de ku Şam bi vegerandina desteserîya xwe li ser herêmên din mijûl e û naxwaze rasterast rûbirûyî Amerîkayê ji alîyê leşkerî li herêmên Rêveberîyê were, bijarteyên wê sînordar in. Di encamê de Şam li benda wê yekê ye ku Rêveberî ji hundir ve lawaz bibe û hin alîyan li dijî wê bixebitîne da ku karibe şert û mercên xwe yên dijwar li ser Rêveberîya Xweser bisepîne.

Rûsya û Îran jî du alîyên sereke yên hevkêşeya sûrî ne. Mosko alîkarîya Şamê dike da ku xakên ji derveyî desteserîya wê vegerin bin kontrola wê lê di heman demê de hewl dide bi rola navbeynkarê şermok di navbera rêjîm û Rêveberîyê de rabe. Îran jî û tevî ku ew bi xurtkirina hêzdarîya xwe li başûr mijûl e, ew tu projeyeke demokratîk napejirîne çimkî ku ew ê rê li ber daxwazinên mîna wê li Îranê jî veke.

Li gor sînaryoyên pêşerojê, rageşiya tirkî li dijî Rêveberîyê tê wateya berdewamîya alozîyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, çimkî berjewendîyên herêmî û navneteweyî têkelî hev dibin. Di demekê de ku Tirkiye dixwaze vîna xwe bi rêya fişara leşkerî li ser herêmê bisepîne, sûrîyên di herêmên Rêveberîyê de rijd in ku destkeftîyên xwe yên siyasî û kargêrî biparêzin. Di bin sîwana vî dîmenî de, rola Amerîka û Hevpeymanê di  aramkirina rageşîyê misogerkirina hedarîyê li herêmê, helwesta qutebir e.

Berdewamîya Rewşa Heyî:

Dibe ku Rêveberî di rewşa xwe ya niha de bimîne û xwe bispêre hevsengîya di navbera alîyên cûr bi cûr de, lê ji ber fişarên Tirkî û Şamê yên berdewam, dibe ku ev rewş zêde dirêj neke.

Levkirineke Siyasî bi Şamê Re:

Dibe ku levkirinek di navbera Şam  û Rêveberîyê de bi serpereştîya rûsan pêk were. Dibe ku ev levkirin desthilateke xweser (rêveberîyeke xweser) ji bo Rêveberîyê dabîn bike lê li hember wê sazîyên herêmê vegerin bin destê ferwerîyê.

Destwerdaneke Navneteweyî ya Berferehtir:

Dibe ku hin hêzên rojavayî yên dîtir (her wekî Fransa û Almanîya) pişta projeya Rêveberîyê bigirin da ku aramîyê biparêzin û rê li ber vegera DAIŞê bigirin lê ev piştgirî girêdayî helwesta amerîkî ye.

Di encamê de, hejmarek faktorên herêmî û navneteweyî yên aloz ku mirov nikare wan pêşbîn bike, dikevin pêşberî pêşeroja Rêveberîya Xweser de. Niha Rêveberî hewl dide hevsengîyê di navbera hêzên cûr bi cûr de çêbike lê ew rastî gefên tirkî û fişarên şamê û dudilîya amerîkî û rojavayî tê. Li gor van sînaryoyên navborî, xuya ye berdewamîya vê projeyê girêdayî levkirinên siyasî di navbera Şam û Rêveberîyê de ye yan jî girêdayî piştgirîyeke mezintir a navneteweyî ye. Eger ne wiha be, nexwe binkeftina vê projeyê dê her di bin gefan de bimîne.

Serkeftina danûstandinan di navbera Tirkî û PKKê de girêdayî danpêdana Enqere bi mafên kurdan e; ne tenê di hundirê sînorê Tirkîyê de lê belê di hundirê Sûrîyê de jî. Eger Enqere tunekirina Rêveberîya Xweser weke mercekî aştîyê bibîne, dê nakokî bidome û dê Rojava rastî qonaxeke din a astengî û berxwedanê were.

زر الذهاب إلى الأعلى