ANALÎZ

Ronîdanek nizm li ser rêkeftineke pêkan a di navbera Erebistana Siûdî û Hûsiyan de

Xuyaye ku rêkeftina di navbera Siûdiyê û Îranê de ya bi serpereştiya Çîn û  navbênkariya dewleta Umanê, bandoreke xwe  li ser danûstandinên di navbera Erebistana Siûdî û Hûsiyan de heye. Ji ber bandora Îranê li ser gelek herêmên rojhilata navîn mîna Sûrî, Lubnan, Iraq û Yemenê  heye, loma dê rêkeftina Siûdî -Îranî rakêşan û nakokiyên di navbera weltên navborî de sivik bike, ne dûre li hev bikin û têkiliyên di navbera wan de dîsa vegerin  weke berê, ji ber ku serweriya Îranê li wan welatan pir bi hêze ku gihiştiye asta hebûna komên çekdar wek Hizbulaha Lubnanî û Îraqî, li gel hêza Pasdarên şoreşê û komên çekdar ên Efganî û hwd, li rex hebûna bargehên tijî çek, cebilxane û balafirên bê mirov ku bi rêya firokexaneyên sûrî û benderên Yemenî û Îraqî  pêşkêşî alîgirên xwe dike.

Xuya ye ku di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de bi taybetî derbarê mijara şerê navxweyî yê Yemenê lihevkirinek çêbûye ku Îran soz dide piştgirîya Hûsiyan ji çek, cebilxane û kelûpelan rawestîne; beramberî qebûlkirina hebûna Îranê li Sûriyê, xuyaye ku ev mijar dê rê bide hemû welatên erebî ku hebûna Îranê li Sûriyê qebûl bikin, nemaze welatên Encûmena Hevkariya Kendavê. Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin ku danûstandinên veşartî û eşkere yên di navbera aliyên cuda yên Yemenê û Hûsiyan de ku paytext Senaa, balafirxaneya wê ya navneteweyî û bendera Hudeyda kontrol dikin ranewestiyane ku bi rêya van firokxane û benderan re gelek çek  ji Hûsiyan re ji Îranê dihatin ku gelek caran heatin girtin, lê Îran dida mandelê  û xwe dûr dixist.

 xuya dike ku navbeynkariya Umanê ji aliyê hemû aliyên Siûdî, Îranî, Yemenî û heta welatên rojavayî ve cihê rêzê û pêbaweriyê ye, ji ber ku xwedî bêalîbûn û hevsengiyekê ye, ji ber ku cudahiyê naxe  navbera tu kesî de. jixwe ne tenê Uman hewil dide ku her du welatan lihev bîne, gelek aliyên navneteweyî wek Ewropa û Emerîka jî hene ku dixwazin vî şerî rawestînin û pirsgirêka Yemenê çareser bikin. di encamê de û bi navbênkariya Umanê, hevdîtinek di navbera balyozê siûdî  Mihemed Al Cabir û serokê ofîsa siyasî ya Hûsiyan Mihemed Şemat, li paytexta Yemenê  çêbû. Xuya ye ku ev yek dê bibe destpêka vebûneke erênî ji aliyê hemû aliyên erebî û herêmî ve. Di hevdîtinan de li ser rêyên pêkanîna aştiyê li Yemenê û gihiştina lihevkirina ji bo agirbesteke mayînde hat gotûbêjkirin.

bi giştî ev danûstandin serkeftî bûn, ew jî  bi serketina rêkeftina Erebistana Siûdî û Îranê, ya ku bi serpereştiya Çînê û erêkirina Netewên Yekgirtî û  Emerîka û Ewropayê, hatibû erêkirin, ne wilo tenê,  ji bo serkeftina hewldanên aştiyê li herêma Kendavê, Deryaya Sor û Tengava Bab el-Mendebê û ji ber ku hemû alî  di nav de rûs û Ewropî berjewendiyên wan li van herêmên navborî de hene.

Civîna şanda Erebistana Siûdî û Siltanatiya Umanê bi nûner û berpirsê ofîsa siyasî ya Hûsiyan re ku li koşka serokatiyê li Senayê pêk hat, spasiya hewlên Umanê û rola wê di nêzîktirina nerînan û pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê kir. Rêkeftin li ser razîkirina agirbesteke şeş mehî hatiye danîn, wek qonaxeke destpêkê ji bo avakirina baweriyê û piştre qonaxek gotûbêjan bo heyama sê mehan derbarê qonaxa gerguhêz ku wê du salan berdewam bike, ku di wê demê de, dê çareseriya dawî di navbera hemû aliyan de were gotûbêj kirin.

Xuya ye ku danûstandin dê li ser gavên destpêkê yên di navbera her du aliyan de teqez bike, wek vekirina benderên di bin kontrola Hûsiyan de, herwiha vekirina firokexaneya Senaa û dayîna mûçeyên karmendên giştî di çarçoveya xebatên nûavakirinê de û çarçoveya derketina hêzên biyanî ji welêt û dê girtî di navbera her du aliyan de bên pevguhertin, ji ber ku Erebistana Siûdî 13 girtiyên Hûsî bermberî girtiyekî Siûdî serbest berdan, û girtî dê di navbera her du aliyan de bi asteke berfirehtir bên pevguhertin, li gorî ku her du aliyan li ser li hev kirine.

Bi kurtî, derfetên serkeftina vê peymanê zêde ne, ji ber ku li ser esasekî  navneteweyî tê avakirin, ​​ her wiha ji ber şert û mercên herêmî yên guncav peyda dibin.

زر الذهاب إلى الأعلى