ANALÎZ

Careke din Tirkiye, Rêjîma Basê û çeteyên wan

Rapora salane ya Komîteya Saloxgêrên Amerîkî, nirxandina metirsiyên sala 2021’ê yên dibe ku Rêveberiya Xweser di van mehên bê de rastî wan metirsiyan were, vê komîteyê amaje bi vê yekê kir: “Dewleta Tirk, Rûsya  û Rêjîma Basê êrîşên xwe bi ser Rêveberiya Xweser de zêde kirine”. Raporê ji aliyekî din ve wisa anî ziman: “Dibe ku Îran bi rêya mîlîsên xwe yên li Sûriyeyê, êrîşî xalên Hevpeymana Navneteweyî yên li herêmên Bakur û Rihilatê Sûriyeyê bike”. Ev agahî di demekê de tên ku nîşaneyên yekbûyîna aliyên rikber li ser xaka Sûriyeyê diyar dibin, armanc jî ew e ku ziyaneke pir mezin bigihêje Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Berî wê jî, endamê Desteya Serokatiya PYD’ê “Aldar Xelîl”, serdana berpirsê saloxgêrên Tirkiyeyê “Hekan Fîdan” bo Şamê eşkere kiribû. Ev serdan di destpêka kanûna paşîn a vê salê de pêk hat. Di vê serdanê de Fîdan hempayê xwe serokê dezgeha Ewlekariya Niştimanî “Elî Memlûk” dîtibû. Aldar amaje bi hin pilanên ku dezgehên saloxgêrên Tirkiyeyê û Rêjîma Basê danîbûn, kir. Mebest ji wan pilanan armancgirtina Rêveberiya Xweser bû. Lê raporeke rojnameya “Ozgur Polîtîka” li ser zimanê Xelîl got ku ev pilan bi bin ketin, lê li gorî Aldar pilan û armancên dewleta Tirk û Rêjîma Basê li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî nebûne.

Ji aliyekî din ve jî, cîgirê wezîrê derve yê Sûriyeyê “Beşar Elcaferî” diyar kir ku rêzehevdîtinên ewlekariyê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatine lidarxistin. Caferî li ser tevahî agahiyên ku der barê hevdîtinên di navbera her du dewletan de hatine, tekez kir. Lê Caferî mîna ku binkeftina van hevdîtinan ragihîne, da zanîn ku tu xaleke hevbeş di van hevdîtinan de pêk nehatiye.   Lê di heman demê de bi rêya nameyeke nerasterast amaje kir ku ji bo teşeyeke guncav were peydakirin, dibe ku ev hevdîtinên ewlekariyê berdewam bikin. Li gorî ku tê xuyakirin, hewldan ji hêla Rêjîma Beasê û dewleta Tirk ve tên kirin; bi taybetî di warê kişandina êlên ereban bi ser xwe de yan jî tirsandina wan, jixwe armanc ji van hewldanan jî dûrxistina wan êlan ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk e.

Di vê derbarê de, berî destpêkirina hilbijartinên Sûriyeyê, bi dehan daxuyaniyên li ser navê êlên ereban derketin. Ev daxuyanî tev bi heman dirûvê hatibûn hûnandin ku jêdera tevan heman kes bû; ew jî rojnamegerekî girêdayî Rêjîma Basê bû, navê wî “Fadil Hemade” ji kantona Hesekê ye. Li ser vî kesî tê nasîn ku ew girêdayî dezgehên saloxgêriya Sûriyeyê ye. Êdî kiryar li vir ranewestiyan, lê belê hewldanên gurkirina gel û derxitsina arîşeyên tîreyî û nijadî hebûn. Li ser vê bingehê wan bangeşê ji bo komika bi navê “Berxwedana gelêrî li herêma rojhilatî” çêkirin. Vê tevgerê bi taybetî şervanên HSD’ê yên ji pêkhateya Ereb, armanc girtin, mebesta wê jî ew bû ku Ereb û êlên Ereban zarokên xwe yên endamên HSD’ê ji nav wê vekişînin.

Gotara ku miftiyê Rêjîma Basê “Ehmed Bedredîn Hesûn” şandî jî, tekez dike ku pilanên Rêjîma Sûriyeyê li ser herêmê dê bidomin. Ev yek di daxuyaniya wî ya der barê destpêkirina çalakiyên komika bi navê “berxwedana gelêrî li herêma rojhilatî” de ku li ser televizyona Meyadîn weşandibû, eşkere bû,  jixwe perepêdana vê televizyonê jî Îran e.

Ji aliyekî din ve û weke tekezkirin li ser tişta navborî, di vê dema dawî de parlementerê Sûrî yê Partîya Beasê (a ku li Sûriyeyê serdest e) “Nidal Emar”, ji Tirkiyaye xwest ku ji bo armancgirtina waşitnon û hevalbendên wê, ked û hewldanên xwe bikin yek. Ji daxuyaniya perlemanterê Sûrî tê diyarkirin ku xwesteka Rêjîma Basê heye ku gavine biwêrek ji bo armancgirtina Rêveberiya Xweser û HSD’ê bavêje. Dibe ku ev daxuyaniyên lipeyhev ên ku ji hêla berpirsên bilind ên Rêjîma Sûriyeyê ve tên derxistin di çarçoveya destpêkirina bikaranîna nûnerên li ser erdê li dijî Rêveberiya Xweser û HSD’ê de tên derxistin. Çi ku destpêkirina şerekî vekirî li dijî HSD’ê, ji bo Rêjîma Sûriyeyê zehmet e, dibe ku sedemên herî sereke yên ku nahêlin Rêjîm şerekî yekser û vekirî li dijî HSD’ê bike,  lewaziya bingeha gelêrî ya Rêjîmê li herêma rojhilatî û zehmetiya peydakirina lêçûnên pêngaveke leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be.

Ji xalên navborî tê naskirin ku hewldanên hevkariyê di navbera dewleta Tirk û Rêjîma Basê de hene, her wiha hewldanên wan hene ku aloziyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyda bikin, da ku bi rêya wan Rêjîma Beasê  û dewleta Tirk karibin kaxezan li herêmê tev li hev bikin. Nimûneya vê yekê jî xwepêşandanên ku vê dawiyê li bajarê Şedadê rû dan û ziyanên ku hin kesên rûpêçayî  yên ku çek bi wan re bû, gihandî mewdanên giştî.

زر الذهاب إلى الأعلى