ANALÎZ

Hêzên Sûrîya Demoqratîk û hevsengîyên navdewletî

Şerê di van deh salên buhrî de li Sûrîyê rûda, nexşeyeke nû ji gelek komgirtinan û bir û bereyan û pir ji rêxistinên leşkerî li ser qada Sûrîyê peyda kir.

Û bi derbasbûna van salan re, hindek ji bir û bereyan kêmbûn û têkçûn û hindek jî di gel bir û bereyên din re têkelbûn û her wesa gelek kom ji wan di şer de hatin şikestin û revîyan û ji wan Da’iş (Dewleta Islamî li Iraq û Şam) ji bilî hindek şaneyên rakevtî, tenê hindek man yên ku ji wan re dibêjin û nav li wan dikin bi gurên tekane. Tiştê ku di vê dema dawî de li qada Sûrîyê diyar dibe ku sê cemser li Sûrîyê hatin berhemdan, ew jî ev in:

1 – Rêjîm û hevpeymanên wê.

2 – Tirkîyê û çeteyên wê.

3 – Hêzên Sûrîya demoqratîk û hevpeymana navdewletî.

Weku em di vê dema dawî de têbînî dikin ku di navbera Rûsîya û Tirkîyê de her yek ji wan dest davêje pêguherînan, û daşikandinan pêşkêş dikin ku dikevin berjewendîyên her dû alîyan û li ser Hêzên Sûrîya Demoqiratîk tên nivîsandin, lê belê di van pêguherînan de ew têkçûn, ji ber helwesta Hêzên Sûrîya Demoqiratîk ya eşkere û diyar ku hîç daşikandinan napejirîne  belê çareyeke siyasî û yasayî ji bo qeyrana Sûrîyê dixwaze, û ev jî bi daxuyanîyên General Mezlûm Ebidî û piştgirtina Hevpeymanîya navdewletî ji daxuyanîyên wî re dakokîyê li ser dike.

Hevpeymanîya navdewletî helwesta xwe ji çareya siyasî li Sûrîyê ji Rûsîya re diyar kir, ku pêdivî bi gotûbêjê heye û divê gotûbêj (Sûrî – Sûrî) be, ji ber hindê Rûsîya hat paldêrkirin daku di navbera Tirkîyê û Hêzên Sûrîya Demoqratîk de navincîyê bike.

Vê carê piştî ku Rûsîya li Sûrîyê rola desteber dilîst ji ber bayexpêdana ku ew zilhêz e, nuha ew bi rola navincîyê di navbera Hêzên Sûrîya Demoqratîk û duyemîn hêz di Hevpeymana Navdewletî de (Tirkîyê) dilîze, ji vir em têdigehîjin ku pragmatîka di siyaseta Hêzên Sûrîya Demoqratîk de ev rola xurt list, hişt ku Tirkîyê di helmeta bejî ya li ser bakur û rojhilata Sûrîyê de bi kêmanî heta nuha dudilî bibe.

Li vir em digehîjin encamekê ku Hêzên Sûrîya Demoqratîk di nerîna Rûs û Emrîkîyan de ne tenê hêzeke leşkerî maye, belê bûye hêzeke pêdivî û pêwîst, ji ber ku ew gelek ji pêhatîyên civaka Sûrîyê li xwe digire û berceste dike, û dûv re divê ku ew pişkdarîyê di kirdara (piroseya) siyasî de bike daku bigehîjin çareyekê ji qeyrana Sûrîyê re.

زر الذهاب إلى الأعلى