Di bîst salên borî de, Amerîkayê beşdarî sê şeran bûye, vê yekê hişt ku pêwîstî bi hebûneke leşkerî li Rojhilata Navîn ; li gel pêvajoyên xurtkirina aborî û mirovî li wir hebe. şerê yekem li Efganistanê bû ku bersivbû li ser êrişên terorîstî yên 11ê rezberê(September) 2001 li New York û Waşingtonê. Ya duyemîn, di sala 2003 an de li Iraqê bi bihaneya ku Bexda xwediyê çekên nuklerî ye,lê piştî ku ev çek nehatin dîtin, armanc ber bi avakirina dewleteke nû ya demokratîk li Mezopotamyayê zivirî. Şerê sêyemîn jî li dijî terorê bi giştî bû, bi taybetî li dijî dewleta “Xîlafeta Islamî” ye li ser sînorên Sûrî û Iraqê.
Her sê şeran hişt ku Amerîkayê bi giranî derbasî Rojhilata Navîn bibe, ne tenê di warê leşkerî û ewlehî de, lê di heman demê de têkilî bi serokên herêmî û danûstandin bi serkêşên leşkrî re jî kir û mijarên etnîkî û mezhebî de jî tevdan.
Di vê sale de Amerîka biryar da ku ji Rojhilata Navîn vekişe, Biryara xwe jî di meha borî de pêk anî û ji Afganista vekişiya. Her wiha bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî li hev kir ku ew ê bi temamî ji Iraqê di dawiya vê sale vekişin. Hêzên Amerîkî ku jimara wan nêzî 900 serbazî li Sûriyê ne, tu biryar ji bo vekişna wan ta niha nedane, lê tê pêşbînîkirin ku wê di dema bêde jimara wan kêm bikin. Ya teqez, Amerîkî hebûna xwe ya leşkerî li ser xaka herêmê hino hinê kêm dike, lê nayê wateya ku wê Amerîka bi temamî ji herêmê vekişe. Ji ber ku Amerîka dibîne belavbûna çekên kîmyawî xeteriyekê li ser dewleta Amerîkayê çêdike. jixwe piştî morkirina peymana 5+1 ya nuklerî bi Îranê re, di serdema serok Obama de; di sala 2018an de di serdema Trump de jê vê peymanê vekişiya, niha Amerîka bi serokatiya Baydin dixweaze danûstandinê bi Îranê re bike û careke din paymana 2018 an vejîinin, da ku nehêle Îran çekên kîmyawî bi dest bixe, ew jî bermaberî rakirina sizayên aborî yên ku li ser Îranê hatine sepandin. bêguman vejandina vê peymanê dê hebûna Amerîkayê li kendava Erebî kêm bibe.
Stratejiya nerm
Wergera vê vekişînê di çarçoveya stratejiya Serok Biden de rê li ber ” Stratejiya nerm” a navxweyî vedike ku dihêle Amerîka di serî de binesaziya xwe ava bike. Ya duyem jî, vegerandina stratejiya Amerîkî bi welatên ku peymanên ewlehiyê yên girîng bi wan re îmze kiriye, mîna welatên NATO, Japonya, Avusturalya û Koreya Başûr.
Ya sêyemîn, ku Amerîka xwe amade bike da ku bikeve pêşbaziyek berfireh bi Çînê û welatên Asya Rojhilat û yên din re, û dibe ku ya herî girîng, pêşbaziya aborî bi projeyên mezin ên Çînî re be, weke pirojeya Kember û Rêya hevrîşim.
Ya çaremîn, Amerîka dê bêtir xwe bispêre hêzên herêmî, di nav de Îsraîl, Tirkiye, Misir, Qeter û Îmarat. Têkiliyên Amerîka û Siûdîyê dê bi girîngiyek taybetî bidomîne, ji ber ku cîhê taybetî yê Siûdiyê li cîhana misilman û rola wê di aboriyên enerjiya cîhanî de heye. bêguman divê mirov vê rastiyê di ber çavan re derbas bike ku pir zehmete mirov asta bandora vekişîna Amerîk ji herêmê nas bike. piraniya nerînên heyî dibêjin vekişna Amerîka ji herêmê dê valabûnekê li dûv xwe bihêle, ev valabûn jî serweriya hêzine din weke Rûsya û Çîn dixwaze, yan jî hêzine herêmî ku kribin bi vê role rabin. bêguman ev nerîna heyî, nê hêsane û nejî pêkan e, bi giştî ew tenê texmînin ku berê ev di dîrokê de qewimî ye, lê niha dîrok ber bi alî û hêzên mezin din ve diçe. Rûsya ji ezmûna Sûriyê têra xwe westiya ye ku tiştê ta niha bi dest xistiye raziye. . Di derbarê Çînê de jî, hebûna xwe ya navneteweyî bi rêbazek cuda birêve dibe, ew tevlî krîzên dijwar li Rojhilata Navîn nebû ye. Ew bê deng e, di tevgerên xwe yên dîplomatîk pir hişyar e, tevî ku di vê dema dawîn de hinkî liviya jî, lê tenê armanca wê berfirebêna aborî ye. ji aliyekî din ve jî, Çîn di ware dîplomasiya aborî de xwedan karîn û jêhatiyekê ye, hebûna wê li bendera Heyfa ya Êsraîlî heye, beşdarî projeya mezin a avakirina paytexta îdarî û Kanala Siwêsê li Misrê dibe, di heman demê de peymanek petrol û veberhênanê ya berfireh bi Îranê re pêk tîne.
Di her rewşê de, taybetmendiyên vê qonaxa nû ya pergala navneteweyî ya sêcemser hîn di destpêka xwe de ye.
.Guncandina Herêmî
Berteka herêmî li dijî vekişîna Amerîka di demek kurt berî destpêkirina vekişînê dest pê kir. herêm xist nav aramî û lihevhatinê û bingehên aramî û ewlehiya herêmî danî ku hewl dide herêmê ji pevçûnên mezin dûr bixe û çareseriyekê ji pirsgirêkên kûr re bibîne. “Daxuyaniya “el-Ula” ya ku ji lûtkeya Kendavê di Çileya 2021an de hat weşandin, bingeha nûkirina têkiliyên di navbera welatên hevpeymaniya Çargoşe (Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat û Bahrên) û Qeterê re danî. Jixwe ev yek jî di vê dawiyê de di lûtkeya Bexzdê ya taybet bi ewlehiya Iraqê hat nûkirin, gelek hevdîtin çêbûn, danûstandin di navbera Siûdiyê û Îran û Misir û Tirkiyê û Îmarat bi tirkiyê û Qeterê re vebûn.
di gel vê arasteya ber bi aramiyê û lêgerîna çareseriyên herêmî ji bo pirsgirêkên herêmê re, rêya aşitiya bi Îsraîl re du rê girtine, ku her du jî xwedan cewherek aborî ye ku arasteyên qonaxa bê destnîşan dike. Li ser gaza rojhilata Deryaya Spî peymanek heye ku heft welat di nav de ne(Filistîn, Îsraîl, Urdin û Misir) hene. Her wiha Peymanek Aştiyê ya (Ibrahîmî )di navbera Îmarat û Bahrên de ji aliyekî û Îsraîl ji aliyekî din ve heye. Ew tişt hemû dîyar dike ku Rojhilata Navîn, ji alîyê xwe ve, qonaxa piştî derketina Amerîka amade kiriye.
- Ebdulmunim Seîd
https://futureuae.com/ar-AE/Mainpage/Item/6606/