Tê zanîn ku Rûsya hewl dide ku hevdîtinê di navbera Erdogan û Esed pêk bîne. Li gor wê jî Rûsya bi her awayî hewl dide ku hevdîtinê di navbera her du alîyan de, weke destpêkê li ser asta karê derve û parastinê pêk bîne ku di dawîyê de bigihêje hevdîtina di navbera serokê dagirkerîya tirk û serokê rêjîma sûrî Beşar Elesed. Gelo dê Rûsya di vê yekê de bi ser bikeve? Bandorên wê li ser alozîya Sûrîyê bi giştî û li ser herêmên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê çi ne? Nemaze di demekê de tê ku herêm û cîhan rastî guherînan tê, her wiha şerê Ukrayînayê û şerê Xezayê û bandorên wê li ser Libnan û Sûrîyê (di dahurandineke berê de ev hatiye zimên) û metirsîya Hûsîyan li ser Deryaya Sor, li kêleka wê jî hevrikîya neyekser a di navbera hêzên mezin de ji bo pergala cîhanî.
Li ber çavên her kesî ye ku ya pêngava taybet li dij Ukrayînayê dest pê kir Rûsya bi xwe bû (wê bi xwe dest bi şer kir û ne pêngav bû weke ku ew dibêje) û ji bo bidawîkirina wê tu hêza wê tune ye, tenê tiştekî dikare bi dawî bike; ew jî ku serî ji xwestekên dewletên Rojavayî re daxe û ji xaka Ukrayînayê ya ku dagir kiriye vekişe. Jixwe ev yek gelekî dûrî pêkanînê ye, ne di dema nêz û ne jî ya navîn de. Lewre dibe ku Ukrayîna bibe çirava ku tê de karîna leşkerî û aborî ya Rûsyayê lawaz bibe. Êdî di encamê de dê destjêberdanan ji dewletên heval wê re weke Çîn, Hindistan û hwd” re bike, jixwe ev yek nakeve nava berjewendîyên Rûsyayê û ne li gor cihê wê yê cîhanî ye, nemaze ku hêzên Ukranî hinek ji xaka Rûsyayê dagir kiriye û xwesteka dewletên Rojavayî ku çekên baş bide artêşa Ukranî, êdî guherînên cewherî çêbûn; anku bêtir fişar li ser Rûsyayê çêdibe. Her wiha Rûsyayê, tevî ku ew qas xak ji destê komên sawkar ên ji alîyê Tirkîyê ve têne destekkirin, derxist û vegerand bin serwerîya rêjîmê jî, lê alozîya Sûrîyê bi dawî nekir. Lewre Rûsya hewl dide ku Tirkîyê bîne alîyê xwe (tevî ku li ser hesabê yekbûna xaka Sûrîyê be jî) da ku nehêle Tirkî vegere hembêza dewletên Rojavayî û siyasetên rojavayî li dij wê pêk neyîne. Êdî ji ber vê yekê Rûsya hewl dide ku vê hevdîtinê pêk bîne da ku hebûna Tirkî di meydana xwe de misoger bike.
Dewleta Tirk a Dagirker:
Çavberdanên “Mîsaqa Millî” Tirkîyê di Sûrîyê û herêmê de hene û wiha dixebite ku bi rêya pêngavên guhartina demografîk a ku li herêmên dagirkirî pêk tine, hebûna xwe bipeyitîne; da ku wan herêman di bin serwerîya xwe de misoger bike. Êdî piştî ku ji b o hilweşandina rêjîmê bi bin ket û serkeftinên ku Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) ên li dij rêxistina wê ya sawkwr Daişê; êdî Tirkîyê (bi behaneya şerê li dij sawkarîyê) bakurê Sûrîyê dagir kir û ew kir navenda çete û komên sawkar; ew jî da ku pilanên wê yên derve bi cih bînin. Lê belê piştevanîya Hevpeymana Navneteweyî ji HSD re û hevkarîya di navbera wan de ji bo şerê li dij sawkarîyê, nêzîkbûna navneteweyî li Rêveberîya Xweser, binkeftina Tirkîyê di têkbirina vê hevkarîyê de û bidestnexistina şoqa kesk ku pê êrîşeke hovane li dij herêmên Rêvebrîya Xweser pêk bîne, van hemû xalan berê Tirkîyê da pêkanîna têkilîyan bi rêjîma Sûrîyê re, ev hemû jî (li gor angaştên wê) li beramberî:
- Paqijkirina Sûrîyê ji komên sawkar da ku xak û yekîtîya wê were parastin.
- Pêkanîna lihevhatineke niştimanî ya durist û gelemper.
- Pêkanîna pêngava siyasî û destûreke nû di çarçoveya biryara encumena ewlekarîya navneteweyî ya 2254 ku li ser bingeha daxwaz û pêşbînîyên rewa yên gelê Sûrîyê be.
- Guncavkirina mercên gerek ji bo vegereke ewle û rûmetdar ji bo koçberan, pê re jî misogerkirina gihandina alîkarîyên mirovî ji kesên xwedî pêdivî re ku neyên rawestan.
Li gor nêrîna wê, komên sawkar HSD ye ku ew bi xwe hêza sereke ya di nava Hevpeymana Navneteweyî li dij sawkarîyê ya bi serkêşîya Emerîkayê de ye û doza parastina yekîtîya xaka Sûrî dike. He wiha lihevhatina niştimanî ya ku Tirkî dixwaze pêk bîne, di navbera çeteyên wê û rêjîmê tenê de ye, jixwe pêngava siyasî û destûra nû jî, ew ji bo parastina çeteyên xwe yên siyasî “Hevbendîya Sûrî ya Rikber” di Sûrîya siberojê de û parastina pergala navendî ya Şamê ye; da ku li dij pirojeya “Neteweya Demokrat” li Sûrîyê be. Di dawîyê de vegera koçberan jî aramnc jê ew e ku ji wan ji ser çavên xwe derxe, ji ber ku bûne kaxezeke fişarê di destê rikberîya Tirkîyê de, her wiha li ser bûne barekî giran. Lewre dibe ku Erdogan vê gavê weke gava dawîn dibîne ku pê Rêveberîya Xweser têk bibe û pirojeya wê ya “Neteweya Demokrat” tune bike; ew jî berîya ku danpêdaneke navneteweyî jê re çêbibe.
Di encamê de, armanca Erdogan ji vê hevdîtinê ew e ku rewabûnê bide hebûna xwe ya leşkerî ya di herêmên dagirkirî de, her wiha destê xwe bide destê rêjîmê da ku şerê Rêveberîya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bike û bazirganîyê ya di navbera Tirkî û dewletên Kendavê de bi rêya Sûrî çalak bike. Li kêleka wê jî rewşa ketî ya aborîya Sûrîyê keysbaz bike û wê veguherîne bazargehekê ji bo mezaxtina berhemên xwe ku dê bi awayekî erênî li rewşa aborî ya Tirkîyê bike.
Rêjîma Sûrîyê:
Rêjîma Sûrîyê bêtir pêdivîya wê bi têkîlîyên bi Tirkîya dagirker re heye, ew jî ji ber ketina aborî û hilweşîna nirxê lîreya wê, nemaze ku fişarên Rûsyayê jî li serê hene û dawxazên dewletên erebî hene ku têkilî werin danîn da ku serwerîya Îranê li Sûrîyê kêm bibe. Dibe ku rêjîma Sûrîyê bi tevî çavgirtina ji ber hin daxwazên Rêveberîya Xweser û HSD, Rêveberîya Xweser weke gefekê li dij hebûna xwe nebîne. Lê belê ji bo ku têkilî di navbera wê û dewleta tirk a dagirker de vegerin û pergala xwe ya siyasî biparêze, dibe ku nerîna wê ji Rêveberîya Xweser re were guhartin. Nemaze ku têkilîyên saloxgêrî di navbera wan de hîn nehatine birîn û destên wan her duyan (rêjîma Sûrî û Tirkîya dagirker) di bûyerên ku li Dêrazorê çêdibin de heye, anku pevçûnên leşkerî û pêkanîna fesadîyê di herêmê de.
Her wiha piştî ku Esed li pêşberî encumena gel a sûrî ku Şamê vekişîna hêzên tirkî nekiriye mercekî danûstandinan ragihand; guhertin di daxuyanîyên rêjîmê de yên li ser pêkanîna hevdîtinê bi serokê dewleta tirk a dagirker de çêbû. Her wiha Esed di heman axaftinê de diyar kir ku danûstandinên berê tu encam bi dest nexist û wî tekezî li ser amadebûna xwe ya ji bo berdewamkirina danûstandinan diyar kir, lê bi mercê ku Tirkî bi daxwazên Sûrîyê pabend be, di destpêka wan de jî parastina serwerîya welêt, şerê li dij sawkarîyê û mijara vegera koçberan di ber çavan re were derbaskirin. Anku rêjîma sûrî dixwaze têkilîyan bi dewleta tirk a dagirker re deyne da ku tişta bi navê Eikberîya siyasî û leşkerî ya sûrî tune bike û vegere bakurê Sûrîyê. Bi vê yekê êdî rêjîm di alozîya Sûrîyê de astengîya herî mezin ji pêşîya xwe radike. Ev yek gava ku Tirkî daxwazên rêjîma Sûrî pêk bîne, ne ku derfetan keysbaz bike (weke hemû caran) da ku destkeftîyan bi dest bixe û xwe ji peymanan vedize.
Tişta ku rêjîm jê ditirse ew e ku hevdîtina bi Erdogan re weke dayîna rewabûnê ji hebûna leşkerî ya tirkî ya li bakurê Sûrîyê re be, anku tenê rûniştina pê re li ser maseyê tê wateya ku her alîyek bi komek daxwazên alîyê din danpêdanê bike û ev danpêdan dikare rewabûnê bide alîyê din. Êdî ev mijar pir hestyar e û ew jî di lawaztirîn rewşa xwe de ye û nikare li dij Tirkîyê şerê leşkerî bike. Her wiha ew bi xwe jî dizane ku Rûsya xwe naxe wê metirsîyê ku bi Tirkîyê re enîyeke leşkerî veke. Lewre rêjîm ditirse ku Tirkî ji peymanên ku dê di vê hevdîtinê de werin morkirin, piştî ku dewleta tirk a dagirker bigihêje mebestên xwe, xwe vedize. Di encamê de têjîm ji Rûsyayê li ser mijarên ku rêjîma tirkî dê radestî wê bike û xalên nakok ên ku dê di hevdîtinê de çareser bibin de, misogerîyan dixwaze. Êdî hevdîtina destpêkê ya di navbera şalyarê karê derve de, dê nexşerê be û piştre yan dê hevdîtin pêk were yan na.
Pêkanîn an jî binkeftina hevdîtinê û tişta ku dê li dûv wê were:
Eger hevdîtin bi vî awayî pêk hat an jî tenê di navbera du alîyên alozîya Sûrîyê de pêk were ku tê de gelek alî hene û her yek ji wan xwedî aramnc û çavbersanên cihêreng in; dê nepejirînin ku li ser hesabê stratîcî û destkeftîyên wan ên di alozîya Sûrîyê de pêk were. Her çiqas Rûsya xwedî giranîyeke siyasî û leşkerî be jî, lê di alozîyê de tenê alîyek e ku Emerîka û Îran jî xwedî giranîyeke siyasî û leşkerî ne. Êdî Îran dê vê hevdîtinê û peymanên ku jê derkevin ên li dij pirojeya wê ya li Sûrîyê, dê nepejirîne. Jixwe pirojeya wê li dij pirojeya osmanî ye; lewre çi astengkirinek ji pirojeya wê re derkeve dê ji pirojeya osmanî re serkeftinek be û berevajî vê yekê jî rast e. Nemaze ku Tirkî bi dirêjahîyeke mezin hevsînorê Sûrîyê ye û rehenda erndîgarî dê li gor berjewendîyên pirojeya osmanî li ser hesabê pirojeya Îranî be, êdî dibe ku pêkanîna lihevkirinan di navbera Tirkî û Îranê de were astengkirin.
Lê belê Emerîka jî (her çiqas xwe bêdeng dike û tu helwestekê der barê vê hevdîtinê de nîşan nade) ji xwe bawer e ku pêkanîna vê hevdîtinê yan tunebûna wê, dê tu bandorê li stratîcîya wê ya li herêmê neke. Jixwe Emerîka ji bo çi alîyekî ku bixwaze bandorê li hebûna wê ya leşkerî ya li rojhilatê Feratê yan jî li siyaseta wê ya li dij sawkarîyê bike, têra xwe bihêz e. Hin xêzên sor hene ku tu alî nikare wan derbas bike, mîna êrîşkirina leşkerî ya ji alîyê Tirkîyê ve bêyî erêkirina wê, yan jî Rûsya û rêjîm bixwazin ber bi herêmên desthilata Emerîkî (eger têgeh rast be) werin. Lê belê der barê êrîşên milîsên îranî yên li ser baregehên Emerîkî de, ev têkildarî hesabine din e”. Lê tişta ku Emerîka jê ditirse ew e ku Rûsya bihêle di şerê Ukrayînayê de, Tirkî li gorî wê tev bigere ku dê ev yek bandorê li têkilîyên Emerîkî-Tirkî bike û dûrbûnê di navbera wan de firehtir bike.
Lê belê gava ku hevdîtin di navbera her du alîyan de li ser hin dosyayên destnîşankirî were kirin, dê bakurê Sûrîyê bi komên xwe yên çekdar û sawkar û gelên wê ve bikevin nava metirsîyê, ji bee ku pêkanîna têkilîyan tê wateya radestkirina dosyayên van koman ji rêjîma Sûrîyê re li jêr benda “Lihevhatinê” û dibe ku Tirkî dest deyne li ser veberhînanên van koman ên li Tirkîyê. Her wiha tê wateya vegera rêjîmê; bi hevrêzîya li gel Tirkî û Rûsyayê, li bakurê Sûrîyê li beramberî ku Tirkî baregehên xwe yên leşkerî li bakurê Sûrî biparêze û pê re hinek sererastkirin di peymana Edeneyê de ku li gor berjewendîyên osmanî yên li bakurê Sûrîyê bin, çêbibin. Ev yek heyanî astekê ye mîna hebûna Tirkî ya leşkerî li Başûrê Kurdistanê. Lê belê ziyana herî mezin li ser komên rikber, pêkanîna têkilîyan di navbera Tirkî û rêjîmê de ye. Her wiha ev metirsî li gelê ku berê li ser destê rêjîmê zordestî dîtiye û dê careke din bi vegera rêjîmê li herêmên wan re ziyan û azaran bibîne jî heye. Lê der barê herêmên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de jî, êdî Tirkî her çi qasî şewqa kesk ji Rûsyayê û destekdayîna rêjîmê bi dest bixe jî, dê nikaribe gefên xwe yên pêkanîna êrîşeke hovane li ser herêmê pêk bîne. Lê metirsîya mezin ew e ku di warê saloxgêrî de, hevrêzîyeke mezin di navbera van alîyan de çêbibe ku fermandarên HSD bikin armanc û tevlihevîyê bi awayekî mezintir li jêr navê “Artêşa Êlan” çêbikin, her wiha dorpêçeke aborî li ser herêmê bisepînin.
Di vê çarçoveyê de, gelek alî di alozîya Sûrîyê de hene û her yek j wan xwedî stratîcî û çavberdanê di herêmê de ne û hemû jî ji hev cûda ne. Êdî nêrînên ji bo çareserkirina alozîya Sûrîyê di navbera van alîyan de nikarin werin yekkirin, nemaze Rûsya û Emerîka. Tenê gava ku hêzên herêmî ji hevkêşeya sûrî derkevin, encex pêk were. Pêkanîna hevdîtinê di navbera Erdogan û Beşar Esed de, dê ew bandora ku her kes texmîn dike li Rêveberîya Xweser neke, lê belê ziyana mezin dê bakurê Sûrîyê yê dagirkirî bibîne. Rêveberîya Xweser û hêzên wê yên leşkerî dikarin li beramberî van pilanên ku dixwazin wan têk bibin û pirojeya wê ya demokratîk tune bikin, rawestin û li ber xwe bidin. Her wiha destekdayîna Emerîkî jî di mijara ku kesek dest biavêje hebûna wê ya leşkerî li herêmê de, xwedî rol e. Jixwe ev hebûn bi Hêzên Sûrîya Demokrat û hevkarîya wê ya şerê li dij sawkarîyê ve, girêdayî ye.