Hevdem bi sedsalîya damezrandina Komara Tirkîyê û piştî 20 salan ji desthilatdarîya Erdogan û Partîya Dad û Geşepêdanê(AKP) ya desthilatdar ku çend roj in mane ji yek mezintirîn û girîngtirîn qonaxên di dîroka nûjen a Tirkîyê de, lê di heman demê de yek ji qonaxên herî dijwar, nemaz e ji bo Erdogan ku xwe amade dike ku rûbirûyê mezintirîn hevpeymanîya Rikberîya Tirkîyê bibe di hilbijartinên serokomarî ya Tirkîyê de ku dê di 28 Gulana 2023 de were lidsrxistin.
Ev hilbijartin girîngtirîn hilbijatin e.
Piranîya dewletên cîhanê van hilbijartinan dişopînin, nemaze Amerîkî, Brîtanî û Fransî, dibînin ku hilbijartinên Tirkîyê hilbijartinên herî girîngin ên sala 2023 li cîhanê ne”, loma gelek pirs bala mirov dikişînin, gelo çima ev hilbijartin ewqas girîng in û piranîya dewletên cîhanê bi giranî pê mijûl dibin?
Dibe ku bersiv jî ew e ku Tirkîyê xwedî cihekî josîyasî ya pir girîng e, li milekî parzemêna Asya û Ewropa bi hev girê dide, ji ber ku dikeve ser sê deryayan(Navîn, Reş û Îcayê) û li milekî din jî du dergehên avê (Dardanel û Bosfor) di bin kontirola wê de ne. Vê yekê hişt ku Tirkîyê roleke mezin di herêmê de bilîze, bi taybetî di dosyayên sîyasî, leşkerî û aborî de. Bi vî cihê xwe yê stratejîk bû navenda balkêşîya dewletên xwedî hêz.
Îro rewşa Tirkîyê ji hilbijartinan wêdetir e!
Tişta ku Îro li Tirkîyê di bin navê pêvajoyên hilbijartinan de ji hêla her du şepêlan (Rikberî û desthilatdar) diqewime, ji wilo kûrtir e. Ev rakêşîya ku îro li qadên Tirkîyê rû dide, ne ji bo guhrtina kesayeta serokomar e, lê belê şerekî li ser nasname û rola Tirkîyê ya nû ye ku niha rastî gelek astengîyan; ji hêla aborî, leşkerî, çandî û civakî tê, êdî ev tişt di beşdarbûna gelê Tirkîyê ya bêhempa di van hilbijartinan de hat xuyakirin ku îro gelê Tirkîyê guhertineke rasteqîn dixwaze. Ji bilî astengîyên ku me anî ziman, li Tirkîyê pirsgirêka kurd heye ku her du namzetan di bernameyên xwe yên hilbijartinan de bi awayekî zelal nêzî vê pirsgirêkê nebûye û pirojeyeke rasteqîn ji bo çareserkirinê pêşkeş nekirine.
di encamê de, dê Tirkîyê derbasî qonaxeke nû bibe ku kesê di van hilbijartinan bi ser bikeve, tevî nakokîyên di dezgehên dewlet, civakê û tevgera sîyasî de, jê tê xwestin ku di serî de pirsgirêka demokrasîyê, pirsgirka kurd, dosya koçberan, dagirkirina xaka Sûrîyê; çareser bike .
Gelo yê di van hilbijartinan de bi ser bikeve, wê karibe van kêşeyan çareser bike, yan jî dê Tirkiye bi van nakokîyan rûbirû bimîne û roj bi roj kêşe mestir bibin ta rojekê biteqe û Tirkîyê ber bi rewşeke ne dîyar ve biçe?