ANALÎZ

TIRKÎ DI NAVA GUHERTINA TÊKILÎYÊN XWE DE

 

Di navbera Tirkîyê û Emerîka de ji 2016 û şûn ve nakokîyan  dest pê kir, jixwe yê  ku dest bi nakokîyan kir jî Tirkî bû,  dema ku li pey lêdana leşkerî ya li himber Erdogan, demildest Erdogan ragihandibû ku Emerîka li dû vê lêdanê ye, ji hingê ve Tirkîyê berê xwe dabû Rûsîyayê û dest bi lidarxistina peymanan pê re kiribû. Di navbera serokê  Rûsîya Potîn û Erdogan de; ji bilî têkilîyên aborî, leşkerî  û sîyasî, têkilîyên kesayetî jî  xwe dabûn pêş û ev têkilî bibûn sedema gurbûna nakokîyan bi Emerîka re .Tirkîyê weke dewleteke nato ku Emerîka serkêşîya wê dike, li rojhilatê derîyaya spî, Sûrî, Iraq, derîyaya TReş, Qoqaz, Qerim û di gelek  dosîyayên din de bi Rûsîya re dêraye, her wiha çekên bergerîya ezmanî(S400) jî ji Rûsîya biriye, di heman demê de jî, Emerîka Tirkîyê ji pirojeya balafirên F35 dûrxistiye, piştgirîya bi HSD re xurt kiriye, Tirkîyê beşdarî şerê li himber Daişê li Sûrîyê nekiriye, têkilîyên xwe bi Yûnanistanê re xurtir kiriye, di nakokîyên Yûnanistan  bi Tirkîyê re piştgirîya Yûnanistanê kiriye, di milê aborî û pirojeyên bazerganî de; Tirkî dûr xistiye, lê belê her dem jî ne Emrîka û ne jî Tirkî di nakokîyên xwe de negihiştine asta ku rasterast ji hev dûr bikevin an têkilîyên wan bêne birîn, ne Emerîka amade ye ku Tirkîyê ji destê xwe berde û ne jî Tirkî amade ye ku xwe ji bin sîwana parastina Emerîka û Natoyê derxîne û wê wêrekîyê jî nikare bike, lewra asta nakokîyan geh bilind dibû û geh jî dihatin kontrolkirin. Têkilîyên wan ketin asta (tu yê çi bide min û tu çi ji min dixwazî)? Bazar dihatin kirin, her wiha di navbera Tirkîyê û Rûsîya de jî ev şêwe têkilî ta 2023 birêve diçû, lê belê nîşaneyên guh ertina van têkilîyan ji hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê de di yên 14 – 28 gulana 2023 û şûn ve dest bi guhertinê kiriye.

Gelo sedemên guhertina şêweyê têkilîyan çibûn?

Bandora vegra Tirkîyê ber bi Emerîka ve li ser têkilîyên bi Rûsîya re, teyisandina têkilîyên Tirkîyê bi Emerîka re li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê?

Sedemên Guhertina Têkilîyan:

Bi despêkirina ʺBuhara Erebîʺ re û ketina dewletên bakurê Efrîqîya, Sûrî û Yemenê di nava kirîzan de û bilindbûna asta tevgerên Ixwanî di van dewletan de, pêla bijandin û xewnên pêkanîna avakirina sûltanîya osmanî ji alîyê Tirkîyê ve bilind bibû, êdî ji bo pêkanîna van xeyalan pêwist bû ku Tirkî xwe weke dewleteke di sîyaseta xwe de, serbixwe û sedemine guncav peyda bike ku bi buhaneya wan ji derveyî xwestekên Emerîka û Natoyê tev bigere, lewra di bin navê pirojeya (welatê şîn, parastina misilmanên Sune, ewlehîya Tirkîyê û lêdana  2016, bi Nato û Emerîka re ketibû nava nakokîyan, jixwe di heman demê de ber bi Rûsîya ve diçû, anku nigekî Tirkîyê li Emerîka û yek jî li Rûsîya bû  ku di navbera her duyan  de bibû werîseke ku her alîyeke wê ber bi xwe ve dikşandin, êdî li ser vê giringîya xwe Tirkîyê sûd ji her du alîyan  girtibû û di gelek herêman de bi hêsanî berjewendîyên xwe pêk anîbû, mîna ku li Sûrîyê Efrîn, Girêsipî û Serêkanîyê dagir kiriye û di bakurê Helebê de û li Idlibê serwerîya  xwe sepandiye, her wiha destdirêjî li gelek welat û herêmên din mîna Ermenistan, Sûdan, Somal û Başûrê Kurdistanê jî kiriye, bê guman gelek tevgerên Tirkîyê ne li gor xwestekên Emerîka bûn û ne jî li gor xwestekên Rûsan û dewletên Erebî jî bûn, lê belê lîska berjewendîyan di hin milan de nêzîkbûnan peyda dike û di hin milan de jî  nakokî û dûrbûnan peyda dike. Di nava vê xwebicîkirinê de ku Tirkîyê  ji bo xwe hilbijartiye, nakokîyên bi Emerîka û Nato re, xwe dane pêş û Tirkîye ne dost û ne jî dijmin weke dewleteke pê ne ewle di nava hevalbendên xwe yên Rojavayî de hatiye pênasekirin, her wiha bi cîhana Erebî re jî, Tirkîyê ketiye nava nakokîyan de û bûye dewleteke pê ne bawer û metersîdar, mîna Misrê, Siûdîyê, Imarat û hin dewletên din, vê rewşê Tirkî xistiye nava zehmetîyên aborî û sîyasî ku ji derveyî pirpirojeyên aborî di herêm û cîhanê de maye. Sîyaseta Tirkîyê ya sûdgirtinan ji du dijberan û meşandina hevsengîya  têkilîyan bi wan re (Emerîka û Rûsîya ), ta hilbijartinên serokkomarîyê yên 2023, berdewam kiriye û di pey re jî piştî biserketina Erdogan di hilbijartinan de, nîşaneyên guhertinan dîyar bûne, çimkî Erdogan mayîna desthiltdarîya xwe misoger kiribû û ev misogerkirin ne ji valahîyê hatibû, lê belê destên veşartî yên Emerîka û Natoyê li dû bûn, êdî bê guman ne bêhimberî bû, çimkî bazara tiştan li himber hevûdû, xaleke ji zîrekîya Erdogan e. Piştî serkeftina Erdogan rêzeguhertin di têkilîyan de çêbûn, weke:

  • Berdewamkirina Tirkîyê ji sîyaseta xwe ya derve re, lê bi şêweyekî hestîyar ne mîna serhişkîya berîya hilbijartinan.
  • Hewildana çareserkirina nakokîyên bi derdorê re, mîna bi Yûnanistan, Misir, Israîl û dewletên erebî yên Kendavê.
  • Nizimkirina helwestên erênî ji bo lihevkirina bi Sûrîyê re.
  • Pejirandina Tirkîyê ji tevlêbûna Siwêdê di nava Natoyê de.
  • Xwenîşandana ji Emerîka re weke dijberê Daişê û daxwazkirina pêbawerîyê di vê derbarê de, her wiha dîyarkirina giringîya hevkarîya Tirkîyê ji Emerîka re di Rojhilata Navîn û şerê di Ukrayînya de.

Ev nîşaneyên guhertinê bi sedema ku Erdogan têgihiştiye ku êdî ji derveyî Natoyê û Emerîka, dê nikaribe tengavîya abaorî di Tirkîyê de derbas bike, Erdogan dê nikaribe desthilatdarîya xwe ji derveyî razîkirina Emerîka û Natoyê misoger bike, her wiha destkeftî û pergala xwe biparêze, çimkî çendîn bi Rûsîya re di nava têkilîyên baş de be jî, lê Rûsîya ne bi bawayeke stiratîjîk hevalbendîya Tirkîyê dike û ne jî li gor rewşa xwe û eborîya xwe ya ne di asta aborîya Rojavîya de dikare aborîya Tirkîyê rake û bi hêz bike, lewra vegera ber bi Emerîka ve di hesabên Erdogan de wê baştir be. Hin rayedar û nivîskarên bi ser rêjîma Tirkîyê ve didin dîyarkirin ku Emerîka ber bi Tirkîyê ve hatiye, ne Tirkîyê xwe daxistiye, bê guman hin rastîya vî tiştî heye, lê di asta bilind de Tirkîyê xwe daxistiye û ji wê payebûna xwe vegerîyaye ku çawa Emerîka dixwaze Tirkîye bi rola berê weke leşkerekî Natoyê di herêm û cîhanê de rabe… Tirkîyê jî xwe ji bo wê rolê nîşan dide, her dem li ser zimanê rayedarên xwe dîyar dikin ku ew endamekî giring yê Natoyê ne û pêwist e Nato giringîya wan bibîne weke hevalbend û pê re tevbigere; ne bi hêzên nedewletî re bi taybet di Sûrîyê de ku mebesta wan jî  têkilîyên Emerîka bi YPG re.

Teyisandina Guhertina Têkilîyan  Li Ser Tirkîyê

Rast e di nava van xweguhertinên ku Tirkîyê daye pêş de; mîna Erêkirina Siwêdê di nava Natoyê de, demildest de Emerîka jî firotina balafirên F16 ji bo Tirkîyê ezmûnkirina 70 balefiran erê kiriye, jixwe gengaz e pirsgirêka kirîna Tirkîyê ji çeka S400 re jî çareser bik, her wiha peymanên aborî jî pê re deyne, lê belê ne bi hesanî ye ku yekser bawerîyê bi Tirkîyê bîne, an jî kiryarên wê; mîna derengxistina tevlêbûna Siwêdê di nava Natoyê de, vala derxistina pirpirojeyên Rojavayîyan di Rojhilata Navîn, Ukrayînya, Efrîqa û herêmên din de, piştgirîya  komên sawkar û selefîyan, alîkarîya bi Rûsîya, Îran û Çînê re, jibîr bike, hebe paşve bixînin ji ber giringîya  nêzîkbûna Tirkîyê ji Emerîka re di nava tevlihevîya heyî di Rojhilata Navîn û cîhanê de ku ji çarçova Rûsîya  derkeve û di nava pirojeyên wan de tvebigere, lê bê guman wê bê hesabxwestin jî  nemîne, anku têkilîyên (ka çi sûdê ji Tirkîyê bigirin) xwe daye pêş ne têkilîyên ( Tirkîyê hevalbendekî resen er). Bê guman wê xweguhertina Tirkîyê pir teyisandinan li ser Tirkîyê vegerîne him di milê hundirîn û him jî ji derve de.

Ji milê hundirîn ve: ji bo ku Tirkîye rijdbûna xwe nîşan bide û Emerîka, dewletên Ewrûpî, Erebî û Israîlê serwext bike ku hatiye guhertin, pêwist e tevgera Ixwanûmuslimîn, piştgirîya bi komên sawkar re, hevkarîya bi Rûsîya û, Îran û himbêzkirina maldarên wan bi sînordar bike, ev jî ne hesan e, ji ber ku ev demeke dirêj e ku Erdogan piştgirîya van kiryaran dike, ma gelo wê çawa hevsengîyê di navbera wan têkilîyên berê û nû de peyda bike? Lewra dubare wê tengavîyeke hundirîn jîyan bike.

Ji milê derve de: Bê guman xweguhertina Tirkîyê dê bandorê li têkilîyên bi Rûsîya, Îran, Çîn û hin komên sawkar û Ixwanîyan re bike. Tevî ku Tirkî hewil dide ku hevsengîya berê berdewam bike jî, lê dê ne pêkan be, çimkî di rewşekê de ku cîhan li ser parvekirina desthilatdarîya li cîhan û herêman de di nava beramberîyeke eşkere de ye, ev dirûtî û keysbazî berdewam neke, lewra ev alîyên navborî gelo wê çi helwestan li himber Tirkîyê nîşan bidin? Bê guman wê ne erênî bin û heger em bala xwe bidênê di nava geşedanên di Rojhilata Navîn de (şerê Hemas û Israîlê ), Tirkîyê ji hemû alîyan  ve cihê gumanan e û ew giranîyê nadinê ku rolekê bilîze, çi di navberkarîyê de be û çi jî di avakirina Xezayê de piştî qedandina şer, tevî ku barbara Tirkîyê ye, her wiha ne Rûsîya û ne jî Îran bi wê germahîya berê nêzîkatîyê nema li Tirkîyê dikin ku zêdeyî çend heyvan e bangeşe tê kirin ku dê serokê Rûsîya Potîn wê serdana Erdogan bike, lê hîn jî nekiriye û tê angaştkirin ku sedem ew e ku Tirkîyê li Ukrayînyayê xwedî pirojeya vekirina kargeheke çêkirina balefirên bêmirov e, lewra Tirkîyê di sîyaseta xwe ya tevlihev de dostên resen ji xwe re nehiştiye û him eşkere, him jî veşartî dijminên xwe zêde kiriye ku dê teyisandineke ne erênî li pêşeroja Tirkîyê bike.

Teyisandina Guhertina Têkilîyên Tirkîyê Li Ser Kurdan:

Di rojeva Tirkîyê de, Rojava û Başûrê Kurdistanê cihekî mezin girtine, bi taybtet Rojavayê Kurdistanê ku dosyeya wê ji nava destên rayedarên Tirkîyê nakeve û di her têkilî, seredan, civînîn û danûstendinên bi dewletan re, her dem di rojeva wan de ye û li ser maseyan radixînin, ji 2014 ve di dema şerê Kobanê de û ta roja îro, gelek guhertinên di têkilîyên Tirkîyê bi derdor, cîhan û Emerîka re girêdayî, êdî helwest û nêrîna wan alîyan li himber Rojavayê Kurdistan û doza kurdî bû, lewra di navbera Emerîka û Rûsîya  de û sûdgirtina ji giringîya jewstiratîjîya xaka xwe, Tirkîyê  li ser hesabê kurdan bi taybet di Rojavayê Kurdistanê de hin herêm bi dest xistin û dagir kiriye (Efrîn, Girêsipî, Serêkanîyê), her wiha Rûsîya û Îran jî li ser hesabê Rikberîya girêdayî Tirkîyê gelek herêm mîna (Heleb, Xûta Rojhilat û bakurê Helebê) zîvirandin ji rêjîma Sûrîyê re, tevî  ku Tirkîyê angaşt dikir ku dê rêjîma Şamê hilweşîne û di bin navê biratîya bi birayên xwe yên musilamanên sune re, xwe parêzvanê Rikberîyê nîşan dida, anku armanca sereke ya Tirkîyê kurd bûn û ji bo têkbirina kurdan çi bazar pêwist bana kiriye. Guhertina Tirkîyê ji têkilîyên xwe re û vegera ber bi Emerîka ve, bê guman wê teyisandina wê li ser kurdan jî hebe, bi taybet di Rojavayê Kurdistanê de.

  • Her dem Emerîka destnîşan kiriye ku HSD di şerê li himber Daişê de, hevbeşên wan yên sereke ne û çendîn Tirkîyê hewildan kirine ku HSD weke berdewamîya an jî beşeke PKK nîşan bide, lê belê Emerîka dîyar kiriye ku HSD ne PKK ye û ew bweke sawkar nîşan nedane û ne di texmînan de ye ku Emerîka ji bo Tirkîyê razî bike HSD sawkar nîşan bide, lê texmîn hene ku bi şêweyekî ji şêweyan di navbera Tirkîyê û HSD de pêngaveke danûstendinan bide pêş ku him HSD were parastin û him jî Tirkîyê di asteke navîn de razî bike, jixwe rastîya van texmînan di encamên hilbijartinên şaredarîyên Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê de ku tê payîn di despêka adara 2024 de li dar bikeve û çawanîya  nêzîkatîya  Erdogan ji kurdan re di Bakurê Kurdistanê de wê dîyar bibe, nêzîkatîyeke erênî ji kurdên Bakur re wê were wateya ku dê nêzîkatîyeke erênî ji Rojavayê Kurdistanê re jî pêk were, ji derveyî nêzîkatîyeke wiha dê were wateya ku Tirkîye û Emerîka mijara kurdan paş de hiştine.
  • Guhertina Tirkîyê ji têkilîyan re, bê guman di Sûrîyê de wê rastî bersiveke neyînî ji alîyê Rûsîya û Îranê ve were û gengaz e ku di rojavayê Feratê de Idlib, Efrîn û herêmên li jêrserwerîya Tirkîyê de, gurkirineke beramberîya leşkerî pêş keve û rêzgarkirina herêmên dagrkirî têkeve rojevê.
  • Li Başûrê Kurdistanê jî li himber Tevgera Azadîya Kurdistanê ku ji berê ve Emerîka şewqa kesik daye Tirkîyê,  gengaz e ku Tirkîye  şerekî  berfireh  bide meşandin, bi taybet heger PDK weke daxwaza Tirkîyê tev bigere û beşdarî şer bibe, ne encamgirtina vî şerê gumanbar, gengaz e ku pêvajoyeke nû ji danûstendin û hevdîtin bi rêzdar Ocelan û rayedarên PKK re were kirin. Rijdbûna vegera Tirkîyê weke Endamekî resen di Natoyê de û hevalbendekî Emerîka ku di çarçova wan de tev bigere, ne dîyare û girêdayî rewşa Emerîka, helwestên wê, sîyaseta wê ya li pey hilbijartinên  2024 ne, heger Emrîka sîyaseta xwefirehkirinê û beramberîya bi Rûsîya û Çînê re berdewam bike, wê Tirkî jî neçar bikin ku helwesta xwe zelal bike, lê heger weke ku her dem serokê Emerîka yê berê Tiramp destnîşan dikir ku pêwist e Emerîka li hundirê xwe vegere û xwe ji Rojhilata Navîn û herêmên din vekişîne bibe sîya seta Emerîka, hingê dê Tirkîyê dualîtîya xwe berdewam bike û wê bandoreke neyînî jî li ser kurdan bibe; bi taybet li Rojavayê Kurdistanê, her wiha wê teyisandina wê li ser Tirkîyê jî bibe ku dê li himber Rûsîya û Îran lawaz bibe

Encam :

  • Tirkîye ji welatekî ku hewildana derbaskirina rewşa xwe ya dûvik ji Emerîka re dikir û xwe weke dewleteke serbixwe û sîyaseteke serbixwe nîşan dida, ketiye rewşa liortêmayîn û pir zehmetîyan dikşîne, ji bo dîyarkirina nasnameya xwe ya gelo cihê wê li rojavayê an jî li rojhilatî ye.
  • Ji ber nepejirandina doza kurd û meşandina şerekî eşkere li himber gelê kurd, Tevgera Azadîyê û Rojavayê Kurdisatanê ketiye rewşeke aborî ya xerab û ji ber wê jî bi hemû alîyan re dest bi xwedaxistinê kiriye.
  • Vegera ber bi Emerîka ve bêyî ku ji Rûsîya dûr bikeve, her wiha tersî wê jî, bigurbûna beramberîya di cîhanê de, dê neyê pejirandin ji alîyê her du dewletan ve.
  • Deskeftîyên ku Tirkîyê bi zora xwe û ji ber sîyaseta xwe ya hevseng bi Emerîka û Rûsîya re bi demê re wê winda bike.
  • Tirkîyê bi tenê dikare bibe leşkerekî mîna berê ji Emerîk re û di nava sîyaseta wê de tevbigere.
  • Çi guhertinan di têkilîyan de bike an neke, neçareserkirina doza kurdî û berdewamîya dijminahîya bi kurdan re, dê Tirkîyê ber bi Sêfereke nû de bibe.

  

  

 

 

زر الذهاب إلى الأعلى