ANALÎZ

Hilbijartinên Tirkîyê û Demokratîya  Seqet

Demokratiya tirkî ya qayîm, demokratîya hilbijartinan e (anku demokratîyeke seqet e), ji ber wilo jî encamên wê, tu tiştekî berbiçav ji bo gelên Tirkîyê pêşkêş nake, nexasim ji bo gelê kurd ê ku hejmara wî ji 20 melyon mirovî oirtir e.

Her ku Tirkî dema hilbijartinên zagonsaz radigihîne, dadgeha bilind li pêşberî HDP dibe kelem û biryarên nemafdar lê dibire. Jixwe HDP piranîya kurdên Tirkîyê dinimîne.

Weke her car, di 5 vî çileyî de, dadgeha bilind biryar da ku HDP were rawistandin û alîkarîya ku ji hêla gencîneya tirkîyê ve ji bo wê hatibû terxandin raweste.

Ev biryar bi erêkirina piranîya dengan li hemberî neerêkirina 7 dengan hate standin. Jixwe biryara dadgehê li ser daxwaznameya Bakîr Şahîn hat standin ku wî di 19 berfanbara borî de ev daxwaznameya xwe pêşkêşî dadgehê kiribû ku di daxwaznameya xwe de angaûtkiribû ku têkiliyên HDP bi PKK re hene.

Hevserokê HDP Midhet Sincar di 16 çileya borî de wilo ragihandibû: “Mijara girtinê xwedî sedemeke siyasî ye û armanc jê çewsandina siyaseta demokratîk û pêkanîna pilanên tunekirina HDP ye”.

Tevî ku HDP xwest ku rêkara girtin û rawistandina heya piştî hilbijartinan were derenghiştin, lê ev daxwaza wê ji hêla dadgehê ve erê nebû.

Midhet Sincar amaje bi metirisîya vê girtinê kir û da diyarkirin ku hejmareke amadekarî û sînaryo hene da ku ew li hemberî vê helwestê rawestin, lê wî ew nedan diyarkirin.

Bi rastî, ev doza girtinê ji hêla Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) ve tê gurkirin. Dewlet Behşelî (serkêûê partîyê) daxuyanîyeke tund da û tê de dadgeha bilind rexne kir û jê xwest ku biryara girtinê di demeke herî nêz de pêk bîne.

Li hemberî van bûyeran û bi nêzîkbûna dema hilbijartinan, nexşeya hilbijartinên tirkî gelekî parçebûyî ye. Ji aliyekî ve AKP bi MHP re hevrêzîyê dike, ji aliyekî din ve 6 partîyên Rikberîyê bi serpereştîya CHP û seklûêya Gulişdar Oglo hevrêziyê bi hev re dikin. HDP jî heya niha derveyî van her du koman e. Eger nexşeya demokratî wisa bimîne, dibe ku HDP xwe bi rêya hilbijêrekî taybet ji bo pêşbazîya hilbijartinan amade bike. Ew jî  li gor hevpeymana ku vê dawîyê bi 5 partîyan re ava kiribû (Hevpeymana kar û azadîyê), ew jî ev ne: Partîya Karkeran a Tirkî (TIP), Partîya Kar (EMEP), Partîya Tevgera Civakî (TOP), Partiya Tevgera Karkeran (EHP), Yekîtîya Encumenên Sosyalîzm (SMF).

HDP dibîne ku di hilbijartinên tirkî yên bê de ew xala gerîng û sereke ne ku ew tevlî kîjan alî bibin dê bi ser bikevin.

Eger dadgeha bilind biryara girtina mayînde were standin, HDP dê nêneran bişîne perlemanê, ew jî bi rêya lîsteyên girêdayî partîyên din. Jixwe berî niha dadgehên tirkî hin partîyên kurdî girtine, lê hin partîyên kurdî yên nû hatine ragihandin ku bi navine nû xwe damezirandin.

Di dawîyê de jî, hilbijartinên 2023 dê yên herî girîng bin û dê rageşî û nakokîyên siyasî yên herî tund bihewîne, dibe ku ev rageşî bigihêjin asta şikandina aliyên rikber. Ji ber wê jî Erdogan berî niha li ser van hilbijartinan de got ku ew hilbijartinên çarenûsî û qutbir in.

زر الذهاب إلى الأعلى