ANALÎZ

Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê  li Başûrê Kurdistanê

Bêguman, divê mirov liv û tevger û destwerdanên Tirkiyê di Başûrê kurdistanê, Rojavayê kurdistanê, seranserî bakurê Sûriyê û avakirina bingehên leşkerî li wan deveran de, bi  belgeyên qaşo dîrokî weke(Mîsaqa millî) girê bide,  yên ku Erdogan di her êrîşekê, yan jî di her boneyekê de; ji bo rewatiya kiryar û siyaseta xwe ya dijminane li hemberî gelê herêmê û bi bihaneya şerê PKKê , dide pêş.

Jixwe, der barê  êrîşên Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistan ku bi hemû cureyên çekan êrîş dikin, hikûmeta vî welatî bê deng e. Ev bêdengî jî  tenê mirov dikare bi berjewendiyên aborî,  yan jî bi yên kesayetî weke bidestxisti dengên turkmenan di hibijartina de, yan jî bi qezenckirinek darayî , girê bide.

Ne wilo tenê, serokwezîrê Iraqê Kazimî ragihand ku welatî wî, her gefeke ji xaka Iraqê ku cîrana me  Tirkiye dike armanc, em napejirînin. Her wiha bibîrxist ku pêwîste peymanên bi Enqerê re,  yên ku di serdana xwe ya vê dawiyê  bi Tirkiyê re mor kiribû werin çalakirin, mîna peymana rakirina  baceyên deriyên sînorî, berdewakirina pirojeyên geşepêdanê, bi taybetî di ware enerjiyê de, di nav de boriya petrolê ya di navbera Kerkûk û bendra Cîhan de, her wiha pabendiya Enqerê bi pêkanîna pirojeyên veberanînê yên ku di kongereya Kiwêtê de sala 2018an zoz dabû ku 5 milyar dolar ji bo ji avakirina Iraqê bide. Kazimî, binpêkirin û destwerdana Tirkiyê li ser serweriya Iraqê,yan jî birîna ava firatê,  nanî ziman û nejî tu gilînamek hildan Encûmena Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî. Bêdengiya Kazimî,  li ser vê destwerdana  Tirkiyê  û têkçûna serweriya Iraqê, mebest jê  ku serweriya xwe ya hundirîn û derive xurt bike û desthilatdariya xwe bidomîne. tevî ku hin daxuyanî ji hin berpirsên Iraqê carcaran derdikevin  , lê tene gotinên ji bo mezaxtina navxweyî ye.

Serdana wezîrê berevaniya Tirkiyê Xelûsî Akar bo Başûrê kurdistanê û beyî ku hikûmeta Iraqê agahdar bike, belgeyek rasteqîne ye ku li gorî “Mîsaqa Millî” Tirkiyê dixwaze Başûrêrê dagir bike, nemaze bi nêzîkbûna sala2023; sala ku Peymana Lozanê ya 1923an bi dawî dibe, ji bo wê jî  Erdogan hewil dide cîhanê bixapîne ku qonaxeke nû dest pê dide,

Binpêkirina peymana aştiyê bi PKK re sala 2015an,  ji hêla Erdoga ve çêbû  piştî ket wê bawriyê  ku ev lihevkirin dê ziyanê bigihîne partî , kesyayet  û siyaseta wî ya mêtinker. Erdogan tenê di rêya binpêkirina vê peymanê û vegerandina şerê çekdarî dikare vê pêymanê têk bibe. Di heman demê de dizane ku tucarî nikare PKKê jinav bibe ku ev bû nêzî 50 salî şerê wê dike. Jixwe îro jî artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê û di hundirê Tirkiyê  de,  gelek qurbanî dane. Tirkiyê û di bin silogana şerê PKKê, hebûna xwe ya leşkerî li herêmê asê dike.

Ji bo vê yekê jî çend berpirsên Tirk armancên rasteqîne yên van êrîşên berdewam li ser Başûrê Kurdistanê eşkere  kirin û dan zanîn ku armanc jê dagirkirne û avakirina bargehên leşkerî yên domdar e, bi taybetî li herêma Metîna. Jixwe wezîrê hundirîn ê Tirkiyê Silêman Soylo jî ji bo  girîngiya stratejîk a herêma Metîna wiha anî ziman: “Mîna  Sûrî, em ê li vê herêmê jî bargehên leşkerîn ên domdar ava bikin û vê herêmê kontirol bikin”.

Ji sala 2019an ve Tirkiyê gelek operasyonên leşkrî bi navê ” Pence- Pence2- Penca Baz- Penca Piling – Penca Baz2- Birûsk” pêk anîne, lê ev operasyonan hemû li dijî PKKê  têk çûn. Tirkiyê tenê dikarîbû bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re bigihêje lihevkirinekê ku nêzî 37 bingehên leşkerî li Herêma kurdistanê ava bike.

Ev operasyonên Tirkiyê ne tenê gef û bandore li herêmê dike , lê belê li Natoyê jî dike.  Di vê der barê de, Enstîtuya Royal ya Brîtanî ku di mijarên ewlehî û leşkerî de pispor e, da zanîn  ku Tirkiyê li gel Îranê metirsiyê li ser ewlehiya Rojhilata Navîn çêdike, her wiha ji bo destwerdana Tirkiyê li Başûrê Kurdstanê, stratejî û berjewendiyên  Natoyê asteng dike û aramiya Iraqê têk dibe û da zanîn ku Tirkiyê bi van kiryaran dixwaze çavan li ser aboriya xwe ya têkçûyî ragerîne. Li aliyekî din jî raporek ji hêla Komîteya hikûmî ya Amerîkî  ya Azadiya olan derket, tê de xwestin ku fişar li Tirkiyê were kirin da ku  dema vekişîna xwe ji hemû xakên ku dagir kiriye li bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bike.

Ji ber van kiryaran armancên Erdogan ên mêtinkerî, li ser berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn gefek rasteqîne ye û hevrikiya wê bi Çînê re bandorê dike. Amerîka nikarê li hemberî berfirehbûna aborî ya Çînê û ya leşkerî ya Rûsî raweste , heger rêveberiya Baydin siyaseta Tirkiyê bi sînor neke, ev siyaseta ku dikeve xizmeta berjewendiyên Çîn û Rûsyayê de. ji alîkî din ve jî dagirikirin û destwerdana Tirkiyê di hin dewletên herêmê de ku Amerîka wan hevpeyman dibîne, wek Iraq, Lîbya, Misir, Ermenistan û aloziya Sûriyê ,  berjewendiyên Amerîka dixe metirsiyê û çareseriya siyasî ji bo hemû pirsgirêkan, dûr dixe.

NRLS

زر الذهاب إلى الأعلى