Li Sûriya û tevaya herêmê, bêtirî dehsalek û nîvê heye ku tevlihevî û hevrikîyek di navbera berjewendîyên xwecihî, herêmî û navneteweyî de hene. Li gor wê; hêzên mezin (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya, Fransa û Israîl) tê de roleke tewereyî dilîzin. Li kêleka wan jî rola tirkî û ya dewletên Kendavê jî hene.
Durişmeya “Şerê li dijî terorê” piştî bûyerên 11ê Mijdarê yên sala 2001ê ku li Amerîkayê (Waşinton, New York û Bensilvanya) weke behaneyekê hat bikaranîn, da ku destwerdanên xwe yên leşkerî li herêmê, nemaze li Sûriyayê rewa bike. Êdî; dewletên rojavayî û hinek dewletên herêmî, di destpêka wan de Tirkiya, çi bi rêya rêxistinên alîkarîyê yan jî komikên çekdar ên ku ji bo ajendeyên wê dixebitin, destek da vê yekê. Ji van rêxistin û komikan, ên herî di Sûriyayê berfireh, bi rêya “Rêxistina kumikên spî ku siyasetên Tirkiyayê li Sûriyayê dide meşandin û Heyet Tehrîr El-Şam…” û ji bilî wan gelek komikên di lîsta terorê ya navneteweyî de, mîna (El-Hemzat û El-Emşat) ku bi gelek ajendeyên derve ve girêdayî ne. Vê yekê şer di navbera wan de gur kir (di navbera van komikan û hêzên rêjîma navendî ya têkçûyî û hevalbendên wê de) ku êdî veguherî şerê navxweyî û tevna sûrî hîn bêtir têk bir. Jixwe hîn jî bermahîyên wê ta roja me ya îro berdewam in.
Armancên Amerîkî û Israîlî Yên Rasterast Li Herêmê:
Pergalên netewperst ên olîgarşî, ku ji alîyê Brîtanya, Fransa û sermayedarîya cihû ve, di çarîka pêşîn a sedsala bîstan de, li herêmê bi rêya peymanên Saykis Pîko û Lozanê hatin damezirandin; êdî nema rajeya stratejîya wê dikin û ramana netewperestî bûye barek li ser pişta wê. Êdî; siyaseteke nû ji bo domandina pergala xwe ya cîhanî da meşandin. Her wiha pergalên navendî û dewletên neteweyî di xurtkirina parçebûnên tîreyî û etnîkî de ku rajeya dewletên rojavayî dikin, roleke xurt lîstin. Ev hemû jî bi armanca jinûvesazkirina herêmê li gor berjewendîyên wê yên stratejîk (li gor her du projeyên Rojhilata Navîn a Mezin û Rojhilata Navîn a Nû) pêk hatin. Nemaze ji bo rûbirûbûyîna li dijî desthilatên rûsî û çînî û parastina ewlekarîya Israîlê di pileya yekem de. Her wiha ji bo rêgirtina li pêşîya çi projeyeke siyasî, aborî û civakî ku dê li Rojhilata Navîn derkeve û bibe metirsî li serê, ev yek pêk hat.
Şopînerê rewşa ku li herêmê rû dide, bi kûrahî dibîne ku Israîl hewl dide çi hêzeke herêmî ku dê bibe gef jê re, lawaz dike (weke ku herî dawîyê di “şerê 12 rojan” ê li dijî Îranê de derket holê, berîya wê jî li Sûriya, Libnan û Yemenê û niha jî hevrikîya nerasterast a bi Tirkiyayê re li Sûriyayê ku hêdî hêdî zelal dibe).
Israîl li gor bernameyeke pergalkirî û di heman demê de jêneger dixebite; da ku di herêmê de ew dewleta navendî û serdest a tekane be. Her wiha tevaya dewletên mayî bike dewletên li jêr serwerîya xwe (li gor dîtaneya “navend û alî” ya her sê civaknasan “Semîr Emîn, Andrê Gonder û Wolrştayin”) û lawazkirina her dewleteke ku dixwaze bibe hêz.
Bûyer û pêşektinên dawîyê yên li Rojhilata Navîn bi awayekî sereke û bi eşkereyî û zelalî rajeya misogerîya serkeftina stratejîya israîlî kirine û dikin.
Ji nava bandorîyên şerê li Sûriyayê û bûyer û pêşektinên ku li herêmê rû didin, a herî girîng hilweşîna rêjîma El-Esed piştî cengeke wêanker ku bêtirî deh salan dirêj kir, bû. Vê yekê li pey xwe bi milyonan qurbanî di navbera kuştî, birîndar û penaber de, hiştin. Li kêleka wê jî; siyasetên koçberkirinê û guhartina demografî ku li gor bernameyên ji alîyê hêzên serdestî herêmê ve, mîna Amerîka, Rûsya, Israîl, Tirkiya û Îranê, pêk hatin. Her wiha dagirkerîya Tirkiyayê li ser xaka Sûriyayê berdewam e; ku bi dest xwe re hiştiye komikên çekdar çêbibin û li piranîya herêmên Sûriyayê belav bibin. Bi hilweşîna rêjîma berê re, rola rûsî gelekî hat sînordarkirin, her wiha desthilatên îranî bi temamî hatin bidawîkirin û hevalbendên Îranê li herêmê hatin lawazkirin (Tevgera Hemasê, Hizbullah û Hûsî). Ev hemû jî, Sûriya vegerand warekî ne li gorî xwezîyên xelkê wê û ne jî destekê dide avakirina Sûriyayeke nû ku li ser bingeha pirrengî û demokrasîyê ava dibe. Lê belê; parçebûnên tîreyî, mezhebî û nijadî zêdetir kirin, ku hiştiye aramî di demeke navîn de, dûr be.
Tîreperestî, Mezhebperestî û Jihevketina Civakan:
Ji bo domdarîya xwe, pergalên serdest li ser tayên tîreyî û mezhebî dilîzin. Êdî di alozîya Sûriyayê de, nemaze piştî hilweşîna rêjîma têkçûyî, rageşîyên tîreyî û mezhebî li gelek deverên Sûriyayê, gelekî bilind bûn (komkujîyên ku di mafê pêkhateya elewî de li Beravê û di mafê tîreya durzî de li Suweydayê pêk hatin). Pê re jî gefên bênavber ên ji alîyê komikên tundrew ên selefî û terorîst, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê (ku ezmûneke pêşketî ya hevgirtina civakî lê tê jiyîn). Her wiha fişara pirbûyî ya her demekê ji alîyê dewleta tirk ve, da ku ajendeyên xwe li Sûriyayê bi cih bîne. Êdî; ev êrîşên tîreyî, gefên bênavber û bangeşeya kînê ne bûyerin wiha asyaî ne, lê belê; beşek ji siyaseta “jihevxistina civaka sûrî” ye, ku bi rêya kirarên xwecihî yên ku ji bo alîyên herêmî dixebitin, ku xêrê ne ji Sûriyayê re û ne jî ji pêkhateyên wê re naxwazin. Her wiha; tunebûna ewlekarî û aramîyê, berê hinek pêkhateyên sûrî daye ku bi xwe li çareserîyan ji xwe re bigerin, mîna ezmûna Rêveberîya Xweserîya Demorkat ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê serkeftina xwe tekez kiriye û li ser herêmin din jî bandor kiriye. Her wiha em vê yekê di bandorî û çareserîyên pêşniyazkirî di ezmûna dawîyê ya parêzgeha Suweydayê de, dibînin.
Nimûneya Rêveberîya Xweserîya Demokrat:
Ezmûna Rêveberîya Xweserîya Demokrat a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, di nava bêtirî deh salan de, weke nimûneyeke nenavendî ya pejirandî ku li ser bingeha hevkarîya di navbera pêkhateyan de (kurd, ereb û suryan) xwe daye pêş. Her wiha hêzeke parastinê ji zarokên herêmê (Hêzên Sûriyaya Demokrat QSD) da avakirin, da ku parastina civakî dûrî ewlekarîya çewisîner a navendî ya berê, ava kirin. Jixwe vê yekê taybetîyeke balkêş da herêmê û tevaya pêkhateyên herêmê hembêz kirin. Hîn jî hewl dide vê çandê bi hemû rehendên wê yên civakî ve, bide rûnandin.
Pirsa ku li vir bi xurtî derdikeve pêş ev e: Çareserîya pêşniyazkirî ya ji bo belavkirina demokrasîyê li Sûriyayê li gor nêrînên ramanî û çandî, çi ye?
Şopîner û kesên ku di çand û şaristanîya civakên Rojhilata Navîn de kûr çûne, dikarin bi rêya van xalan bigihêje rêgezên bingehîn ên ku rêgehekê ber bi çareserîya demokrat ve ji bo alozîya Sûriyayê, ava dike:
- Divêtîya gihandina bawerîyeke tekûz a girîngîya avakirina Komara Sûrî Ya Demokrat (danpêdanê bi pirrengîya neteweyî, çandî, olî û nijadî dike).
- Sazkirina peymaneke civakî ya nû ku dadmendîya civakî misoger dike û di nava makezagoneke demokrat a zelal û eşkere de, were danîn.
- Xwespartina pergala nenavendî ya demokrat, weke berdêlekê ji nimûneya navendî û yekalî li Şamê.
- Avakirina enîyeke civakî ya demokrat û berfireh, ku di nava xwe de rewşenbîr, partîyên demokrat û sosyalîst û tevgerên jinê û yên jîngehê dihewîne, da ku bibe motika vê komarê.
- Pêkanîna dadmendîya veguhêzî, da ku parçebûna civakî ya ku hişmendîyên paşverû, pêbawerî û lîberalîzma nû ya pirreng wê xurt dike, derbas bike.
- Çareserkirina alozîyên aborî yên peyhev: (Hejarî, bêkarî û pîşesazîya ku şerê nimûneya jingehî dike) da ku asta pirsgirêk û dozan kêm bike û bi dest xwe re tundîyê jî kêm bike. Her wiha veguhastina aştîyane ya di hemû movik û alozîyên welêt de, destek dike.
Di dawîyê de; em dikarin pirsa herî girîng a di vê qonaxê de bikin, ew jî ev e: Gelo delîveya pêkanîna aştîyê û civaka demokrat li herêmê heye?
Piştî hemû pevçûn, alozî û destwerdanên herêmî û navneteweyî, ku tu çareserîyên hêvîdar ji bo pêkanîna aramîya civakê bi xwe re neanîn, her wiha di encama hişmendîya totalîter a pergala Şamê ya nû û hêdîbûna veguherîna demokratîk li herêmê û lawazîya gelek hêz û partîyên ku banga pêşveçûn û demokrasîyê dikin; diviyabû ku nexşerêyin ku bi pêvajoyê re guncav in û derbirîna arezû û hêvîyên gelên herêmê dikin, werin danîn.
Li ser vê bingehê; bang û manîfestoya “Aştî û Civaka Demokrat” a ku herî dawîyê ji alîyê rêzdar Ebdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin, gelekî girîng e. Ez vê yekê ne weke yûtobyayê dibînim, lê belê ji bo gelên herêmê yên ku ji ber cengan, pergalên çewisîner û bêmafîya li ser wan pêk hatî ji hev ketine, weke pêdivî û divêtîyeke dîrokî û babetî dibînim. Êdî; diviyabû ku nêrîna xwe ya çareserîyê bi rêya paradîgamayekê (nimûne) ku derbirîna cewher û wateya wê ya hebûnî dike, pêşkêş bike. Êdî; bernameya xwe ya pratîkî-xwezayî bi rêya çûyîna ber bi pêkanîna komînalîya rastîn a ku dîrokê vedigherîne rêgeha wê ya xwezayî, pêk tîne. Li vir; divê em amajeyê bi mijareke gelekî girîng bikin, ku zanîn, zanist û avakirina zanîna civakî ya pêşketî beşeke bingehîn a avakirina civaka demokrat a çaverê li herêmê ye. Ew jî bi armanca dabînkirina birêveçûyîna jiyanê bi hemû hûrgilîyên xwe, an ku bingehên jiyînê û domandina wan. Ev yek bi dûrxistina civakê ji hebûna wê pêk nayê. Bêyî wê; ceng, hevrikî û komkujîyên li dijî pêkhate û çandên cihêreng, dê ber bi rewşeke bêdawî ve bidomin.
Pirsa cewherî li vir e:
Gelo dê bijareyên çandî û siyasî bikarin vê nêrînê veguherînin rastîyê û civakan bi rê ve bibin û wan ber bi pêkanîna demokrasîya hêvîkirî li hêrêmê ve bibin?
Dîrok her demê tîne bîra me ku civakên mirovî, bi tevî cudabûna reng û dirûvên xwe, dikarin bi awayekî xwezayî bi hev re bijîn. Her wiha; bersivdayîna vê pirsyara hebûnî bi asta zanînê û amadbûna gelan ji destgirtina nimûneya demokrasîyê re ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê heyî ve girêdayî ye. Her wiha bi karîna wê ya avakirina lihevhatineke niştimanî-civakî û dijayetîya rûbirûbûyîn û zehmetîyên ku li Sûriyayê rastî wan tê ve girêdayî ye.