ANALÎZ

Gelo Bi Hatina Baydin Dê Têkiliyên Emerîkî Û Siûdî Çawa Bibin?

Pir kesan texmîn dikir ku têkiliyên Emerîkî – Siûdî ya yekem e ku ziyanan ji siyasetên rêveberiya Baydin bibîne, jixwe dê wisa be jî, lê ev têkilî di dema niha de xurttir dibin. Teqînên ku li Riydê rûdane, nezelaliya der barê peymana navokiya Îranê de û rapûra CIA ya ku dê ziyanê bigihîne mijara kuştina Xaşiqcî; ji gelek karîgerên din ên ku dikarin siyasetên rêveberiya nû ya Emerîkî biguherîne.

Di 25 ê Çile de, Rojnameya “Wall Street Journal” ragihand ku “hêzên Emerîkî hebûna xwe li Siûdiyê berfireh dike.” Di 24 ê Çile de, rojnameya “Haaretz” ya Îsraîlî ragihand ku “Îsraîl destûrê dide Emerîkayê ku pergala “Kembera hesinî” ya parastina moşekî li Kendavê bi cîh bike.” Welatên ku dê moşek lê werin bi cîh kirin nehatine eşkere kirin, lê diyar e ku dê Siûdiyê yek ji van welatan be.

Lê tevî vê yekê jî, ev pêşketinên ku di mehên an hefteyên dawî de (li gor tê xuyakirin) yên ku teşeya xwe ya dawî ji rêveberiya Tramp ve girtiye; bê guman ji her guhertinan di têkiliyan de vekiriye an jî her gavek ku ji hêla Emerîkayê ve were avêtin ji bû hebûna xwe li Kendavê kêm bike. Ji bo Siûdiyê, Kongrês der barê peymana dayîna cebilxaneyên din ji bû hêzên ezmanî yê Siûdî de dilzar e ku li dijî Hosiyan li Yemenê werin bi kar anîn. Der barê Îmarat de jî, di dema ku ev nivîsar di 27’ê Çile de dihate nivîsandin, rêveberiya Bayden firotina balafirên şer yên F-35 rawistand.

Rewşa têkiliyên Waşontun û Riyadê dê were zelal kirin, dema ku nirxandina CIA’ê ya der barê kuştina nivîskarê qunciknivîsa di Rojnameya Waşontun “Washington Post”  Cemal xaşiqcî (yê ku li mazexaneya welatê xwe li Istenbolê di 2’ê Cotmeha 2018 de hate kuştin); diyar bibe. Avrîl Haynês “Avril Haines” a ku hefteya borî weke Rêvebera Saloxgeriya Neteweyî ya Emerîkî hate pejirandin, soz da ku rapora saloxgeriyê ya li ser bûyerê eşkere bike dema ku ew derkeve pêşberî Komîteya Têkiliyên Derve ya Encumena Rûspiyan a Emerîkayê..

Ev pêşketin mîna “şûrê Demoklês” (dibe ku guncan be) ê ku li jora serê cênişîn Mihemed bin Selman, serokê bira yê Siûdiyê daliqandî be. Di “rapora demkî” ya de rbarê mafên mirovan de ku di 26 Çile de hate weşandin, heta (Peymangeha lêkolînê) ya muhafezekar “Saziya Parastina Demokrasiyan” Mihemed bin Selman wekî “sûcdarê bingehîn” ê kuştina Xaşiqcî binav kir.

Xalên din ên ku  li dij Siûdî ne, berdewamiya binçavkirina çalakvanên jin e ku di nav wan de jî Lojeyn El-Hezlûl e, ya dibe ku di dawiya meha bê de were berdan. Lêbelê Lojeyn dê pênc salên din qedexe ye ku ji Siûdiyê derkeve, êdî Lojeyn û hin din dê li dij vê qedexeyê derkevin. Wisa xuya dike ku Mîr Mihemed bin Selman guhê xwe ji tevliheviya ku gavên bi vî rengî diafirîne re digre. Dîplomatên wî jî dibêjin mijara mafên mirovan pirsgirêkeke navxweyî ye û biyaniyan eleqedar nake. Lêbelê wî di dawiya hefteya bûrî de pilanên duqatkirina nirxê “sindoqa dewlemendiya serweriya Siûdî” ta 1 trîlyon Dolarî ragihand. Lê heger ew dixwaze veberhênerên biyanî bikişîne, divê rêbaza hizirîna xwe biguheres.

Di vê navberê de, Mihemed bin Selman bi pirsgirêkeke din re rû bi rû maye. Paytexta wî Riyad bi moşek an balafirên bêmirov tê ermanckirin. Di 23 Çile û dîsa di 26 Çile de, nişteciyan dingê teqînan bihîstin û li ezman dûmanê. Çapemeniya Siûdiyê jî bê deng ma, lê balyozxaneya Emerîkî hişyariya ewlehiyê da ku piştrastî kir ku tiştek xirab çêbû. Di 27 Çile de, Rojnameya “Wall Street Journal” ragihand ku avahiyeke ya sivîlan ziyaneke piçûk dîtye. Dibe ku êrişa yekem ji Îraqê ve hatibe, ji ber ku rewşa ewlehiyê li wir lawaz e û komên alîgirên Îranê dikarin bi serbestî tevbigerin. Dibe ku îrîşa duyem jî ji Yemenê hatibe ku Îran piştgirî dide ferweriya Hosî, herî kêm ji aliyê leşkerî ve.

Nezelalbûna ziyana ku çêbûye nerihetiyê dide Siûdiyê an hevalbendên wê yên Ereb li Kendavê, yên ku ji êrişên rasterast ên ji Îranê an bi gurkirina ji aliyê wî de, rû bi rû ne. Ev hizrînên nû, ji dema êrişa bi balafirên bêmirov û mûşekên gerok ve li ser kargeha giriîng a hilberandina petrûlê “Bîqîq” li Siûdî û avahiyeke din di Îlona 2019 de; dest pê kir.

Di vê demê de hêmana siyasî ya nezelal ew e ku ta kîjan radeyê rêveberiya Baydin dixwaze bi Tehranê re bigihîje lihevkirinekê li ser sînordarkirina bernameya navokî. Bi pejirandina Tonî Bilînkin wek Wezîrê karê derve yê Emerîkî, dibe ku hin tişt werin guhertin – tevî ku gelek kes pêşbînî dikin ku dîplomasî dê lewaz be û weke rewşa peymana navokî ya ji 2015 an ve, dibe ku bandoreke bi sînor li ser xebatên Îranê li herêmê bike.

Rapora Rojnameya “Wall Street Journal” diyar kir ku hêzên Emerîkî dê ji baregehên ezmanî yên Tayêf û Tebûkê li rojavayê Siûdî û her wiha ji baregeha “Mîr Sultan” ya li başûrê Riyadê tevbigerin û dê Bendera “Yenbu’ê” ya ku li ber Deryaya Sor e ji bo keştiyên veguhastinê bikar bînin, ta ku tengava Hurmizê bikar nînin. Ev xebatên Emerîkî şopxebatên leşkerî yên di dawiya 1990’an de, dema ku pêwîst bû ku Sedam Huseyîn li Îraqê were tengvkirin; tîne bîra mirov. Hîna jî nehatiye eşkerekirin ku gelo rêveberiya Baydin dizane ku dê ev stratejî ji yên berî xwe girtiye an na.

Saymon Handerson

https://www.washingtoninstitute.org/ar/policy-analysis/hl-sywtwd-fryq-baydn-allaqat-alamrykyt-alswdyt-am-yfkkha

زر الذهاب إلى الأعلى