ANALÎZ

?Gelo mebesta gefên dawî yên Tirkiyê çine

?Gelo mebesta gefên dawî yên Tirkiyê çine

Gefên vê dawiyê yên Tirkiyê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfereh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşek ji stratejiya Tirkiyê ya demdirêj e. Mebest jê têkbirina her pirojeyekî demokratîk ku bi siyasetên wê re nakok be, nemaze sedsaliya peymana  Lozanê  nêzîk bûye  ku di sala bê bi dawî dibe, û Tirkiyê tu danpêdanê pê nake , ji ber ku di bin zexta Brîtanîyayê de peyman îmze kir.

Li gorî têştên me anî ziman, Tirkiyê bi serpereştiya  Erdogan  piştî ku gelê resen ên herêmê koçber kir, şerê hebûna kurdî kir û mêtingeh avakirin , hewil dide ku kembereke Terorîstî reş ji tundirew, terorîst û bermayên komên teroristan ên li Sûriyê şerkirin, ava bike.

Piştî sê operasyonên leşkerî yên dagirkeriyê li Bakurê Sûriyê encam da, Tirkiyê careke din hewil dide ku  xwe li bakurê Sûriyê berfireh bike ku armanca wê jî, dixweze du tiştan pêk bîne: ya yekê  ji bo avakirina mêtingehan berdewam bike û guhertina demografîk bisepîne. ya duyem hewil dide ku hevalbendên xwe  û welatên ereban razî bike ku alîkariyê bidin sûriyên li herêmên ji hêla tirkan ve hatiye dagirkirin.

Tevî hebûna hevsingiyek navneteweyî derbarê dosya sûrî ku rigiriyê li ber operasyonên leşkerî û hebûna lihevkirinekê li ser nexşeya herêmên serwer ên heyî, lê rêjîma qirker a tirk hewil dide vê yekê binpê bike û siyaqseta xwe li ser civaka navneteweyî ferz bike.

 Erdogan di 24 gulanê ragihand ku ew ê êrîşekê bibe ser bakur û rojhilatê Sûriyê  û bi kûrahiya 30 km derbas bibe, lê paşê tempoya gefên tirkiyê kêm bûn. sedema vê yekê jî nerazîbûnek heye û dibe kelem li pêşiya armancên Tirkiyê, di serî de    rewşa navneteweyî ya aloz; piştî êrîşa Rûsya li ser Ukranyayê û li mieklî din hebûna hevsingiyeke li ser dosyaya sûrî wek me anî ziman.

Ji ber wilo Tirkiyê bêyî erêkirineke navneteweyî nikare êrîş bike, lê çend armancên wê hene:

yekem: gurkirina nakokî û angaştên derew, da ku bertek û welwestan derbarê operasyoneke leşkerî li ser bakurê Sûriyê nas bike.

duyem: dixweze  şert û mercên xwe li ser civaka navneteweyî ferz bike ku mebest jê dagirkirina xwe li ser herêmên dagirkirî rewa bike, heger nikaribe niha xwe berfireh bike û herêmine din dagir bike.

Sêyem:  Jibo projeya mêtinkeriyê pêk bîne, û alîkariyeke aborî û siyasî, ji bo avakirina kembera reş bi awayekî  domdar bi dest bixe.

Tevahiya daneyên navborî encama tevliheviyên  berdewam di kirîza Sûriyê de , ku Tirkiye hewl dide sûdê jê werbigire û ji bo xizmeta piroje û armancên xwe yên nû û kevin li herêmê bi kar bîne” ji nû ve vejandina Peymana Millî”, peymana ku rê dide Tirkiyê tevahiya Bakurê Sûriyê, heta Mûsila Iraqê kontirol bike.

Bê guman rewşa navneteweyî ya salên bîstan ên sedsala borî,  ji rewşa niha cuda ye. hebûna Emerîkayê di serkêşiya serweriya cîhanî, geşbûna Rûsiyê û xwesteka bidestxistina pişkekê ji wê serweriyê û hebûna wê ya çalak di kirîza Sûriyê de, ji bilî astengiya girîng û sereke ya li pêşiya projeyên Tirkiyê, hebûna hêzên leşkerî ji hemû pêkhateyên herêmê ku şerê terorê dikin û hemû pêkhateyên Sûriyê diparêzin û dibe  rêbendek li pêşiya armancên dagîrkeriya Tirkiyê, ew jî  QSDê ye, ji ber wilo ne her tiştê Tirkiyê bixwaze wê bi dest bixe. Li dijî armancên Tirkiyê hevgirtin û yekîtiya hemû pêkhateyan heye ku hemû li rex  Hêzên Sûriyeya Demokratîk  disekinin, loma dê hewldanên Erdogan û hevkarê wî yê faşîst û tundrew Dewlet Bexçelî têk bibe.

زر الذهاب إلى الأعلى