ANALÎZ

Girtîgeha Sînaa û êrîşên Tirkiyê

Di dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk serkeftina xwe li dijî Daişê li Hesekê ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê deverên ewle li “Dêrikê” bombebaran kirin. Ne tiştekî sosret e ku her têkçûna rêxistinên wê yên terorîst li ser destê  Hêzên Sûriyeya Demokratîk, dewleta Tirk a dagirker bi bomberdûmanên hovane an jî bi dagirkirina herêmên ewle bersivê bide.

  jixwe Têkiliya Tirkiyê bi rêxistinên terorîst re ne tiştekî  nû ye, piraniya rêxistinên terorîst û serkêşên wan “Ebû Bekir el-Bexdadî û Ebû Omer el-Turkmanî” ku her dû jî  serkêşên Daişê bûn û li parêzgeha Idlibê ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatin kuştin, Ebû Mihemed el-Colanî, serkirdeyê Heyet Tehrîrulşam “Cebhet el-Nusra”, Mihemed el-Casim, bi nasnav “Ebû Emşa, serkêşê koma Lîwaya Sultan Silêman Şah”.” ku li herêmên dagirkeriya dewleta Tirk û di bin baskê dewleta wê de ne. Tevî ku hemû raporên navneteweyî peywendiya Tirkiyê bi wan rêxistinan re û destên  wê di piştgiriya operasyonên terorîstî de piştrast dikin, lê belê civaka navneteweyî bi zanebûn vê peywendiyê paşguh dike. ne wilo tenê siyaseta dualî dimeşîne, ji aliyekê ve piştgiriya “QSDê” li dijî terorê dike, û ji aliyê din ve li hember operasiyonên têrorîst ên Tirkiyê li dijî bingehên Hêzên Sûriya Demokrat û deverên sivîl bêdeng dimîne.

Hêjaye gotinê ye ku bombebarana firokeyên Tirkiyê ya vê dawiyê, dibe yek ji mezintirîn operasyonên terorîstî; piştî êrîşa li ser herêmên Girê Spî û Serêkaniyê ku 60 balefirên şer ên Tirkiyê beşdarî vê operasyonê bûn û 80 cih li bakurê Iraq û Sûriyê û li herêmên ewle yên ku tu tevger û operasyonên leşkerî lê nehatine dîtin, kirin armanc. Di encama bombebarana Tirkiyê ya li ser Eyn Dîwar û Dêrikê yên biser Rêveberiya Xweser ve, hejmarek sivîl û pasvanên navendên sivîl şehîd ketin, û ziyan gihîşt binesaziya giştî, di nav de bendava avê û Îstgeha kehrebê. Tevî ku têkiliyên wê Tirkiy re aloz e, Hevpeymaniya navneteweyî ya ku Amerîka serkêşiya wê dike, bêdeng ma. Ji ber vê yekê, rêveberiya HSDê hevpeymaniya navdewletî tohmetbar ku asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrîşên firokeyên Tirkiyê re vedike. Bêdengiya Hevpeymaniya navneteweyî bi pêşengiya Amerîkayê; der barê bombebarana Tirkiyeyê ya li ser herêmên Rêveberiya Xweser, dibe ku girêdayî krîza Ukraynayê be û pêwîstiya wê bi Tirkiyeyê li Ukraynayê hebe. dibe ku jî bombebarana dewleta Tirk li ser herêmê, ditirse ku nêzîkbûnek di navbera  Rêveberiya Xweser û Başûrê Kurdistanê de encam bide û têkeve xizmeta diyaloga Kurdî-Kurdî.

Ji bo bêdengiya dewleta Rûsî li hember van êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser jî , ew jî ne tiştekî nû û dikeve xizmeta berjewendiyên wê, da ku fişarê li HSDê bike ku tawîzan bide û artêşa Rûsî li herêmê berfire bibe.

Bêguman, Heta rêxistinên terorist li ser destê HSDê têk herin û civaka Navneteweyî der barê van êrîş û destwerdanên dewleta Tirk û palpiştiya wê bo rêxistinên terorîstî bê deng be, dê metirsiya dewleta Tirk li ser herêmên Rêveberiya Xweser berdewam bike

.

زر الذهاب إلى الأعلى