ANALÎZ

Bandora Dîdara Moskoyê li ser Rikberîyê

Piştî çend mehan ji hewldanên Rûsyayê ji bo nêzîkbûna di navbera Rêjîma Tirkiyê û Hikûmeta Şamê de, ku dijminên hev yên dîrokî û hevalên bi berjewendiyê ne, ne dûre piştî deh salan ango ji destpêka şoreşa Sûriyê 2010an ve, ku ew nêzîkî hev bibin û dubare têkiliyan bi hev re normal bikin.

Ev nêzîkbûn di gelek qonaxan re derbas bû, ku di wan qonaxan de gotina bi bandor ya Rûsyayê bû, û her dem Serokê Tirkiyê Erdogan serkêşiya wê dikir, da ku Tirkîyeyê careke din vegerîne sîyaseta “sifir arîşe”yê. Ev yekem car e ji destpêka xwepêşandanên Sûriyê ve, ku Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê û Wezîrê Berevanîyê yê Tirkiyê bi Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyayê re li Moskoyê civiyan.

Di Hevdîtinê de tekezî li ser rêyên çareserkirina kirîza Sûriyê, pirsa koçberan û şerê terorê li gor berjewendiyên wan hat kirin, ku her sê aliyan da zanîn ku civîn erênî bû. Di tebaxa çûyî de nîşaneyên vê nêzîkbûna di navbera rêjîma Tirkî û sûrî de derketin pêş. Ew jî piştî ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oglo doza lihevhatina hikûmeta Şamê û rikberiya sûrî ya li Tirkiyê, kir, û di mijdara çûyî de Erdogan da zanîn ku hevdîtina bi Serokê Sûriyê re Beşar El-Esed pêkan e. Di heman çarçoveyê de Rûsyayê di berfanbara (kanûna yekem) ya çûyî de kêfxweşiya xwe ji bo lidarxistina hevdîtina sêalî ya di navbera serokên her sê dewletan de, diyar kir.

Ji bo ku rêkeftina di navbera her sê aliyan de bi cih bîne, Enqereyê bi lez dest bi jevxistina Koalisyona Rikber ya li ser xaka xwe, kir. Enqere dixwaze gav bi gav hebûna Koalisyonê li ser xaka xwe bi dawî bike, ew jî piştî ku Tirk gihane wê baweriyê ku rêxistina bi navê Koalisyonê û hikûmeta wê ya demkî her tiştî dikişînin nava xwe û bê encam, lewra gereke Tirkiyê xwe ji wan xilas bike. Helwesta dawîn ya Tirkriyê, piştî wan nakokiyên mezin yên di navbera Enqere û Koalisyonê de çêbûn, hat, piştî ku Koalisyonê pêwendî bi aliyên derve re kir, lewra Tirkiyê pere li ser wê qut kirin, û vê yekê kir ku kirîzeke darayî di Koalisyonê de çêbe, vê yekê endam û desteyên girêdayî koalisyonê kirin ber pirsyariyê de.

Weke karvedanekê li hember nêzîkbûna di navbera Tirkiyê û Hikûmeta Şamê de, xwepêşandan li “Izaz – Cerablis – Bab – Etarib – Daret Ize û deverên gundewarên Helebê” anku li deverên li jêr desthilata milîsên çekdar de, û ji hêla artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, her wiha xwepêşandan li bajarê Idilb, Girê Spî li gundewarê bajarê Reqqayê, û bi dehan bajarok û gundan li dar ketin. Xwepêşandan berfireh bûn û li jêr dirûşmeya “Em pê re li hev nayên” bûn, ku bi deh hezaran xelk li dijî civîna sêalî ya dawîn li Moskoyê derketin. Xwepêşandan li dijî daxuyaniyên Tirkiyê derbarê nêzîkbûna bi Şamê re derketin, û planên Enqereyê yên ku dixwazin Esed vegerînin qada herêmî û nevdewletî red kirin. Ev xwepêşandanên berfireh, bi tenê piştî çend demjimêran ji axiftina Wezîrê Derve yê Tirkiyê derktin, dema wî got: “Kesên ku li dijî gavên nêzîkbûnê ne, pir hindik in, û li pey berjewendiyên xwe diçin” Oglo tekez kir ku nûnerên rikberiya Sûrî tu karvedan li hember vê nêzîkbûnê nîşan nedan. Li vir em dikarin vê pirsê bikin: Gelo Tirkiye û Hikûmeta Şamê du rûyên pereyekî ne? Yan jî ev kiryar pêdiviyên demkî ne, da ku rêjîma Tirkiyê hin destkeftiyan di pêngava hilbijartinê ya bê de bi dest bixe, ku xizmeta berjewendiyên Erdogan bike, û di hilbijartinên serokatîyê de bi ser bikeve, yan jî derfetek e ji bo hikûmeta Sûriyê ku ji kirîza xwe ya aborî, siyasî û leşkerî derkeve, mîna kesekî ku xwe bi darikekî   bigire da ku xwe ji xeniqînê biparêze.

زر الذهاب إلى الأعلى