ANALÎZ

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û derfetên mayînê heya hilbijartinên bên yên serokatîyê

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û derfetên mayînê heya hilbijartinên bên yên serokatîyê

Partîya Demokratîk a gelan (HDP) xwedî rêbazeke çepgir e, di nava xwe de piranîya pêkhateyên civaka Tirkiyayê werdigire, desthelata Tirkiyayê wê partîyê wek baskê siyasî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) nîşan dike, tê zanîn ku partîya (HDP) di hilbijartinên sala 2015an de biser ket, û rêjeya 13% ji dengên dengdêran bidest xist, û derbasî perlamana Tirkiyayê bû, û wek blokeke patî sînorê 10% derbas kir, ew partîya çepgir a yekemîne ku derbasî nava perlemana Tirkiyayê dibe.

Hêjayî gotinê ye ku partîya (HDP)ê di sala 2012an de, piştî guftûgoyên aştîyê yên ku rêberê gelê Kurd Ebdulah Ocelan ji girtîgeha xwe destpê kiribû, hatîye damezrandin, Selahedîn Demîrtaş yê ku ji ber geldostîya wî di nava pêkhateyên civaka Tirkiyayê de bi navê (Obamayê Kurdan) hatibû binavkirin, bû serokê partîyê, û piştî girtin û dadgehkirina wî serokatîyeke nû ji partîyê re hat hilbijartin.  

Partîya Demokrarîk a Gelan (HDP) tê naskirin wek partîyeke ku berevanîyê di ber mafên bindest û sitemkêşan (mezlûman) de ji hemû pêkhateyên li Tirkiyayê û di serî de gelê Kurd, dike, her weha banga şerkirina kedmêjîyê (istixlalê) dike, her weha daxwaza radestkirina desthelatê ji bo gel, guhertina rêjîma Erdogan ya ku rewatîya xwe ji dest xistîye û demokrasiyê dike. Ew ji partîyên destpêkê ye, yên ku bi hevbeşîya jin û mêr partîyê birêve dibin.

Demîrtaş derbasî hilbijartinên serokatîyê yên çûyî li Tirkiyayê bû, û rêjeya 9.7% ji dengên dengdêran bidest xist, her weha bi Partîya Aştî û Demokrasiyê re di sala 2014an de beşdarî hilbijartinên şaredarîyan bû, û serokatîya bihtir ji sed şaredarîyî di herêmên ku piranîya niştecîyên wan Kurdin, bi hev re ji dest partîya (AKP) hilkêşandin. Bi ser hemî serkeftinênên vê partrîyê de, hikûmeta Anqerayê ji berî demekê ve pirsgirêkan li pêşêya serkeftinên partîyê çêdike, endamên wê desteser dike, ofîsên wê ji ber sedemên siyasî û bi bihaneyên bê wate li bajarên Tirkî digire. Kiryara dawîyê ya Tirkiyayê derheqê vê partîyê de, ew bû ku dadgeha destûrî ya Tirkî û bi piranîya endamên xwe destekdayîna madî ji bo partîyê qut kir, ev yek jî berî hatina hilbijartinên di pûşbera (hezîrana) bê 2023an de, tê.

Drebarî vê mijarê, Partîya demokratîk a Gelan li ser rûpela xwe ya fermi got: biryara rawestandina destekdayîna darayî ya terxankirî ji partîyê re, tê wateya binpêkirina mafên ku bi fermana dadgehê tên pêkanîn, her weha ev biryar rê li ber lidarxistina hilbijatinên azad û pak û demokratîk, digire, ev biryar piştguhkirineke ji xwesteka dengdêran re di welêt de.

Partîya (AKP) rikberîyê bi armanca dorpêçkirina rola wê di hilbijartinên bên de tengav dike, di dema kêmbûna balkêş a rêjeya alîgirên Erdogan de.

  • Bijardeyên Partîya Demokratîk a Gelan:

Partîya Demokratîk a Gelan çend bijadeyên wê hene, çi bimîne wek patêyeke fermi, an jî eger desthelata Tirkiyayê berî hilbijartinan ew qedexe kir, ji wan bijardeyan:

1- bi partîyên rikberîyê re lihevkirinekê li ser programeke sereke çêbike, ku naveroka wê programê dadwerî, aştî û demokrasî be, her weha lihevkirinek li ser berbijêrekî hevbeş ji bo  serokatîyê da ku di hilbijartinên bê de di gera yekem de biser bikeve, û yekkirina xebat û çalakîyên demokratîk di welêt de li gor xizmta gelan, ji bo dûrxistina Erdogan û partîya (AKP) ji ser desthelatê.

2- Eger desthelatên Tirkiyayê yên fermî, bi fermaneke yekser ji Erdogan û li ser navê dadgeha destûrî a bilind li Tirkiyayê ferman derxist ku Partîya (HDP) û ofîsên wê   qedexe bike, wê demê tu çare li pêşiya wê partîyê namîne, ji bilî ku ew li ser lîsteyên serbixweyan û binavên kesane xwe namzetî hilbijartinan bikin.

3- Di her hilbijartinekê de li Tirkiyayê, dengên kudan ewin yên ku giranîyekê didin, lewra tu alî nikarin dest ji dengên wan berdin, çi rikberî be û çi jî rijêma hukumdar be, wek baştirîn nimûne ji bo tekezkirina vê gotinê hilbijartinên şaredarîyan yê derbasbûyî ne, dema ku Kurdan dengên xwe dane Imam Oglu, û wî serokakatîya şaredarîya Stenbolê bi dest xist.

Wek encam, hilbibijartin ji Erdogan re  pir girîng û çarenûsî ne, ku ew jî dixwaze dema desthelatdarîya xwe ya ku 21 salan dirêj kirîye, dixwaze 5 salên din yên dawî li ser desthelatê bimîne, lê rikberî di wê bawerîyê de ye ku derfetek li pêşîya wê heye da ku desthelata Erdogan û partîya wî bişkîne û di hilbijartinan de biser keve, ew jî ji ber xerabiya rewşa jîyanî û aborî,  bilindbûna nirxan, nimizbûna nirxê lîreya Tirkî, destêwerdana di nava dewletên Erebî de û dagîrkirina xaka Sûryayê tevî nirxên wê yên bilind. 

 

 

زر الذهاب إلى الأعلى