Gotarên nêrînan

Pêşroja Sûryayê Di Heman Dema Rikberîyên Hundir, Herêmî û Navneteweyî De

 Ebdirezaq Elî

Piştî qurbanîyên giran li dij rêxistina sawkar, di keleha wî ya dawî de li Baxozê û bi saya xwînrijandina hemû pêkhateyên civaka herêmê; ji hêla erdnîgarî de hate tunekirin, êdî piştî rûxandina rêjîma stemkar, paqijkirina herêmê ji milîsên îranî, bi şerekî nehevseng jihevbelakirina şêwayên jiyanê li Xezayê ku şerekî nepilankirî bû û ji hêla Îranê ve encamên wî  nehatibûn berçavgirtin, her wiha piştî jevbelakirina Hizbûlah û rûxandina kelehên wî ji bo birîna şaxên Îranê û hêzkirina serwerîya Libnanî û hilweşîna enîya Berxwedanê; rê li ber komên islamî ên tûndraw bi serkêşîya Colanî, hat vekirin ku Sûrîyayê bi rêve bibin, êdî dibe ku ew jî bi bazareke (Israîlî, Berîtanî, Emerîkî û Rûsî) pêk hatibe, êdî di encamê de Colanî bibe Ehmed Şeri û bibe serokê ʺKomara Erebî ya Sûrîʺ.

Lê niha ʺtişta di bin cilikê de eşkere bûʺ û qonaxên pilanê hêdî hêdî diyar dibin, yek jê ew bû ku Ehmed Şeri rola ku jê tê xwestin li ser dikê dilîze ku berê jê re hatibû pilankirin, êdî ji bo ku vê rolê bi awayeke baş bilîze, pêwîst bû ku hemû astengî werin rakirin, destpêkê pûçkirina xelata darayî ya ku ji bo girtin an aghîyan li ser Colanî werin dan; hatibû terxandin (10 Dolarên  emerîkî), anku div jê berdan ta ku ji sawkarekî bibe demokratî ku gerfêtek lê kirin û ew bi awayeke nûjen û bihevketî dan pêş û ew pêşkêşî Trabp kirin ku Tiramp jî bi beşdarbûna mîrzayê Siûdî, pesnê bedwbûna wî bide ku paşê sizayan li ser Sûryayê rake, ew jî bi çepikên germ ên ji hêla mîrzayê Sişdî. Gelo ma ev ne şanoyeke seyr û balkêş e?

Êdî paşê jî lêborandin bi dûv hev werin rakirin ji bo vejînkirina aborîya Sûrîyayê, paşê jî şandeyên Ewrûpî serdanê lê bikin, ew jî her yek li gor berjewendîyên xwe, êdî paşê jî pereyên dewletên Kendavê li ser werin rijandin û derî li ber beşgehên herêmî û navneteweyî were vekirin ku vê rêjîmê bi ser xin û tiştên ku şer zêdeyî dehsalî wêran kirinbû, were avakirin.

Êdî jibîrdikin an jî piştguhdikina cewherê van koman, gelo ma ev ne tiştekî seyr û balkêş e?

Êdî ev rêbaz hate pejrandin ku çav li ser sûckarîyên ku li bendava sûrî û herêma Derzîyan hate niqan, her wiha çav li ser kuştin û revandina ku rojane li Sûrîyayê tê kirin, hate niqandin.

Em çi ji vê yekê fam dikin?

Êdî em tê dighêjin ku yên Ehmed Şeri danîn ser desthilatiyê, ew bixwe berpirsyarê parastina wî ne, jixwe ew jî bê erêna hemû tiştên ku jê tên xwestin dike, em dikarin mînakekê li ser vê yekî bidin:

  • Amade ye ku peymanên Brahîmî yên lihevkirina bi Israîlê re mor bikin.
  • Metirsîyên Israîlê li ser komên tûndraw yên pê ve girêdayî nehêl ku bide xuyakirin ku ew dikare bi zanebûn mijaran çare bike.
  • Derkirina komên Filestînî yên cîhadî.
  • Misogerkirina mafên welatîbûnê.
  • Destûreke nû û nûjen ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike.
  • Yekbûna xak û saxlemîya sînorên Sûrîyayê.

Jixwe ev xal li gor nerîna Emerîkî, Ewrûpî û Erbî ne.

Êdî bi vî awayî Şeri di alîyên hundir, herêmî û navneteweyî de, xwe dide pejrandin, lê rewşa hundir berevajî vê yekê ye:

  • Ev di gotûbêja niştimanî ya ku li dar xist diyar bû.
  • Derstûra dûrxistdar.
  • Ji hêla komikên tûndraw wek serokê qonaxa nû hate hilbijartin.

Di encamê de, ev kiryar tişta ku dibêje derw derdixe, ev jî metirsî û nearamî li ba pêkhateyên din çîdike; çi kurd, dirzî, xirstyan û ronakbîrên sune bin.

Êdî li gor nakolîyên di teşe û wateyê de hatin pêşkêşkirin, em hin pirsan bikin:

  • Gelo (Ehmed Şeri) dikare rewşa hundir bi awayeke demokrat, birêkûpêk bike?
  • Gelo ew dixwaze gotinên xwe pêk bîne, anku mafên hemû pêkhateyan di destûra nû de misoger bike?
  • Gelo ew li ser taybetîya pêkhateyên wek kurd û dirzîyan di destûr de dipejirînr?
  • Gelo hay ji berjewendîyên niştimanî heye û dikara rê li ber destwerdsnên derve bigire?

Bi bawerîya me, ferwerîya Şeri nikare bersiva van pirsên sereke û cewherî bide, ew jî ji ber sedemên hundir, herêmî û navneteweyî ku em ê ji bo diyarkirin û şopandina rastîyan, wan bînin zimên:

Li ser asta hundir:

  • Komên ku di rêvebirina wêlêt de beşdar in, komine tarî, islamî û tûndrew in ku rojevên wan li ser tolhildan û xwînmijandinê avakirî ne, wek ku li Berav, Sihnaya, Ceremana, Himis û Hema  rû dan û niha jî li herêma Siwêdayê (tîreya Dirzî) rû didin, anku ew dûrî pirengî, demokratî û hevbeşîyê ye.
  • Ev kom ne heseng in, bi serkêşîya ramyarî ne hevrêz in, rengek in û bawerîya wan cîhadî û selefîtî ye.
  •  Serkêşîya ramyarî nikare bi hundir re bi giştî û bi kurdan re bi taybet, li hev were û gotûbêjeke demokratî bike.
  • Tekezkirina wê li ser navendîyê, çespandina stemkarîyê ye ku ew jî ya ku gelê Sûrî jê ditirse û bi tu awayan nepejirîne.

Li ser asta herêmî:

Tirkîya, Israîl û dewletên erebî, derbasî rikberîya Sûrîyayê bûne ku her yek ji wan jî berjewendî û rojevên wan bi ferwerîya nû re hene, êdî ji dema ku ev kom gihiştine, Tirkîyayê hewilda ku ji alîyê ewlehî û aborî ve, têkilîyên xwe xurt bike û biçespîne, ew jî ji bo ku ji veberanînên aborî sûdê werbigire ku ji bo wilo jî hemû derfet pêşkêş kirin, lê ya giring ji Tirkîyê re ew e ku ta jê were pirojeya kurdan têk bibe. Israîl jî roleke sereke li Sûrîyayê dilîze û dixwaze li  ser hestên kurdewarî bilîze, lê kurd ji wilo zanetir in ku xeta wa ya sêyem heye û rola wê ya dijminane ya di dîrokê de ya Israîlê, ji bîra wan naçe, ji dana Tirkîyayê çekên tiknolocî yên pêşketî bigir ta rola wê ya qirêj di pêngava girtina birêz Ebdela Ocelan de û ta bigihê dema niha, êdî niha ew di qada Sûrî de li dijberî Tirkîyayê ye ku tenê ya giring li cem ew e ku berjewendî û ewlehîya xwe biparêze.

Koma erebî jî, li gor stratîcîyên Emerîkî tev digere û dixwaze Şeri ji nav destên Tirkîyayê derxe, ew jî bi rêya pîştgirîya wî bi pereyan û pêşkêşkirina raje û derfetan ji bo were pejirandin.

Ji ber ku ʺrêjîma nûʺ bi Israîlê re li hev were, êdî wê rê li ber dewletên erebî yên mayî jî veke ku bi Israîlê re li hev werin.

Li ser asta navneteweyî:

Dewletên Ewrûpî jidil hewil didin ku ewlehî û aramîyê li Sûrîyayê pêda bikin, armanc ji vê yekê jî ew e ku ta ji wan were koçberên sûrî lê vegerîne, ew jî ji ber ku ew koçber li ser dewletên mêvandar; bareke aborê ne, her wiha ev yek jî dê gelek pirsgirêkan sivik bike, ew jî tevî erkdarkirina beşgehên wan ji bo li Sûrîyaya wêrankirî veberanînan vekin. Jixwe Emerîka jî serê biskê ye ku rola wê ya nîgarkirina nexşeya Rojhilata Navîn ku ji Sûrîyayê dest pê dike, roleke sereke ye, ew jî ji ber ku hevalbenda wê ya stratîcî ji bo pêkanîna vê pirojeyê Israîl e, hevkara wê ya Natoyê Tirkîya ye, destê wê yê ku pê şerê Daişê bike jî HSD ye û têkilîyên wê bi ferwerîya nû re xurt in.

Êdî her alîyeke ji van alîyên ku li xaka Sûrîyayê tevlihev in, ciheke wî di rêza pêşayîyên siyaseta Emerîkî û ewlehîya neteweyî de, heye.

Êdî pirsa ku tê girin jî ev e:

Emerîka dê çawa rêza pêşayîyên berjewendîyên xwe di nav van alîyan de, birêkûpêk bike? Jixwe wek ku em dizanin, dema ku berjewendî digihêjin hev, rêgez winda dibin, ev jî dihêle ku em sînaryoyên dibe rewşa Sûrîyayê ya heyî tê re derbas bibin, pêşkêş bikin:

Sînaryoya Yekem:

  Ji ber ku ferwerîya demikî ya Şamê, nenavendî û fedralîyê bi çi awayî mandele dike, ew jî bi piştgirîya şandeyê Emerîkî Tomas Barak ê ku dibê qeye di hevpeyvînên berdewam berdevkê ferwerîya Tirkîyayê ye, her wiha ji ber ku nenavendî xwesteka hemû pêkhateyên Sûrîyayê ye ku ew misogerîya netûndî, stmkarîyê û zordarîya ewlehîyê ye, wek rêjîma berê, êdî rijdbûna ferwerîya demikî li ser navendîyê, wê qonaxeke nû ya tevlihevî, kîn û nakokîyên tîreyî ava bike ku dibe ber bi pevçûnê de biçe, ev yeka ku kesek ji gelê Sûrîyayê naxwaze.

Sînaryoya Duyem:

Dema ku alîyên navneteweyî (Emerîka, Ferensa û dewletên Ewrûpî), bi piranîya gelê Sûrî; di nav de kurd, dadmend be ji bo mafên wan ên destûrî û ber bi alîyê rastîyê bibe, êdî rewş dê ber bi ararmîyê de biçe ku Sûrîya dê di nav ewlehî de bijî û ber bi geşpêdan û pêşketinê de biçe, an jî dê rewş wek berê vegere an jî jê bobelatir.

Sînaryoya Sêyem:

Tevî neqayîlbûna me li ser daxuyanîyên şandeyê Emerîkî jî ya bi nakok ku qerebalixeke di ragihandinê  de belav kir, dibe ku têkeve bin rojevên Tirkîyayê.

Ji ber bi bawerîya me, morkirina peymana (Ebdê – Şeri), bi navberkarîya Emerîkî – Ferensî bû, êdî ew belgeyeke hevsang e ku nayê piştguhkirin, êdî mijar girêdayî lihevkirin û morkirina peymanan ne ku paşê rewşa Sûrîyayê were çarekirin ku hemû pêkhate pê qayîl bibin, ew jî ku doza kurdî berçav were girtin, ji ber ku mijar ku ne bi demokratîyê be nayê çarekirin, ew jî sînaryoyê bêtir derfeta pêkanînê wê di rojên bê de, heye.

زر الذهاب إلى الأعلى