ANALÎZ

Li Idlibê Rûsya û Tirkîye Tengas û Bê Çare ne

ji ber lezbûna bûyeran, nakokî di navbera Rûsya û Tirkîyê de berfirehtir bûn, ev yek jî nîşan dide ku herêm di van demên dawîn de; di guherînên polîtîkî û leşkerî re derbas dibe. Lewra pêkanîna pêngaveke leşkerî ya Rûsî li Idlibê gengaz e. Her du alîyên nakok nikarîn çareserîyeke polîtîkî bibînin ku berjewendîyên navneteweyî li herêmê li ber çav bigirin. Vê yekê hişt çavdêr bidin zanîn ku şerê Idlib nêzîk e. Êdî ji ber vê yekê hêşt ku Enqerê xala Morik rake û hêzên leşkerî li devera Çîyayê Kurmênc bi hêztir bike.

Hêjayî gotinê ye, herêma kêmşer a ku li ser bingeha daneyên Astana ku di 2017 de hate sazkirin û rêya danûstendinê di navbera Rûsya û komên çekdar de bû, bi perçekirina komên rikber û kontrola rêxistinên tundrew li ser alîyên mayî; hişt peymana Astana ji bo peydakirina pêvajoyeke polîtîkî li Idlibê têk biçe

Ji bo  herêma bêçek jî ya ku li gor peymana Sotçîyê divabû  bi kûrahîya 15-20 km ava bibe û beramberî vekşîna hêzên rêjîmê ji herêmên ku bi piştgirîya Rûsyayê kontrol kiribû (ji bakurê Hemayê ta başûr rojhilatê Idlibê), divabû  Tirkîyê hemû rêxistinên tundire û yên di lîsteya Terorê de ne tev çekên wan ên leşkerî ji herêmê derxîne; li rex kêmkirina hejmara hêzên xwe yên leşkerî û rêya M4 tevî ji xalên xwe yên leşkerî vala bike, lê ev yek ji ber nepabendbûna Enqerê bi peymanê neçû serî.

piştî gurbûna vê dawîyê û xerabûna têkilîya di navbera her du alîyan de û piştî têkçûna hemû rêyên çareserîyê, her du alî ji bo pêşeroja vê herêmê nikarînbûn bigihêjin yek nerînê. Li gorî nerîna lêkolînerekî polîtîkî: “Gurbûna li Idlibê ji ber ku her du alî (Mosko û Enqerê), nikarîbûn pirsgirêkên nakok çi li hundur û derveyî Sûrîyê bin, çareser bikin”.

Yek ji pirsgirêkên ku rêya çareserîyê li Idlibê asteng kir, têkçûna danûstandinan di navbera Mosko û Enqerê de ya ku di 31 tebaxa îsal de pêk hat. Li gorî dane û daxuyanîyên her alîyan, hat dîyarkirin ku her du alî, ji bo çareserkirina alozîyê nikarîbûn bigihêjin lihevhatinekê, wekî ku li ser zimanê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çawîş Oglo hat gotin:” Hevdîtinên bi alîyê Rûsî re, nepir berhemdar bûn û heger şer berdewam bike; dê pêvajoya polîtîkî bidawî bibe”

 Ji alîyek din ve, Wezareta Derve ya Rûsyayê jî tekez kir ku” Li gorî peymana rawestandina gurbûnê li Idlibê, Tirkîye pêkanîna sozên xwe dereng dixe”, ew jî  ji ber ku Tirkîyê pêbendê xalên Peymana Sotçî ye, we jî xala vekêşana hêzên rêjîmê ji sînorên berî gurbûnê.

Van bûyeran gurkirin xurt kir. Di vê çarçoveyî de balefirên şer yên Rûsî Feyleqûşam ya bi ser Tirkîyê ve, kire armanc. Her wiha Rûsyayê êrîşî rikberîyê li bazara nefta xav li Cerablus kir. Ev bûyerên rûdan li gorî analîzavanan: “Ev êrîşan, ne tenê peyamên nehênî û rasterast digihînin rikberîya bi ser Enqerê ve, lê belê digihîne Enqerê jî ” …ev yek nebaşbûna  têkilîyên her du welatan nîşan dide” . Li gorî daxuyanîya wezîrê derve yê Rûsyayê dema got: ” Ji bo Moskoyê,Tirkîyê nehevparekî stratejîk e, lêbelê hevparkî asa ye”.

Ev yek bû sedem ku hêzên leşkerî li herêma Çîyayê Kurdan (Zawiye) ya girîng û stratejîk zêde bike, piştî ku Tirkîyê hêzên xwe ji xala Morik kişand (weke me anî ziman). Bêguman ev xala nehemîn a dibe mezintirîn xala leşkerî ya Tirkîyê ye ku dikeve gundewarê bakurê Hemayê Tirkîyê nêzî rêya Navneteweyî ya di navbera Şam ê Helebê de(M5) dike. Jimara karwanên lêşkerî yên ku derbasî herêma kêmşer bûn, ji meha reşemehê ta cotmehê, gihişt nêzî 10600 barhilgir û erebeyên leşkerî. Di vê çarçoveyê de, li gor agahîyên belav ku artêşa Tirkîyê xwe li ser rêya M4 li gundewarê Idlibê bi hêztir kir; li gorî pisporê têkilîyên Rûsî-Tirkî Aydin Sîzer Tirkî xwe ji bo şerekî nêzîk amede dike.

Di heman demê de jî, jêderekî ji Enîya Rizgarîya Neteweyî, wiha da zanîn: ” Enqera angaşt dike ku wan hêzên xwe ji xalên Morik, Mieret Hetat li gundewarê başûrê Idlibê, Şêr Migar li gundewarê rojavayê Hemayê, Sirman, Tel Toqan, Terneba û Merdîx vala kir û li şûna wan hêzên xwe li Çîyayê Kuran û Sehilûlxab ên xwedî cihyên stratejîk xurtir kir. Hin agahîyan jî  dîyar kir ku Tirkîyê 3 xalên din jî girtin.

Der barê rahiştina xala Morik de, daxuyanîyên ku ji alîye wezîrê karên derve yê Tirk ve hate dayîn nakok bûn, carnan dibêje: “Di encama civînên meha borî, di navbera her du alîyan de, lihevkirinên Tirkî-Rûsî hene, her wiha lihevkirinek hebû ku divê li ser xalên çavdêrîyê pêşbazî neyê kirin”, lê carnan jî dibêje: “Xala çavdêrîyê ya li Morik ne dorpêçkirî ye, tu kes nikare hêzên me dorpêç bike” an jî “Vekişîna ji Morik û xalên din, bi hevrikîya li Kafkasyayê ve têkildar e”.

Li milekî din jî rapora ku ji hêla Navenda Firatê ya Lêkolînan ve hate weşandin wiha nirxand: “Valakirina xalên çavdêrîyê ji ber stûxwarîya Enqereyê ji gefên Rûsî re û ji bo hevrikîyeke nû rû nede hat encamdan. Tirkîyê  ket wê bawerîyê ku Mosko li ser rûxandina rikberîya Sûrî ya li Idlibê bi rijd e”.

  Li gorî agahîyên ku ji alîyê Tirkîyê ve hate weşandin, tê pêşbînîkirin ku Enqerê dê hemû xalên xwe yên di nav deverên di bin kontrola rêjîma Sûrî de ne, li gor rêzedemekê vala bike, ew jî ji dawîya meha cotmehê dest pê dike ta serê berfanbara 2020ʹan.

Ji alîyê xwe jî, Ramî Ebdurehman rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan wiha ragihan:”Ne gengaz e ku Tirkîyê dev ji kaxezeke girîng berde; heger bazerek li ser herêmeke din nebe yan jî hebûna xwe li devereke din xurtir bike”.

Stratejîyek Tirkîye heye ku dixwaze biqedîne, ew jî di çarçova kontrolkirina xeta sînor de ye, ji devera Cisirulşxûr destpêdike ta herêma mertala firatê.

Bi giştî û li gorî çavdêran, em bivên nevên dê şer li Idlibê rû bide û tewereya wê jî wê çîyayê Kurdan be.

زر الذهاب إلى الأعلى