ANALÎZ

Nakokîyên Îranê û Îmaratê û Pirsgirêka Dagirkerina Giravan

Nakokîyên Îranê û Îmaratê û Pirsgirêka Dagirkerina Giravan

 

Ji dema ku Îmarat di 2 berfanbar ya 1971 de ava bûye û ta dema niha, hîn jî nakokî di navbera wê û Îranê de berdewam in, ew jî tevî ku Îmaratê ji mêj ve hewl dida ku wan nakokîyan bi rengekî aştîyane çareser bike, ew jî bi rêya danûstandinên dualî yên rasterast an jî bi rêya Dadgeha Dadê ya Navneteweyî. Çimkî ev dozeke niştimanî ye ku girêdayî berçeyeke ji xaka Îmaratê ye ku mal û mewdanê gelê Îmaratê ye û divê bi rêya Neteweyên Yekbûyî û Komeleya Giştî yan jî Dadgeha Dadê ya Navneteweyî were çareserkirin, da ku çareyeke demdirêj û mayinde be; anku ne girêdayî pergalên sîyasî yên desthilatdar yên guhêrbar be. Her weke Serokê Îmaratê Şêx Zayid berê dabû zanîn ku girav yên gel in û ne mewdanên malbatê ne. Îranê wê hingê girav dagir kirin, ew jî piştî ku Ingilîzstan ji Îmaratê vekişîya û berî ragihandina serxwebûn û avabûna dewleta Îmaratê. Jixwe bi rengekî fermî û zagonî, parastina giravên Îmaratê berpirsyarîya Ingilîzstanê ye. Êdî Îranê keysa xwe ji vekişîna Ingilîzstanyê anî û di cih de giravên Teneb El-Kubra, Teneb El-Suxra û Ebû Mûsa dagirkerkirin. Jixwe Teneb El-Kubra û Teneb El-Suxra bi ser mîrnişîna Rasûxeymeyê ve bûn ku daxwaza Îranê ya bi rêya navbeynkarê Ingilîzî ji bo firotin yan kirêgirina her du giravan erê nekiribû, lê mîrnişîna El-Şarîqayê erê kir ku girava   Ebû Mûsayê bi Îranê re parve bike.

Ev her sê girav ji hêla stratejîk, aborî û leşkerî ve pir giring in; çimkî li pêş tengava Hirmizê (Babûselam) cih digirin û rêya deryayan ya barveguhêzan di rex wan re derbas dibe ku zêdeyî %40 ji hilberîna cîhanê ya petrolê tê re derbas dibe. Her wiha dema bahoz radibin û pêl bilind dibin, keştîyên mezin li wir radiwestin, ew jî ji ber ku kûr e û ji bo bicihkirina keştîyan guncav e. jixwe teşeya girava   Teneb El-Suxra sêgoşeyî ye û nêzîkî 8 mîlan dûrî girava Teneb El-Kubra ye. Derêjahîya girava Teneb El-Suxra 1 mîl e û pehnahîya wê 0.75 mîl e. Rûbera girava Teneb El-Kubra jî nêzîkî 9 km2 ye û derdora 75 km dûrî mîrnişîna Rasûlxeymeyê ye. Hêzên Ingilîzstanê bi rêya nûnerê xwe Pirsî Koks malçirayek li wir ava kir, da ku qeyik rêya xwe tê de winda nekin.

Girava Ebû Mûsayê, 160 km ji tengava Hirmizê dûr e û 60 km ji Şarîqayê û 75 km ji beravên Îranê dûr e. Rûbera Ebû Mûsayê nêzî 25 km e û jêderên ava vexwarinê lê hene, her wiha petrol nêzîkî wê heye û oksîda hesinê ya sor lê pir e. Ebû Mûsa ji hêla stratejîk û leşkerî ve gireveke pir giring e ku Îranê li Kendavê ew ji bo armancên stratejîk bi kar anî. Lewra Îranê di vî milî de hişk e û tevî hemû bangên Îmaratê ji bo çareserîyê, dev ji wan giravan bernade. Li milê din Amerîka naxwaze xwe berde nav pirsgirêkê û dixwaze ku çare bi rengekî aştîyane bi rêya danûstandinê li gor peymana Neteweyê Yekbûyî û asayên navneteweyî be. Jixwe piranîya dewletên Yekîtiya Ewropayê pişta Îmaratê û bangên wê yên aştiyane digirin, her wiha hemû dewletên erebî piştgiriya Îmaratê ji bo vegerandina van giravan li welêt digirin; jixwe bi rêya daxuyanên xwe Komkara Erebî mafê Îmaratê yê wan giravan piştrast dikin, ji aliyê xwe ve jî Encûmena Hevkarîyê ya Kendavê; bi taybet Siûdiyê piştgiriya îmaratê dikin. Dewletinên ereb hewl dan ku di navbera Îran û Îmaratê de herin û werin, êdî gelek hevdîtin di navbera nûnerên Îmaratê û Îranê de çêbûn jî, lê di encamê de ew danûstandin bi bin diketin; ew jî bi bihaneyê ku heke ew girav vegirin, dê di bin siha dewletên Ewropî yan Amerîkayê bin ku ew navê “dewletên imbiryalîst” li wan dikin. Di sala 1992 de Îranê dagirkirina girava Ebû Mûsayê di nav de beşê girêdayî mîrnişîna El-Şarîqayê temam kir û berda niştecîyên mayî ji wir. Di serdema Şoreşa Islamî de li Îranê, dema ku Xumeyînî hate ser desthilatê, Îran hişktir bû û gote Îmaratê ku nabe doza giravan were danûstandin û gengeşekirin. Tevî vê yekê jî Îmaratê bi rêya rûniştinên Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Ewlekarîyê dev ji doza xwe berneda. Lê tevî dagirkerîyê de jî Îmaratê têkilîya xwe bi Îranê re qut nekiriye û liv û tevgera bazirganîyê di navbera her du dewletan de salane gihişte nêzî 7 milyar dolar. Li gor pêşbînîyan; dibe ku Îran niştecîyên Îranî bîne û li her sê giravan bi cih bike; her weke çawa Tirkîye vê yekê li bakurê Sûrîyeyê dike û guhertina demografîk pêk tîne. Doza giravan bê çare û girêdayî guherînên herêmî û nevdewletî dimîne, her wiha girêdayî rewşa hundirîn ya Îranê ye ku hin guherînên bingehîn çêbin, ji aliyekî din ve jî girêdayî guherîna binyada desthilata sîyasî ya olî li Îranê ye ku ber bi pêkanîna aramiyeke domdar ji hemû gelên li her du peravên Kendavê ve here, tê de jî berjewendiyên Îmaratî û Îranî.

زر الذهاب إلى الأعلى