Dibe ku têkiliyên Tirkiye û Emerîka di pêşerojê de, rû bi rûyê astengiyan were. Diyar e ku piştî zagona” CAATSA” hate aktîfkirin, gurbûna Emerîka ya li dijî Tirkiyê û piştî ku rêveberiya Trump di 11̓ê berfanbarê de komeke siza li ser desteya Pîşesaziya Parastina Tirkiyê û serokê wê Ismaîl Demir ferz kir, dest pê kir.
Dibe ku ev gurbûn di qonaxa bê de bigihîje qonaxeke bêhempa, nemaze ji ber ku rêveberiya Baydin ya nû li dijî zêdegaviyên Enqereyê di pirsgirêkên herêmî de ye û kiryarên zordariyê ên Serokomar Erdogan li hundirê Tirkiyê red dike. Gurbûna Emerîka digel biryara serokên Yekîtiya Ewropî di lûtkeya dawîn a 10 û 11 Kanûn de ji bo sepandina sizayan li ser gelek kes û şirketên Tirk ku li rojhilatê Deryaya Navîn, li deverên nakok yên peravên Qibris û Yûnanistanê lêgerînê dikin; hevdem bû.
Di bin van fişaran de, diyar dibe ku beşê parastina Tirkiyê, dê bi metirsiyên cûda re rûbirû bimîne, weke kêmbûna hinardekirina çekên parastinê ber bi bazarên navneteweyî ve, her wiha astengî di peydakirina parçeyên yedek yên ji bo pîşesaziya navxweyî de pêwîst in û dibe ku hin pirojeyên parastina navxweyî yan jî yên ku ji hêla Tirkiyê ve bi derve re hatine encamdan; dereng bibe.
Encamên Gengaz:
Sizayên ku ji hêla Waşington ve hatine danîn, dihêle ku Tirkiyê di warê pîşesaziya xwe ya parastinê de û di têkiliyên xwe yên pêşerojê de digel rêveberiya nû ya Emrîka re bi gelek pirsgirêkan re rûbirû bimîne. Di vê çarçoveyê de, em dikarin berztirîn encamên sizayên Emerîkî bi vî awayî diyar bikin:
- Paşdeketina navendbûna Enqereyê: Sepandina sizayan di 11`ê di meha berfanbarê de li ser şirketên Tirkiyê, rawstandina beşdariya Tirkiyê di hilberîna balefirên şerker F-35 de di dawiya sala borî de û berîya wê jî Waşington di sala 2018 de siza li ser berpisên Tirk ji bo azadkirina Pastor Andrew Bronson sepandin, ev bû derbeyek bi êş li ser bandora Enqereyê ya li ser saziyên biryargirtinê yên Emerîkî. Ev tê vê wateyê ku bandora Tirkiyê li Waşington û welatên herêmî û navneteweyî yên pê ve girêdayî , di nav de NATO paş de ket, nemaze bi gurbêna nakokiyên Tirkiye bi welatên NATO`yê re, di serî de Fransa û Yewnanîstanê. Her wiha bi hebûna dosyayaên nakok ên din(doza Gulen, têkilîya bi Rûsya re, şerê li dijî kurdan )tê payînkirin ku dê rola Enqereyê li Emerîka di pêşerojê de paşde bikeve. Di heman demê de tê payînkirin ku Serokê hilbijartî yêvEmerîka “Co Baydin” li gorî yê berî xwe, “Donald Trump” wê li hember Enqereyê bêtir tund be. jixwe ev yek jî di daxuyaniyên ku wî berî serkeftina xwe di hilbijartinên de li dijî Serok “Erdogan” ku wî wekî “zorbaz û dîktator” bi nav dikir, eşkere bû û tekezî li ser piştgirîya rikberîya Tirkîyê kir, da ku karibe guhertinekê li Tirkîyê peyda bike û desthilata AKP`ê hilweşîne . Ne gengaz e ku Baydin pêngava sizayan a ku Trump vê dawîyê dest pê kir, rawestîne, jixwe ew jî bi berdewamî daxwaza encumena rûsipî û Nûneran bû.
- Alozîya pîşesaziyên parastinê yên Tirkiyê: Tê payîn ku sizayên ji hêla Waşington ve hatine danîn dê bandorek neyînî li ser beşa pîşesaziya parastinê bike û ev di qedexeya saziyên darayî yên Emerîkî ku dayîna deynan ji bo birêvebirina pîşesaziya parastina Tirkiyê ku ji 10 mîlyon dolaran derbas dike, hat xuyakirin. Her weha Bankên Emerîkî jî di nav wan de Banka” Hinartin û hawirdanê” berî her tiştî alîkariyên ji bo pêşketina beşa parastinê ya Tirkiyê hatibûn terxankirin qedexe kir. Wer wiha di sizayan de pêşîgirtina dayîna deynan ji hukûmeta tirkî re ji hêla saziyên darayî yên navneteweyî ve jî hebû, ew jî dema ku guman hebe ku ev deyn di beûa parastinê were bikaranîn.
Sizayên ku ji hêla rêveberiya Trump ve hate sepamdin, gihişt qedexeya li ser dayîna destûrên hinardekirina Emerîkî û qedexekirina veguhestina hemû pertal û teknolojiyêê ji bo navendên pîşesaziya leşkerî ya Tirk. Her wiha rawestnadina sermayeya taybet bi serokê rêvebiriya Pîşesazên Parastinê “Ismaîl Demîr” û berpirsyarên din ên tê de û vîza li ser wan sepand.
Di vê der brê de, dibe ku saziyên Emerîkî zagona dijminên Emerîkî çalak bikin û sizayên nû ku wê bandoreke rasterast li ser beşa parastinê ya tirk; bi çar awayan bike: A yekem kêmkirina karînên desteya pîşesaziya parastinê ya ku kevirê bingehîn di siyaseta Tirkiyê ya derve û girîngtirîn kaxeza geşbûna wê di herêmê de ye. Ya duyem, dibe ku gelek şirketên parastinê yên Tirk ji bazarên hinardekirinê vekişin, yan jî di bin van sizayan de paş bikevin. Li Tirkiyê 700 şirketên ku di pirojeyên parastinê de dixebitin hene. Li milekî din jî û li gorî kovara ” Defense news”, dibe ku her heft şirketên mezin ên ku di nav 100 pîşesazkirinên herî sereke yên cîhanê de cih girtine, rastî reşkirinê werin. A sêyemîn, hevkariya şirketên cûda yên Navneteweyî bi desteya pîşesaziya parastinê ya Tirk qedexe bike, da ku dûrî sizayên Emerîkî bikevin.
Li gorî tiştên ku me anî ziman, dibe ku sînordarkirina gihîştina Tirkiyê ji rêdana hinardekirinê; pilanên çalakiya hilberîna parastinê li hundir bi sînor bike. Ne wilo tenê jî, dibe ku bandorê li ser girêbestên hawerdekirina artêşa Tirk bike. Ji ber ku li gorî Enstîtûya Lêkolînê ya Aşitiyê ya Navneteweyî ya Stokholmê; Waşington ta dawiya 2019, ji bo Tirkiyê mezintirîn hawerdeyê leşkerî bû .
Gelek nîşane hene didin xuyakirin ku wê bandorên neyînî yên sizayan li ser têkiliyên beşa parastinê ya Tirkiyê bi bazarên derveyî re gur bibe, weke Mînak; dibe ku girêbesta bi 1,5 mîlyar dolarî ya ji bo dabînkirina helîkopterên êrişkar ên T129- yên Tirkiyê bi Pakistanê re were rawestandin û rê nedin Enqereyê ji bo rêdana derxistina motora wê ya T8004A ya bi hevbeşî di navbera London û Waşington de tê çêkirin. Ji aliyek din ve, tê angaştin ku ji bo ku têkiliyên xwe bi Waşingtonê re biparêzên, welatên Ewropî bi awayekî xwebexş pabendiyê bi qedexekirina rêdana hinardeyê ji bo beşa pîşesaziya leşkerî ya Tirk dikin. Mînak, dibe ku şirketa Elmanî “MTU Engin” rawestandina dana Enqereyê motora MTU 883 ya xwedî karîna 1500 hsp, hînjî berdewam bike, jixwe ew jî ji bo xebitandina tankên “Altay”yên tirkan tên bikaranîn ya ku ji hêla Qatar ve tê biperekirin. Di encamê de, dê ev bibe sedema têkbirina danûstandinên ku bi welatên derveyî hatine lihevkirin, di nav de Qeterê ya ku di adara 2019 de peymanek bi Tirkiyê re ji bo kirîna 100 tankên bi vî rengî girêda.
- Gurkirina sizayên Ewropî: Dibe ku ev sizayên Emerîkî li dijî Tirkiyê, lûtkeya Ewropî ya tê pêşbînîkirin ku di adara 2021`an de were lidarxistin; sizayên tundtir li dijî Tirkiyê bistîne, bi taybetî di dema serokê nû Co Baydin de. Di vê çarçoveyê de, dibe ku dewletên Ewropî, ji Co Baydin bixwazin ku li dijî metirsiyên berfirehbûna Tirkîyê li rojhilata Deryaya Spî û zêdegavîyên Enqereyê di pevçûnên herêmê de, tedbîr û rêkarên bibandor bigire .
Li ser vê bingehê, sizayên Emerîkî li ser Tirkiyê ji bo avakirina helwesteke hevbeş a Ewropî-Emerîkî li dijî Tirkiyê, zemîneke guncav peyda dike, nemaze ku Baydin li ser girîngiya çakirina têkiliyên Emerîkî -Ewropî tekez dike û doza nêzîkatiyek Emerîkî ji bo pirsgirêkên navneteweyî dike ku tê de berjewendiyên Hevpeymanên Ewropî û hevparên NATO`yê li ber çavan were girtin.
- Zêdekirina fişarê li ser aborîyê : Tê xuyakirin ku sizayên Emerîkî yên li ser beşa parastinê hatiye ferzkirin, aboriya Tirkiyê xistiye kirîzeke mezin, ew jî ji ber daketina nirxê (lîreyê) û ji ber encamên nexweşiya Koronayê, ji mêj de aloziyekê dikişîne. jixwe dahata hinardeya parastinê dibe çavkaniya sereke ya peydakirina diravên biyanî ye ku li gorî agahiyên Komeleya Hinardekarên Tirk, di 2018`an de gihîşt nêzîkî 2,2 mîlyar dolar û di dawiya 2019 de gihaşte 3 mîlyar dolar. Vê yekê li gorî rapora “Enstîtûya Lêkolîna Aşitiyê ya Navneteweyî ya Stokholmê (SIPRI)”, hişt ku Tirkiye di hinardekirina çekên cîhanî de bibe hejmara 14`an. Di heman demê de tê pêşbînîkirin ku sizayên Emerîkî dê bandorê li beşê kar ên di aboriya Tirkiyê de, bike. ji ber ku pîşesaziyên parastinê ji bo kar û pêşkeftina zîrekiyan, deriyekî girîng peyda dike. Li aliyê din, dibe ku cihê Tirkiyê weke bazarek serkeftî ya ji bo peyitandina aboriyên teknolojiya parastinê, kêm bibe.
Rûbirbûna li Hember Sizayan:
Li hemberî çalakirina zagona dijminên Emerîka “CAATSA” ya li ser beşa pîşesaziya parastinê ya Tirkiyê, dê Tirkiyê rûbirûbûnê nake. Ne wilo tenê, di rêya van xalan re li çareseriyekê geriya da ku têkiliyên xwe bi Emerîka re baş bike:
1-Siyaseta nerm: Geşedanên vê dawiyê, nemaze zextên tund ên Ewropî ya li ser Tirkiyê, hişt ku Enqereyê siyasetek nerm bimeşîne û da xuyakirin ku dixwaze destkeftiyên têkiliyên xwe bi Emerîka re biparêze û dûrî rûbirûbûnê bikeve . Di dema ku Erdogan di 17`ê berfanbarê de gotibû, “sizayên Emerîka helwesteke dijminaneye li dijî serweriya Tirkiyê ye û armanc ew e ku bizavên pîşesaziya parastinê ya Tirkiyê têk bibie. Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglo di heman rojê de got ku ger Emerîka daxwazên Tirkiyeyê bicîh bîne; dê têkilîyên me û wan vegerin weke berê, jixwe mebesta wî bidestxistina pergala mûşekên Patiryotê ye.
Fexredîn Altun, serokê Daîreya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê, li ser Twitterê nivîsî: “Hevkariya stratejîk di navbera Tirkiye û Emerîka de pir girîng e û nabe ku ev têkilî ji bo armancine siyasî demkut yên ji bo razîbûna Lobiyên dij tirkan; bibe qurban.”, her wiha got: “Em bi hêvî ne ku Emerîka vê şaştiya mezin bi lez biguherîne”.
Dibe ku hewldanên Enqereyê yên ji bo kontrolkirina aloziya bi Waşington re, ji ber gelek sideman e. Ya yekem, tirsa Enqereyê ku hevrikên Ewropî, bi pêşengiya Fransa, Yewnanîstan û Qibrisê, hewil bidin ku bi Waşington re helwestan bikin yek, da ku fi]ar; li ser Tirkiyê zêde bikin. Ya duyemîn, tirsa Tirkiyê ye ku gurbûana aloziyan bi Emerîka re, dê têkiliyên bi rêveberiya pêşerojê ya Bayden re aloztir bike, jixwe ew e ku helwesteke wî ya neyînî li hember Enqereyê heye û kirîna Enqereyê pergala parastina mûşekî ya Rûsî S400 red dike. Ji ber vê yekê, bikaranîna siyaseta nerm û carnan hişk dibe ku ji Enqereyê re derfetekê peyda bike da ku rêveberiya Emerîka ya nû razî bike ku ji van sizayan gavnan paşde bavêje an jî bi kêmanî wan di vê astê de rawestîûne, bi taybetî ji ber ku sizayên heyî nagihêje pirojeyên parastinê yên ku Tirkiye bi rêya hin şirketên biyanî û navxweyî bi rêve dibe.
A sêyemîn, têkildarî daxuyaniyên nerm ên Emerîka yên di roja yekem a sepandina sizayan de ye ku wezîrê derve yê Emerîka Pompiyo, di i 15 berfanbarê de wiha ragihand” Tirkî li herêmê, ji bo Emerîkayê hevpeyman û hevkarekî ewlehî ya girîng e û ew dixwazin ew hevkariya berhemdar a bi dehê salan di beşa parastinê de dom dike, ew jî bi rêya rahiştina kelemên bidestxistina Tirkiyê mûşekên S-400 di demeke nêz de.
2-Bi dijberan re aramî: Enqere li pêşberî Sizayên Emerîka yên ku bandor li beşa wê ya parastinê kiriye, bi gelek senaryoyan re rû bi rû ye û derfetên hevkariya teknîkî di warê leşkerî de sînordar kirîye. Ya girîng handana çûna ber bi rojhilat ve, bi taybetî ber bi Rûsa û Çînê ve. Loma, xurtkirina têkiliyan bi Rûsya re, derfeta bidestxistina çekên Rûsî li şûna yên Emerîkî dide Tirkiyê. Mînak, dibe ku Rûsya ji Tirkiyê re motorê balefirên xwemalî dabîn bike û dibe ku girêbesteke din ji bo bidestxistna mûşekên S400 bi Rûsya re girêde. Ji bilî ku Moskoyê dilxwaziya xwe ji bo dabînkirina balafirên şerker Su-57 ji Tirkiyê re diyar kir.
Li aliyek din, Tirkiye di warê pêşxistina têkiliyan bi Çîn re gavine ber bi çav avêtin û diyar kir ku di 4`ê berfanbarê de, tirêna barhilgir a yekem ji Tirkiyê ber bi Çînê ve here ku wê di welatên cîran re derbas dibe û ev yek dê qaseya bazirganiyê di navbera her du welatan de zêde bike.
3-Xurtkirina eniya hundirîn: Serokomarê Tirk, siza ji bo seferberkirina navxweyî û damezrandina helwesteke neteweyî bi kar anî. Da zanîn ku ev siza serwerî û serxwebûna dewleta Tirk dike armanc. Ev yek jî di daxuyaniyên ku ji hêla partiyên di Parlamentoyê de têne temsîl kirin (CHP, ÎP û MHP) digel hikûmeta AKPê di 15 berfanbarê de derket , diyar bû . Di vê daxuyaniyê de ji Waşingtonê xwestin ku biryara xwe ya sepandina sizayan li ser Tirkiyê di zûtirîn dem de biguhere. Êdî dibe ku bikaranîna hesta neteweyî ya li Tirkiyê di hudirê Tirkiyê de, ji bo rûbirûbûna qeyrana sizayên Emerîkî; zemîneke guncav ji bo xelaskirina dîroka navûdengê Erdogan û partiya wî, piştî têkçûna rewşa aborî li hundirê welêt; peyda bike. Li alîkî din, di rewşa ku ew nikaribe ji sizayên Emrîkî bireve , Enqere dê hesta neteweyî ya navxweyî gur bike da ku karînên xwe yên parastina navxweyî bidomîne.
Di encamê de, sizayen Emerîka li ser beşa pîşesaziya parastinê ya ku di arasteyen siyaseta derve de weke baldariya pêşîn tê hesibandin, dibe ku encamên xirab ji bo Tirkiyê bi xwere bîne, nemaze ku ew xwe dispêre ser Waşngtone di hawirdekirna perçeyên pîşesaziya xwe ya xwemalî ya parastinê de. Li gorî daneyên Enstîtûya Lêkolînen Aştiyê ya Navneteweyî ya Stokholmê, qaseya pevguheztina çekan di navbera her du welatan de di navbera sala 2015 û sala bûrî de gihişt nêzî yek mîlyar dolarî. Her wiha di kirîna balafir û mûşekan de jî Tirkiye di nav 20 kerîdarên Emerikayê di rêza yekem de ye. Li vir, em dikarin nas bikin ku wê çima Tirkiyê piştî sepandina sizayan ji rûbirûbûna bi Wasington re dûr bikeve? Da ku li dijî sepandina sizayên din a pêkan amade be, nemaze piştî radestkirina rêveberiya Baydin ji desthilata Emerîkayê re. Li aliyê din, dibe ku ev siza bihêle ku Tirkiye ji nû ve têkiliyên xwe bi hevpeymaniyên xwe yên derveyî bixe gengeşeyê ku têkiyiyên xwe bi hêzên navneteweyî re yên xwedî bandor, weke Çîn û Rûsya bidomine berdewam bike, her wiha tekiliyan bi dewletên Emerîkaya Latînî girêde , ji bo ku bike kaxezên zextê di çareserkirina pirsgirên bi Emerikaye re .
Kerem Seîd
Nanende Elmusteqbel A Lêkolînên Pêşketî