ANALÎZ

Rûdêmên pilaneke Amerîkî, Rûsî, Israîlî û Dewletên Kendavê ji bo Sûrîyeyê xuya dibin

Vê dawîyê gelek dibetî û pêşbînî li ser lihevkirinekê di navbera “Amerîka, Rûsya, Îsraîl û Dewletên Kendavê di serî de Siûdiyê” de derketin holê, ew jî li ser çareseriya sîyasî li Sûrîyeyê û vegerandina Sûrîyeyê li ser rêya berê, her wiha derketina Îranê ji Sûrîyeyê. Zêdebûna van nîşanan di demekê tên ku çalakîyên leşkerî yên berfireh ên hêzên Îsraîlê ve li hundirê xaka Sûrîyeyê li gel bêdengîya Rûsyayê berdewam in.

Hêzên Îsraîlê ji destpêka vê salê ve çalakîyên leşkerî li hundirê Sûrîyeyê pir kirine ku yekser jêder û çavkanîyên piştgitiys hêzên Îranê li xaka Sûrîyeyê armanc digirin û hewl dide hemû rêyan li hêzên Îranê bibire, da ku xwe li ser erdê Sûrîyeyê bi hêz nekin. Li kêleka vê yekê jî hêzên Îsraîlê çekên taybet aramnc girtin yên ku hêzên Îranê ew li Şama paytext û başûrê Sûrîyeyê vê dawîyê vediguhezandin. Ev çalakî heta asteke bilind bi hûrbînî pêk dihatin. Îsraîlê li xalên herî hestyar ên hêzên Îranê di hundirê Sûrîyeyê de dida. Di heman demê de hin agahî amajeyê pê dikin ku hêzên Rûsyayê cihên erdnîkarî yên rast ên xalên hêzên Îranê raber dike. Her wiha tektîkên leşkerî yên hêzên Îranê vê dawîyê bi kar dianîn aşkera dike. Tektîkên weke kozikan ku bi rêya wan dikarîn çek û lojistîkê bigihînin endamên xwe; ew kozikên ku hêzên rikberîya Sûrîyeyê û rêxistina Daişê li deverên Çolistana Sûrî kolabûn. Bi ser ve zêdetir jî hêzên Rûsyayê agahîyên herî hestyar der barê liv û tevgerên hêzên Îranê de û agahiyên lixwekirina endamên wan cilên leşkerî yên endamên Rêjîma Sûrîyeyê dane Îsraîlê.

Ji milekî din ve jî Rûsya rêya Çolistana Sûrî desteser kir; ji xwe ev rêya serke ye ya ku Tehranê bi Şamê û Başûrê Libnanê ve girê dide. Rûsya ev gav avêt da ku petrol û gaza ku Îran ji rêjîma Sûrîyeyê re dişîne rawestîne û rêjîmê neçar bike ku li ser masya danûstandinan rûne, ew masya danûstandinanê ya ku hin alîyên ereb û rojavayî amade dikin da ku pirojeya lihevanîna bi Îsraîlê re û pilana Îberahîmî li Rojhilata Navîn berdewam bikin. Jixwe ev tevger zêde bûn piştî ku daxuyaniyên peyhatî yên Rûsyayê li ser hebûna xwe li hundirê Sûrîyayê ji bo parastina rêjîma Sûrîyeyê ji rûxandinê û bêyî ku guh bide kirîza aborîyî ya ku rêjîma Sûrîyeyê tê re derbas dibe. Rûsya bi rêya liv û tevgerên xwe yên li Çolistana Sûrî, hemû rêyên bejahî yên ku Şamê bi Tehranê ve girê didin misoger kirin. Dibe ku vê yekê hişt ku kûrbûna kirîza niha ya li Libnanê rû dide. Çimkî Îranê hemû piştgirîya xwe ya aborîyî ji bo rêjîma Sûrîyeyê bi rêya Libnanê pêşkêş kir û hingî ji rêjîma Sûrîyeyê re şandin; heyberên sereke li Libnanê nehiştin.

Ev bûyer rû didin di demekê de ku Îran di kirîzekê re li hundirê Sûrîyeyê li kêleka kirîza wê ya aborîyî derbas dibe. Îran hewl dida ku hêza xwe li hundirê Sûrîyeyê zêde bike, ew jî bi rêya veguhastina giraniya xwe ber bi Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ve û berfirehbûna li bakurê Sûrîyeyê. Dibe ku ji bo rêya Şama paytext li pêş Îranê bigire, ew e ku ji dêvla Hizbellah; bihêle xwe bispêre rêxistinên Iraqî yên weke Zeynebîyûn û Fatimîyûn.

Lê Îranê van mehên dawîn tektîka xwe guherand û hebûna xwe bi rêya Zeynebîyûn û Fatimîyûn bi hêz kir. Her wiha Îranê dîsa deriyên tevlêbûnê li hemû deverên di bin destên xwe de vekirin, da ku hejmarke mezin tev li rêxistinên xwe bike. Lê ev gav tûşî tevgerên Rûsyayê hatin ku heman reftar pêk anîn ku vê dawîyê hewl da endamên Tîpeka Pêncan û bandora wê zêde bike da ku bibe berdêla Tîpeka Çaran ya ku birayê Serokê rêjîma Sûrîyeyê Beşar Elesed , Mahir Elesed serperiştîya wê dike. Li kêleka wê jî hêzên Rûsyayê mûçeyên endamên rêxistinên rûsî gihişte “150” dolarî amerîkî; ew jî di heman dema ku rêxistinên Îranê li hundirê Sûrîyeyê di kirîzeke kûr re derbas dibin.

Di çarçoveya kêmkirina bandora Îranê li hundirê Sûrîyeyê de, damezrandina hêzeke leşkerî ji hêla Rûsyayê , da ku bibe hevrika Tîpeka Çaran li ser axa Sûrîyeyê; ne tenê ji bo endamên rêxistinên Îranê bikişîne bal xwe, lê belê (li gor ku vê dawîyê dîyar dibe) Rûsya dixwaze êlên ereb – hêmana herî sereke ya ku hêzên Îranê li Sûrîyeyê xwe dispêrinê- ber bi xwe ve bikêşe. Li kêleka wê jî hêzên Rûsyayê mertaleke parastinê ji xwe re ava dikin da ku hebûna wan biparêze . Rûsya bi rêya van rêxistinên leşkerî hewl dide ku hêzên leşkerî yên li Sûrîyeyê lawaz bike, her weke komikên çete yên bi ser Tirkîyeyê ve, her wiha lawazkirina Hêzên Sûrîya Demokratîk ku Rûsya fişaran lê dike da ku hin berjewendîyên xwe li ser axa Sûrîyeyê pêk bîne; yek ji wan berjewendîyan vegera rêjîma Sûrîyeyê li deverên ne di bin serweriya wê  de.

 Li gor van xalan em digihêjin wê encamê ku di heman dema ku Rûsya hêzên Îranê lawaz dike de, bi rêya çalakîyên zêde û lêdanên li Çolistana Sûrî û deverên rojhlata Sûrîyeyê; Rûsya hewl dide ku piştî hemû hêza Îranê were mezaxtin, Îranê bi awayekî herdemî ji hevkêşeya Sûrîyeyê dûr bixe. Jixwe ev aramnc dikeve çarçoveya berdewamkirina pilana Brahîmî û levanîna Sûriyeyê û Libnanê (her du dewletên ku hîn ew rêkeftin mor nekirine) bi Îsraîlê re bi destê Rûsya û pê re jî dewletên Kendavê, Amerîka û Îsraîl.

زر الذهاب إلى الأعلى