Ji dema avabûna komara Tirkiyê 1923 de, metirsîya ku her bala avakerên komarê kişandiye, doza kurdî bû. li ser bingehê cudahiya olî, Tirkiyê karîbû yûnan, Ermen, xiristiyan, ji hole rake, lê ji bo rakirina kurdan ji holê, rêbazê olî dê bikêr nehatana; ji ber ku piraniya kurdan, weke gelê Tirk, ji ola Îslamê û li ser mezhebê sunî ne; lewra, li himber doz û daxwazên kurdan rêbaza cîhangirî bikar anîne; anku kurd dixwazin komarê vegerînîn serdema paşketina osmanî ya li ser rêbaza Îslamê dihate birêvebirin, û li pêşiya pêşketina weke pêşketina di Oropayê de kurd dibin asteng! û Kemal Ataturk şoreşa Şêx Seyîdê Pîran 1925, bi komployeke paşverû, xiyanet û xerakirinê bi nav kiribû, behsa sedemên bingehîn yê şoreşê nekiriye, ku ji ber nebûna mafê gelê kurd di nava komara nû de bû, tevî hebûna baweriya olî li gel Şêx seyîd ku ew bi xwe neqşebendî ye. Ataturk şoreş li dijî dewleta nûjen, serîrakirina li himber desthilata xwe û netewa dewleta Tirkiyê ya nû nirxandiye.
Sedemên jihevketina sulteneya Osmanî piştî şerê cîhanê yê yekem, ji aliyê kemalistan ve, ji ber pirbûna netewe, ol, mezheb û nehevgirtina wan ve hate destnîşankirin, lewra pêwistiya avakirina dewleteke bi yek netewe, yek ziman, yek al û yek welat giringiyeke dîrûkî dîtine. Ji bo pêkanîna dewleteke xurû Tirk, kurd jî nedîtî ye, weke Tirkên çiya pênasekirin û li dijî wan hemî siyasetên pişaftin, koçberkirin, qirkirin û tirkkirinê dane meşandin. Gelê kurd xwe neçarî berxwedaniyeke hebûn û nebûnê dîtiye û bi bêdengbûna şoreşên kurdan re, bi taybet piştî şoreşa dêrsimê 1937, Tirkiyê ketibû wê baweriyê de ku êdî doza Kurdî nema ye û di nava sînorên Tirkiyê de bi tenê ew kurdên baş mane, anku Kurdên mirî, yên dixwin û vedixwin û li xew dikin, yên bêçare, serjêr û hemî hêviyên wan ewin ku bibin Tirk û ji Tirkan tirktir bin.
DERKETINA PKK Û SERDEMA VEJÎNÊ
Derketina partiya karkrên Kurdistanê (PKK) 1978 li Bakurê Kurdistanê, erdhejek di hêvî û têgihiştina Tirkiyê û kurdan de pêk aniye, doza ku dihate texmînkirin nemaye, vejîn dibû û gelê ku bê hêvî û bawerî mabû, dibû xwedî hêviyeke mezin û baweriya xwe bi xwe vegerandibû. Di bin têgeha (Kurdistan mêtingeh e ) de, R.Ocelan weke serokê PKK şoreşa rêzgariya Kurdistanê daye meşandin. Li himber şoreşê jî Tirkiyê şerê xwe bi şerê man û nemanê bi nav kiriye, ku di encamê de di navbera salên 1985 û 1988 de 3000-5000 gundên Kurdistanê hatine valakirin û şewitsndin, şer derbasî qonaxeke bê pîvan û hovane bûye, bi rêjeya 35-40 hezar qurbanî ji şervanên PKK, leşgerên Tirk û gelê kurd ve hatine dayîn. Bê guman piraniya qurbaniyan ji gel bûn, her wiha di bin navê kesên nediyar de bi hezaran rewşenbîr, bîrewer û siyasetmedarên kurd li ser destê Mîta Tirkiyê hatine kuştin û binçavkirin. 1993 serok wezîrê Tirkiyê Turgot Ozal banga rawestandina şer li R.ocelan kiribû, bi mebesta ku doza kurdî bi aştiyane çareser bikin, lê ew yek bi serneketiye û di rewşeke bi guman de Ozal anjiyan bûye, dûbare rê li ber şerekî dijwar û bê serûber vekiriye, di 1998 de û di nava planeke navdewletî de R. Ocelan ji dewleta Tirkiyê re hate radestkirin. hêjayî gotinê ye ku R.Ocelan zêdeyî 8 caran û bêyî ku Tirkiyê tu bersivên erênî ji bilî şer bide, agirbesta yek alî ragihandiye. Radestkirina R. Ocelan dergehê şerekî navxweyî û metirsiya pêkhatina komkujî û wêrankirinên mezin di Kurdistan û Tirkiyê de vekiriye, li himber van metirsiyan R.Ocelan banga çareseryeke aştiyane ji doza kurdî re kiriye.
JI BO AŞITIYÊ AGIRBESTÊN YEKALÎ
Ji bo jinavbirina PKK; dewleta Tirk tengav bibû, siyaseta ku kurd bi kurdan bide tunekirin dabû pêş, lewra di 1992 de bi lihevkirineke bi partî demoqratî Kurdistan PDK û yekîtî niştimanî Kurdistan YNK re şerkî mezin li himber PKK daye meşandin, di encamê de û piştî şerekî bi dirêjahiya 45 rojan, lihevkirineke çêbûye, di 17 Adara 1993 de li ser daxwaza serokwezîrê Tirkiyê û bi navbeynkariya R. Celal Talbanî serokê YNK, R.Ocelan agirbesteke yekalî ragihandiye, bi armanca çareserkirineke aştiyane ji doza kurdî re weke ku Ozal destnîşan kiribû.
di 1995 de û piştî şerekî bi dirêjahiya 3 heyvan li himber PDK, ku weke bersiv ji komploya Doblinê ya li dijî PKK bû, R.Ocelan agir best îlan ragihand û di nav de jî ew agirbest weke agirbesteke yek alî li himber Tirkiyê jî derbasar kiriye.
Di Êlûna 1988 de li ser destnîşankirinên Necmedîn Erbekan serok wezîrê Tirkiyê ku dûbare bi aştiyane doza kurdî çareser bike, R.Ocelan dûbare agirbesta yekalî ragihandiye.
Piştî radestkirina R.Ocelan di nava komployeke navdewletî de ji bo Tirkiyê di 15 Sibata 1999 de, û ji bo pêkanîna aştiyê û weke niyetên cidî di vê derbarê de, PKK di yekê Êlûna 1999 de agirbesteke yekalî ragihandiye û biriyara vekişîna gerîla bo derveyî sînorên Tirkiyê daye.
Di 22 mijdara 2002 de PKK pirojeya aştîya demoqratîk nîşanî Tirkiyê kiriye, lê Tirkiyê ew weke lawaziya PKK nirxandiye.
Di 2006 de dûbare pkk nexşeriyeke nû ji bo aştiyê pêşkêşî Tirkîyê kiriye, ku ji deh xalan pêk dihat( dawîkirina şer, naskirina nasnameya gelê kurd, Guhertinên siyasî û demoqratî, avakirina rêvebirîyên herêmî, azadiya avakirina komele û partiyan, azadkirina girtiyên siyasî, mafên çandî û zimanê kurdî, vegera koçberan, armancên aşitiyê û şopandina wan, R.ocelan weke muxatib bê destgirtin).
Di 29 Adara 2009 de dûbare PKK agirbesta yekalî ragihandiye,
Di 13 Nîsana 2009 de dûbare pkk agirbest ragihandiye.
Ji 2013 û ta 2015 de dûbare agirbest berdewam kiriye, di navbera R.Ocelan û Tirkiyê de danûstendin û diyalog hebû, lihevkirinek hebû. Ji 2015 de û ta 2024 şer berdewam kiriye.
Bi rûdana pêşketinên şerê 7 Oktoberê li Xeza û Îsraîlê, û derhatina Îsraîl ji bêdengiyê û eşkerekirina rijdebûna xwe li ser avakirina Rojhilateke navîn ya nû re, Tirkiyê ketiye rewşa metirsiya avabûna Kurdistanê û perçebûna Tirkiyê de, bi taybet piştî biserneketina xwe di hemleyên leşgerî de û bilindbûna asta hêzdariya tevgera azadiyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn, lewra dûbare û bi rêya serokê MHP Baxçelî, di bin navê dawîanîna li terorê de, behsa dawîanîna li şer û çareseriyan kiriye. Pêre jî R.Ocelan banga aştî û civaka demoqratîk kiriye, û di vê derbarê de danîna çekan û xwebalvkirina pkk xistiye rojevê de, gelo di navbera banga Ocelan û destpêşxeriya Tirkiyê de, wê rewş ber bi kuve here? Gelo Tirkiyê dikare zuhniyeta xwe ya Toranî derbas bike û bi cidî fobiya ji doza kurdî bavêje û doza kurdî di nava aştî û demoqrasiyê de çareser bike?
HIŞMENDIYA TORANÎ BINGEHA FAŞIZMATURKIYÊ YE
Li ser bingehêN pêşxistina zuhniyeta TirkperEstiyê, nijada Tirk, û Tirkkirina tevaya pêkhateyên di nava sînorê Tirkiyê de, her wiha vajainndina dîrokê li gorî ku ecende û pirojeyên netewperestên Tirk pêk bîne, netewperestên tirk zuhniyet û pirojeya Toranîtîyê dane pêş, hişmendiya Toranî li ser bingehê ku Tirk çavkaniya tevaya şaristaniyan e, tirkên destpêkê ji Anadolê ber bi Misrê, Îraqê û Şamê ve çûne û şaristaniyên cîhanê avakirine, her wiha tevaya pêxemberan Tirk dibîne, hemî zimanên cîhanê ji zimanê Tirkan hatine der diyar dikie, Tetar, Magol, Tirkmen û Xezer jî bingeha wan Tirk in, û li ser vê bingê, nijada tirk di jora hemî nijadan re dibînin.
Kemal Ataturk avakerê komara Tirkiyê, yê herî di ber Toranîtîyê de xebat, piropogenda û milyarên dolaran jî di ber de terxan kiriye, û li ser vê zuhniyetê siyasetên qirkirin û tunekirina netewên cuda di turkiyê de dayê pêş, anku faşizma Tirkiyê ji zuhniyeteke Toranî li pêşketiye. Zuhniyeta Toranî pirrengiyê, mafên çandî, siyasî, netewî û ji derveyî Tirkîtîyê, tiştekî din napejerîne, ji dema avabûnê de komara Tirkiyê faşizmeke wiha daye meşandin, anku Tu Tirk be tu bextewar î, ji derveyî wê tu tune ye. Hemî dezgehên komarê yên fêrkirinê, ragihandinê, yên leşkerî û siyasî xistiye xizmeta Tirkirinê de. Lewra li himber Kurdan bi tybet hemî cureyên tunekirin û pişaftinê bi kar anîye, yek ferweriyên Tirkiyê jî ji vê xetê derneketiye, ta di demên ku gavên ber bi nêzîkatiyên nerm ji kurdan re jî, mîna danûstendinên 2013-2015 de, hişmendiya Toranîtiyê, netewperestiyê xwe nedaye paş. Derhatina hin helwestên nerim mîna helwesta Serokwezîrê berê Ozal 1993, an jî serokê aneha Erdogan 2002- 2009 rastiya zuhniyeta Toranî ya serwer di Tirkiyê de neguheriye, lê belê helwestên wiha girêdayî, bilindbûna asta metirsiyan li ser Tirkiyê û pêşketina PKK bû.
DERBASKIRINA ZUHNIYETA TORANÎTÎYÊ
BINGEHA BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOQRATÎK E
Di 1978 de PKK weke tevgera rêzgariya Kurdistan hate damezirandin, bi manîvistoya rêzgarkirin û yekkirina Kurdistanê, pingava 15 tebaxa 1984 ya leşgerî daye destpêkirin, di 1991 yekitiya sovyetan hate hilweşandin, cîhan ketibû serdema yeksercemî de, ku emerîka serkêşiya wê dikir, R.Ocelan lêvegereke fikrî û siyasî li doza kurdî û kirîzên di rojhilata navîn de kiriye û gihiştiye wê baweriyê ku dewlet-netew neçareseriye ji doza kurdî re û alavek an jî amûreke ji amûrên kapîtalizmê ye ji bo parvekirin û desteserkirina li ser rojhilata navîn û gurkirina nakokî û kirîzane, lewra ji derveyî netew-dewletê li çareseriyan geriyaye, ku dawî li xeleka xetimandî ya şer û qirkirinan bîne, hingê jî bi cidî nêzîkatî li banga serokwezîrê Tirkiyê Torgot Ozal kiribû ya ji bo dawîanîna li şer û çareserkirina doza kurdî, lê belê zuhniyeta Toranî, Ozal ji holê rakiriye û rêbaza qirkirin û jiholêrakirina doza kurdî, bi rêbazên leşgerî xistiye dewrê de, ku derfet nedaye R. Ocelan ji bo guhertinên bingehîn di rêbaza leşgerî de bike. Mezinbûna komploya 1999 û geşedanên pêve girêdayî, her wiha diyarbûna rastiya sîstema cîhanî ya ku R. Ocelan ew bi loyasynan ( ew ajdehayê deryayî ku di Tewratê de hatiye bilêvkirin) binavkiriye, Lêhûrbûna li ser avabûn, pêşketin, beramberiya mirovahiyê li himber desthilatdariyê û rêveçûna mirovahiyê ber bi azadiyê ve, R.Ocelan gihiştiye wê baweriyê ku di avakirina civakên demoqratîk, konfedralîzma demoqratîk û biratiya gelan de çareseriya kêşe û kirîzên di rojhilata navîn de ye. Di bin navê ( piradîgma netewa demoqratîk ) de. Anku derbaskirina zuhniyeta, dewlet-netew û sîstemên yek reng, yek al, yek dewlet û sînorên heyî dinava civakan de, ji bo tevaya rojhilata navîn, bi avakirina konfedralîzma rojhilata navîn ya demoqratîk) re, her wiha derbaskirina zuhniyeta toranî di tirkiyê de û avakirina komara demoqratîk, ku di banga aştî û civaka demoqratîk de diyar bûye. R.Ocelan li ser bingehê derbaskirina dewlet-netew, anku jihevxistina bingeha dewlet-netew, bêyî ku jê cuda bibe, bi avakirina demoqrasiya civakî re, her wiha belavkirina desthilatdariyê ji jor ber bi jêr de pirojeya xwe ya demoqratîk diyar kiriye. Di vê derbarê de têgînên mîna biratiya gelan, azadiya jin, rêveberiyên xweser bûne bingeh û alternetîvê desthilatdariyê.
NEHEVGIRTINA HERDÛ PIROJEYAN
JI HEV RE
Bê guman du zuhniyet û pirojeyên ku hevûdû nagrin di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de têne ba hev, hebûna kîjan pirojeyê hebûna ya din tune dike, zuhniyet û Îdyolojiya Toranî, her ku deskeftiyên kurdan yên demoqratîk li pêş ketiye, çi di Tirkiyê û çi di deverên din de, xwe di nava xwe de sînordar kiriye û bêtir Toranîtî, zagonên nedemoqratîk, tengavkirina xebatên demoqratîk,binçavkirina siyasetmedarên kurd û hemleyên leşkerî li dijî kurdan xurtir û mezintir kiriye. Hingê jî nimûneya herî dawî di 2015 de bi pêşketina Rêveberiya Xweser di Rojavayê Kurdistanê de, tevî ku ji derveyî sînorê Tirkiyê ye jî, lê belê zuhniyeta Toranî li Tirkiyê xwe daye pêş û şerekî bê navber li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê daye meşandin, hevdîtin û lihevkirinên Dolme Bexçe bin pê kiriye ku qaşo dê doza kurdî bi aştiyane çareser kiribana. Herdû piroje ji hev cuda ne, tersî hev in û bingeha avabûna Komara Tirkiyê hedef digrin,
Pirojeya R.Oelan di nava xwe de demoqrasiya hevpar, rakirina tundiyê, azadiya jin, Îkolojîk, pêkvejiyana aştiyane, çareserkirina doza kurdî, derbaskirina zayindperestiyê, dewlet-netewe û nenavendiya desthilatdariyê dihewîne, lê belê bi zuhniyeta Toranî Tikîtîyê, Tirkkirina mirov, xweza,çand ,ziman û gelan, xweberfirhkirin û dagerkirina herêman, redkirina ziman, çand û netewên cuda, anku biqirkirina gelan avakirina netweke xurû Tirk hedef digire.
TÛRKIYÊ BER BI KU VE?
Serokê partiya MHP partiya tevgera netewperest Baxçelî piştî pêşketina şerê Îsraîlê li himber êrîşa Hemasê di 7 Oktobera 2023 de li ser derdora Xezayê, di 23-10 2024 de gotibû dibe ku ew rê bide Ocelan da were perlemanê biaxive û wî azad jî bike heger PKK bike? R. Ocelan jî di pey re amadebûna xwe ji aştiyê re anîbû ziman û di 27-2-2025 de şandeya Îmraliyê nameya R.ocelan banga aştî û civaka demoqratîk bi raya giştî re parve kirine. Di 5-7 Gulana 2025 de PKK kongireya xwe ya 12 mîn li dar xistiye û Îlana fesixkirina PKK û danîna çekan kiriye. Di 11 -7 2025 girûpeke ji endamên PKK li sileymaniya Başûrê Kurdistanê di merasîmekê de bi şêwazekî sembolîk çekên xwe şewitandin, di vê derbarê de serokê Tirkiyê Erdogan kêfxweşiya xwe aniye û gotiye “ bi hêvî me ku ev gava îro hatiye avêtin li ser rêya pêkanîna armancên me di çarçova pêkanîna ( Tirkiyeke bê teror) de bibe wesîleya xêrê, û em hêvî dikin ji xwedê ku derfeta pêkanîna armancên me di misogerkirina ewlehîya welatê me, û aramkirina gelê me û pêkanîna aştiya heta hetayê di herêma me de bide me.“ ( acansaAnandolê).
Lê belê Tirkiyê her dem behsa dawîanîna li terorê dike û mijara sereke herdem danîna çekên tevgerê ye, ne tenê çekên PKK her wiha çekên tevaya girûp, partî û tevgerên ku R. Ocelan û piradîgma wî ji xwe re asas digrin, mîna PJAK, HSD, YJASTAR û hwd. Her wiha tevaya rêxistinên di herêm û cîhanê de, di demekê de ku ev rêxistinên bilêvkirî di rewş û şert û mercên cuda ji PKK xebata xwe dikin û ji derveyî sînorê Tirkiyê ne girêdayî dewletin din in mîna Îran, Îraq û sûriyê, anku Tirkiyê nêzîkatiyê li bingeha pirsgirêkan nake (doza kurdî ) bi tenê behsa fesixkirin û danîna çekên van rêxistinan dike, ev jî gumanan li ba her kesî peyda dike: gelo Tirkiyê çi plan dike? R. Ocelan di banga aştî û civaka demoqratîk de zelal nîşan dide ku banga wî vekirina rêya li ber aştiyê ye û hewcedarî muzakereyên demoqratîk e, her wiha PKK jî diyar kiriye ku ewê gavên yekalî û niyetên baş nema nîşan bidin û wê li benda gavên Turkiyê bin, anku bawerî di navberaPKK û Tirkiyê de tune ye û ji derveyî axaftin û durişman pêwist e Tirkiyê gavan bavêje, mîna ( azadiya R.ocelan û girtiyên di zindanan de, avakirina komîteyên çareseriyê û nîqaşan, guhertina bingehîn ji destûrê re.
Li gorî tecrûbeyên aştiyê yên berê, Tucarî Tirkiyê cidiyetaa xwe di aştiyê de nîşan nedaye, herdem li gavên aştiyê yên PKK weke lawazîya tevgerê û binketina wê nirxandiye, lê vê carê di nava dudiliyê de ye, pejirandina banga aştî û civaka demoqratîk bingeha dewleta Tirkiyê, ku li ser Toranîtîyê ava bûye, diherifîne, nepejirandina vê bangê Tirkiyê li ber bayê guhertinên bi lez di Rojhilata Navîn de û li ber metirsiya ji perçebûnê, vekirî dihêle, ku R. Ocelan jî car caran ev hişiyarî daye, her wiha berdewamiya PKK di avêtina gavên yekalî de û berdewamkirina danîna çekan doza kurdî li ber metirsiya tesfiyekirinê datîne û gelê kurd bê xweparastinê dihêle; lewra ne Tirkiyê wêrekiya meşa heta dawî di piroseyê de dike û ne jî heta dawî baweriya PKK bi Tirkiyê tê, lewra gav pir dereng û bi dudilî ji alîyê her dû aliyan ve têne avêtin. Him Tirkiyê û him jî PKK li ber çerxeriyekê ne; an çareserkirina aştiyane ji doza kurdî re li gorî banga aştî û civaka demoqratîk ya R. Ocelan, ku dê di xizmeta aştî û dawîanîna li şeran be, her wiha bi şêweyekî demoqratîk him Turkiyê têye parastin û him jî doza kurdî çareser dibe. Anjî berdewamiya nebaweriyê û necidiyeta Turkiyê ku xwe di zuhniyeta toranî de berdewam bike û hingê jî dê tu derfetên aştiyê nemînin û Turkiyê û gelê kurd, dê derbasî nava şerekî wêranker yê hebûn û nebûnê bibin.
DI ENCAMÊ DE; SÎNARYOYÊN TEXMÎNKIRÎ
- Xweguhertina Tirkiyê ber bi demoqrasiyê ve, weke pêdiviyeke lezgîn û pejirandina banga aştî û civaka demoqratîk ya R.Ocelan, ku çareseriya herî guncaw e ji doza kurdî û pirsgirêkên turkiyê re, û Turkiyê têkeve wê bawriyê de ku piroseya R.Ocelan derfeta dawî ya çareseiya aştiyane ji doza kurdî re ye.
- Nêzîkbûna Tirkiyê ji bangê re weke xapandin an jî bidestxistina demê bi hêviya guhertina rewşên siyasî yên metirsîdar ji Tirkiyê re, û rijdebûna li ser berdewamkirina zuhniyeta netewperstiyê û toranîtiyê ku dê tu derfetên aştiyê nehêle.
- Vegera Tirkiyê ber bi siyaseta qirkirinê û hemleyên leşkerî ve; ku dê tu wate ji banga aştî û civaka demoqratîk re nemîne û PKK ji hemî gavên hatine avêtin vekişe; hingê jî çareserî dê perçebûn û jihevketina Tirkiyê be, çimkî dê şer qonaxa çiyayan derbas bike û bibe şerekî navxweyî ku dê felaketan bi xwe re bîne û dê ne mumkun be ji nû ve gelê kurd di nava sînorên dewleta Tirkiyê de berdewam bike; anku dê perçe bibe.
Bê guman; di nava van sînaryoyan de em rol û bandora hêzên herêmî û navdewletî winda nekin, bi taybet, Îsraîl, Oropa û Emerîka çawa li pêşeroja Tirkiyê dinerin û çi nexşe amade kirine; Lewra li himber hev di Tirkiyê de du zuhniyet hene û her zuhniyeteke ji wan ne tenê pêşeroja Tirkiyê an jî ya Kurdan dê diyar bike, lê belê dê ya tevaya herêmê û Rojhilata Navîn bigiştî diyar bike; lewra Tirkiyê an zuhniyeta demoqratîk û pejirandina pirrengiyê esas bigire û hebûna xwe berdewam bike, an jî zuhniyeta toranî û netewperestiyê berdewam bike û di encamê de Tirkiyê ber bi perçebûn û helweşînê ve bibe.