ANALÎZ

Hilbijartinên Zagonsazî yên Iraqê .. Nîşanên encaman û Hevpeymanên Pêkan

Desteya Bilind ya Hilbijartinan li Iraqê di 10ê cotmehê ya 2021ê de encamên dawîn yên hilbijartinên zagonsazî li Iraqê ragihandin. Ji hilbijartinên 2005an ve ev gera pêncem e ya hilbijartinan û ji nav her pênc geran ev ger ya herî zêde bûye cihê nîqaş û gengeşeyê; çimkî ev hilbijartin daxwaza xwepêşanderan bûn yên di cotmehê ya sala 2019an de sînorê tengê yê mezhebî derbas kirin û li Iraqê bi giştî derketine xwepêşandanên mezin. Ji ber rewşa jîyanê ya kambax, peydanebûna rajeguzarîyê, xirabûna binesazîyê, belavbûna gendelîyê, partî û kombûnên sîyasî yên klasîk yên ku desthilat bi xwe girtine ku nikarîbûn çareyekê ji arîşeyên ku hemwelatî rastî wan tên re bibînin û tenê armanca wan bi destxistina desthilatê ye û bi rêya hin mîlîsên çekdar serweriya sîyasî û aborîyî qezenc bikin, ji ber ku ew partî -bi taybet partîyên şîî yên xwedî lêvegerên olî- yên girêdayî projeya herêmî ya Îranê li hundirê Iraqê, xwepêşanderan doza destjikarkêşana hikûmeta Adil Ebdilmihdî û hilbijartinên zagonsazî yên pêşwext kir. Ev pirsgirêk û arîşe bûne egereke girîng ku hişmendîyeke cemawerî li gel iraqîyan peyda bibe; hişmendîya pêwîstîya guhartinê û derketina Iraqê ji bin bandor û  sîwana Îranê.

Tevî ku tevgera cotmehê ya gelêrî -Tevgera Cotmehê(Tişrînê)- nikarîbû xwe bi rêya rêxistinên partîyane û sîyasî; wekî partîyên şîî, sinî û kurd bide pêş, lê bersiva herî xurt ya redkirina gelêrî ji partîyên klasîk re, bi taybet yên ku alîgirên Îranê û sîyaseta wê ne, ji tevahiya hilbijêran hat, yên ku biryar dan ku wan partîyan û mîlîsên wan yên çekdar, di serî de Desteya Heşda Şeibî ya ku hevbendîya “el-Fetih”ê bi serkêşîya Hadî el-Amirî, siza bikin. Di heman demê de û ji ber piştgirîya wê ya çalak ji tevgera gelêrî re û banga wê ya şerê gendelîyê û çarekirina kirîzên ku gelê Iraqê janê ji wan dikêşe, Şepêla “Sedir” gelek deng di hilbijartinan de bi dest xistin.

Encamên hilbijartinan

Li gor Desteya Bilind, rêjeya beşdarbûna dengdanê 41% e û ev rêje ji ya hilbijartinên sala 2018an ya ku gihişte 43% kêmtir bû. Di hilbijartinên sala 2018an de “Hevpeymaniya Sairûn” ê bi serkêşîya Şepêla “Sedrî” 52 kursî girtin. Di pey re Kombûna “el-Fetih”ê bi 48 kursiyan hat û duvre Hevpeymaniya “el-Nesir”ê bi serkêşîya Heyder el-Ibadî bi 42 kursiyan hat. Tevî ku li gor encamên hilbijartinên 2018an maf dide Şepêla “Sedrî” ku serokwezîrî bibijêre, lê ji ber “lihevkirinên” hundirîn û derveyî, serokwezîrê berê Adil Ebdilmihdî hat hilbijartin, piştî ku kutleya (El-Bina`i)” û Kutleya “el-Islah”ê -ya ku el-Hikme, el-Nesir û Saîrûn li xwe digire- ew pêşnîyaz kir, bi vê yekê mîkanîzmeya  hilbijartina serokwezîr ku kutleya mzezin wî destnîşan dike hat binpêkirin.

Di encamên vê gera han -cotmeha 2021- de jî Şepêla “Sedirî” her li pêş ma û vê carê 73 kursî bi dest xistin; bi 21 kursiyan ji hilbijartinên berê bêhtir. Şepêla “Sedrî”, tersî hilbijartinên 2018an, bi tena serê xwe û bê ku hevbendîyê bi hêzeke din ya sîyasî re girê bide derbasî van hilbijartinan bû. Di pey re Hevpeymana “Teqedum”ê ya sinî ya Serokê Perlementoyê Mihemed el-Helbûsî bi 41 kursiyan hat. hevpeymaniya “Dewlet el-Qanûn”ê -Partîya el-Dawa- ya serokwezîrê kevn Nûrî el-Malikî bi 37 kursiyan di asta sêyem de hat. “Partî Demokratî Kurdistan” 32 kursiyan, Hevpeymana “Kurdistanê” 17 kursî, Hevpeymana “Ezim el-Sinî” 15 kursî bi des xistin. Koalîsyona “el-Fetih”ê ya Hadî el-Amirî 14 kursî bi dest xistin û bi vê yekê 34 kursiyên hilbijartinên berê ji dest çûn. Şepêla “el-Hikme”yê ya Imar el-Hekîm û Hevpeymana “el-Nesir”ê ya Serokwezîrê kevn Heyder el-Ibadî ya ku bi navê Hevpeymana Hêzên Dewletê 4 kursî bi dest xwe ve anîn. Hêzên “Guhartin”ê Tevgera cotmehê(Tişrînê) 9 kursî qezenc kirin li pey wê jî tevgera “Imtîdad”ê.

Li gor van emcaman, Şepêla “Sedirî” dikare hevbendîyên perlemantoyî pêk biîne û bi rêya wan kutleyên herî mezin ya perlementoyî saz bike da ku serokwezîrî hilbijêre û hikûmeta nû pêk biîne. Lê di heman demê de divê serederîyê bi hevrikên xwe re bike ji Partîya “el-Dawe”yê heta serokwezîrê kevn Nûrî el-Malikî bike  ku partîya wî di asta sêyem de cih girt. Tê zanîn ku Malikî û serkirdeyên partiya Dawa bi giştî Îran piştgiriyê dide wan. Desteya Heşda Şabî û şepêlên wê yên sîyasî ji destpêka damezrandina xwe ji 2016an ve, ji dema şerê wan yê li dij “Daiş”ê û heta hilbijartinên dawîn piştgirîyeke sîyasî û dareyî ji Îranê digirin. Ev piştgirî bi xwe bû ya ku kir ev hêzên navbûrî gelek dengan ji dest bidin; ji ber ku biserkeftinên xwe yên li ser Daişê li hember dewletê bi kar anîn û kelem li pêş çakirina sîyasî û ewlekarî datanîn, her wiha bi yekcarî qebûl nedikirin ku çekên xwe radestî sazîya leşkerî ya fermî bikin.

Nîşaneyên hundur û derve

Encamên ku li jor hatine diyarkirin gelek nîşaneyan di qada siyasî ya pêşerojê de li Îraqê bi xwe re tîne, ku dê nexşeya danûstandinên siyasî li ser bingeha danûstandinên hêzên ku di hilbijartinên vê dawiyê de bi serketine, li gel lihevkirinên avakirina hikûmetê, û hilbijartina serokwezîrê nû diyar bike. Mirov dikare vê mijarê di xalên jêrîn de diyar bike:

Yekemîn, qonaxeke siyasî di Îraqê de tê avakirin ku tê de ew dê ji rewşa bandora Îranê ya ku serdeste li ser siyaseta Îraqê ya hundurîn û derveyî dûr bikeve, bêyî ku bi tememî “veqetandin” di navbera wê û hêzên siyasî yên şîe de çêbibe; Ji ber ku “Tevgera El-Sedir” jî yek ji wan pêkhateyên hêzên siyasî yên kilasîk ên Şîe ye ku xwedî bengeheke olî ye, û her weha yek ji wan hêzên siyasî yên ku xwedî hêza leşkerî bû ku destwerdana wê di jiyana siyasî de rûda, mîna milîsên Artêşa El-Mehdî û Seraya El-Selam, ku di hin qonaxan de Îranê piştgiriya wan dikir, lê ev piştgirî kêm bû ji dema ku Seraya El-Selam ji hevbendiya “Heşd El-Şeebî” di sala 2017-an de vekişiya, wê hingê serkirdeyê wê hêzê Muqteda El-Sedir daxwaz ji wan kir ku ew çekên xwe radestî saziya ewlehî ya dewletê bikin. Li vir, Tevgera El-Sedir nêzîkî xebata li kolana Îraqê bû ji bo ku piştgiriyê bide tevgerên protestoyî yên gel ku di Cotmeha 2019-an de xwe rûdan, tevî axaftin û daxuyaniyên wî yên di der barê gendeliyê de û girîngiya şopandina gendelîkaran…hwd, ku gelê Îraqê ji bo piştgirîkirina daxwazên xwe yên ji bo guhertinê ev tevger wekî piştevanê xwe pejirand bû, bi taybetî jî piştî ku El-Sedir lêborîna xwe dubare ji gelê Îraqê xwest ji ber salên xebata wî ya sîyasî di Parlemanê de bêyî ku bibe alîkar ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel. Ev yek Îraqê ber bi nexşeyeke nû ji hevsengiyên siyasî dikşîne ku gengaz e ji ya heyî cûdatir be, lê pirs li vir ew e ku gelo ev hevsengiyên nû karin Îraqê di nav qeyranên hundur û girêdanên wê yên derve bi pirojeya Îranê ya herêmî re derbas bike? Pirs ji hemî îhtîmalan re vekirî ne.

Duyemîn, îhtîmala dûrbûna hejmareke hêzên siyasî yên kilasîk yên Şîe ji avakirina hukûmeta pêşerojê, nemaze Tevgera El-Fetih a Hadî El-Amirî, û Tevgera El-Hikmeh a Ammar El-Hekîm, û Tevgera El-Nesir a Heyder El-Ebadî, ev hemû hêzên ku di pêvajoya avakirina hukumetên Îraqê de bingehîn bûn. Ji dûrbûna van hêzan hevbendiya Dewleta Qanûnê ya Nûrî El-Malikî ku 37 kursî bi dest xistine cûda ye, û ev yek jî dihêle ku ew di nav hêzên ku di gotûbêjan de ji bo avakirina hukumeta nû ya lihevkirî di nava diyalogê de be.

Sêyemîn, paşketina Tevgera El-Fetih a Hadî El-Amirî di hilbijartinan de, ku tenê 14 kursî bidestxistin tevî ku 48 kursî di hilbijartinên 2018-an de bidestxistibûn, bê guman ev yek nîşan dide ku meyleke nû ya raya giştî ya Îraqê heye ku gel dev ji guhertinê bernade, bi taybetî jî ew guherîna ku dê Îraqê ji serdestiya partiyên kilasîk derbixe, û ji bin serdestiya Îran û rêxistinên wê ji milîsên çekdar ên girêdayî wê; Ji ber berpirsiyariya wan a sereke ji hemî kirîzên hundurîn û derveyî yên Iraqê de. Hilbijêran ev yek bi xurtî di hilbijartinê de diyar kirin ku dengê xwe dan Tevgera El-Sedir ji aliyekî ve, û ji aliyê din ve jî bûn sedem ku hêzên Tevgera Cotmehê (Tişrînî) 9 kursiyên parlamentoyê bi dest bixin. Ev yek guherîneke eşkere di helwesta hilbijêrên Îraqê de ber bi hilbijartina hêzên siyasî yên Şîa yên kêm tundrewî û nermtir nîşan dide, ev yek dibe ku di pêşerojê de bibe destpêka guherîneke rastîn û berhemdar.

Çaremîn, bidestxistina tevgerên siyasî yên Sunnî hejmareke kursiyên hevseng bi riya hevpeymaniya Pêşketin (Teqedum) ya serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî ku 41 kursî bi destxist, ev yek tê wateya ku ew bloka herî nêz ji hevpeymaniya parlamentoyê ya bi Tevgera El-Sedir re ye, ji bo damezrandina hevpeymaniya herî mezin a parlamentoyê. Sedema zêdebûna piştevaniya Sunnî ji hevpeymaniya Pêşketin (Teqedum) re li ser hesabê hevpeymaniya Ezim a Xemîs El-Xencer – ku 15 kursî bi dest xistin – ew e ku roleke aktiv a El-Halbûsî di nav gelê xwe yê Sunnî li Parêzgeha Enbarê hebû, bi riya piştevaniya wî ya bi hêz ji kampanyayên avakirinê re li bajarê ku ji ber şerê li dijî Daîşê hatibû wêrankirin bû.

Pêncemîn, îhtîmala ku Muqteda El-Sedr bibe srokwezîr, li vir jî Muqteda dê piştgiriya kesên ku destek kirine bike, şîrovekar vê rewşê weke rola wî di “pîşesaziya serokan” de bi nav dikin, ev yek jî di rewşa hilbijartina Mistefa El-Kazimî de deket holê. Di rewşeke wisa de, hin kes dibêjin ku spartina El-Sedr ji senaryoyeke wisa re dê cihê wî yê siyasî qels bike, û rola wî ya ku Îraqiyan wekî alîgirê tevgera gel dipejirand, têk bibe, ji ber ku rastiya heyî li Îraqê bi kirîzên wê yên curbecur di yek dewreyeke parlamentoyê de nayê çareser kirin, û baştir e ku ew di kutleya xwe ya herî mezin a parlamentoyê de – ger were damezrandin – Çavdêrî, nirxandin û şert û mercên ji bo guhertinê li ser hêzên din ên siyasî ferz bike, ev yek jî bi riya hilbijartina serokwezîrekî ku bikaribe riya guhertinê ya ku ji hêla serokwezîrê berê Mustafa El-Kazemî ve hatibû destpêkirin, berdewam bike.  Ev nerîn bixwe derî li pêşiya îhtîmala jinûve pejirandina El-Kazemî vedike wekî kesayeteke serbixwe ku gelek hêzên siyasî li ser li hev kirine, digel ku ew bi rastî jî ji hêla tevgera El-Sadir ve tê piştgirîkirin.

Şeşmîn, girêdayî helwesta Îranê ye, ku li gorî encamên hilbijartinên yasayî yên Îraqê di sala 2021-an de, di derbarê rola Îranê di hundurê Îraqê de rûbirûyeke dijwar diyar dibe, nemaze rola piştevaniya wê ya madî û leşkerî ji bo milîsên çekdar ên Îraqî yên girêdayî Îranê, ku encamên wan di hilbijartinê de kêm bûne. Ev yek nahêle ku ew di pêvajoya damezrandina bloka herî mezin a parlamentoyê û hilbijartina kesayetiya serokwezîr de roleke sereke bilîze, ku alternatîfên berdest ên Îranê kêm dike di derbarê çarçove û asta rola wê di qada siyasî ya Îraqê de, nemaze di derbarê hilbijartina serokwezîrê nû de, û li gorî vê yekê jî, tevgera wê kêm dibe û bi rewşa “Lihevkirina Herêmî û Navdewletî” ve tê girêdan, ya ku ji aliyê xwe ve jî dê bi pêwendî û mercên navxweyî û derveyî ve bandor bibe.

Di dawiyê de jî, ev daneyên ku di derbarê encamên hilbijartinên zagonsazî yên Îraqê de di xula wê ya pêncemîn de hatine şopandin, û nîşaneyên ku dide, diyar dikin ku dibe di hevpeymanên parlamento û siyasî yên pêşerojê de, hin guherîn çêbibin, ku dê bandora wê li ser pêvajoya siyasî ya Îraqê di pênc salên pêşiya me de hebe.

Safînar Muhemed Ehmed

https://acpss.ahram.org.eg/News/17278.aspx

زر الذهاب إلى الأعلى