ANALÎZ

XWEPÊŞANDANÊN SIWÊDAYÊ; TÊNE ÇI WATEYÊ

Mentiqê “Xweperesî”yê, ku li gel rêjîma Sûriyayê û rêjîmên din ên mîna wê heye, xerîzeyeke zikmakî di jêrhişîyê de ye. Ev xweperestîya em behsê dikin, ew hêz e ya ku dihêle rêjîm xwe di cihê hêzê de û yên din jî di cihê bêhêzîyê de bibîne; ku dihêle her kesê li dij wê derdikeve -li gor nêrîna xwe- wan şaş dibîne û mîna toza li ser pêlava xwe li wan dinihêre. Rêjîma Sûriyayê hîn jî tê negihiştiye ku zordestîya ewlekarî û leşkerî û bi tevî ku parçeyeke mezin ji xakê lê vegerand jî, lê nikare wê rewabûna ku di encama stemkarîya li ser gelê xwe dayî meşandin de winda kiriye, dîsa vegerîne û bi dest bixe. Êdî diyar e dê venegere jî, û mînaka wê ya berçav Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyayê û xwepêşandanên Siwêdayê yên dawîyê, ye.

dibe dereng be jî, lê di hişyarbûnekê de gel li Siwêdayê li pêşîya avahîya Seraya ya hukûmetê, serî hilda. Dibe ku di rastîya xwe de ji bo rewşa jiyanî be, lê belê ew bi xwe rewşa rêjîma Sûriyayê ji me re eşkere dike ku di warê gelêrî de vala bûye; ku ew qasi li ser vê yekê her tim di bûyerên siyasî de digot ez xwedî bingeheke gelêrî me û kilîtên rewabûnê di destê min de hene. Xelkê Siwêdayê wiha hîs kirin ku ji bo derketina ji rewşa “bêalîtîya erênî” dereng man û siyaseta “rahiştina pêpelûkê di ortê de”, ji bilî hejarî, êş û birçîbûnê bi ser de neanî. Êdî xwepêşandanên ku li Siwêdayê rûdane, berîya her tiştî şoreşa hişmendîyê û xwenirxandinê ne. Bêguman tişta ku xelkê Siwêdayê pê hisiyaye ew e ku dem li ser wan derbas bû yan jî nemaye ku derbas bibe, û sûriyayîyên li herêmên din û bi taybetî kurd dane pêşîya wan, û ji serhildana 2004’an ve ji bo vê roja ku di bin sîya Rêveberîya Xweser de hevkarîyê bikin, têkoşiyan.

Xewna xelkê Siwêdayê ew e ku tecrubeyeke wan a xweser mîna ya li bakur û rojhilatê Sûriyayê hebe; nemaze ku li Siwêdayê hemû hêmanên bicihanîna vê xewnê hene. Bê çi xewnek e! Xewneke ku ji “Xweperestî”ya rêjîma Sûriyayê ya ku her tim dixwaze her kes bi navê wî bang bike, dûr e.  Hişmendîya nijadperest a rêjîma Sûriyayê dihêle ku li beramberî her guhertineke etnîkî, neteweyî, tîreyî yan jî olî hişk nêzîk bibe; çi ku ew xwe li ser durişmeya “An Esed an em ê welêt bişewitînin” an jî “Tenê Esed û ji bilî wî ne tu kes” ku bêhtirî xwe belavbûnê, ne yekîtîyê rûdinîne. Lewre jî çarenivîsa dewleta Sûriyayê bi kesekî ve girêdayî ye; ku ew jî serok, an ku Esed e. Li gor vê rêgeza nijarperestane ya di navbera desthilatdarîyê û gel de, em tê derdixin ku Sûriya ji berîya bibe çar hikûmet, parçekirî ye. Jixwe pirrengîya Sûriyayê ya ku her demê rêjîmê pê pesnê xwe dida ku ew parazvanê kêmînîyan e, ji ber durişmeyên rêjîmê yên nijadperestane, di nava metirsîyê de ye.

Pêkhateya Durzî li bajarên Selxed, Qireya û Şehbayê yên parêzgeha Siwêdayê li çiyayê Ereban, Ceremana ya nêzî Şamê, Mejdel Şems a li Colana sûrî ya dagirkirî, û li hin gundên parêzgeha Idlibê, heye. Ji tevaya hejmara niştecihên Sûriyayê ku digihêje 23 milyonan, hejmara Duzrîyan 700 hezar kes e û rêjeya wan jî %3 ye.  Di dîrokê de û nemaze di serdema Fatimî û Osmanîyan heyanî serdema mêtingerîya Fransî, Durzî xwedî helwestên birûmet in. Siltan Paşa El-Etreş sembola şoreşa Sûriyayê ya mezin e û piştre jî dema ku pêşengtîya şoreşgeran li dijî dagirkerîya Fransayê kir, bû rêberekî dîrokî. Tişta balkêş di nava Durzîyan de hebûna “Şêxgeha El-eqil” e, ku di dema niha de ji sê Şêxan pêk tê. Ji bilî Şêx Hikmet El-Hicrî û ji ber dijminatîya bi El-Hicrî re ku seba tenêtîya wî di biryardayîna der mafê Durzîyan de û serdestîya wî li ser meqamê “Eyn El-Zeman”, di navbera Yûsiv El-Cerbûh û Hemûd El-Henawi de têkilîyeke baş heye. Ev yek ji bo pêkhateyê, di Sûriyayê de mala yekem e û tê de Şêxên El-Eqil kom dibin, her wiha bi rola rêveberîya xweser a hundirin a Durzîyan radibe. Li gor wê jî hemû xizmetguzarî, civakî, aborî û tenduristîyê ji xelkê Siwêdayê re pêşkêş dike. Her wiha ew desthilata dadmendî ya êlî ye, ku piranîya malbatan di bin sîya wê de cih digirin; gava nakokî di nav wan de rûdidin, pê re jî karûbarên  zewac û berdanê jî dide meşadnin.

Hatina partîya Baasa Erebî ya Sosyalîst li ser desthilata Sûriyayê, bû nîşaneya jiyaneke tijî tirs û bêexlaqîya ewlekarî, nemaze li hember kesên ku dijî nêrîn û bawerîyên wê ne. Siyaseta rêjîmê ya di navbera rêbaza ewlekarî û zimanê siyasetê de, vedigere tişta ku Esedê bav û piştre Esedê law rûnandiye. Di vê babetê de yek ji wan bûyeran jî ew e, gava di sala 1984’an de rêjîmê hewl da nehêle ku rêûresmên salvegera mirina rêberê niştimanî Siltan El-Etreş were lidarxistin; wê gavê Durzî li dijî wê derketin û şahî li dar xistin, bi vê yekê re hêzên ewlekarîyê hejmarek beşdarên şahîyê binçav kirin, ku di encamê de nakokîyên di vî bajarê sûriyayî de zêdetir bûn. Rêjîm her tim hewl dide ku têkilîya bi Durzîyan re negihêje asteke bê çare, lewre jî her dem û demekê bi rûyê xwe yê siyasî derdikeve pêşberî wan û carinan lêborînê jî dixwaze; da ku rewş xirabtir nebe û ji dest nefilte. Armanca sereke ya rêjîmê ji vê têkilîya bi Durzîyan re ew bû ku serekên wan bikişîne bi alîyê xwe ve, ew jî bi rêya dayîna hin takemafan (imtiyaz)  ji wan re, ji van a herî berz jî dayîna desthilatdarîyên xwecihî bû; da ku rola navbeynkar ji bo danûsatndinan di navbera civaka Durzî û rêjîmê de bilîzin.

Bi vêketina şoreşa Sûriyayê re di adara 2011’an de, serekên Durzîyan helwesteke bêalîtî li beramberî van xwepêşandanan da, her wiha axaftinên dijî bikaranîna tundîyê li bermaberî rêjîmê jî derketin pêş; ku hinekan ev helwest wek destekdayîneke neyekser bo rêjîmê pênase kir. Korperestiya Durzîyan ji Şêxên El-Eqil re, karîgerîyek bû hişt ku helwesta Durzîyan beramberî van serhildanan ne zelal be. Her wiha siyaseta rêjîmê ya tirsandinê ku hikûmetê bi kêmînîyên olî re dimeşand, karîgerîyeke din a vê helwestê bû. Li Siwêdayê her dem û demekê xwepêşandan ji ber sedemên cur bi cur derdikevin, lê belê eva dawîyê di nav xelkê wê de seba zehmettirîn alozîya aborî bû ku bi salan e tê jiyîn, bi temamî arasteya wan berevajî kir. Birçîbûnê zora tirsa di dilê xwepêşanderên bihêrs de, bir, û hin deverên navenda parêzgehê (Serayaya hikûmetê) û di nava gulebaranê de, şewitandin.

Li gor  encamên ku derketin holê, gelo siberoja Siwêdayê di van xwepêşandanan de çi ye? Helwesta rêjîmê li bermaberî wê çi ye? ji bo bersivdayîna van pirsan, divê em bizanin ku li pêşîya Durzîyan sê helwestên cihêreng hene: An divê tevlî piranîya rikberiyê bibin, ku li dijî siyaseta rêjîmê derkevin, ku dixwaze welêt ber bi tunebûnê ve bibe, jixwe ev yek xwesteka rêberê Durzî yê libnanî, Welîd Cenbilat e. An jî li kêleka rêjîmê di şerê wê yê li dijî piranîya sûriyayîyan de bibin; an ku tev li hevbendîya kêmînîyan bibin, ku ev yek daxwaza Şêxê Eqil ê yekem di Siwêdayê de Hikmet El-Hicrî ye. An jî bêalîtîyê hilbijêrin û bi tu hawî tev li şerê ku li Sûriyayê diqewime nebin; jixwe ev yek daxwaza rêberê “Şêxên El-Keramê” Wehîd El-Belhûs e; ku piştî bersiva serokê beşa saloxgêrîyên hewayî, Xesan Ismaîl dema gotibû: “Me dilê bîst milyon Sinnî perçiqand, em ê bikarin bi we jî, Durzîno!” helwesta xwe guhart û wî jî wiha bersiv dayê: “Êdî em ê jî Hafiz El-Esed ji gora wî ya li Qerdahayê derxin”. Ev helwest û li gor destwerdana hêzên herêmî û navdewletî dibe ku bihêle rêzedijberî çêbibin ku di encamê de bihêle Siwêda êdî ji cenga Sûriyayê ne pir dûr be. Lê belê ev nayê wê wateyê ku di rastîyê de Siwêda di heman dema ku rêjîm komeke mezin a milîsên Durzî yên leşkerî bi çek û pere dike, nikare rêjîmê dûr bixe. Girîngtirin ev milîs jî “Difaa El-Wetenî” û “Dirh El-Cebel” in ku di nava wan de bêhtirî hezar şervanên xwedî nasnameyên leşkerî û di destê wan de kartên rahiştina çekê ku ji wezareta berevanîyê ya Sûriyayê derketine, hene.

Tişta balkêş ew e ku ev xwepêşandan ne mîna bêhnvedanekê ye; dê rêjîm hêrsa gel bi rêya rêzetekemafên bo hin rêberên Durzî û komikên milîs, her wiha bicihanîna hin xwestekên gel, vemirîne; nemaze ku tu hêzeke şoreşger ku bikaribe vê bizavê ber bi rêçeke şoreşgerî ya rast ve bibe, tune ye. Lê belê tişta din jî ew e Israîl ditirse ku bizava şoreşgerî bigihêje Durzîyên Filestîn, Colan û Libnanê jî. Her wiha hewldanên Îranê yên xwegihandina Durzîyan di warê mezhebî de; çi ku ew wiha wan dide nasîn ku ew şaxek ji şaxên Şîî ne, û bi rêya “Hizbullah” û di bin navê “Hizbullaha Sûrî” yan jî “Lebbeyke ya Selman” de, pêngavên perwerdekirin û biçekkirinê dane destpêkirin.

زر الذهاب إلى الأعلى