ANALÎZ

Serdana Nepenî ya Serokê Amerîkayê ji bo Ukraynayê: “Sedem, Nîşan û Encam”

Koşka Spî serdana neçavrêkirî ya Baydin bo Kiyêvê weke serdaneke bêhempa nîşan kir, berevajî serdanên berê yên serokatîyê bo Bexda û Kabulê di dema şer de, ku amadebaşiyek leşkerî ya mezin jê re dihat kirin. ji bo vê serdanê, rêvebirê ragihandinê yê koşka Spî Kaede Winegled got: “Ev serdan tirsnak bû û divê tu gumanê li gel  kesekî neyê peydakirin ku Jo Baydin rêberek e ku sozên xwe cidî digire.”

Jixwe, êvara roja duşemê 20.02.2023 serdana Serokê Amerîkayê bo Warso paytexta Komara Polonya hatibû plankirin û ragehandin. Li gorî zanyariyan, Serokê Amerîkayê ragehand ku biryara dawî ew e ku dê roja Înê (Îna berî Duşemê) serdana Kiyêvê bike, û bernameya fermî ya koşka Spî destnîşan kir ku dê serok roja Duşemê di demjimêr 19:00 de biçe Warso, lê di rastîyê de firoke sibeha Yekşemê di demjimêr 16:00 de li gorî dema herêmî rabû. Û li gor Şêwirmendê Ewlekariya Netewî Mike Sullivan, Amerîkiyan çend demjimêran berî ku firoka Baydin rabe, Rûs ji serdanê agahdar kirine.

Nîşaneyên geşta ji Warso bo Kiyêvê:

Serokê amerîkî bi tirênê ji Warso çû Kiyêvê (dibe ku ji ber sedemên ewlehiyê be) ku biqasî 10 saetan di rê de ma, û ev yek bi dîtina me ne normal e û eger tiştekî nîşan bide, nîşan dide ku serokê Amerîkayê biryar daye ku li hember êrîş û dagîrkeriya Rûsyayê bênavber piştgirîya Kîyêv û gelê Ukraynayê bike, her wiha dê rê nede Pûtîn da ku armancên xwe yên dijminatî li Okrayînayê pêk bîne.

Serokê Amerîkayê li Warso bi serokên welatên Ewropaya navîn û rojhilatê re civîya, û Pekîn bi eşkereyî bi piştgirîya leşkerî ya Rûsyayê ji bo berdewamkirina şerê Ukraynayê, tawanbar kir. Serokê Amerîkayê ji her neh serokên NATOyê re (ku nûnertîya baskê rojhilatê NATOyê dikin) piştrast kir ku pabendbûna Amerîkayê bi NATOyê re “pîroz e, û em ê her bostekê ji xaka NATOyê biparêzin, û ne tenê Ukrayna di xetereyê de ye, lê azadî di metirsiyê de ye û rakêşîya li Ukraynayê ne tenê girêdayî azadîya Ukrayniyan e, lê ew girêdayî azadîya demokrasiyê li seranserê Ewropa û cîhanê ye.

Tişta balkêş serdana Wezîrê Derve yê Çînê “Wang Bi” bo Moskoyê ye, her wiha hevdîtina wî ya bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re ye, ev yek bi hevdîtina Serokê Amerîkayê ya bi serokên welatên Ewropaya Rojhilat re li Warsoyê hevdem e. Pûtîn ragihand ku serokê Çînê dê serdana Rûsyayê bike û peywendiyên her du aliyan gihiştine asteke nû, her wiha ji wezîrê derve yê Çînê re  teqez kir ku ew amade ye bi serokê Çînê re li ser rewşa naneteweyî ya niha, ku wî bi “dijwar” da nîşankirin, gotûbêj bike. Wezîrê Çînê ji aliyê xwe de got: Pêwendiyên Çîn û Rûsiyê nakevin bin zexta welatên din de û her du welat li ser pêşxistina hevkaryên stratejîk berdewam in. Wezîrê Çînî ji Serok Pûtîn re teqez kir û got: “Em her du jî di têkiliyên navneteweyî de piştgirîya piralî û demokrasiyê dikin.”

Rûbirûbûna pêkan:

Tevî hemû sizayên Amerîkayê yên li dijî Rûsyayê, bê guman Çîn ji aliyê aborî de piştgiriya Rûsyayê dike, jixwe têkiliyên bazirganîyê di navbera Pekîn û Moskoyê de di sala 2022 de gihîştine asteke herî bilind ku gihiştîye 190 milyar dolarî, li gorî sala 2021 ji %30 zêde bûye. Lewra, Çînê derbarê êrîşa Rûsyayê de hîn ti daxuyanîyeke şermezarkirinê nedaye.

Amerîka gelek caran amaje dike ku Çîn dixebite ku çawa  çek û teqemenîyên kujer ji Rûsyayê re bişîne, jixwe Çîn bi tundî wê yekê red dike û heger  were îsbatkirin ku Çîn dê di warê leşkerî de piştgiriya Rûsyayê bike (li gor daxuyanîya Wezîrê Derve yê Amerîkayê), dê pir xeternak be û dibe ku gelek encamên xeternak bi xwe re bîne.

Encam:

Bêguman hinartina çekên Çînê bo Rûsîyê dê gefê li siberoja peywendîyên Çîn-Amerîka bike, her wiha dê bibe sedema gurbûna şer li Ukraynayê, û dibe ku bibe sedema rûbirûbûna Rûsiya û Çînê ji hêlekê de û Ukrayna, NATO û Amerîka Ji alîyekî din ve.

زر الذهاب إلى الأعلى