ANALÎZ

TIRKIYÊ Û REVA BER BI PÊŞ VE

Destwerdana Tirkiyê li bakurê Sûriyê ne rewşeke awarte ye û ne jî bûyereke ji ber  encama şerên ku li Sûriyê; ji destpêka dehsala duyem a hezarsala sêyemîn diqewime, lê belê koka destwerdana Tirkiyê ji demên dûr û dirêj ve ye, û armancên Tirkan li herêmên cîran bi giştî ji serdema Împaratoriya Osmanî û ta damezrandina dewleta Tirk a nûjen ranewestyaye, ji ber vê yekê ne dûre ku Tirkiyê hawîrdora xwe bi taybetî başûrê Tirkiyê bike armanc û her derfetê bikar bîne û destwerdanê bike, loma  destwerdana Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek sedemên wê hene, yên herî girîng ev in:

Yekem: Xwesteka desteserkirina beşekî ji Sûriyê û bi rêya vê beşê re ketina herêmê, bi taybetî li başûrê Tirkiyê ku Kurdistana rojava û başûr di nav xwe de dihewîne, û li gor nerîna wê  ev enî ; eniya  herî lewaz e, ji ber tevahiya sînorê hev beş; bej e ku pêre dibe alîkar vê herêmê dagir bike. Xewneke mêtinkar a berfireh li gel Tirkan ji damezrandina dewleta Tirk a nûjen piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî heye û hîn jî li rojava û bakurê kurdistanê dimeyzînin weke perçeyekî ji xaka Tirkiyê û divê dîsa vegere jêr serweriya wê.

Duyem: faktora olî û armanca serpereştiya cîhana islamî. Tê zanînin ku  piraniya dewletên cîranê Tirkiyê mislman in, ji ber wilo Tirkiyê dixwaze di rêya ola islamî re gelê dewletên hawirdor kontirol bike û dibîne ku ev tişt pir hêsane, ji ber ku sultanên osmanî ji vî alî sûd werdigirin, çima wê niha jî vê rêbazê bikar neyne?.

Di rêya vê faktor re, serweriya xwe li ser gelek tevgerên islamî; li dewletên erebî mîna Sûrî, Misir, Lîbya, filstîn û Sûmalê kir. Ev faktor girêdana di navbera AKPê û tevgera” Ixwanulmislimîn” li Misrê  û “Hemas” a filistînî, “Hikûmeta  el- Wîfaq” li Lîbyayê û li gelek tevgerên îslamî yên din li welatên erebî yên cuda, piştrast dike.

Sêyem: bidestxistina  bazarên nû, da ku ji aloziya aborî xilas bibe. Piştî ku hewla Tirkiyê bo tevlêbûna yekîtiya Ewropî têk çû û hêviyên ku sûdê ji bazarên diravû û aborî li Ewropayê werbigire qut bûn, niha li bazêrên alternatîf digere, ku ji aliyekê ve ji madeyên xam sûdê werbigire, ji aliyekî din ve jî ji cihên hinardekirina kelûpelên bazirganî sûdê werbigire. Tê zanîn ku şirketên bazirganî yên Tirkî di dehsalên dawî yên sedsala borî de, mezin û berfireh bûne û dest bi lêgerîna bazarên nû kirine, da ku pêdiviyên vê geşedanê  peyda bike, ji ber wilo cavê xwe berdaye dewletên hawirdor û her derfetê ji destwerdan û dagerkeriyê bikar tineJi ber ku ev herêm ji bo madeyên xam jîngeheke û ji bo madeyên pîşesazî yên curbecur guncav e, dihêle ev herêm  ji Tirkiyê re bibe armanc   û bi rêya van valahiyên heyî derbasî kûrahiya welatên erebî bibe.

Çarem: ji bo rê li ber her demokratiyeke azad bigire û nehêle derbasî hundirê Tirkiyê bibe, hewil dide ku herêmê di rewşa wê aloz de bihêle û nehêle aramî û aştî lê peyda bibe. Tirkiye ji destpêka “Bihara gelan” ve ket wê baweriyê  ku ev pêl her ku diçe berfireh dibe û dê sînorên herêmên din derbas bike û bandorê li gelek gelên welatên wawirdor  bike, ji ber wilo tirsa Tirkiyê ji her teqîneke şoreşgerî ya gelê Tirkiyê ku daxwaza guhertin û demokrasiyê bike, zêde bû. Tê zanîn ku (AKP) di van salên dawî de dest bi desteserkirina desthilatê li Tirkiyê kiriye, û bi zanebûn li hember her alîyekî ku li dijî rêgezên wê be disekine û ji bo di hilbijartinan de serbikeve û desthilatê yekdest bike, kiryarên curbicur bikar tine, mîna sextekirina encaman, kirîna dengan di hilbijartinan de, çêkirina tawanên derew li dijî partiyên opozisyonê û serkirdeyên wan, û zîndankirina hin serkirdeyan, weke kiryara li dijî HDPê û serokê wê Selahedîn Demirtaş . reftarên AKPê wê bibe sedema ku hêzên opozîsyonê li Tirkiyê li hember wê rawestin û rêbazên wê yên neyasayî yên yekdestdariya desthilatê red bikin. Ji ber vê yekê hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya AKPê hewl dide rê li pêşiya opozisyonê bigire ku  pirsgirên hundirîn derxe derveyî sînorên û gelê Tirkiyê û hêzên siyasî yên wê ji pirsgirêkên navxweyî û qaşo hewla metirsî û gefên derve li ser asayîşa Tirkiyê, mijûl bike.

Pêncem: astengkirin û têkbirina doza kurdî,  ji ber ku ew  di wê baweriyê de ye ku pirsgirêka kurd di welatên ku ev pirsgirêk tê de heye, êdî ne pirsgirêkeke navxweyî ye ku Tirkiye jî yek ji van welatan e, loma bi xurtî  hewl dide ku Kurd di civaka Sûriyê de nebin xwedî hêz, nemaze dema dît ku helwesta Kurdan ji helwestên opozîsyonê û rejîma Sûriyê. cuda ye.

Hêjayî gotinê ye ku dema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate damezrandin û nîşaneyên avakirina statuyeke demokratîk li Sûriyê derketin hole, tirsa Tirkiyê pirtir bû .

Ev rêveberiya ku bala civaka Sûriyê li herêmên din dikşîne, herwiha bala civaka navdewletî dikişîne ku li vê ezmûnê binêre û li ser destkeftên girîng ên ku bi dest xistine rawest e.

 

 

 

زر الذهاب إلى الأعلى